Tirkiya û Hemas.. îdeolojî tenê têrê nake ji bo serweriyê!

Nivîskar: Sara Şerîf

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Beriya êrîşa tevgera Hemasê di 7ê cotmehê de, Tirkiya di nava prosesa lihevkirina siyasî de ya bi Îsraîlê re bû, rojev jî derbarê derfetên pêşxistina têkiliyan bû. Nexasim piştî serdana serokê Îsraîlê Ishaq Herzog li Tirkiyayê di sala 2022yan de, ku ji sala 2008an ve ev yekem serdaneke payebilind a rayedarên îsraîlî ji bo Tirkiyayê ye. Piştre, Serokkomarê Tirkiyayê Receb Teyib Erdogan û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di îlona 2023yan de, li New Yorkê di civîna Neteweyên Yekbûyî de hevdîtin pêk anîn. Di wê demê de, texmîn ew bû ku herdu alî dibe ku bikaribin rûpeleke nû vekin.

Lê piştî şerê li Xezayê rewş hate guhartin û Tirkiya di nava girêdanên xurt bi Hemasê re û berjwendiyên nûjen û girîng bi Îsraîlê re, heyirî ma. Lê di nava veguhartinên siyasî de, êdî ne hêsan e ku mirov helwesta Tirkiyayê ji Hemasê û Îsraîlê, fêm bike.

Dema ku şer beriya salekê dest pê kir, xîtaba Tirkiyayê tam hesubandî bû. Lewra wê demê, diyar bû ku Erdogan naxwaze zirarê bide têkiliyên xwe yên pêşketî bi Îsraîlê re, ji ber ku dibe ev yek bejewendiyên wê li herêma Rojhilata Navîn û têkiliyên wê bi rojava re, rastî xeteriyan werin.

A herî girîng jî, Erdogan dixwest di şer de navbeyankariyê bike, bi niyeta ku roleke herêmî bilîze û di vê çarçoveyê de, berjewendiyên xwe yên bi Îsraîlê û têkiliyên xwe bi tevgera Hemasê re keysbaz kir, wekî ku çawa dixwest di şerê di navbera Rûsya û Ukranyayê bike. Lê piştî demeke kurt diyar bû ku nikare vê rolê bilîze, lewra xîtaba xwe guhart û dest bi rexnekirina Îsraîlê kir û êdî xîtabên wî her ku çû tundtir bû. Di vê çarçoveyê de, Erdogan endamên Hemasê wekî “şervanên ji bo azadiyê” bi nav kir û kiryarên Îsraîlê wekî “qirkirina komî” bi nav kir. Her wiha, herî dawî gihaşt astekê ku Erdogan bang li dewletên îslamî bike ku li dij Îsraîlê koalîsyonekê ava bike.

Helwesta Erdogan a li ser filistiyaniyan ne guhartineke dramatîk e. Ji ber ku beriya 20 salan dema ku hate ser desthilatdariyê, Erdogan bi awayekî xurt piştgirî dida filistîniyan, di nav de jî tevgera Hemasê. Lê li heta  gorî xîtabên Erdogan, helwesta li dij Îsraîlê tund bû, di vê çarçoveyê de, Erdogan got ku tiştê Netanyahu li Xezayê dike “ne kêmî tiştê ku Hitler kiriye”. Netanyahu jî bersiv da û got: “Erdpgan ê ku qirkirinên komî li dij kurdan pêk tîne û ku ew yekem e li ser asta cîhanê di zindankirina rojnamevanên opozîsyon de, ew kesê herî dawî ye ku bikaribe ji me re behsa exlaq bike.”

