Mijara neteweyî-niştimanî li Sûriyayê: Neteweyên li welat
Nivîskar: Mihemed Seyid Risas
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Statûya siyasî ya dewleta Sûriyayê ji aliyê daîreyên birîtanî û fransî di Peymana Sykes-Picotê de sala 1916an hate çêkirin. Her wiha, dema ku Kongreya San Remo di nîsana 1920î de biryar da ku vê peymanê bixe pratîkê, armanc jê ew bû ku sînorê heyî yê Sûriyayê bi Filistîn û Urdunê ya heyî re bû, li kêleka wê jî parêzgeha çiyayê Libnanê bê herçar herêman (Bielbek-El-Buqa- Raşiya-Hasbiya) ku ev herêm di nava wîlayeta Şamê ya osmanî de bûn. Di heman demê de jî, armanc ew bû ku sînorê Tirkiyayê bi Sûriyayê re bû, ku peymana Sêverê di tebaxa 1920î de xêz kiribû. Îhtîmala herî mezin ew e ku biryarên San Remo bi awayekî lez hate dayîn, da ku peymana Sykes-Picot pêk bîne, ji bo têkbirina biryarên Kongreya sûriyayî ya giştî ya ji bo avakirina (Padîşahiya Sûriyayê) di meheke beriya wê de, ku di nava xwe de Filistîn û tevahiya Libnan û Urdunê, dihewand.
Fransiyan dema ku dest danîn ser Şam û tevahiya Sûriyaya heyî di tebaxa 1920î de, ev yek li gorî destûrnameyeke ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate dayîn. Li gorî vê destûrnameyê jî di madeya 22î de ji mîsaqa wê ya taybet bi raspêrî û dewleta ku li ser wê raspêrî çêbûye, tenê erkên wê yên li ser erdîngarî û nifûsê heye û tu erkên wê yên serweriyê tune ye. Ji ber wê ne ji mafê wê ye ku di cografiya ku raspêrî li ser kiriye de xakê parçe bike, an jî bi kirê bide an jî şêniyan parçe bike. Di vê çarçoveyê de, fransiyan pabendî madeya 22yan bûn, dema ku sînorê Sûriyayê bi dewleta osmanî re di peymana Sêverê de xêz kirin, lê dema ku fransiyan herçar herêmên Lubnanê yên borî dane dewleta Lubnanê ya mezin di îlona 1920î de û dema ku fransiyan di peymana Enqerayê ya sala 1921ê de rûbereke 18 hezar kilometer çargoş ji axa Sûriyayê li gorî peymana Sêverê dane tirkên girêdayî Mustefa Kemal (ku piştre bû Ataturk) madeya 22yan binpê kirin. Her wiha, fransiyan cara sêyem jî dema ku Sûriyayê dabeşî 4 dewletan kirin di navbera salên 1920î û 1923yan de ku dewleta Şam û Helebê ava kirin (fransiyan di sala 1925an de careke din ew kirin yek dewlet) û dewleta Siwêdayê (ku di sala 1927an de navê wê bû Dewleta Çiyayê Ereb) û dewleta çiyayê Elewiyan (di sala 1930î de navê wê bû: Dewleta Laziqiyê), madeya 22yan binpê kirin. Piştre fransiyan li hev kirin ku hemû dewletên sûriyayî li gorî peymana 1936an bikin yek dewlet. Lê dîsa piştre fransî careke din li kiryarê parçekirina axa Sûriyayê ji aliyên din re vegeriyan, di vê çarçoveyê de fransiyan di navbera salên 1937 û 1939an de erê kirin ku Lîwa Iskenderonê ji axa Sûriyayê qut bikin û tev li Tirkiyayê bikin.
