Nêrînek li cîhanê piştî 7ê cotmehê

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye

Şerê Ukranyayê yê sala 2022yan, hevalbendiyeke çînî-rûsî li beramberî hevalbendiya NATO-Japonya-Koreya Başûr-Australyayê, nîşan da. Ukranyayê jî wekî qada rûbirûna herdu hevalbendan hate bikaranîn û gelek jî heta niha dibînin ku serdana Serokê Rûsyayê Putin li Pekinê beriya 3 hefteyan ji şerê Ukranyayê, ji bo dilrehetiya rewşa piştgiriya Çînê beriya destpêkirina şerê Rûsyayê li dij Ukrnyayê di 24ê sibata 2022yan de bû. Piştî destpêkirina şer, analîzên di rojnameyên rojavayî de derketin û tê de hevalbendiya Stalîn- Mao Tse Tung di dema şerê Koryayê de (1950-1953) hatin bibîrxistin. Her wiha, şerê Ukranyayê jî wekî vegerandina wê hevalbendiyê û atmosfêra Şerê Cîhanê yê Sar hate dîtin, dema ku şerl Koreyayê giha lûtkeya xwe, ku ew yekemîn diyarde bû ku tê de herdu alî li ser axa Koreyayê ketin eniya hev, berî ku Şerê Sar (1947-1989) qada wê bibe tevahiya cîhanê. Wê demê jî hate gotin ku 24ê sibata 2022yan hewldaneke derbeya çînî-rûsî li dij desthilatdariya Amerîkayê ya yekpolar a li ser cîhanê hate dîtin, ku ev desthilatdariya Amerîkayê bi serkeftina wê li dij Sovyetê di Şerê Sar de sala 1989an dest pê kir û piştî wê jî bi du salan Yekitiya Sovyetê, ji hev ket.

Li vir mirov dikare bibêje ku şerê 7ê cotmehê yê sala 2023yan yê Rojhilata Navîn (7ê cotmehê û piştî wê li derdora Xezayê û 17ê îlonê û piştî wê derbasbûna şerê li Lubnanê, îhtîmal heye jî erdîngariya şer berfireh bibe) nîşan da ku hewldana derbeya Xi Jinping û Vladimir Putin di 24ê sibata 2022yan de têk çû. Ji ber ku asta hebûna Aermîkayê di vî şerê Rojhilata Navîn de û asta nebûna Çîn û Rûyayê û sînorê hêzên wan derket, holê. Tevî nîşaneyan û ev yek jî ji aliyê Serokê Amerîkayê Jeo Biden di gotara xwe de di rojnameya “Washington Post”ê ya 18ê mijdarê de diyar kir ku şerê 7ê cotmehê, di bingehê xwe de li dij “korîdora aborî” ya di navbera Hindistan û Ewropayê ya ku bi rêya pira bejahî ya Rojhilata Navîn de bû. Her wiha “korîdora aborî” jî ku Biden beriya 4 hefteyan ji 7ê cotmehê hate îmze kir, diyar bû ku li dij projeya “Kember û Rê” ya Çînê bû ku armanca wê ew e ku berdêla enerjiya (gaz-petrol) Rojhilata Navîn bo ewropayiyan bi dest bixe bi rêya ku enerjiya rûsî li cîhanê belav bike piştî şerê Ukranyayê.

Ji aliyekî din ve jî, gelekan gotin pêşniyaza sala 2009an ya Qeterê-Tirkiyayê ji desthilatdariya Sûriyayê re ew bû ku garantiya altirnatîfa gaza Rûsyayê bi rêya Qeterê ji Ewropayê bide, bi rêya ku xeteke gazê ji Sûriyayê û Tirkiyayê re derbas bibe. Ev yek jî yek ji sedemên sereke yên aloziya Sûriyayê sala 2011an bû, piştî ku desthilatdariya Sûriyayê ev pêşniyaz red kir. Bi gotineke din, sedemeke sereke ya veberhênana Qeterê-Tirkiyayê bi rêya gurkirina şerê navxweyî li Sûriyayê bû û yek ji sedemên sereke yên destekdayîna Moskoyê ji desthilatdariya Sûriyayê re bû piştî sala 2011an û heta hebûna leşkerî ya Rûsyayê di Sûriyayê de ji sala 2015 ve.

