Partiya AfD û guhartina rêgezên demokratiyê li rojhilatê Almanyayê!
Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Rojhilatê Almanyayê ango ku beriya yekbûna Almanyayê di sala 1990î de bi navê Komara Almanyayê ya Demokratîk dihate naskirin, 5 wîlayet di nava xwe de hihewand. Ev her 5 wîlayet jî di ferhenga siyasî ya Almanyayê de piştî pêvajoya yekbûnê, bi navê “wîlayetên nû” hatine binavkirin û ew jî wiha ne: Brandenburg (2,5 milyon kes), Mecklenburg-Vorburgurn (1,6 milyon kes), Sachsen (4 milyon kes), Sachsen-Anhalt. (2,2 milyon kes) û Thuringia (2,1 milyon kes). Dema mirov li belavkirina kursiyên encûmanê li van wîlayetan dinêre û cihê partiyên siyasî û meyla dengdêrê alman li van 5 wîlayetan dinirxîne, diyar dibe ku Partiya Berdêl ya ji bo Almanyayê (AfD) bi awayekî balkêş hebûna wê heye, ku ev jî partiyeke gelêrî ye di sala 2013an de hate avakirin. Ev partî li dij hemû siyasetên aborî, koçberî û perwerde ya ku partiyên kevneşop ku li Almanyayê naskirîne dimeşînin. Partiya AfD di salên dawî de, bûye partiyeke mezin di kevkêşeyên siyasî de li asta asta tevahiya Almanyayê, her wiha bûyw partiya herî binavûdeng li wîlayetên rojhilatê Almanyayê.
Hilbijartinên wîlayetên rojhilatê Almanyayê:
Tevî ku hilbijartinên xwecihî li wîlayetên rojhilatê Almanyayê temam nebûne jî, lê hilbijartinên parlamentoyê li wîlayeta Brandenburgê wê di 22ê îlona bê de li dar bikevin, lê nexşeya siyasî hema mirov dikare bêje li Rojhilatê Almanyayê zelal bû, bi pêşketina berbiçav a ku partiya AfDê li herçar wîlayetan bi dest xitiye.
Di hilbijartinên 9ê hizêrana borî de li wîlayetên Mecklenburg-Vorpommen û Sachsen-Anhalt, AfD encamên mezin bi dest xistin û bû hêza mezin li du wîlayetên rojhilat. Her wiha li wîlyatên Mecklenburg-Vorpomenê, encam wiha bûn:
Partiya Berdêl (AfD): 25,6%
Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU): 20%
Partiya Sosyal Demokrat (SPD): 12,7%
Partiya Çep (Die Linke): 8,8%
Partiya Kesk (Die Grünen): 6,7%
Hevalbendiya Sarah Wagenknecht (BSW): 6,1%
Li wîlayeta: Sachsen-Anhalt:
AfD : 28,1%
CDU: 26,8%
SPD: 11,9%
Die Linke: 8,3%
Die Grünen: 4,5% (Hevalbendiya Sarah Wagenknecht beşdarî van hilbijartinan nebû)
Di hilbijartinên ku di 1ê îlonê de li herdu wîalyetên Sachsen û Thuringiayê hatin lidarxistin de, encam bi vî awayî bûn:
Li wîlayeta Sachsene:
AfD: 30,6%
CDU: 31,9%
BSW: 11,8%
SPD: 7,3%
Die Grünen: 5,1%
Die Linke: 4,5%
Li wîlayeta Thuringia:
AfD: 32,8%
CDU :23,6%
BSW: 15,8%
Die Linke: 13,1%
SPD: 6,1%
Die Grünen: 3,2%
Li gorî anketên girêdayî hilbijartinên wîlayeta Brandenburgê ku wê di 22yê îlona bê de li dar bikevin, pêşbinî ev in:
AfD: 28,6%
SPD: %24,5
CDU: 15,4%
BSW: 13,8%
Die Grünen: 5%
Lê ji bo rêjeya hilbijartinên parlamentoya almanî ku wê di 28ê îlona 2025an de li dar bikevin, li gorî anketên behsê dikin partiyên herî zêde gelêrî ne û dengan bi dest bixin wê wiha bin:
CDU: 32,5%
AfD: 17,6%
SPD: 14,4%
Die Grünen: 11,3%
BSW: 8,1%
AfD rojhilatê Almanyayê bi rengê şîn rengîn dike
Bi pêşketina partiya AfD bi awayekî eşkere, êdî wîlayetên rojhilat bi rengê şîn xemilîn ku ev jî rengê partiyê ye. Lê navendên lêkolînan ên ku girîngiyê didin hilbijartinan û meylan û rewşa dengdêran, li sedemên ku hiştin xelk li rojhilatê Almanyayê vê partiyê hilbijarê çi ye digerin û êdî dev ji partiyên kevneşop berdidin, a herî girîng ji wan partiyan jî CDU partiya şêwirmenda berê Angela Merkel û serokê opozîsyonê yê heyî Friedrich Merz. Merz jî soz dabû ku ku dê zemîna AfDê hilweşîne û dê wê bike nîvê gewdê wê çaxa ku wekî serokê Yekîtiya Xiristiya ya Demokrat bê hilbijartin bi dûv Merkel re. Lê siyaseta Merz di piçûkkirina AfDê de bi ser neket.
