Sûriya di navbera Tirkiya û ereban de asê maye

Nivîskar:Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Beriya niha bi çend salan, rayedarên tirkan daxuyaniyên heta girêdayî rêvebirina Hecê li axa pîroz li Erebistana Siûdî jî, didan. Di sala 2015an de jî, lûtkeya êrîşa Tirkiyayê li ser rejîmên ereban, bi rêya milîsên Ixwan El-Mislimîn û rêxistinên selefî yên cîhadî pêk hat. Di heman demên de, piştî têkbirina serok Mihemed Mirsî û bidawîkirina desthilatdariya Ixwanan li Misirê, qutbûna di navbera Tirkiya û Misirê de, kûrtir bû.

Beriya çi analîzê derbarê encam û nîşaneyên serdena yekem a serokê Misirê Ebdulfetah Sisî ji bo Enqere û hevdîtina bi serokkomarê Tirkiyayê Receb Teyib Erdogan re, girîng e ku em balê bikişînin ser xalên guhartinên sereke di siyaseta Tirkiya-ereban de, û ew jî bûyerên girêdayî bi rikberiya Rûsyayê re ne.

Di mijdara 2015an de, sîstema parastinê ya Tirkiyayê balafireke “Sukhoi” ya Rûsyayê li Sûriyayê nêzî sînorê Tirkiyayê, xist xwarê. Piştî vê bûyerê, têkiliya Tirkiyayê bi Rûsyayê re têk çû ku di dîroka têkiliyên herdu welatan de cara yekem digihêje vê astê, her wiha aloziyên şerê sar jî derbas kir, ku ji ber baregehên NATOyê li Tirkiyayê nêzî Yekitiya Sovyetê hebûn.

Piştî xistina balafira Rûsyayê, tiştên ku Tirkiya texmîn nedikirin çêbûn. Di vê çarçoveyê de, hevalbendên Tirkiyayê yên NATOyê û di serî de jî Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo hevalbenda xwe (Tirkiya) ku rastî fişarekê ji aliyê Rûsyayê ve tê, îlan nekir. Tirkiya jî rastî bêhêviyeke mezin hat ku di dîrokê de kêm caran rastî bêhêviyeke wiha hatiye, ango di rûbirûna Rûsyayê de, ew tenê ma. Lewra dema ku tirkan metirsiya rûbirûna tekane li beramberî Rûsyayê dîtin, piştî vê bûyerê hemû dîplomasiya xwe jiûnve ava kir. Di vê çarçoveyê de, Tirkiya ji dewleteke NATO derket û veguherî qada gihandina aşitiyê di navbera NATO û Rûsyayê de, lê Tirkiyayê di vê yekê de bi ser neket, tevî gelek hewldanên navbeyankariyê derbarê şerê Rûsyayê li Ukranyayê.

Vê guhartinê di siyasetên Tirkiyayê derbarê hêzên gewre de, zivirînek çêkir. Nexasim, hewldanên derbeyê tev li “rûxandina balafirê” bû, ku Tirkiya gihaşt wê baweriyê ku dewletên rojava ne tenê Tirkiyayê li beramberî Rûsyayê bi tenê hiştin, lê belê dewletên rojava tev li komploya hewldana derbeyê bûne jî.

Li ser vî esasî jî, êdî dagîrkeriya Tirkiyayê li Sûriyayê bi kordîneya Rûsyayê di operasyonên dagîrkeriyê li bakurê Helebê sala 2016an û dagîrkeriya Efrînê sala 2018an, pêk hat. Lê tevî vê yekê jî, vebûna Tirkiyayê “radestbûna” li beramberî Rûsyayê, di siyasetên navdewletî de, veneguherî lihevhatina bi rêjîma Sûriyayê.

Xîtaba Tirkiyayê li beramberî Şamê tund ma, heta ku guhartina duyem çêbû, ku bi wê re jî siyaseta Tirkiyayê derbarê rejîmê de hemû têk çû, ew jî kuştina 35 leşkerên tirk di êrîşa li ser karwanê Tirkiyayê di şerên mezin ên di navbera rejîma Sûriyayê ya ku destekê ji hêzên Rûsya û Îranê digire û navbera hêzên Tirkiyayê û çekdarên oposîzyona Sûriyayê. Piştî çend rojan ji gefên zêde yên Tirkiyayê, ku gihaşt astekê serokkomarê Tirkiyayê dem ji bo artêşa Sûriyayê diyar kir da ku ji herêmên ku komên çekdar di hemleya dawî de bi dest xistiye vekişe, wezîrê parastinê yê Tirkiyayê Hulusî Akar zimanekî cuda bi kar anî û behsa rêkirina hêzên zêde li Idlibê kir, lê ne bi armanca jinûvedagîrkirina herêmên rizgarkirî, lê belê ji bo “pêkanîna agirbestê”, bêyî ku xwestekê tirkî yên berê bi bîr bîne ku divê agirbest di sînorekî de be ku xalên çavdêriyê yên Tirkiyayê lê belav bin.

