Sîmayên “kemîna” tirkan

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Biryara dawî ya hikûmeta Tirkiyayê ya destdanîna li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelftiyê ku DEM Partî di hilbijartinên di adara 2024an de tê de bi ser ketibû, dikeve çarçoveya nêzikbûneke/zihniyeteke berfireh a dewleta Tirkiyayê derbarê doza kurdan de. Zihniyeta li ser esasê pêkanîneke eşkere ya asîmîlasyona neteweyî û tirkkirina gelê kurd û berfirehkirin, nûkirin û çesibandina siyaset û kiryarên ku dihêle xebatên rêxistinî û hemû diyarderyên zanebûna siyasî ya kurdan, xerab bike. Her wiha, destdanîna li ser hersê şaredariyan, diyar dibe ku dewleta Tirkiyayê îradeya dengdêran û tevahiya proseya hilbijartinê cidî nagire, di astmosfêrekê de ku rêveberên hikûmeta Tirkiyayê behsa çareseriya siyasî û pêwîstiya pêkanîna “hevgirtina navxweyî” û “parastina biratiya bi hezarên salan di navbera tirk û kurdan de û rûbirûna hemû planên jinûvexêzkirina herêmê.”

Di çend hefteyên borî de, serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan û beriya wî hevkarê wî serokê MHPyê Devlet Bahçelî daxuyanî derbarê doza kurdan dan û banga rêberê tevgera azadiyê Ebdullah Ocalan kirin ku were parlamentoyê li Enqerayê û dawîbûna têkoşîna çekdarî ragihîne û sûdê ji “qanûna hêviyê” bigirin, bi vî awayî jî “doza kurdan were çareserkirin” û Tirkiya “derbasî pêvajoyeke nû” û sedsaleke nû ji “avakirin û pêşketinê bikin”! Di heman demê de jî, parlamenter Omer Ocalan bi rêberê kurdan re Ebdullah Ocalan re hevdîtin kir, piştî tecrîdeyeke ku dewleta Tirkiyayê 44 mehan li ser wî feriz kiribû. Dewleta Tirkiyayê bi rêya vê hevdîtinê, dixwaze ku çîroka “destpêkirina nû” xurt bike, ku aliyê nêzî hikûemta TIrkiyayê behsa diyalog û danûstandinê di bin sîwana parlamentoyê de û dûrî eniyên şer û operasyonên leşkerî, dikin. Lê ev hemû axafinên ku têne kirin (nû/kevn, lê ji gotinên xwe yên mayînde dernket ku têkoşîna kurdan bi terorê bi nav kirin û dewleta Tirkiyayê ji siyasetên şewitandina erdê û hemleyên dagîrkirin/ bişaftin û destekdayîna cîhadîstên navdewletî, dûr dixe) tiştekî ji hişmendiya dewleta Tirkiyayê naguhere ya li ser esasê înkarkirina kurdan û tunekirina hebûna wan û israra li ser “yek dewlet, yek gel, yek al”. Her wiha, dewleta Tirkiyayê bi domdarî sazûmaniya rêxistinî li wîlayetên Kurdistanê tengav dike, her wiha siyasetên girtin, qedexekirin û destdanînê berdewam kir. Li kêleka wê jî ji xwe, alava leşkerî ya hemleyên şer li herêmên çiyayî li Başûrê Kurdistanê ku ew dibêje li baregehên PKKyê didomîne. Her wiha, ji nû ve bombebarkirina binesazî û çavkaniyên jiyanê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, dest pê kir.

Ên ku gerên berê yên diyalogê yên di navbera dewleta Tirkiyayê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bişopîne, ya ku li ser esasê bidawîkirian têkoşîna çekdarî û beşdarbûna di jiyana siyasî ya Tirkiyayê de piştî tedbîr û “bername”yên demokratîkirina welat û guhartina qanûnan û dayîna mafan, wê bê cidiyeta van bangan bibîne. Her wiha, wê zanibe ku di rastiyê de, behsa tu guhartinên bi kok ên nêzikbûna dewleta Tirkiyayê ji doza kurdan re, nake. Lewra, ev yek ji “tedbîrên” siyasî yên di çarçoveya planeke giştî ku aliyên leşkerî, ewlekarî, civakî, aborî  û siyasî digire nava xwe derbas nake,  da ku tevgera kurdan ya rabûyî dorpêç bike û wan bixapîne û mijûl bike û berxwedana kurdan ya li dij siyaseta dewleta Tirkiyayê di tirkkirin û asîmîlasyona neteweyî û zuhakirina erdîngariya Kurdistanê ji diyardeyên nasnameya kurdî, lawaz bike. Ji vê yekê jî, ew ger/hewldan û herî dawî  jî axaftina Bahçelî tenê bangên radestbûnê ne, ne yên aşitiyê ne, ku ji navendên dewleta tekane ya totalîter derdikeve, tu carî xwestekên demokrasî û mirovî yên kurdî fêm nakin, her dem wan di dîroka xwe de kurd xistine çarçoveya “metirsî û komployên ku armanca ewlehiya neteweyî dikin.”

