Ewlekarî û aborî.. Çima Tirkiya serweriya xwe ya leşkerî berfireh dike?

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Piraniya caran dema ku Tirkiya dixwaze gavekê di siyaseta derve de bavêje, dikare ku niyeta xwe ya rastîn binixumîne û di vê yekê de jî bi ser dikeve. Lewra, êdî analîz li ser tiştên ne cewherî ku Enqera dixwaze em binirxînin, çêdibe û di vê çarçoveyê de, Tirkiya propogandeyeke siyaseteke cuda dike, ku girêdayî daxwazên blokên ewlekarî, neteweperestiya tundraw û berjewendiyên karsazên nêzî hikûmetê, ji ber ku ew siyasetê bi rê ve dibin û hikûmetê diparêzin.

Ji ber vê yekê jî, pêwîst dike li tiştên fermî yên ku Tirkiya dibêje jê zêdetir were nirxandin, lê bi şertê ku beşek ji tiştên ku ew dibêje rastiya niyet û rastiya wê vedibêje, wekî axaftina li ser vegerandina axa bavûkalan li bakurê Sûriyayê û Mûsilê û Başûrê Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, gelek sedemên belavbûna Tirkiyayê û dagîrkirina wê ji dewletên cîran li Sûriya û Iraqê re hene. Lê divê dema Tirkiya dibêje ew hêza xwe belav dike û baregehên leşkerî ava dike ji bo şopandina şervanên PKKyê, em sînodar nemînin, ji ber ku Tirkiya bi vê gotina xwe hinek niyetên xwe yên rastî vedişêre.

Di vê demê de du pirsên girêdayî hev derdikevin holê: Çima Tirkiya israr dike ku bi El-Esed re lihevanînê bike û wî bibîne û çawa erê dike ku mijara “vekişandina” ji axa Sûriyayê ya ku dagîr kiriye nîqaş bike, di demekê de ku Tirkiya li Iraqê pêleke din a dagîrkeriyê dest pê kiriye nexasim li Herêma Kurdistanê, ango li welatekî ku dixwaze bibe beşek lihevkirina Erdogan û El-Esed?

Di nîvê sala 2011an de, Tirkiyayê helwesteke piştgirî nîşanî xwepêşandanên li Sûriyayê da û êdî dest bi komkirin û piştgirîdayîna dijberê El-Esed kir û bi awayekî eşkere li kêleka “opozîsyonê” nexasim hêzên îslamî, sekinî. Ev yek atmosfêreke mezhebî ya tarî de pêk hat û  Sûriya ber bi şerekî navxweyî ve bir, ku bala xwe zêdetir didan hilweşandina desthilatdariya El-Esed û avakirina rejîmeke sîxûrê Tirkiyayê, yan jî herî kêm bi Tirkiyayê re hevkar be, rejîmeke nû ku amade ye cihê Sûriyayê yê jeo-aborî, bifroşe. Lê berdewamiya çîrokê ku ji her kesî re diyar e, ku hewldanên Tirkiyayê ku Sûriya bikeve wekî Tûnisa “El-Nehda” û Misira “îxwanî” têk çûn, hişt ku Enqera gelek caran taktîkên xwe biguherîne. Lê bi her halî, tirsa Amerîkayê di serdema desthilatdariya Barack Obama de ji pêşketina meyla cîhadîst li Sûriyayê bi destekdayîna Tirkiyayê û piştre derketina kurdan di şerê li dij DAIŞê de destpêka wê ji sala 2014an ve û kurd bûne beşek ji hêmana navdewletî û herêmî ya di şerê li dij tundrawiya îslamî de, hişt ku ev mijar bi taybet bandorê li siyastea Tirkiyayê bike. Û êdî “zivirînên” tirkî dest pê kirin, ên kuj bi eslê xwe vegerêneke zelal e ji ser stratejiya têkbirina El-Esed û êdî siyasetên sînorî dest pê kir ku guhartinên demografî yên mezin li bakurê Sûriyayê pêk anî, bi taybet li deverên ku kurd lê niştecih in (Efrîn, Serê Kaniyê  Girê Spî), paşê ew Rûsyayê bi hin daxwazên xwe bûn yek, di serî de fişara li ser Amerîkayê da ku ji Sûriyayê vekişe.