Di encamê de jî, diyar e ku  ev şerê Rojhilata Navîn jî, ne tenê ku yekpolariya Amerîkayê ya li ser cîhanê mayînde kir û tiştek jê nehat û tu hebûna pirpolarîtiya tunene, tevî hewldanên Çînê-Rûsyayê, lê belê berdewamiya desthilatdariya wê nîşan da, wekî ku di Şerê Kendavê yê sala 1991ê û şerê Kosovayê yê sala 1999an û dagîrkeriya Iraqê ya sala 2003yan derket holê. Her wiha, Washingtonê piştî 7ê cotmehê, şiyanên xwe yên diyarkirina sînorê erdîngariya vî şerî diyar kir, ku ev şer tenê di çarçoveya Xezayê de hişt û nehişt ku bibe şerekî herêmî yê giştî bi rêya “yekbûna qadan” ku Netanyahu, Yehya Sinwar û Hesen Nesrullah dixwestin vê yekê bikin. Lê Biden û Elî Xamineî ev yek nexwestin. Her wiha, gelek nîşan piştrast kirin ku Amerîkayê destûr da Tilebîbê piştî 17ê îlona 2024an derbeyê li şaxê Îranê yê herî bi hêz li Lubnanê bide û gelek nîşan hene ku Amerîka hewl dide xetên sor, zer û kesk li Tilebîbê ferz bike berî bersiva îsraîlî li ser derbeya 1ê cotmehê ya îranî.

Balkêş e ku di vir de, piştî 7ê cotmehê asta isyana Netanyahu li dij Washingtonê derket holê   û karîna wî ya isyanê di “tiştên qedexe” de yê ku Washingtonê hewl da di şerê Xezayê de li ser wî ferz bike, xuya bû, ku serkwezîrê Îsraîlê karîbû xwe di ser wan re çeng bike. Lê Netanyahu nikarîbû armanca xwe ya berfirehkirinê li ser Lubnanê di navbera 7ê cotmehê û 17ê îlonê de pêk bîne û ne jî dikarîbû ku li Îranê bixe. Biden karîbû wî ji hêla Lubnanê ve rawestîne, lê ne tekez e ku ew dê karibe ji hêla Îranê ve wî rawestîne, ev yek jî wê di asta bersiva îsraîlî ya pêşbînkirî ya li dij Îranê xuya bike. Ji aliyekî din ve jî, eger şerê 7ê cotmehê were analîzkirin, ku ev yek wê ji aliyê lêkolîner û dîroknasan ve di siberojê de were lêkolînkirin, yek ji nîşaneyên berz asta nakokiyan di navbera Washigton û Tilebîbê de derket holê û ji nakokiyên di navbera Serokê Amerîkayê Dwight Eisenhower û Serokwezîrê Îsraîlê David Ben-Gurion di şerê 1956an de û ji nakokiyên di navbera Serokê Amerîkayê Ronald Reagan û Serokwezîrê Îsraîlê Menachem Begin di şerê 1982yan de derbas kir. Ev yek jî teoriyên ereban derbas dike ku behsa cewherê têkiliyên di navbera Îsraîl û Amerîkayê de dikin û bi du awayan bû: “amerîkîtiya siyaseta Îsraîlê” û “îsraîltiya siyaseta Amerîkayê bû”.