Lê partiyên kevneşop ku têk çûn û bi awayekî eşkere paş de vegeriyan, nîqaş dikin ku bibin hevalbend da ku bi hev re li dij AfDê bisekinin û li derdora AfDê wekî ku nav kirine dîwarê (Brandmauer) ava bikin. Ew jî bi rêya redkirina hevalbendiya bi wan re da ku hikûmeteke xwecihî li wîlayetên rojhilatî ava bike ku li wan bi ser ket. Tevî cudabûna îdyolojî û cudabûna nêrîn û meylên di navbera van partiyan de, lê lihevkirina ku AfD bidin aliyekî û wê dorpêç bikin û wê li dervayî daîreya rêveberî û berpirsyartiyê bihêlin. Lewra, partiya CDU tu pirsgirêkê nabîne ku bi partiyên din re SPD, Die Grünen û Die Linke hevalbendiyê ava bike, da ku hikûmeteke koalîsyon ava bike û AfD dûrî rêveberiyê bixe. Lê ev meyl wê wekî kêrekê bi du awayan be; ji aliyekî ve wê hêrsa dengdêrên CDU yên muhafezkar bîne, ku ev muhafezekar çi hevalbendî an jî hevkariyê bi partiyên Die Linke û Die Grünen re red dike, her wiha meyla wan ew e ku derfetekê bidin AfDê da ku hikûmetê ava bike û berpirsyartiyê bigire û rûbirûyê pirsgirêkan were wekî xwedî biryarê.
Ji aliyê xwe ve jî, partiya AfD hemleya xwe ya ragihandinê zêdetir kiriye û di vê çarçoveyê de, sûdê ji medyaya civakî werdigire, da ku siyasetên partiyên kevneşop eşkere bike, ku dibêje berjewendiyên dengdêr ne xema wan e û rêzê ji biryara wî re ya hilbijartina AfD re nagirin, lê xema wan partiyan tenê ew e ku li ser desthildariyê bimînin, heta ku bi partiyên ne wekî xwe re jî bibe hevalbend, ev tev de tenê ji bo ku AfDê dûr bixe û ew li ser hukum bimîne.
Li ser vî esasî jî, AfD dibêje partiyên kevneşop nasnameya xwe winda kiriye û êdî pabendî bi bername û nêrînên xwe nake, berovajî wê kevn bûye û xema wan tenê berdewamkirina desthildariyê ye. Her wiha, AfD balê dikişîne ku CDU ku dibêje êdî ew ne partiyeke muhafezkar e, lê belê meyla wê çepgir e û ew niha hevpeymana bi Partiya Kesk û Partiya Çep û Hevalbendiya Sarah Wagenknecht di ser hevpeymana bi Partiya Berdêl a muhaferkar re digire, ku gerek e tersî wiha ba ji ber ku nêrînên zemîna gelêrî ya herdu partiya nêzî hev in û herdu di hilbijartinê xwecihî de yekem û duyem in û herdu bi hev re rêjeya zêdeyî 51% bi dest dixin a ku bo avakirina hikûmeta xwecihî tê xwestin. Ji hêla xwe ve partiyên kevneşop li ser biryara xwe ne ku AfDê dûr bixin, ji ber meyla wê ya rastgir û gelek daxuyanî ji berpirsyarên wê hatine dayîn ku pê sîstema nazî ya berê bêguneh dibînin û tawanên wê sivik dikin, her wiha Gerînendeya Parastina Destûrê (istixabaratên hundirîn) bi awayekî fermî ragihand ku ew çavdêriya AfDê dike ku ew “cihê şikê” ye.
Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat CDU
Biserketina Partiya Berdêl (AfD) a rastgir guhartinek e di dîmenê siyasî yê almanî de ye bi awayekî giştî û bi awayekî taybet li rojhilatê Almanyayê, ku cara yekem e ji çaxa bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyem ve, bi taybet ji ber ku li ser hilbijêrê alman yê rojhilatî dihat naskirina ku çepgir e û bo hizira neteweyî nexwîngerm e. Lê guhartina ku di mejiyê hilbijêr de çêbûye, asta guhartinên ku li Almanyayê çêbûye ji çaxa yekkirina herdu parçeyên welat, dide xuyakirin, her wiha wiha guhartinên aborî û civakî yên ku piştî wê demê çêbûn. A girîng ji wan ferzkirina rengekî ji rengên “serdestî” û nêrîna almanî ya rojavayî li ser parçeyê rojhilatî. Têrê dike ku em nasbikin ku piştî yekbûnê derdora 1.5 milyon şêniyên wilayetên rojhilatî bar kirine derveyî wê. Her wiha milyarên euroyên ku li ser bicihkirina bingehekî aborî û niştecihî û projeyên geşepêdanê û civakî xerc bûn bi kêrî razikirina almanên rojhilatî nehat ku li cihê xwe bimînin.