Ê ku siyaseta hikûmeta AKPyê ya derbarê doza kurdan de bişopîne, wê rastiya “hewldanên” aştiyê û çareseriyê nas bike. Di vê çarçoveyê de, di 12ê tebaxa 2005an de, Erdogan li bajarê Amedê daxuyaniyek derbarê “hebûna doza kurdan ku ev 80 sal in nehatiye çareserkirin” da, her wiha Erdogan got ev doz doza wî ye û wê ew ê çareser bike. Piştî çend saetan ji daxuyaniya Erdogan, PKKyê agirbest ragihand, da ku niyet û daxwaza çareseriya siyasî û amadebûna xwe ya diyalogê û danûstandinê wekî bingeha çareseriya doza kurdan, ragihîne. Lê ji ber ku hikûmet û opozîsona Tirkiyayê di nav hev de li hev nekirin û redkirina saziyên dewleta kûr û mafia û olîgarşên xurt yên ku bazirganiya ji şerê li dij kurdan sûd werdigirin, sozên mezin pêk nehatin. Her wiha, guhartina “lihevhatina bi kurdan” ku Erdogan ew eşkere kir û da zanîn ku ew di nava xwe de gelek reformên mezin dehewîne, ber bi “libervebûna demokratî” paşê “projeya yekîtiya niştimanî û biratî” ku ne tenê girêdayî kurd û deverên wan be lê belê tevahiya deverên Tirkiyayê.

Di navbera salên 2005 û 2009 de, axaftin derbarê mekanîzmeya çareseriyê û gavên normalîzekirinê bûn, lê bê ku encameke eşkere û cewherî, werin bidestxistin. Ji destpêka sala 2009an ve danûstandin di navebra rayedarên dewleta tirk û lîderên PKKyê  çêbûn, ji wan jî danûstandinên  Osloyê bûn. Ev danûstandin heta sala 2011an jî dewan kir û bi dawî bû, bêyî ku encam werin bidestxistin, ji ber ku dewleta Tirkiyayê bi stratejiya xwe ya înkarkirin û asîmlasyona neteweyî ya kurdan bi israr bû, her wiha xwe spartibû çareseriya leşkerî û lawazkirian tevgera kurdan, da ku radestbûnê li ser feriz bike. Dewleta Tirkiyayê, tu nimûneyên çareseriya dozên nêzî ya wan, wekî danûstandinên di navbera Birîtaniyayê û artêşa komarî ya îrlandî û di navbera rejîma cudakirina nijadperestî li Başûrê Afrîkayê û Kongreya Niştimanî ya Afrîkayê bi serokatiya Nelson Mandela, qebûl nekir. Di heman demê de jî, dewleta Tirkiyayê danûstanidnên dirêj û eşkere red kir, ku karîbû pê ragiştî hêdî hêdî bixe wêneyê, lê wê veşartî û nezelalî hilbijart. Eşkere bû ku ew bi israr e “çareya” tirkî ferz bike, ew jî di rastiyê de nimûneyek e ku pê radestbûnê xweşik dike bi gotinên mîna “çareya demokrat” û “libervebûnê”, ev yek jî aliyê kurdî bi tundî û biryar ew red kir.

Her wiha, pêvajoyeke din a pêvajoyên “hewldanên” çareseriya doza kurdan hat, herdem di bin fişara hevsengiyên navxweyî yên Tirkiyayê û pêşketinên li herêmê de, li gor pêşketinên doza kurdî li dewletên cîran, pêk hat.  Ev pêvajo jî di dawiya sala 2012an de bû û ev pêvajo bi serdana serokê îstixbaratê yê wê demê Hakan Fîdan ji Îmaraliyê re û hevdîtina bi rêberê kurdan re Ebdullah Ocalan di kanûna 2012an, dest pê kir. Ocalan, nêrîna xwe di bendên çareseriya doza kurdan  û demokratbûna Tirkiyayê de, vegotin. Di wê pêvajoyê de, li Sûriyayê pêşketin bi lez çêdibûn, di vê çarçoveyê de kurdan dikarîbû ku ji meha tîrmeha 2012an hemû diyardeyên rejîma Sûriyayê ji herêmên Kobanê, Efrîn û Cizîrê derxiin û sîstema Rêveberiya Xweser a civakî bi cih bikin. Her wiha, piştre rêveberiyên xwecihî li hersê kantonan bi beşdariya pêkhateyên ereb û suryanan hate avakirin, piştî ku YPG bersiva komên tundraw da, ku hewl da derbasî herêmên ku piraniya wan kurd in bibe.