Ji aliyê Îranê ve jî, Tehran lîstikvanê herêmî li kêleka Tilebîbê li Rojhilata Navîn bû ji 9ê nîsana 2003yan heta 7ê cotmeha 2023yan. Her wiha, 7ê cotmehê eşkere kir ku hêza Îranê di şaxên wê de ye, ne di wê bi xwe de ye û şaxa herî xurt jî li Lubnanê bû û ya duyem jî di aliyê hêzên de Filistîn bû (şaxê sunî yê yekane yê Îranê ye) ku hişt Îran bibe beşekî xurt di şerê Filistînê de yê bi Îsraîlê re . Lê ji aliyekî din ve jî, “Hizbullah” hişt ku Tehran bibe lîstikvanekî mezin di şerê ereb-Îsraîlê de. Di heman demê de jî, derbeya 13-14ê nîsanê ya Îran lawazbûna Îranê ji Îsraîlê re diyar kir, lê derbeya yekem a cotmehê hêzeke mezin da Îranê, lê ji hêla mirovî, madî û leşkerî ne bizirar bû, lê heta astekê da xuyakirin ku Îran dikare zirarê bike.

Di aliyê piratîkê de, herdu derbeyan nîşan da ku “Hizbullah” û Hemasê û Hûsî, hersê çekên îranî yên ji şiyanên leşkerî yên Îranê zêdetir bibandor in. Lewra, îhtîmal jî ew e ku vê yekê hişt ku Xamineî xwe ji şerê herêmî bide aliyekî, her wiha xwe ji “yekbûna qadan” jî dûr xist piştî 7ê cotmehê. Ji ber vê yekê jî, ev nirxandina lawazbûna Îranê, hişt ku Netanyahu teşwîq bibe derbeyê li Îranê bixe, nexasim kuştina Îsmaîl Heniye li cihê mîvandariya fermî li Îranê di 31ê tîrmehê li Tehranê û beriya wê jî êrîşa li dij konsoliya Îranê li Şamê di 1ê nîsanê de, ku li gorî qanûnên navdewletî xaka îranê ye.

Ji hêla erebî ve, balkêş bû ku Tevger Fetih li Filistînê ya yekem bû ku got operasyona 7ê cotmehê karekî metirsî ye dê gelê filistînî baca wê bide û “dê berê wî bide bobelateke nû”, di demekê de ku heta niha tu kesî ji ereban ev gotin negotiye, heta niha jî ji bilî Yasîn Hafiz û Ilyas Mirqis di salên 60î de pirtûkên hizirî-siyasî li dij kêferatên “kiryarên metirsîdar ên şer” nenivîsîne, ku şeran napîvin li gorî terazûya hêzê, berî destpêkirin û piştî bidawîbûna wê. Vê yekê serok Cemal Ebdulnasir ihrac kir û azadiya keştiyê di tevgavên Tîranê de desteser kir, her wiha hebûna hêzên awarte yên navdewletî li nîvgirava Sîna û Xezayê piştî şerê 1956an, ku ev kêferat tê de hemû hevrikên Ebdulnasir lê bûna yek, j iwan Ekren El-Horanî, Erebistana Siûdiyê, Urdin, ji hêla din ve El-Hafiz û El-Mirqis bi tena xwe di dema bibinketina sala 1967an de li dij kêferatên “Şerê Azadiyê yê Gelêrî” bûn û li dij silogana veguhartina “Umanê bo Hanoya duyem” bûn, wan destê Ebdulnasir girt dema ku biryara 242yan û pirojeya Rogers erê kir.