Tirkiya bi gelek bihaneyan, ji wan ewlekariya neteweyî hişt berfirehbûna xwe ya “mecalê jiyangîr” li herêmên sînorî yên Sûriyayê ji sala 2016an ve û li Başûrê Kurdistanê jî ji sala 2018an ve bi berdewamî, pêk anî. Dibe ku bihaneya herî berdewam  jî, mijara şerê li dij “terorê” ye, an jî bi gotineke din: bidûketina  daxwazên kurdan, ji ber ku şerê li dij “îlhama” ku nimûneyên xwebirêvebirinê li cîrantiya Tirkiyayê, tê wateya bidûveçûna xeyalên xwerêvebirinê di hundir de. Lê tiştê ku Tirkiyayê her veşart, meyla xwe ya berfirehkirin û dagîrkeriyê li ser hesabê serweriya dewletan û aramiya wê. Di heman demê de, dema ku têkiliyên Tirkiyayê bi dewletên cîran re baş bin jî, tiştên ku salên borî piştrast dikin ango metoda  “sifir pirsgirêk” di serdema dîplomasiya Ehmed Dawud Oglu de beriya buhara ereban, armanc ew bû ku ev metod demkî ye da ku bingehên kûr were avakirin da ku destwerdanê di karûbarên dewletên cîran de bikin yên ku pirsgirêkên xwe tuneye.

A giring fêmkirina armancên aborî yên dagîrkeriya Tirkiyayê ji Bakurê Sûriyayê re ye û mayîndekirina destekdayîna komên çekdar ên girêdayî xwe, her wiha derbasbûna nava Başûrê Kurdistanê û avakirina xalên leşkerî li nêzî rêyên sereke.

Lewra, siyaseta berfirehbûn û dagîrkeriya Tirkiyayê li ser du stûnên paralel disekine:

A yekê, hewesdariya ewlekarî ya ku bi awayekî hovane û qirkirin û wêrankirina xwezayî xwe dide der, wekî ku di edebiyetên siyasî de behsa siyasetên dewletên mêtinger ji “şewitandina erdê” re di destpêka sedsala borî de. Lê di çarçoveya Sûriyayê de, welatiyên resen ên li Efrîn û Serê Kaniyê û gundên kurdan ên paşguhkirî li bakurê Helebê ji herêmên wan derxistin û li cihên wan kesên din bi cih kirin. Her wiha, di xeta sînor de komên çekdar ên girêdayî Tirkiyayê hatin bicihkirin. Ji aliyekî din ve jî, operasyona Tirkiyayê ya dawî li Başûrê Kurdistanê bi rêya bi hezaran leşker û derdora 300 tang û erebeyên zirxî û bi destekdayîna balafirên şer, nîşan dide ku Tirkiya dixwaze herêmên kurdan ên derdora parêzgeha Duhokê ji xelkê wê yê resen vala bike, bi rêya dijwarbûna topbaran û şewitandina daristan û zeviyên çandiniyê. Dibe ku avakirina xalên leşkerî yên nû li Herêma Kurdistanê, tê wateya ew herêmên dagîrkirî di siberojê de bibin baregehên leşkerî ku kurd tê de tunene û kurdên ku bîminin jî rastî bendên lêgerîna leşkerî werin. Ji ber vê yekê, divê di rewşên bakurê Sûriyayê û başûrê Kudistanê de guhartina demografîk ya ku çêbûye li ser du metodan were nirxandin; An qewirandina şêniyên resen û meşandina siyaseta pişaftina nifûsê, an jî valakirina herêmên di bin serweriya wê de, di herdu rewşan de jî guhartineke demokratîk heye, bingeha wê jî valakirin û qewirandin e.