Ev pêşketinên ku çêbûn, bandor li biryara dewleta Tirkiyayê ya jinûvedestpêkirina diyalogê bi Ocalan û PKKyê re, kir. Di çileya 2013an de, şandek ji HDPyê serdana girava Îmraliyê kir û bi Ocalan re hevdîtin û pêşniyazên çareseriya doza kurdan, nîqaş kirin. Beriya wê bi çend rojan, îstixbaratên Tirkiyayê rêvebereke kurdan Sakîne Cansiz û du çalakvanên kurd li paytexta Fransyê Parîsê, qetil kirin. Tevî cihê Cansiz yê girîng ku yek ji damezrînerên PKKyê bû, lê PKKyê danûstandinên aşitiyê ranawestandin û bi diyalog û danûstandinê israr bû, bi hêviya ku hewldanên çareserkirina doza kurdan bi ser bikeve. Erdogan ev sûcê qetilkirin wekî “tasfîyekirina navxweyî” bi nav kir, ev yek jî di çarçoveya propogandeya fermî hate kirin ku PKK lawaz e û rastî parçebûnê tê û danûstandinên ku dewleta Tirkiyayê dike, qaşo “tedbîrên fermî ne da ku radestbûnê li ser PKKyê feriz bike da ku dev ji çekan berde.”

Ocalan di şahiya navendî ya Newrozê de di 21ê adara 2013an de li Amedê, banga xwe ya ji bo doza kurdan û amadekariyên ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ragihand, eger ku gavên bi dewleta Tirkiyayê re li ser hevkirine werin pêkanîn û heger ku dewleta Tirkiyayê di rewabûna nasname û mafên kurdî û demokrasîkirina Tirkiyayê de rij be. Bi vê yekê re jîl atmosfêrekî rihetî û hêviyê çêbû, tevî metirsî û hişyarên Ocalan û PKKyê yên berdewamkirina planên dewleta Tirkiyayê yên veşartî û eşkere yên derbekirina PKK û hêza wê ya leşkerî rêxistinî. Beriya wê jî,  aliyên nîvfermî yên Tirkiyayê lîstema navê “komek aqilmend” ku 63 nav dihewandin belav kir, erka wan jî lêgerîna di tedbîrên çareserkirina doza kurdan û amadekirina zemîna civakê û raya giştî ji aşitî û gavên çareseriyê re.

Nêrîneke çareseriyê ya Ocalan hebû. Di vê çarçoveyê de, rêberê kurdan Ocalan bernameyeke çareseriyê ku ji 10 xalan pêk tê danî, di nava van xalan de diviyabû ku dewleta Tirkiyayê operasyonên leşkerî rawestîne û siyasetmedarên kurd yên di zindanan werin berdan û efûyeke giştî were ragihandin. Piştre jî, xebat li ser destûrekî nû were kirin, ku divê itîraf bi nasnameya kurdî were kirin û serperiştiya çanda kurdî û rakirina qeydên li ser çanda kurdan û rawestandina siyasetên tirkirin û asîmalsyona neteweyî û erêkirina projeya Rêveberiya Xweser ji bo wîlayetên Kurdistanê û rêbnda 10% li pêş partiyên siyasî bê rakirin bo derbasî parlemntoyê bibin û bibe 5%.

Danûstandin û hevdîtinên ku nûnerên HDPyê bi Ocalan re û rêveberên PKKyê li çiyayên Qendîlê/Başûrê Kurdistanê û rayedarên dewleta Tirkiyayê heta destpêkra sala 2015an, dewam dikir. Lûtkeya van hevdîtinan jî di dawiya sibata 2015an de çêbû, di navbera şanda HDPyê Serî Soraya Onder, Îdrîs Balukan û Perwîn Buldan de û cîgirê Serokwezîrê Tirkayê Yalçin Akdogan re li Qesra Dolmbehça li Istenbolê pêk hat. Onder ji ragihandinê re eşkere kir ku tevî zehmetî û astengiyên mezin, lê danûstandin berdewam dikin û armanc jî çareserkirina doza kurdan û garantiya hikûmeta Tirkiyayê ya pêknanîna pabendiyên xwe yên pêkanîna bernameya çareseriyê, di demekê de ku Ocalan banga bidawîkirian têkoşîna çekdarî kir, eger ku itîraf bi kurdan were kirin û daxwazên gelê kurd werin bicihkirin. Dihate payîn ku PKK kongreyeke awarte di buhara 2015an de li dar bixe, da ku bi awayekî fermî bidawîkirina têkoşîna çekdarî ragihîne û beşdarî veguhartina  demokratîk a ku li Tirkiyayê tê xwestin, bibe.