Ji hêleke din ve, parîebûneke erebî hebû li bara Tevgera Hemasê û Huzbûllahê di şerê 7ê cotmehê de, ku ev parçebûn rêxistin û civakên erebî jî tê de bûn, ev jî rewşeke ku me ji şerê 1967an ve nedîtiye, ku hevrikan destê Ebdulnasir girt di şer de oaşê Şah Fêsel bin Ebdulezîz pê re li hev hatin li hevdîtina Xertûmê û hevrikiya dijwar a di navbera Riya û Qahîrayê li şerê Yemenê şikandin. Tê tercîhkirin ku ev parçebûn sedema wê girêdana Hemas û Hizbullahê bi Tehranê ye, paşê rola ku Hizbullahê li Sûriya, Iraq û Yemenê lîst. Xuya dike ku Tiştê Mao Tsî Tung di sala 1937an de got li bara “nakokiya sereke” ya komkirina çîniyan li dij dagîrkerên japonî, li gel ereban nema bi kêr dihat, ji ber ku ji Îran û alîgirên wê li deverê tengezar bûn û nêrînek li gel piraniya ereban heye dibêje ku Îran doza Filistînê wekî kaxezeke fişarê li dij Washingtonê bi kar tîne da ku Washington wê wekî “hêzeke herêmî ya gewre” bibîne, ev yek jî raza gurbûna Netanyahu ye ku derbeyeke mezin li Îranê bide û raza wê yekê ye ku Washington rê nade wî vê yekê pêk bîne.

Wekî puxte: Piştî du rojan ji kuştina sekerterê giştî yê Hizbullahê, li Îranê da û ew arand, bi taybet bi rêya operasyona kuştina Ismaîl Heniye li Navenda Mêvanan a Îranê ya fermî li Tehrabê di 31ê tîmehê de, berî wê jî di 1ê nîsanê de li Balyozxaneya Îranê ya li Şamê da ku li gorî qanûna navdewletî erda Îranê ye. Li vir em dikarin bihizirin ku gurbûna Xamineî ya li bara serokekî çaksaz û hilbijartinên îranî di hemû teşeyên xwe de, heta asteke mezin ji berê de amade ye, ew naskirina wî ye ji qelsbûna Îranê, ku xuya dike wî piştî 7ê cotmehê ew nas kir û nas kir ku ew çiqasî dûrî rastiyê bû di pêvajoya berî 7ê cotmehê de ya li bara “qelsiya Amerîkayê”, ku vê yekê hişt tev li hevalbendiya çînî-rûsî bibe ji payîza 2022yan de û dornên îranî ji rûsan re rê kir. Di vê çarçoveyê de, xuya dike ku Xamineî dixwaze Biden ber bi xwe ve bîne (piştî wî jî Harris heger ku di hilbijartinan de bi ser ket) û lihevkirineke amerîkî-îranî ya nû bi rêya “Mesûd Pizîşkiyan û Cewad Zerîf” pêk bîne, mîna lihevkirina nuklerî ya îranî sala 2015an a ku Zerîf ew îmze kir,

Tê tercîhkirin ku Netanyahu bi rêya hewldanên lêdana Îranê, dixwaze li vê ilhevkirina pêkan bide û wê hilweşîne berî ku pêk were. Her wiha hewildanên Amerîkayê yê danîna xetê sor li bernber Netanyahu, bo wê yekê ye ku ev lihevkirin neyê rûxandin, her wiha gengaz e erêkirina Washingtonê di şkandina destê wê yê lubnanî yê ku destê herî xurt ê Tehranê ye û berî wê jî şkandina destê wê yê filistînî û sinî, bo ku Îrana qels ber bi xwe ve bîne, lê ji hêla din ve Netanyahu dixwaze derbeya kujer li Îranê bide. Gengaz e ku di vî warî de, heger rewş bimîe wekî xwe ku dide xuyakirin ku Îran û alîgirên xwe di şerê heyî de bi bin ketine, Pizîşkyan bibe Gorbaçovê îranî, Gorbaçovê ku sala 1985an hat bi seba rûxîna terazûya şer di navbera Amerîka û Sovyetê de piştî (Destpêşxeriya Parastina Stratejî) sala 1985an ku pêkaniya hevtunekirina nuklerî tune kir, hat da ku siyaseta derve ya Sovyetê ya nû pêşkêş bike ku bi rûxîna terazûya navdewletî re li hev bê, her wiha bo çaksazkirina hundirîna bi rêya “bîrîstroyka” û “glasinost”ê. Her wiha li ser wê yekê dihat avakirin ku pêwîst e rewşa navdewletî yê nû bigihîne hundirê Sovyetê. Gorbaçov em mîrate ji Berîcinêv û Andropov gir, ku siyaseta derve serkefî û pê re aboriyeke aloz û piraniya civakê ne razî ye. Ev yek nimûneya îranî ya di bin desthilata Xamineî de ye. Ev gotina han: “Em niha rastiya stratejî li Rojhilata Navîn diguhêrin.. ev guharrtina di terazûya hêzê de bi xwe re pêkaniya lihevkirinên nû li deverê tîne.” Teqez çavên wî li Siûdiyê ye, ku wî di xîtaba xwe de li Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja 27ê îlonê, ku piştî fermana operasyona kuştina Hesen Nesrullah da got: “Guhartinek di dîrokê de ye.. ber bi lihevhatina di navbera cîhana erebî û Îsraîlê de, di navbera îslam û cihûtiyê de, di navbera Meka û Orşelîmê de.”