Aloziya di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de

Beriya bi dehan salan, di navbera Tirkiya û Îsraîlê de hevkariyeke xurt hebû, ku Tirkiya yekem dewleta îslamî ku di sala 1949an de itîraf bi Îsraîlê kir. Hikumetên Tirkiyayê jî yên li peyî hev parastina têkiliya xurt a bi Îsraîlê re kirin. Di wê demê de jî, hevkariya ewlekarî û parastinê bi pêş ket. Di vê çarçoveyê de, di salên 1996 û 1998an de, Tirkiya peymaneke bazirganî da Îsaîlê da ku balafirên xwe yên şer nûjen bike. Her wiha, Enqerayê peymaneke bazirganî bi nirxê 700 milyon dolarî di sala 2002yan de da Îsraîlê da ku tankên Tirkiyayê nûjen bike. Di heman demê de, herdu welatan perwerdeyên leşkerî yên hevbeş pêk anîn û heta destpêka sedsala 21ê de jî, agahiyên îstixbaratî didan hev.

Lê piştî ku Erdogan di sala 2002yan de hate ser desthilatdariyê, demek dirêj nekir heta ku têkilî bi Îsraîlê re xerab bûn. Di vê çarçoveyê de, yekem aloziya dîplomatîk di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de li pêşiya cîhanê çêbû, dema ku Erdogan di sala 2009an de ji civîna Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê derket, piştî ku pevçûneke devkî di navbera wî û serokwezîrê Îsraîlê yê wê demê Shimon Peres de derbarê êrîşên hewayî yên Îsraîlê li dij Xezayê, çêbû. Erdogan soz da ku ew venagere Davosê û ji wê demê jî venegeriya.

Piştî salekê, alozî gihaşt asta rûxandina têkiliyan, dema ku keştiya “Mavi Mermera” ji Istenbolê rêket û berê xwe da Xezayê ku komeke qeyik bi wê re bûn tê de xwebexş û alîkariyên mirovî hebû da ku çarçovekirina deryayî ya Îsraîlê li dij Xezayê bişkîne, paşê hêzên komandozê yên îsraîlî êrîşî wê kirin û deh hemwelatiyên tirk li ser wê keştiyê kuştin. Vê bûyerê hişt ku Tirkiya bi salan têkiliyên xwe bi Îsraîlê re qut bike.

Ji wê demê de, sala par êdî têkiliyên Tirkiya û Îsraîlê careke din dest pê kirin. Lê piştî ku herdu welatan bayloz ji nû ve erkdarkirin, şerê Xezayê dest pê kir. Tirkiyayê baylozê xwe vekişand û baylozê îsraîlî jî ji ber sedemên ewlekariyê vegeriya.

Nêzîkbûnên îdeolojî

Mirov nikare aloziya di navbera Îsraîl  û Tirkiyayê de, di dirêjahiya salên borî de, ji xurtbûn û geşbûna nêzikbûna di navbera Erdogan û Hemasê de, qut bike. Lewra, mirov dikare nêzikbûna Tirkiyayê bi Hemasê re, hevdemî dûrketina wê ji Îsraîlê re, binirxîne.

Her wiha, diyar e ku nêzikbûna bi Hemasê re ne tenê girêdayî berjewendiyên Tirkiyayê ye, lê lihevkirineke îdeolojî ku nayê paşguhkirin di navbera Erdogan û Hemasê de, heye. Ev ne tenê girêdayî ku Erdogan Hemasê wekî evgereke terorîst nabîne, lê belê gelek lîderên ereban jî bi awayekî eşkere Hemasê wekî tevgereke terorîst nabînin, lê di heman demê de jî îdeolojiya wê jî ji xwe re esas nagirin. Di sala 2017an de jî, Erdogan bi awayekî yekser gotinên ji mîsaqa Hemasê ya avakirinê ya ku tê de banga wêrankirina Îsraîlê dike, anî ziman. Di sala din de, Erdogan, Îsraîl bi awayekî eşkere tawanbar kir ku “qirkirina komî ya çandî” pêk tîne û îdîa kir ku siyaseta îsraîlê  “ne kêmî çewisandina ku cihû di Şerê Cîhanî yê Duyem de rastî wê hatin”.