Şerê Idlibê, nêrîna Tirkiyayê ya ji bo “Peymana Sotch”ê ku li gorî wê rêya lezgîn di navbera Heleb û Laziqiyê de were vekirin û komên çekdar ên li ser herdu aliyên rê werin qewitandin, têk bir. Lê careke din Tirkiya rûbirûyê “kêliyeke diplomasî ya nû” bû, ku ew jî nikare vê rêyê dewam bike. Ji wê demê ve, Enqera û bi awayekî bêdeng, rêveçûyîna normalîzekirina bi rejîma Sûriyayê re esas girt û tiştên ku rejîma Sûriyayê têne qezenc kirin, bi dest xist. Taybet Tirkiyayê hişt ku şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê yê li dij Rêveberiya Xweser û HSDyê, bike şerê rejîma Sûriyayê jî, beriya wê jî şerê li dij Rêveberiya Xweser, xiste şerê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyayê.

Piştî şerê Idlibê ku bi belavbûna Koronayê di adara 2020î de bi awayekî domdar rawestiya, ji bo Tirkiyayê ji bo şerê li dij Rêveberiya Xweser û HSDyê, tu armanc an jî bernameyên xwe li Sûriyayê neman. Di vê çarçoveyê de, hemû mîras û veberhênana wê di şerê navxweyî yê Sûriyayê de, xistin xizmeta vê armancê ango şerê li dij Rêveberiya Xweser û HSDyê. Lê belê rejîma Sûriyayê ji armancên Tirkiyayê winda bû, lê belê jîngeheke pîskolojî bo opozîsyonê hat avakirin ku li gor dilê Tirkiyayê be bi rêya ku şerê li dij Rêveberiya Xweser û kurdan bike karê sereke yê opozîsyona Sûriyayê ya girêdayî Tirkiyayê. Her wiha rejîma Sûriyayê di armancên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyayê de jî êdî neman da ku amadekariyên pêvajoyê heyî bikin, ew jî normalîzekirina Tirkiyayê bi ereban re ye, beriya ku bigihêjin gava din, ew jî lihevkirina bi rejîma Sûriyayê re ye. Ev rêveçûyîna borî hemû, ji kêliya ketina balafira Rûsyayê di 2015an de dest pê kir û bi kuştina 35 leşkeêrn tirk di şerê Idlibê de di 27 sibata 2020î de, temam bû. Ev rêveçûyîn piştî serketina normalîzekirina Tirkiyayê bi dewletên Kendavê re, niha di bin ezmûna astmosfêra normalîzekirina Tirkiyayê bi dewleteke din a ereban a nû ew jî bi Misirê re ye.

Beriya ku behsa destkeftiyên Misirê bikin ku Tirkiyayê dev ji projeya rejîma îslama siyasî li dewletên ereban berde, balkêş e ku em bibêjin rejîma Sûriyayê ji ber têkiliyên ereban û Tirkiyayê, di pêvajoyeke zehmet de ye. Berovajî ku di aliyê siyasî de propoganda tê kirin ku eger Şam bi Enqerayê re bi serpereştiya rejîma siyasî ya ereban li hev bike wê Şam sûdên mezin werbigire, lê rastî berovajî vê yekê ye, ji ber ku hebûna Sûriyayê di vê lihevkirinê de ji bo berjewendiyên dewletên sereke yên erebî ne. Di vê çarçoveyê de, ereb bi rastî jî Sûriyayê neçar dikin ku lihevkirinê bike, bi rêya gelek fişaran û rê nadin Şamê ku şertên tund li ser Enqerayê bike, heta li ser asta beşdarbûna nûnertiya Tirkiyayê di civîna Komkara Dewletên Ereban, ku wezîrê karê derve yê Sûriyayê nikarîbû tiştek bikira, tenê dema axaftina Hakan Fidan, ji civînê derket. Ji ber ev rêveçûyîn, li gorî hîpoteza  ku ereb hewl didin barkirina Sûriyayê li pêşiya rêya têkiliyên ereb û Tirkiyayê, rakin. Di vê tewereyê de Sûriya tenê beşek jî ye ji bo ku têkilya erebî-tirkî bilez dest pê bike bi rêya paşguhkirina xwestekên Sûriyayê yên bingehîn, ew jî derketina Tirkiyayê ji axa Sûriyayê ye.

Herêma bê mafên mirovan

Li gorî daxuyaniyên herdu aliyan, sernivîsên serdana Sîsî li Tirkiyayê tu suprîz di wan de tune bû li gorî daxuyaniyên herdu aliyan. Di vê çarçoveyê de, serokkomarê Tirkiyayê Erdogan bi hempîşeyê xwe yê Misirê re, dosyayên wekî şerê li Xezayê, rêbazên çareserkirina têkiliyên di navbera herdu welatan de bi rêya danûstandinên li Enqerayê di yekem serdana ku Sîsî tê Tirkiyayê ji dema ku bû serokê Misirê.