Tevî rewşa bêzariyê ya ji çaxa yekbûnê heta destpêka sedsala 21ê, lê rewşa hişkbûna siyasî û redkirina “serdestiya rojava” ji sala 2015an ve berfireh bû, ew jî ew sala ku şêwirdara berê Angela Merkel biryar da ku rê ji derdora milyon koçberî re veke da ku derbasî Almanyayê bibin, bêyî biryara parlementoyê, ku bi awayekî zelal lihevkirina Dublin û Schengen binpê kir, ku herdu lihevkirin koçber neçar dikin koçberiya xwe li yekemîn welatê ewropayî bide û lê bi cih bibe heta ku li daxwaza wî ya koçberiyê bê nêrîn.
Partiya Berdêl (AfD) karîbû dengên kevneşop ên ku diçûn ji Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) re bi dest bixin, ew jî bi rêya guhdana berpirsyariya vê partiyê di dema hukimê Merkel de ku pirsgirêkên heyî piçûk bike, yên girîng ji wan, bilindbûna hejmara koçberan û lîstoka li ser nûçeyan ku tawan û rewşê destdirêjiya ser hemwelatiyên alman bilind bûye, her wiha berbelavbûna îslam û bilindbûna hejmara tundrewên îslamîst. Her wiha alava ragihandinê ya Partiya Berdêl (AfD) bi qestî amaje bi paşketina aboriyê û paşketina asta jiyanî ya hemwelatiyan kir, her wiha krîza niştecihbûnê û krîzên karbesan ji ber mûçeyê karbesiyê yê hindik. Her wiha dibêje jî ku hikûmet koçberan di hotêl û avahiyên nûjen de bixwedî dike û ne tenê wiha, lê belê ji wan re bi awayekî lezgîn û veşartî dûrî ragihandinê, avahiyên nûjen ji wan re ava dike û hemwelatiyê alman ji kirîn û kiryariya wan bêpar dike.
Partiya Berdêl (AfD) xwe dispêre rewşa bêzariyê ya ku li nav hemwelatiyan peyda ye ji ber siyaseta hikûmeta îtîlafî (ku niha navûdengê partiyên wê tev de 27% ye) li bara koçberan û balê dikşne ser hejmara mezin a van kesan ku her sal digihêjin Almanyayê û dibêje ku heta niha hikûmeta Almanyayê li hember vê yekê destên wê girêdayî ne, ne tenê wiha lê belê ew ne bi nêt e ku derdora 300 hezar koçberên ku koçberiya wan hatiye redkirin vegerîne.
Partiya Berdêl (AfD) karîbû wêneyekî ji “belengaziyê” di mejiyê hilbijêrê xwe de çêke û bo hevpeymana pertiyên kevneşop wekî “dîktator” da naskirin ku ew “qurbaniya komployê” ye ya ku ev partî wê bi rê ve dibin, da ku plana “îslamkirina Almanyayê” pêk bînin û niştecihên wê bi kesinên din biguherin. Balkêş e ku ev xîtab alîgirên wê li Almanyaya rojhilatî peyda bûn, bi rêya ku ciwan ber bi xwe ve kişandin (di navbera 19 û 29 salan de) ku 35%ji wan dengên xwe didin Partiya Berdêl (AfD). Her wiha ji bilî dosyayên koçberî û îslamperestî, xwepêşandanên selefiyan ku banga pêkanîna şerîetê dikirin, êrîşên ku vê dawiyê li Mannheim û Solingenê çêbûn ku îslamîtên tundrew pêk anîn û tawanên hingavtin û kêrlêdanê yên rojane, xwegirtina partiyên kevneşop bi piştgiriya Ukranyayê di şerê li dij Rûsyayê de yek ji sedemên zêdebûna navûdengiya Partiya Berdêl (AfD) e, ku xwe wekî “partiya aştiyê” wesf dike û şandina çekan a bi fermana NATOyê red dike.
Xuya ye ku Hevpeymana Partiyên Kevneşop li dij Partiya Berdêl (AfD) dê wê qels neke, lê belê tersî wê, ew xwe dike “qurbanî”. Her wiha bergiriyê îtîlafa hikûmetê yên dûrxistina koçberên ku koçberiya wan red bûye (vegerandina 29 efgana vê dawiyê) û bikaranîna alîkariya berçav berdêla ya diravî ku pê hewl didin rewşekê nefretê ji koçberiyê çêkin, bi kêr nehat ku baweriya hilbijêran vegerînin û nehêlin ku dengên xwe bidin Partiya Berdêl (AfD). Niha meye ku bi awayekî qanûnî bihêlin Partiya Berdêl (AfD) nebe ya yekem, bi rêya ku ji hêla ragihandinê wê dorpêç bikin û dozan li dij wê vekin, her wiha hevpeymana pê re red bikin da ku hikûmeteke xwecihî ava bibe, ev hewldana dawî ye da ku rewûeke neguhdanê li gel hilbijêrê vê partiyê çêke, wî bide têgihaştin ku partiya ku ew dengê xwe dide wê bo tolhiladana siyasetên partiyên kevneşop, dê nikaribe hevbeşiyê di hikûmetê de bike da ku projeya xwe pêk bîne.