Di mîrnişînên erjengî yên li bakurê Sûriyayê de tiştekî nû tuneye!
Nivîskar: Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Rapora Komîteya Navdewletî ya Lêpirsînê ya Derbarê Sûriyayê de ku di 9ê îlonê de hate belavkirin û tê de binpêkirinên hovane yên ku çekdarên “Artêşa Sûriyayî ya Niştimanî”ya girêdayî Tirkiyayê li Efrînê, bejahiya bakurê Helebê û Serê Kaniyê kirine, hene nebû sedema tu bertekan. Heta ji bo ew kesên ku hinekî nazikbûn û helwestên derbarê dozên tund li welatên penaberiyê yên Ewropayê nîşan didin, wan kesan jî ji bo rapora borî tu bertek nîşan nedan. Ji vê yekê diyar e ku rapor û şermezarkirina komîteyê ji van bûyerên hovane re, wê wekî raporên hiqûqî yên navdewletî yên berê, wê were paşguhkirin. Ev yek wê derfetê bide hêzên leşkerî yên kujer û rêveberên wan ku hîna binpêkirinan zêdetir bikin û di kiryarên xwe yên hovane de, dewam bikin. A herî xeter jî, rewşa “normalîzekirinê” berdewam bibe, di demekê de ku nûçeyên binpêkirinê rojane belav dibin û êdî guhdarkirina van binpêkirina bûye tiştekî ji rêzê, her wiha tiştên ku li herêmên dagîrkeriya Tirkiyayê û serweriya çekdarên “Artêşa Niştimanî” tenê wekî bûyerên ji rêzê were nîşandan di çarçoveya rewşa giştî ya Sûriyayê ku tê de ewlekarî, istiqrar û çareseriya siyasî tuneye.
Di raporê de sûcên ku ji destpêka îsal ve hatine kirin heta meha hezîranê hatine belgekirin, ku sûcên bûyîn jî gelek binpêkirinên hovane derbarê jin û mêran de di nava xwe de dihewîne. Di vê çarçoveyê de, êşkenceya li ser bedena mirov ku di nava xwe de lêdan tirsandin û kehrebekirin di dema girtinê de dihewîne, heta ku cil ji kesên girtî bi tevahî datînin û di zindanên sar ên vala de bê xwarin û lênihêrîna tenduristî, dihêlin. Di nava vê dojehê de, di heman demê de jî dayîk û zarok jî têne girtin, her wiha kesên girtî rastî keysbaziya darayî tên da ku xwarin ji wan re were pêşkêşkirin an jî bi malbatên xwe re biaxivin. Her wiha, di raporê de, kiryarên êşkenceya cinsî heta rewşên destdirêjiya li ser jinan di hundir û dervayî cihên girtinê de, hatine tomarkirin. Li kêleka wê jî ji xwe, komên sûckar desteserkirina malûmilkan, an jî standina pereyekî pir ji kurdan da ku malûmilkên wan vegerînin, dewam dikin.
Navendên binçavkirinê li gorî her komeke çekdar li herêma di bin serwriya wî de, têne guhartin. Di vê çarçoveyê de, navendên binçavkirinê yên girêdayî “Firqet El-Sultan Silêman Şah” (El-Emşat) ku Şiyê û Efrînê ye, her wiha navendên binçavkirinê yên “Sultan Murad” (El-Hemzat) li Hor Kilis û Ezazê ye. Her wiha zindana El-Mesera jî ya li herêma Ezazê girêdayî koma Cebhet El-Şamiyê ye. Lê koma bi navê Polîsên Sivîl navenda binçavkirina wê li Mebrûkaya li bejahiya Serê Kaniyê ye. Lê di rastiyê de, bi dehan navendên binçavkirinê yên taybet li tevahiya herêmên dagîrkeriya Tirkiyayê hene.
Di sibata borî de, rêxistina Human Rights Watchê raporeke dirêj ku ji 75 rûpelan pêk tê, derbarê rewşa li Efrînê di bin navê: “Her tişt bi hêza çekê: Binpêkirin û bêcezakirin li herêmên bakurê Sûriyayê yên ku Tirkiyayê dagîr kirine”, belav kir. Dibe ku ji girîngtirîn hevokên sereke di rapora HRWê de, ku Tirkiyayê wekî berpirsê tiştên ku li Efrînê dibin hate pênasekirin, ji ber ku yekser desthilatdarî dagîrker e û wiha hate gotin “rayedarên tirk ne tenê wekî temaşevanên li ser binpêkirinan in, lê belê ew berpirsê binpêkirinan in ji ber ku ew desthilatdariya dagîrkerî ye. Her wiha di hin rewşan de jî, rayedarên tirk bi awayekî yekser beşdarî sûcên şer li devera xwedêgiravî li gor Tirkiyayê “Deverên Ewle” dibin. Tevî ku di raporê de agahiyên gelekî metirsîdar hebûn û hatin paşguhkirin, wekî wê jî cezayên ku Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê li ser koma bi navê “Ehrar El-Şerqiyê” sala 2021êan û komên “El-Hemzat” û “El-Emşat” sala 2023yan hatin birîn, hatin paşguhkirin.