Dîroka xerabbûna têkiliyên di navbera Enqera û Qahîreyê de vedigere sala 2013an, piştî ku Sîsî ku wê demê fermandarê artêşê bû, Mursî yê girêdayî koma Ixwan El-Mislimîn ji kar dûrxist, piştî xwepêşandanên ku salekê li ser desthilatdariya wî dirêj kir. Mursî hevalbendê Tirkiyayê bû û wekî yekem serokê Misirê ku bi awayekî demokratîk tê hilbijartin tê binavkirin. Her wiha, Mursî sala 2012an de dema ku serok bû, serdana Tirkiyayê kir.

Di sala 2020î de, dema ku Enqerayê hemleya dîplomasî ya kêmkirina aloziyê bi hêzên herêmê re ku di nava xwe de Misir, Erevistana Siûdî û Îmaratê cih girtin, têkiliya Misirê û Tirkiyayê baş dibû. Eger ku em li dîroka hemleya Tirkiyayê ya başkirina têkiliyan binêrin, em ê bibînin ku piştî çend mehan tenê ji êrîşa Rûsya û rejîma Sûriyayê li dij hêzên Tirkiyayê li Idlibê, hate destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, sala par, Tirkiya û Misirê li welatên hev, bayloz careke din erkdar kirin. Her wiha, Enqerayê ragihand ku wê balafirên dron ên bi çek bide Qahîrayê. Ev serdana Sîsî li Tirkiyayê, piştî serdana Erdogan li Qahîreyê di sibata borî de pêk hat, ku ev cara yekemîn bû ku Erdogan ji sala 2012an ve diçe Misirê û bi vê yekê re jî, gaveke mezin ber bi jinûveavakirina têkiliyan avêt, ku di nava deh salên borî de ev têkilî xerab bûbûn.

Erdogan dema ku li Qahîrayê bû, ragihand ku herdu welat dixwazin bazirganiyê ji 10 milyar dolaîr bikin 15 milyar dolar di demeke nêz de.

Erdogan, ev yek wekî peymanên ku ji bo herdu aliyan bisûd e da nîşandan, ew bi rastî jî wiha ye ku armancên ku Tirkiya wan vedişêre her pere û qezenc li ber wê piçûk in, ew jî ewlehiya wê ya neteweyî ye ya ku zehmet e çavdêrê derve an jî dîplomatekî biyan tirsa wê fêm bike, ku bo dîpêomasiya tirkî ya derve û hundir bûye kabûs.

Erdogan ji bo serdana Sîsî got: “Bi hizirekê ku ji bo herdu aliyan sûd e, em ê têkiliyên xwe yên piralî ber bi pêş ve bibin”, her wiha destnîşan kir ku Enqera taybet dixwaze di aliyê gaza xwezayî û enejiya nuklerî de, têkiliyan bi Misirê re, xurt bike.

Wezîrên herdu welatan, 18 peymanên derbarê hevkariya di gelek qadan de, wekî enejî, parastin, tûrîzm, tenduristî, çandinî, darayî, çand, perwerde û veguhestin, îmze kirin. Erdogan got ku derbarê doza Filistînê de, helwesta Enqera û Qahîrayê hevbeş e, lê Sîsî ragihand ku ew banga agirbestê li Xezayê û bidawîkirina tundiyê li Difa Xerbiyê, dikin.

Bi her halî, di siyaseta derve ya hemû dewletên Rojhilata Navîn de, armancên “mafên mirovan” tune ne. Ev mijar dibe derfetek ji Tirkiyayê re ya ku bêdengiya dîplomasiya erebî ya veşartî dixwaze ku mîna van mijaran li dij Enqerayê gur dikirin bi rêya alavên ragihandinî û mafî bi awayekî neyekser, mîna gurkirina platform û alavên ragihandinê yên rojavayî li ser aliyên mafî li dij Tirkiyayê. Ji bilî vê yekê jî, wê Enqera siyaseta xwe ya şerkirina nûnertiyên kurdan di hundir û dervayî welat de bi awayekî hêsan berdewam bike, li ser esasê siyaseta “sindoqa girtî” ku wezîrê hundirê  osmanî Telet Paşa derbarê Kurdistanê û Ermenistanê beriya bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekem, ragihand. Her niha tu nîşane tuneye ku têkiliyên ereban bi Tirkiyayê re wê Sûriyayê sûdê jê bigire, ango ne rejîma Sûriyayê, ne jî opozîsyon û ne jî Rêveberiya Xweser vê yekê sûdê werdgirin, lê belê dibe ku ev yek derfetek ji bo hewldanên Tirkiyayê yên tunekirina doza Sûriyayê bi tevahî be.