“Sîstema nû” Piştî Hesen Nesrallah.. Şam li pêşberî du bijardeyan e
Nivîskar: Hisên Cimo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Îsraîlê nifşek bi temamî ji rêveberên Huzballah û Hemasê di demên dawî de, tune kir. Di vê çarçoveyê de, di encama rêzeşopandinên dijwar de, Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye hate kuştin. Piştre jî di lûtkeya xebatên îstixbaratî û teknîkî yên Îsraîlê de, Serketerê Giştî yê Huzballahê Hesen Nesrallah û hin rêveberên Huzballahê di êrîşeke hewayî de li Dahiya başûr ku tê de 80 bombe hate bikaranîn, hatin kuştin.
Beriya nîv saetekê tenê ji êrîşa Îsraîlê li dij Rêveberiya Navendî ya Huzballaha lubnanî li Beyrûtê û kuştina Hesen Nesrallah, Benjamin Netanyahu li New Yorke li pêşiya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî xîtabek da. Lê ferman da -beriya xîtabê- ku êrîşa Îsraîlê pêk bînin.
Di xîtaba xwe ya li Neteweyên Yekbûyî de, Netanyahu axaftinên tijî rikberî û hemû kedên dîplomatîk ên ji bo aramiyê paşguh dikirin, her wiha bi israr bû ku armancên Îsraîlê berdewam bike û ji tunekirina Hemasê û bêbandorkirina Huzballahê, paş de venagere. Netanyahu bi rikberî got: “Tu cih li Rojhilata Navîn tuneye, ku destê dirêj ê Îsraîlê nagihêje wê”.
Li gorî nirxandina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ku got “Kuştina Hesen Nesrallah xaleke veguhistinê ya dîrokî bû, dibe ku hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn biguherîne”. Ji hobiyên Netanyahu ku gelek nirxandinan di hevokên puxtekirî de dibêje, ku bandora xwe heta salên dirêj dewam dike. Lê “xala veguhestinê” ya benjamizim dibe ku aliyekî wê yê sivîl yê dijwar hebe, ew jî jihevxistina civaka şîî ya lubnanî ye û valakirina Çiyayê Amilê ji şîiyan, her wiha wêrankirina zemîna civakî ya Huzballah û tevgera Emelê û rêxistinên xêrwaziyê, ev yek jî wê şîa Lubnanê bê lêvegera olî û aborî bimînin. Ev rêbaz, mixabin hemû hêzên Rojhilata Navîn û di serî de Tirkiya, rejîma Sûriyayê, opozîsyona Sûriyayê ya çekdarî, milîsên sinî û şîî li Iraqê, beşdarî heman tiştî dibin. Hemû hêzên navborî tenê bi jiholêrakirina hêzên dijberî xwe sînordar namînin, lê belê heta çi destê wan were israr dikin ku civakê wêran bikin û bi rêbazên sedsalên navîn wan koçber bikin û xizan bikin û heqaretê li wan bikin, ji ber ku ev hêzên borî dibînin ku “fexameta dîrokî” ye li gel wan, fexamet jî azadiya çewisandina xizanan e.
Bi her halî, kesên ku bigografiya Netanyahu di pirtûka wî ya bi navê “Cihek di bin rojê de” ya ku sala 1995an de derketiye binêre, û tiştên ku bi pênûsa wî di wê demê de hatiye nivîsandin û bi tiştên ku îro dike re hevrûkirinê bike, wê matmayî bimîne ku ev zilam (Netanyahu) qet nehatiye guhartin. Netanyahu di wê baweriyê de ye ku hemû hêzên filistinî, ne hevkarê aşitiyê ne, lê li gorî baweriya Netanyahu li benda derfetekê ne ku gelê cihû qir bikin. Li ser vî esasî jî Netanyahu rojekê jî hîna ji dema ku serokê opozîsyonê bû ango serokê Partiya Likud, Yasir Erefat wekî hevkarê aiştiyê nedît. Di vê çarçoveyê de, Netanyahu dibêje, dema ku Erefat vegeriya Xeza û Erîha li gorî Peymana Oslo ya sala 1993yan, ji kesên ku hatin serdana wî re gotiye ku Peymana Oslo wekî “Lihevkirina Hudeybiyê” demkî ye û wê di demeke kurt de, ji wê peymanê êrîşî cihûyan bike. Her wiha, Netanyahu Rêxistina El-Tehrîr wekî hevkarekî ne hêjayî aşitiyê bi nav kir, lê tenê binavkirinê sînordar namîne, lê li ser vî esasî tevger dike û çavkaniyên dewletê û şaxên wê, dixe tevgerê. Ji ber vê yekê jî, ne veşartî ye ku li pêşiya serweriya Hemasê li ser Xezayê nebû asteng, beramberî wê ku desthilatdarî li Ramallah lawaz bibe. Ji bo wî, herdu jî dijmin in.
Ji bo ku Netanyahu nêrîna xwe pêk bîne, ji wî tê xwestin ku nehêle Partiya El-Emel vegere ser desthilatdariyê bi çi rengî dibe bila bibe, ji ber li gorî serokê Partiya Likud “Partiya El-Emel bi propogandeya erebî bandor bûye û bi gunehbariyê hest dike ji windakirina welatê Filistînê” , lewra Netanyahu gelek caran ev yek di pirtûka xwe de dubare kiriye. Di vê çarçoveyê de, pirtûka wî ya bi navê “Cihê di bin rojê de” ku ji aliyê Dar El-Celîl ve wergerî erebî hatiye kiriye, di esasê xwe de ji bo ciwanên cihû ne da ku wan iqna bikin ku tev li Partiya El-Emel û partiyên çepgir nebin. Di heman demê de, Netanyahu di şopandina dijminê xwe de û rûxandina wan, pir cidî ye, her wiha rêbazên dijminê xwe li dij wan, bi awayekî pir baldar bi kar tîne, ango koçberî bi koçberî, kuştin bi kuştin, sivîl bi sivîl, mal bi mal, bersiv dide. Wekî ku ji dijminê xwe re bêje “Eger ku hûn kujer bin, hûnê sûcên me bibînin”. Di heman demê de, dibêje ku ew destê xwe ji bo aşitiyê dirêj dike yên ku niyetên wan ên jidil hene û bergiriyên ewlehiyê yê garantor bo siberojê li gel wan hebe. Li ser vî esasî, Netanyahu destek da peymana aşitiyê ya misrî-îsraîlî, îsraîlî-urdunî û peymanên îbrahîmî bi Îmarat û Behrenê re.