Erdogan hevdîtina di navbera cîgirê xwe û parlamenterên HDPyê red kir. Tevî daxuyaniyên erênî yên rayedarên hikumeta Tirkiyayê, ji wan Serokwezîr Ehmed Dawud Oglu û cîgirê serokwezîr Bulent Arinç û daxwazên wan ên berdewamkirina danûstandina bi Ocalan û PKKyê re, lê Erdogan hemû pêvajo binpê kir û ragihand ku ew ê girêdayî siyaseta dewleta Tirkiyayê ya kevneşop be, her wiha red kir ku hebûna pirsgirêkeke bi navê pirsgirêka kurd, itîraf bike. Erdogan bi tirs bû ji ber serkeftina HDPyê di hilbijartinên parlementoyê de yê ku di hezîrana 2015an de pêk hatin, ji ber wê wan karîbû wîlayekên Kurdistanê ji destê wî derxin, ku Erdogan xwe amade kiribû dengê piraniya welatiyên kurd bi dest bixe û bibêje ku ew nûnertiya wan dike, ne tevgera kurdî. Erdogan ji serkeftina HDPê û encama wê ya lawazbûna partiya wî ditirsiya, ku wê nikaribe guhartinên destûrî pêk bîne, da ku erkên serokatiya vekirî bi dest bixe. Her wiha, Erdogan dizane ku çareseriya beşî û rewşa rihetbûnê di nava kurdan de, di encama peywendiya Ocalan ya yekser bi parlamenterên bi HDP û rêveberên PKKyê re û axaftinên derbarê çareseriya doza kurdan û derxistina efûyeke giştî û naskirina nasname û doza kurdan, ku ev yek wê bihêle kurdên serîhildêr HDPyê tercîh bikin, ku ew bi rêya danûstandinên bi hikûmetê bûye nûnera fermî ya kurdan. Ev yek jî tê wateya jidestdana hemû dengên kurdî bo AKPyê û derketina wê ji Cografya Kurdistanê.

Hilbijartinên parlamentoyê di hezîrana 2015an de pêk hatin û HDP ji sedî 13,12 li tevahiya Tirkiyayê bi dest xist û bi 80 parlamenterî derbasî parlamentoyê bû. Di heman demê de jî, AKPyê piraniya parlmanetoyê winda kir ku ji sedî 40,87 bi ser ket, lê bi hevrûkirina hilbijartinên sala 2011an ji sedî 49,95 bi dest xist. Erdogan encamên hilbijartinan û têkçûna partiya xwe ya dijwar li wîlayetên Kurdistanê nas kir û wekî cezayê  li ser bidawîkirina proseya danûstandinê û diyalogê bi Ocalan û PKKyê re, nirxand. Her wiha, ji nava kurdan deng derket ku banga parlamenterên wîlayetên Kurdistanê (ku HDP di 14 wîlayetên kurdan de 50 parlamenter bi ser xist, AKPyê tenê 9 parlamenterên wê bi ser ket) dev ji paytextê Enqerayê berdin û berê xwe bidin Amedê û parlamentereke xwecihî ragihînin, eger ku hikûmeta Tirkiyayê bi hişmendiya şer û çareseriya leşkerî di danûstandina bi kurdan re israr bû û danûstandin û diyalog bi Ocalan û tevgera kurdan re, red dike.