Di aliyê piratîk de, ev yek tê wateya ku Sûriyayê bû statûyeke siyasî ku ji yên din hatiye çêkirin, di nava xwe de erdîngariyeke dihate guhartin di navbera salên 1920î û 1939an de dihewand. Her wiha, xelkê Sûriyayê jî di navbera salên 1920 û 1936an de xwe dîtin gelek caran têne parçekirin û piştre di sala 1936an de li gorî peymaneke bi dewleteke derve lê dewleteke raspêrî ye, bûne yek. Piştre jî, dema serxwebûnê û derketina fransiyan di sala 1946an de li gorî sînorê dewleta peymana 1936an de hat, lê bê Lîwa Iskenderon. Ev serxwebûn jî li gorî gelek nîşaneyan, di esasê xwe de encama meyla birîtanî bû da ku hebûna fransiyan li herêmên tune bikin an jî paşguh bikin, lewra brîtaniyan lîderên siyasî yên sûriyayî ji vê nakokiya di navbera London û Parîsê de erkdar kirin, da ku bigihêjin derketina fransiyan ji Sûriyayê.
Ji ber hemû tiştên borî yên ku hatin çêkirin, bû sedem ku têkiliyeke ne zelal di navbera xelkê Sûriyayê û erdîngariya Sûriyayê de were çêkirin. Di vê çarçoveyê de, welatiyekî ji Şamê heta sala 1948an têkiliya xwe bi Heyfayê re bû û heta rûxandina yekitiya gumrikê bi Lubnanê re di sala 1950î de bi Beyrûtê re bû û heta sala 1946an de têkiliya xwe bi Amanê re bû. Her wiha, heta salên 40î jî têkiliya welatiyê Şamê bi Meka, Medîne û Qahîreyê re bû, ku têkiliyên wî ji têkiliyên wî yên bi Heleb, Laziqiyê û herêmên Firat û Cizîrê re, xurtir bû. Di heman demê de, welatiyê helebî jî di pêvajoya osmaniyan de bûbû kanala bazirganî di navbera Istenbol û Anadolyayê û di navbera Mûsil û Bexdadê de bû, her wiha bendera wî ya sereke jî Iskenderon bû. Her wiha, têkiliya Humis û Terablusê jî di aliyê aborî de xurt bû. Têkiliya herêma berava sûriyayî ya heyî jî bi Terablus, Beyrût û Antakya re xurt bû. Her wiha, têkiliya kurdê Sûriyayê yê li Efrînê jî bi herêmên Kîlîkya û Lîwa Iskenderon re ji ya Helebê re xurtir bû. Ev têkilî ji bo bajarokên nêzî wê yan jî yên li ser xeta trênê ya Raî-Qamişloyê derbasdar e, ku têkiliyên wan ên aborî-civakî bi bakur re ji yên başur di dîrokê de, xurtir bûn. Lê di vir de, divê em rewşa rehmetiyê Hemîd Derwîş ji dema damezrandina Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê di salên 70î de bînin ziman û got “Doza kurdên Sûriyayê li Şamê tê çareserkirin”. Niha jî hemû partiyên kurdî yên neteweyî li Sûriyayê û PYD (ku di sala 2003an hate damezrandin) li ser heman nêrîna Derwîş li hev dikin. PYD jî fereseta Neteweya Demokratîk pêşkêş dike, ya ku hemû cihêrengiya Sûriyayê di nava xwe de dihewîne di çarçoveya statûyeke erdîngarî-siyasî-dewletî ku hemû di di aliyê hiqûq û erkan de wekî hev bin, ku neteweya wî, ola wî, mezheba wî, zayenda wî û meyla wî ya siyasî çi dibe bila bibe. Ev herdu rewş, didin diyarkirin ku meyla pêkvejiyanê ya di nava kurdên Sûriyayê de, ya herî xurt e.