Her wiha, nêzikbûna îdeolojî bandor li ser destekdayîna Tirkiyayê ji Hemasê re jî kir. Ji her kesî re dIyar e ku Hemas ji sala ji 2011an ve bi vexwendina ji hikûmeta Tirkiyayê, li Tirkiyayê dimîne. Rastî jî ew e ku ev gav beşek ji peymana Shlit bi navbeyankariya Misirê ku Îsraîlê zêdetirî 1000 girtiyên filistînî ji zindanê derxistin, di nav de jî kesayetên girîng ên Hemasê, li beramberî leşkerekî îsraîlî yê bi navê Gilad Shlit. Ji wê demê ve, Tirkiya atmosfêrekî bi ewle ji bo lîderên Hemasê peyda kir, di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê yê wê demê Salih El-Erorî piştî destpêkirina şerê Sûriyayê, bi awayekî demî ji Şamê çû Tirkiyayê, da ku şaxekî Hemasê li wir ava bike.

Her wiha, ji her kesî re eşkere ye ku nivîsgehên Hemasê li Tirkiyayê hene. Tevî ku nivîsgehên wan cihê wan ne diyar e jî, lê tevgerên Hemasê li Tirkiyayê eşkere û fermî ye. Her wiha gihaşt astekê ku di sala 2015an de yek ji endamê Hemasê Cîhad Yexmûr ku rola wî di revandina leşkerê îsrîalî Nahshon Waxman hebû, bû nûnerê Hemasê di nava hikûmeta Tirkiyayê de. Li gorî Navenda Meir Amit a Agahiyên Istixbaratî û Terorê, Yexmûr wekî gihandina di navbera Hemas û hikûmeta Tirkiyayê û MÎTê de, kar dike. Her wiha, Erdogan civînên eşkere bi rêveberên Hemasê re li dar dixe, civîna herî dawî jî di tîrmeha 2023yan de bû. Di heman demê de, Tirkiyayê di sala 2020î de nasnameya tirkî da Serokê Nivîsgeha Siyasî Îsmaîl Heniye ku Îsraîlê di meha borî de ew kuşt. Her wiha cîgirê wî jî Salih El-Erorî ku Îsraîlê ew jî kuşt, pasaporta tirkî bi dest xist.

Berjewendiyên nêzîkbûnê

Mirov tenê nikare di aliyê îdeolojî de, nêzikbûna di navbera Erdogan û Hemasê de fêm bike, lê belê aliyekî xwe yê din ê gelêrî heye. Di vê çarçoveyê de, di serdema Erdogan de, siyaseta Tirkiyayê bi awayekî eşkere derbarê Îsraîlê de hate guhartin, ji ber ji pêvajoya beriya Erdogan bi temamî hate guhartin, ji ber du sedeman; a yekê Erdogan wiha difikire ku bi rewakirina Hemasê wekî faktorekî filistînî yê berdewam ev jî di encama nêzîkbûna îdeolojî bi Ixwan El-Muslimîn re ye. A duyem jî, doza Filistînê tiştên ku Erdogan dixwest pêk bîne wekî rêveberî herêmî-û bikaranîna Osmaniya Nû da ku vê hizirê bifroşe dengdêrê tirk, jê re pêşkêş kir.

Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan bernameya xwe ya siyasî li ser mijara Tirkiyaya bi ser dikeve – bi berpirsyartiya dîrokî ya parastina xelkê misliman yên li herêmê mehrûm ava kir, di nav de jî filistinî, ku ev yek jî cewherê bernameya wî ya bi navê “Sedsala Tirkiyayê”. Her wiha, ev feraset bi awayekî baş li ser asta xwecihî ji bo dengdêran, tê meşandin. Ev hizir bi xwe jî bû sedema rexnekirina Erdogan ji ber bazirganiya bi Îsraîlê re. Di 17ê nîsanê de, Erdogan di civîna bloka parlamentoya AKPyê kesên ku ji ber danûstandina wî bi şerê Îsraîlê re li dij Xezayê rexne kir, ew tawanbar kirin ku navûdengiya wî û navdengiya partiya wî û hikûmeta wî û Komara Tirkiyayê, reş dikin.