Balkêş e ku li vir El-Ezher û El-Necef bi bîr nexist, lê zelal e ku serokwezîrê îsraîlî baweriyên wî yên îdyolojî nahêlin ku Îsraîlê bibîne ku nikare hêzên xwe yên leşkerî werger bike di siyasetê de di çarçoveya Rojhilata Navîn de, ji ber ku zêdebûnek di hêza wê ya leşkerî de heye û nikare wê di siyaser û aboriyê de bi kar bîne, a jê zehmettir jî ku di hizir, çand û pejirandina kesê ereb ê normal de bi kar bîne. Ev yek ji mijara rêxistin an jî hin rewşenbîrên ku di normalîzekirinê de gotin ji “Kamp David” û “Oslo”yê de. Siûdiyê di gotina xwe de zelal bû dema ku got ku têkilî bi Îsraîlê re çênabin bêyî dewleteke Filistînê, teqez ev yek kesekî tundiya wî kêmtir tê de digihêje, ew jî serokê Îsraîlê Herzog e, çaxa ku vê dawiyê banga “avakirina bingehekê mîna ya NATOyê li deverê” kir.

Li vir divê em hevrûkirinekê bikin di navbera aîna erêkirin hin ereban, an jî piraniya wan, ji hêla Netenyahu ve di demekê de ku bi metirsiya Îranî hest dike, lê David Ben-Gurion bi xutbûna hêza Ebdulnasir dihizirî  bi Şahê Îranê, Ednan Mindirês û Împeratorê Esyûbyayê Hêla Sîlasî re bibe hevalbend, ev yek dide xuyakirin ku hêza Îranê ber bi qelsbûnê ve ye û Netanyahu vê qelsbûnê dibîne, pê re jî gelek nîşane hene ku hêza Tirkiyayê jî qels dibe û biryareke navdewletî heye ku ji Washingtonê hatiye dayîn, ne li Tilebîbê, da ku hêza Siûdiyê û pê re ya dewletên kevdavê xurt bibe. Teqez wekî çawa ku hêza ereban qels bû û pê re hêza Tehran û Enqerayê di ribçerxa borî de  xurt bû.

Qelsbûna hêza Tirkiya û Îranê dê bihêle hêze ereb û kurdan li herêmê xurt bibe. Dibe ku gotina Herzog a li bara “NATOyeke Rojhilta Navîn” ji ber wê yekê be ku ew dibîne pêkan e ku ev yek pêk were ne bi seba hêza Îsraîlê, lê belê bi seba destberdana Washingtonê ji siyaseta Obama ya vekişandina ji deverê û çûyîna ber bi Rojhilata Dûr bo rikberiya Çînê, ku niha careke din Amerîkayê berê xwe daye Rojhilata Navîn da ku pê fişarê li Çînê bike ku ji Rojhilata Navîn piraniya pawîstiyên xwe yên petrolê bi dest dixe, her wiha bo pê fişarê li Rûsyayê bike ya ku hewl dide xwe bigihîne avên germ mîna qeyseran bi rêya Îran û Deryaya Spî.