Tiştên ku me li jorê anîn ziman, dibe ku gelek ji erebên sûriyayî wiha şirove bikin ku Sûriya berdilkeke erdîngarî ya li ser wan teng e. Her wiha şirove dike ku çima Partiya Gel ya ku di sala 1948an de hate damezrandin ku bingeha xwe ya civakî ya sereke li gel bazirgan û pîşesazên Helebê bû, berê xwe daye yekbûna bi Iraqê re. An jî meyla Partiya Niştimanî ku di sala 1947an de hate damezrandin û bingeha xwe ya civakî li Şamê bû, ku berê xwe da yekitiya bi Iraqê re, li şûna xwespartina ereban li Qahîreyê an jî li Riyadê û serokê wê ango serokê komarê Şukrî El-Qwetlî an jî serkwezîr Sebrî El-Eselî tu pirsgirêk li gel wan nebû ji bo yekbûna bi Misirê re sala 1958an, ew di vê xalê de mîna erebperestên partiya Beisê bûn û tersî meyla neteweyî ya erebî bû. Ev hestê tengbûna berdilka cografî ya teng li Sûriyayê ya ku li gel piraniya sûriyayiyên ereb peyda bû di salên 40, 50 û 60î de, bi ser de tirsaa ji dewleta Îsraîlê ya ku di sala 1948an de ava bû, hêza erebiyê li Sûriyayê şirove dike, ku mîna vê hêza li tu welatekî din ê ereb peyda nedibû.
Lê meyla netewperestiya erebperestî ji sala 1958an de di nexşeya siyasî ya Sûriyayê de serwer bû û ev meyl desthildarî li Şamê bi dest xist ji wê demê de, ji bilî pêvajoya qutbûnê 1961-1963an de. Hêjayî bibîrxistinê ye ku meyla ber bi avakirina tevgereke siyasî ya neteweyî ya kurdî ji sala 1957an de destpê kir, bi damezrandina yekem partiyeke kurdên sûriyayî. Ev yek jî nîşan dide ku ev berteka li beramberî zêdebûna meyla erebperestan bûn û li ser derketina nîşaneyên bandorên meyla lîberalzimê bû, wekî partiyên Gel û Niştimanî. Ev herdu partî jî, deh salan li maleke niştimanî ya sûriyayî geriyan, tevî ku Partiya Gel erebîtiya wê herêmî bû û xwedî meya aborî bû dema ku hizira yekbûna (Hîlala Zêrîn) bi Iraqê re derxist holê, paşê li dijî wê Partiya Niştimanî hizira erebîtiya parstî-tersî derxist ku şamiyan ev yek di Qahîra û Riyadê de didîtin ya xwedî meyla îdyolojî da ku rê li ber xwesteka Paertiya Gel bigirin ya ku meyla wê helebî-aborî bû ya ber bi bazara Rafîdeynê piştî ku rêya Anadol-Îstenbolê hat girtin piştî sala 1918an.
Di aliyê piratîkê de, tenê li gel ereb û kurdan meylên siyasî yên neteweyî derketin, lê ermenan meyla wan a neteweyî li Sûriyayê girêdayî rewşa komara Ermenistanê bû û şerê wan bi Tirkiya û Azrebîcanê re bû û ji bo parastina nasname û ziman di sirgûnê de, ne ku mijar girêdayî rewşa Sûriyayê ye. Lê balkêş bû ku piştî aloziya 2011an meylên neteweyî li gel hin tirkumenên Sûriyayê derketin, bi derketina rola Tirkiyayê di xwedîkirina hin hêzên opozîsyonê yên siyasî û hin komên çekdar. Ev yek nîşan dide ku kesên ku xwe kirin bin xizmeta Enqerayê, bûne alavek, li şûna bibin xwediyên projeyên neteweyî yên taybet li Sûriyayê.
Dibe ku Partiya Komunîst ji destpêka salên 80yî ve cihê xwe yê xurt di nava civaka kurdên Sûriyayê de winda kir û li şûna wê partiyên kurdî yên neteweyî cih girtin, nexasim li herêma Cizîrê bê kurdên Şamê, nîşaneyên destpêka derketina doza neteweyî ya kurdan li Sûriyayê li ser dikê, derket holê. Piştre serîhildana Adara 2004an jî, wêneyek ji kelandina civakî-siyasî ya kurdan nîşan da. Piştre jî, rola kurdên Sûriyayê li Sûriyayê piştî aloziya 2011an dest pê kir, ku derket holê êdî kurd di hevkêşiya Sûriyaya ya siberojê de bûne xwedî giranî, her wiha di xêzkirina Sûriyaya siberojê de çi di pêvajoya veguhestinê an jî di pêvajoya guhartinê de bê beşdarbûna kurdan, xêzkirina siberoja Sûriyayê ne pêkan e.