Di vê çarçoveyê de, pisporê di karûbarê Rojhilata Navîn de ku li Istenbolê dimîne Erhan Kilisoglu ji “Dengê Amerîkayê” re got: “Êdî AKP û Erdogan di demên dawî de piştî ku eşkere bû bazirganiyê bi Îsraîlê re dikin, lewra ji ber doza Filistînê gelekî bêzar bûne.”

Erhan Kilisoglu bi berdewamî got: “Hevdîtina bi rayedarên Hemasê re, derfeteke nû dide Erdogan da ku wêneyê xwe li pêşiya raya giştî nû bike û diyar bike ku ew li pişt doza Filistînê û Hemasê ye.”

Di nîsana 2024an de jî, Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê yê wê demê Îsmaîl Heniya li Stenbolê pêşwazî kir. Erdogan û rêveberê Hemasê “behsa êrîşên Îsraîlê yên li dij axa Filistînê, nexasim Xezayê û tiştên ku divê werin kirin da ku alîkariyên mirovahî bi berdewamî bigihêjin Xezayê û porsesa aşitiya wekhev û dayîm li herêmê kirin”. Her wiha, Erdogan behsa girîngiya ku filistinî bi yekitî tevbigerin kir, ku wekî wî binav kiriye “Bersiva herî xurt li dij Îsraîlê ye û rêya serkeftinê bi rêya yekitiyê û rastbêjiyê pêk tê.”

Civîna Erdogan û Heniye pêk hat, piştî ku Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyayê di 9ê nîsanê de, hin girêdan li ser derfirotina hin kelûpelan bo Îsraîlê, ferz kir, ew jî wekî pêkanîna xwestekên bilind li Tirkiyayê ku doza vê yekê dikirin. Zelal bû ku ev gav bo hundirê Tirkiyayê hat avêtin.

Erdogan li Hemasê ne tenê wekî kaxezekê ji bo rewşa navxweyî ya Tirkiyayê dinirxîne, lê belê ji bo lîstina roleke herêmî jî lê temaşe dike. Di analîza ku malpera Enstîtuya Rojhilata Navîn li Washington weşandiye, Evren Balta wiha nivîsî: “Tirkiyayê bi rêya lîstina rola navbeyankariyê dixwaze careke din serweriya xwe li herêmê vegerîne, nexasim piştî ku şiyana Qeterê ya navbeyankariyê gihaşt sînorê xwe. Her  wiha, di demên dawî de jî, Tirkiyayê yek ji dewletên navbeyankar di têkiliyên bi Îranê re derket holê, lê ne Îsraîl û ne jî Amerîka li ser rola ku Tirkiyayê dixwaze bilîze erê dikin, an jî jiholêrakirina şaxê Hemasê yê leşkerî gaveke têrê dike ku bi Hemasê re bidin û bistînin. Her wiha ji ber destekdayîna Tirkiyayê ji Hemasê re, hişt ku Tirkiya dûrî prosesa dîplomasî bikeve û têkiliyên wê bi Amerîkayê re zêdetir aloz bûn. Tevî vê yekê jî, biryara Tirkiyayê ya dawî ya erêkirina endametiya Siwêdê di NATOyê de, dibe ku derfetek be ji bo dîplomatên rojavayî, da ku rewşê sererast bikin.”

Hin dibînin ku heger serokê Tirkiyayê bêhtir muhafezekar ba di piştgiriya wî ya eşkere ji Hemasê re û bêhtir dîplomasî ba di zimanê xwe de û asta dilsoziya wî ji Hemasê re piştî 7ê cotmehê kêmtir ba, dê Eenqerayê li bara Xezayê xwe di nîvê dîplomasiya navdewletî bidîta. Wekî çawa ku di lihevkirina genim de kir li deryaya Reş û pevguhartina dîlan di navbera Rûsya û Ukranyayê de, ku Erdogan dê dîplomasî ber bi danûstandinên li bara dîlan bibira û gurbûna herêmî kêm bikira.