Stûna duyemîn a siyaseta berfirehbûnê ji aliyê armancên  aborî ve têne xêzkirin. Di vê çarçoveyê de, li Sûriyayê bi nepêkanîna guhartineke kûr di binesaziya rejîma sûriyayî de ji hêla Tikiyayê ve, hêviyên Eqerayê têk çûn ku Sûriya bibe stasyona derbasbûnê ya bi pereyekî kêm ber bi dewletên Encûmena Hevkarî ya Kendavê û Sûriya bibe navenda kelûpelên Tirkiyayê piştî wêrankirina Helebê ku navenda bazirganî û pîşesaziya Sûriyayê bû û wêrankirina binesazî û vekirina karegehan û derbasbkirina wan nava Tirkiyayê. Ji ber vê yekê jî, sûdên aborî yên bakurê Sûriyayê di aboriya Tirkiyayê de tu bandorê çênake, lewra jinûvehizirandina bi rejîma Sûriyayê li şûna opozîsyona Sûriyayê, vê carê bi daxwaza Bexdadê ve girêdayî ye, ku Bexdad dixwaze tevgera bazirganî ya siyasetên herêmî yên kevn bike yek. Bi her halî, hikûmetên Sûdanî û Erdogan hewl didin ku projeya “Kanala Zuha” (ku Enqerayê navê wê kir Rêya Geşepêdanê bi rengekî ku projeyê wekî ya partiya desthildar da nîşandan) ber bi axa Sûriyayê ve bibe, da ku qîmeta Başûrê Kurdistanê wekî herêmeke derbasbûnê, kêm bike. Di vê çarçoveyê de, proje di nexşeyên xwe yên heyî de li aliyê Iraqê li deriyê Fêşxabûrê bi dawî dibe ku 28 kîlometer dûrî bajarê Zaxo ye. Tevî ku rol û girîngiya Herêma Kurdistanê di projeyê de sînodar e, lê hewldan hene ku ev rê bibe bibe madeyeke ewlehî ya bi rêjîma herêmî ve (Tirkiya, Îran, Iraq, Sûriya) ya ku bi dorpêçkirina xewnên kurdî ve mijûl e.

Bi her halî, eger ku lihevkirina bi El-Esed re pêk nehat,  serweriya Tirkiyayê li ser erdîngariyeke berfireh di nava Başûrê Kurdistanê de, di çarçoveya plana wê ya serweriya li ser beşek ji rêyên derbasbûnê di hundirê Iraqê de û destdanîna li ser deriyên Iraqê yên ber bi Tirkiyayê ve. ji ber ku Enqera dizane kî li ser rêyan serdest be, di barziganî û siyaseta derve de gotin a wê ye. Ev jî diyar dibe ku Enqera dixwaze pêk bîne, bi rêya kordîneya bi Bexdadê re, ku Başûrê Kurdistanê ji girîngtirîn çavkaniyên dahatê piştî petrolê mehrûm bike. Nexasim eger ku em asta pevguhartina bazirganî di navbera Tirkiya û Iraqê de bi bîr bixin, ku di sala 2022yan de hinardekirina Tirkiyayê ji bo Iraqê 13,8 milyar dolar bû, ku pevguhartina bazirganî di navbera herdu welatan de di heman salê de gihaşt 15.2 milyar dolarî.

Dimîne ku armancên Tirkiyayê ew e ku lihevkirina bi El-Esed re veguhere destpêkek ji sûdwergirtina berjwendiyên aborî, bi rêya teşwîqkirina çîna aborî û kartelên darayî yên hevalbendên hikûmetê. Nexasim sozên derbarê “jinûveavakirinê” û îhtîmala ku dewletên kendavê piştre destekê bidin vê dosyayê û ji cihê Sûriyayê yê jeo-aborî sûdê wergre wekî dewleteke derbasbûna kelûpelan. Her wiha, li kêleka vê yekê jî rola çîna ewlekarî ya ku bi bidûvketina kurdan hewesdar e û pêkanîna lihevhatina bi El-Esed re pêwîst dibîne, çi qasî tadeyê li “navûdengê” Erdogan jî bike bila bike. Ji ber heman sedeman, Enqera hewl dide xwe nêzî Bexdadê bike, bi rêya lihevkirinên bazirganî û ewlekarî û dagîrkirina beşên ji Başûrê Kurdistanê. Lê dibe ku ev geşbîniya Tirkiyayê rûbirûyê berjewendiyên Îranê were, ji ber ku “Rêya Geşepêdanê” zirareke eşkere dide rola benderên Îranê yên aborî, nexasim bendera Bender Ebas  û bendera Xumeynî ya li herêma Xozistanê. Di heman demê de ev xewnên Tirkiyayê zirarê digihînin berjewendiyên Îranê li Sûriyayê, bi taybet xetên tranzîtê. Di heman demê de dozên ku li ser nehatiye lihevkirin derdikevin holê: Dosyaya girtina Tirkiyayê ji para avê ya Iraq û Sûriyayê û dagîrkirina Tirkiyayê ya eşkere ji axa herdu welatan re û bandora van dosyayan li ser lihevhatinê an jî hevkariyên xeyalkirî.