Derketina rola kurdên Sûriyayê piştî ku Sûriyayê gihişt pêvajoya aloziyeke niştimanî ya giştî ji sala 2011an ve piştî nîvsedsalekê ji rêvebirina meyla erebperestî. Lewra, sala 2011an jî saleke gelekî girîng e di dîroka Sûriyayê de wekî sala 1958an, ku di dema rêveberiya parçebûnê ya sala 1961-1963yan de derket holê ku katijmêra Sûriyayê paş de venagere ango Sûriya venagere beriya roja yekbûna Sûriyayê-Misirê di 22yê sibata 1958an de. Ji ber vê yekê jî, 13 sal û nîv ji aloziya Sûriyayê ji dema destpêkirina wê ji Derayê di 18ê adara 2011an de, nîşan dide ku rewş venagere roja 17ê adara 2011an. Lê ev salên ji aloziya Sûriyayê nîşan dide ku herçiqas em nikarin vegerin rewşa berê jî, lê jidayîkbûna Sûriyaya nû jî têk çû. Ev jî navlêkirina aloziya Sûriyayê ye ku bûye aloziyeke navxweyî-herêmî-navdewletî, piştî ku gelê Sûriyayê di 6 mehên destpêkê yên aloziyê de nikarîbûn li ser çareseriyeke navxweyî ya aloziyê li hev bikin, lewra aliyên derve yên navdewletî-herêmî bûne faktorê herî bibandor di aloziya Sûriyayê de, ji gelê Sûriyayê zêdetir.
Li gorî gelek nîşaneyên navdewletî û herêmî û meylên li gel gelek sûriyayiyên di nava aloziyê de, îhtîmal ew e ku çareseriya aloziya Sûriyayê wê bi xwe re pênaseyeke nû ya mala niştimanî ya sûriyayî bîne. Di wê malê de, wê tu taybetmendiyeke nasnameya neteweyî tune be, lê belê wê netewebûn bibe rewşeke taybet bi komên neteweyî ku zêdetir nêzî nasnameya şaristanî-çandî ya wan be. Eger ku jê meyleke siyasî ya neteweyî derket, wê bibe îdeolojiya partiyekê an jî tevgerekê, wê nebe ya hemû welat herçiqas ku hejmara vê neteweyê yên herî zêde bin li welat. Madem ku neteweyên cur bi cur li welat hene û hejmara wan çiqas be û madem ku beşeke mezin ji neteweyên mein nabînin ku çareya meseleya neteweyî-niştimanî ji welat re pêkan e ku bi rêya ferzkirina nasnameya neteweyî ya taybet bi pirneteweya li welat,tê, lê belê ew kelemek e li pêşiya avakirina welatekî ku tê de pirneteweyên wê tê de li ser bingehê wekheviya siyasî di maf û erkên hemwelatiyan tev li mafê çandî-zimanî yê her neteweyekê, bijî. Her wiha azadiya wan di têkilyên çandî yên bi neteweya wan re yên li dervayî sînor. Waneyeke sûriyayî ya mezin heye pêwîst jî bê têgihaştin, tiştê ku di salên 1958-1961ê de pêk hatin, çaxa ku Sûriya hizirî ji hêla aborî yan jî siyasî bi dewleteke erebî ve girê bide, ku pêwîst e ev yek bi rêya erêkirineke niştimanî yan jî piranî pêk were ku pêwîst e destûr rêjeya wê destnîşan bike, ne wekî tiştê ku di yekbûna sala 1958an de pêk hat, ku di 3 sal û 7 mehên yekbûnê de xuya bû ku çiqas sûriyayî hebûn nikarîbû bi ziman an jî bi destên xwe xuya bidin ku ew avabûna dewleta yekbûyî ya Sûriya-Misirê red dikin, an jî çawaniya avabûna wê, an jî sîstema siyasî ya dewleta yekbûyî, ku çawa hilweşiya, bi giştî, ev tecrubeya yekbûna bi hêsanî, ji encama fakterên hundirîn bû ne yên derve bû.