Israra Tirkiyayê ya rawestina li kêleka Hemasê û diyarkirina dijberiyeke eşkere ji Îsraîlê re, êdî derfetên Tirkiyayê kêm dibin ku bibe lîstikvanekî çalak di çi danûsandinan de. Paşguhkirin, dihêle ku Tirkiya zêdetir dijmindar xuya bike û di encamê de êdî Tirkiyayê wekî lîstikvanekî ne xwedî bawerî, tê nîşandan.

El-Sinwar.. gelo ew zilamê Îranê ye?

Guhartinên dawî di tevgera Hemasê de wê bi awayekî eşkere bandorê li Erdogan bike. Di salên dawî de, du meyl di nava Hemasê de hebûn: Meylek dilsozê Tirkiyayê bû û meylê din jî dilsozê Îranê bû.

Têkiliyên baş ên Heniye bi Erdogan re û têkiliyên baş bi Îranê re, nexasim bi Murşidê Bilind Elî Xamineyî, nîşan da ku Heniye siyaseteke hevsengî di navbera Tirkiya û Îranê de, dimeşîne.

Piştî kuştina Heniye beriya dawiya meha tîrmehê û erkdarkirina El-Sinwar wekî serokê Hemasê, gelek pirs derbarê têkilya Hemasê bi Tirkiyayê re derketin holê, nexasim ku El-Sinwar li gorî texmînan nêzî Îranê ye, lê Tirkiya hewl da ku zilamê xwe Xalid Mişel bi pêş ve bibe.

Li gorî analîzvanan, erkdarkirina El-Sinwar wekî serokê Hemasê, surprîzeke mezin bû, ji ber ku gelekan faktora Îranê di ber çavan re derbas nekir. Ji aliyê xwe ve jî lêkolînerê navdar di Enstîtuya Ewlekariya Neteweyî de li Tilebîbê û pisporê têkilyên îsraîlî û filistinî Yohanan Tzurev got: “Kesekî ji me yên pisporê karûbarê filistnî-nexasim li vir li Îsraîlê-bi El-Sinwar nefikirî ku kesê wê bibe cihê Heniye. Yek ji sedemên sereke ku El-Sinwar bû rêveber, Îran e.”

Enqera û Dewha dixwestin ku rêveberiya Hemasê Xalid Mişel bibe, ji ber pîşe û pisporiya wî ya diplomasî. Lê tevî vê yekê jî, erkdarkirina El-Sinwar fikaran derbarê dînamîkên siberojê di navbera Hemas û Tirkiyayê û Qeter û Îranê de çêdike û ev yek jî dibe ku bandorê li ser koalîsyon û serwerên herêmî bike.

Ev yek çawa bandorê li Tirkiyayê dike?

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyayê yên fermî bi xîtaba Serokê Filistînê Mehmûd Ebas di parlamentoya Tirkiyayê de bi amadebûn Erdogan, kêfxweş bûn. Lê ev yek ji rastiya ku ji dema kuştina Heniye êdî Tirkiyayê bû yek ji aliyên herî zêde di lîstoka hêzê li Rojhilata Navîn de bi bin ketiye.

Di dirêjahiya salên borî de, tevî ku Tirkiyayê bi hevkariya bi Qeterê re, Hemas keysbaz kirin û tirk û qeterî destek dan Hemasê, lê negihaş asta ku çekan bidin. Tirkiyayê di demekê de ku hewl dida têkiliyan bi Sûriya û Îsraîlê re ava bike û nikarîbû ku roleke navbeyanbkar di şerê Xezayê de bilîze ji ber sedemên ku li jorê hatin bibîrxistin, êdî hebûn û bandora xwe winda kir.  Êdî hebûn û bandora Tirkiyayê zêdetir kêm bûye, lê Îran êdî li ser maseya kesên ku nêrîna wan di diyarkirina çarenûsa herêmê de heye, cihekî wê yê nû heye.

Nivîskar: Sara Şerîf lêkolînereke siyasî ya ji Misirê ye.