Di rastiyê de, şermezarkirinên herêmî ku ji aliyê kurdên Sûriyayê ve têne raberkirin û ne jî raporên hiqûqî û navdewletî yan jî cezayên Gencîneya Amerîkayê, tu cudahiyê di berdewamkirina prosesa pêkanîna sûcan li Efrînê û Serê Kaniyê de çênake, lê belê sûcên wan dewam dikin, tevî her tiştê ku tê gotin û kirin, ku ji sîwana tirkî ya leşkerî û ewlekarî sûdê werdigirin. Ji bilî vê yekê jî, hin komên çekdar ên wekî “Sultan Murad”, meseleya neteweyê tev li sûcên xwe dike ku ev yek li gorî dilê Tirkiyayê ye, ku ew xwe wekî komikeke tirkumen didin nasîn û ev yek parastineke taybet ji hêla Tirkiyayê jê re tê texankirin. Her wiha komikên din li got axaftina mixaberatên Tirkiyayê tev digerin û karê herî kirêt di şerê li dij sivîlan de dikin.
Rola erkdarî ya komên “Artêşa Niştimanî” wekî rola kujerên piçûk di fîlmên bênirx ên girêdayî çalakiyên çeteyan, ku yek ji kujeran barê sûcên ku serokê çeteyan kiriye, digire ser xwe. Lê tevî ku dozger, ragihandin û raya giştî dizanin ku kê sûc pêk anîne, lê biryara endamê komên çete li pêşiya dadgehê dihêle ku tawanbarî dûrî serokê çeteyan bikeve. Bi gotinên din, nabe ku li binpêkirinên komên “Artêşa Niştimanî” wekî saziyeke rêveberirina sûcan were dîtin ku ev sûc kêfî ne an jî tenê ku koma çete biryar da van sûcan pêk bîne ji bo pereyan an jî nîşandana xerabiyekê, lê belê divê kesên ku ev biryar derxistine û rê dane van çeteyan û parastina rejîma nîjadperestî li dij kurdan dikin, werin dîtin. Her wiha, wê kêrhatî be ku danûstandina bi çeteyên çekdar re pêwîstiya wê bi nivîsandina fermanan tuneye, ji ber ku bi awayekî devkî tê kirin an jî bêdengiya berpirsê sereke (Tirkiyayê) tê wateya erêkirina tiştên ku çêdibin. Gelo ev jî tê wateya ku em li pêşiya sûceke temam rû bi rû ne ku Tirkiyayê tu şopên xwe di dika sûcê de nahêle? Bê guman, ji ber ku binpêkirinên li Efrînê û Serê Kaniyê û tevahiya bakurê dagîrkirî, Tirkiya berpirsê wê ye, ji ber ku hêzeke dagîrkerî ye û hevalbendê yekem ê komên çekdar e û berpirsê sîwana wan ya siyasî û rêveberî ye wekî “Itîlaf” û “Hikumeta Demkî” û “Wezareta wan a Parastinê” û heta “Encûmena Îslamî ya Sûriyayî” ku di destpêka operasyona dagîrkirina Efrînê sala 2018an de, fitweya kuştin û talankirinê derxist.
Piştî demeke kurt ji derketina rapora Komîteya Navdewletî ya Derbarê Sûriyayê de, sûcek li ser Kaxirê yê Efrînê rû da ku komên çekdar êrîşî jinên gund kirin. Bi vî awayî, serekê firqeya “El-Emşat”ê Mihemed El-Casim Ebû Emşa, beloq bû, ku li tenişta kiryarên wî yê tawanbar kesayeta wî qeşmer e. Lê qeşmertî û bêkêriya ku li rûyê wî xuya dike her wiha xîtabû nameyên wî yên deng nayê wateya ku ew ne tawanberekî metirsîdar e. Divê li Ebû Emşa û Sêf Polat berpirsê Firqeya El-Hemzat û yên wekî wan di çekdarên “Artêşa Niştimanî” de wekî tenê alavên kuştin, talankirin û tundiyê di destê hikûmeta Erdogan û hevalbendê wî di desthildariyê de Bahçelî ku beriya du mehan ew pêşwaz kirin, an jî wekî endamên nû ku beşdarî çalakiyên rêxistinên sûcdar ên rêxistinkirî li Tirkiyayê bûne, ku ev yek di hevdîtinên Ebû Emşe û Polat bi beriztirîn serokê mafiyaya Tirkiyayê Eladîn Çakicî aşkere bû.
Dibe ku tiştê herî girîng di navlêkirina sûcên berdewam ên li bakurê Sûriyayê, ew e ku divê her dem bal li ser rola hikûmeta Tirkiyayê were kişandin. Ji ber ku tiştê piştrastkirî ew e ku tenê Tirkiya dikare sûcên nîjadperestiyê li Efrîn û Serê Kaniyê rawestîne, ji ber ku Tirkiya bi xwe van sûcan bi rê ve dibe û Tirkiya bi xwe yê herî zêde sûd ji encamên van sûcan digire. Lê rûbirûna kurdan li hemberîê komên terorîst an jî çeteyên çekdar, ev tişt taybet Enqera dixwaze pêk bîne, da ku bi rêya wê bibêje pirsgirêka kurdan ne bi Tirkiyayê re, lê belê bi ereban û turkmenan re ye û îsbata vê yekê jî tiştê li bakurê Sûriyayê çêdibe. Ev hişmendiya Tirkiyayê, dibe ku bihêle kurd sûcdarên rasteqîn û alavên wê ji hev cuda bike, lê bê ku alavên wê jî efû bike.
Bi vegera li ser rapora Komîteya Navdewletî ya dawî û dibe ku raporên çaverêkirî yên piştre derkevin jî, kesên ku li wan raporan binêrin, wê bi hevokekê kurt bibêjin ku di mîrnişînên erjengî yên Tirkiyayê de tiştekî nû tuneye!