Êdî têkçûn bandor li Erdogan kir, ku encamên hilbjiartinan red kir û dest bi plana jinûveçêkirina hilbijartinan kir. Êdî di vir de, Erdogan xwe spart dengên netewperestan li Tirkiyayê, bi rêya belavkirina şer û tevlîhevî  û xerabkirinê li Kurdistanê, da ku girseya HDPyê bitisîne û bihêle ku tev li hilbijartinan nebe. Di vê çarçoveyê de, di cotmeha 2015an de, êrîşên teqandinê û xwekujiyê çêbûn li dij navendên HDPyê û xwepêşandanên ciwanan de û di encamê de, zêdetirî 50 welatiyên kurd hatin kuştin (ku Ehmed Dawud Oglu piştre anî ziman ku eger lênûsên terorê bi rastî werin vekirin, xwediyên wê nikarin li rûyê xelkê binêrin). Lewra desthilatdariyê dest bi amadekirina zemîna hilbijartinên nû kir, ku di mijdara 2015an de hatin lidarxistin û tê de AKP ji sedî 49,49 bi dest xistin, piştî ku beşek mezin ji dengên partiyên netewperest li Tirkiyayê bi dest xistin, di serî de jî MHP. Di vê çarçoveyê de, Erdogan bi MHP û rêveberê wê Devlet Bahçelî re hevalbendiyek çêkir û Erdogan soz da Bahçelî ku wê hemû diyaloga bi tevgera kurdan re red bike û Ocalan bixe tecrîdê û operasyonên leşkerî li Herêma Kurdistanê berfireh bike û destekdayîan çekdarên opozîsyona Sûriyayê yên girêdayî Tirkiyayê berdewam bike, da ku li dij Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bide şerkirin. Her wiha destpêkirina operasyonên dagîrkeriyê ji herêmên Sûriyayê re, li kêleka wê jî destpêkirina hemleyeke berfireh li dij siyasetmedar û rêveberên HDPyê û dest deyîne li ser şaredariyên HDPyê, bi bihaneya ku têkiliya wan bi PKKyê re heye.

Ji dawiya sala 2015an ve, hevalbendiya Erdogan/Bahçelî siyaseta şewitandina erdê li dij kurdan di hundir û dervayî Tirkiyayê de, pêk tînin. Di vê çarçoveyê de, rêzesûc û kiryarên terora dewletê, bi rêya operasyonên artêşa Tirkiyayê û dagîrkirina li Herêma Kurdistanê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, an jî bi rêya hemleyên girtina siyasetmedar û kadroyên rêxistinî û rojnamevan û çalakvanên kurdan, pêk hatin. Ji wê wê demê ve, dewleta Tirkiyayê her wiha difikirî ku tevgera kurdî tune bike. Lewra, gelek rêbaz û derfet bi kar anîn, da ku kurdan di hundir û dervayî Tirkiyayê de tune bike, bi rêya bikaranîna hêza leşkerî ya dagîrkeriyê û rêkirina cîhadîstan û avakirina milîsên çekdar, ji bo şerkirina li dij kurdên li Sûriyayê û dagîrkirian herêmên wan û pêkanîna sûcên qirkirina etnîkî û demokrafîk. Tu “guhartin” di bingehên operasyona şer de çênebûn heta vê dawiyê, ew jî bi rêya “daxwazên” çarekirina doza kurdî piştî pêşketinên li deverê piştî 7ê cotmeha 2023yan û şerê di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê, Hizbulah û Îran û alîgirên wê li Yemen, Iraq û Sûriyayê.

Tirkiya dibêje ku planeke parçekirina dewletên herêmê heye, ji nava wan Tirkiyayê ye. Ji ber vê yekê jî, dest bi axaftina li ser “çareserkirina doza kurdan” li gorî nêrîneke nû/kevn dike, ku ew jî di rastiya xwe de radestkirin e, ne aşitî ye.

Tirkiyaya Erdogan/Bahçelî dixwazin radestbûnê li ser tevgera kurdan feriz bikin, ku wiha difikire lawaz bûye, piştî hemleyên şer yên mezin û nikare wekî berê gefan li Tirkiyayê bixwe. Nêrîna Tirkiyayê wiha ye ku formuleke “çareseriyê” nêzî formuleke radestbûnê û serçimandin û bidawîkriina doza kurdan bê ku dewleta Tirkiyayê tiştekî ji gelê kurd û tevgera wî ya siyasî re, pêkêş bike. Ew zivirandinek e di hundirê komeke bergiriyên leşker, siyasî, civakî û aborî de da ku tevgera kurdan têk bibin, ku qezencê ji kêferata di navbera Îsraîlê û Îranê û alîgirên wê de digire. Her wiha, ew, ji hêla împeratorî ya xeyalkirî ya herdu kesayetên Erdogan û Bahçelî, birin û anîneke ku armanca wê balkişandin e di demekê de ku şerê moşek û balafiran di navbera Îsraîl û Îranê de li dar e, ew jê bi rêya qêrkirinê ku pê “bal li ser dewleta herêmî ya xurt” bê kişandin, ya ku “planên Rojhilata Navîn a nû” red dike, bi rêya rêxistinkirina mala xwe ya hundirîn û zêdekirina “yekgirtina dîrokî” di navbera pêkhateyên wê de!