Netanyahu wekî ku ew bi nav dike “Diyardeya tundiya ereban” analîz kiriye û dîroka vê diyardeyê û kuştinên siyasî di nava ereban de, vegotiye. Beriya ku bikeve nava aloziya îsraîlî-filistnî Netanyahu bi zanebûn behsa dateyên vê diyardeyê kir û dibêje:
“Hin rejîmên ereban hene ku meyla wan ber bi navîn ve diçe.. Lê ev rastî, wêneyê giştî yê qirêj naguhere, ku divê were naskirin û fêmkirin, da ku em nêrîneke rast li bara siyaseta Rojhilata Navîn bidin; lewra tundî diyardeyeke dayîm di jiyana siyasî di hemû dewletên ereban de ye. Rojhilata Navîn herêma ku herî zêde li ser rûyê erdê, tundî lê heye.”
Netanyahu bê dudilî hemû çavkaniyên hikûmeta xwe û artêşa xwe dixe tevgerê, da ku vê tundiyê ji welatê xwe derxe. Her dem difikire ku ew pisporê eşkerekirina tundiyê ye û berî ku xwediyên tundiya dîrokî tevgerê bikin ew berî wan gavekê davêje, tersî Partiya El-Emel û çepgirên îsraîlî ku rê dide destpêkê tundî zirarê bide îsraîliyan paşê tev digere!
Niha û piştî ku Netanyahu dest bi mizgîniya guhartina hevsengiyan li Rohilata Navîn heta 10 salên pêşiya me kir, balkêş e ku were texmînkirin ku Îran û Huzballah yên herî zêde ku kesayeta Îsraîlê di dema rêveberiya xwe ya heyî de, fêm dikin. Eger ku Partiya El-Emel li Îsraîlê ew li ser desthilatdariyê bûye, dibe ku ji 8ê cotmeha 2023yan ve moşekên Huzballah bigihîştine Tilebîbê, ango piştî rojekê ji êrîşa Hemasê ya bi xwîn, ku Yehya El-Sinwar wekî Netanyahu ye, lê ne wekî Hesen Nesrallah û Elî Xamineyî ji Netanyahu fêm kir.
Terazûyên hêzê yên guhartinê wê çêbibin û bandora vê yekê li ser Rojhilata Navîn wê aloz û ne eşkere be, lê tenê tiştek heye ku ew jî Îsraîl ew rêvebirina “Sîstema nû” dike, ew jî bû navê operasyona kuştina Hesen Nesrallah jî, dibe ku hilbijartina sernav jî jêre hatibe plankirin, wekî her tiştên Netanyahu.
Hêzên ku zirar dîtine amadekariyên vê guhartinê dikin, piraniya wan jî gelek dereng mane da ku cihekî xwe di rêvebirina cê guhartin û veguhartinê de, peyda bikin. Di vê çarçoveyê de, rejîma Sûriyayê eger em nebêjin yê herî zerar dîtiye, lê em dikarin bêjin yê herî bi lez û nêz zirar dîtiye. Di avahîsaziya Huzballahê de wê alozî derkeve û “civaka berxwedanê” were rûxandin, a ku hişt şîayên Lubnanê bibin hêzek li welat. Lewra eger ku şerekî navxweyî careke din rû da, wê Şam bê pişt bimîne û wê hêzên opozîsyonê jî careke din dest bi êrîşa li dij rejîma Sûriyayê bikin ku di rewşa xwe ya herî aloz de ye. Ji ber vê yekê jî, wê rejîma Sûriyayê di demeke kurt de xwe xurt bike di demekê de ku eniya berxwedanê ya bi rengê xwe yê heyî ji hev bikeve û tu rê li pêşiya wê nemane –heta ku tewereya berxwedanê ji nû ve bê avakirin- ji bilî di van herdu bijardeyan de bihizire: A yekê, lihevkirina navxweyî ya siyasî li ser bingeha aşitiya civakî ji bo her kesî û têketina vê lihevkirinê hevkariya siyasî ku Şam û Qamişloyê bigire nava xwe û di pêvajoya piştre de jî Idlibê bigire nava xwe, ev yek jî wê fişara amerîkî li dij rejîma Sûriyayê kêm bike û dibe ku deriyan li pêşiya rejîma Sûriyayê veke ku bi ereban û dewletên cîran re wekî hêzekê, veke. A duyem jî, radestbûna li pêşiya Tirkiyayê ye û radestkirina dosyaya lihevkirinê bi opozîsyona çekdar re, ev bijarde dê rêjîmê bixe bin fişarên Tirkiyayê da ku nasnameya dewleta Sûriyayê yekane bihêle, ango tunekirina her çareyên hundirîn yên ku dê dewlet û civakê rizgar bikin û dê ji Şamê bê xwestin tenê bi “terora dîrokî” ya di bin banê komikên opozîsyonê ya alîgira Tirkiyayê, bide û bistîne.