Derbarê hewldanên nêzikbûna Erdogan ji El-Esed re

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyib Erdogan di van mehên dawî de gihaşt du baweriyan: A yekê, ku partiya wî ne êdî nema partiya herî bi hêz û yekem li Tirkiyayê ye û êdî piştgiriya xwe di nava gel de winda dike, ji ber pirbûna şaştiyan û nikaribû ku bi dosyayên ku ji bo welatiyan girîng e baş bide û bistîne, lewra nûnertiya xwe li kolanê ji %50 vegeriya %35 û ev rêje jî li gorî encamên hilbijartinên şaredariyan ên dawiya meha adarê ye. Her wiha tiştê din ku Erdogan tê de gihaşt wê baweriyê, ew e ku formula xwespartina milîsan û çeteyên dervayî desthilatdariya dewletê ya navendî ji bo ku siyaset û berjwendiyên dewleta Tirkiyayê pêk bîne, têk çû. Di heman demê de, lêçûna vê formulê jî êdî mezin bû, nexasim di demekê de ku aloziyeke aborî ya mezin heye û xewnên “Osmaniya Nû” li pêşiya rastiyên heyî têk çû û têkçûneke mezin di derve û hundir de. Li ser vî esasî, êdî guhartin pêwîst dikirin û biryara vegera hevkariya bi “navendê” re û rawestandina berfirehbûnê ya bi rêya çeteyan û komên mezhebî, etnîkî û herêmî yên wekî li Sûriya, Lîbya û Iraqê.

Di vê demê de, Erdogan hewl dide ku maseyê ji bo hemûyan tevlîhev bike, bi rêya bêbandorkirina kaxezên dijberê xwe di hundir de û bazarê li ser “hevlbendên” xwe yên li derve bike, ev hemû jî bo ku mayîna xwe di desthilatdariyê de mayînde bike bêyî ku têk biçe, ji ber ku Erdogan dibîne ku îhtîmal heye ew û malbata wî û mîrasa wî ya gendelî û talanî û  destekdayîna terorê, rastî lêpirsîn û cezayê werin. Lewra, li ser vî esasî hewl dide ku dest deyîne ser çeka di destê hevalbendiya CHPyê (ku di hilbijartinên şaredariyê yên dawî de hişt ku partiya Erdogan têk biçe), bi rêya çareserkirina doza penaberên sûriyayî û xelasbûna ji barê opozîsyona çekdar (ku Amerîka û Ewropayê hin komên wê wekî terorîst bi nav kirin) û vekirina rûpeleke nû bi rejîma Sûriyayê re. Ji ber vê yekê jî mîras û bandora siyaseta ku di dosya Sûriyayê de meşandiye ji holê rake û hêvî dike ku kolana tirkî jê razî be, ku niha gelê Tirkiyayê di aloziyeke debarê ya mezin de ne û hikûmet jî guh nade hundir û tenê bi dosyayên derve ve mijûl e û aborî  û karûbarê welatiyan paşguh kiriye.

Dibe ku armanca hikûmeta Tirkiyayê ya sereke ya meşandin û pêkanîna vê siyaseta nû, rizgarkirina Erdogan e, di demekê de ku guhartinên mezin di nava Tirkiyayê de çêdibin. Ji wan guhartinan gel dev ji “olîgarşîya” mêrê desthilatdar û malbata wî û yên nêzî wî berdan û dijberê wî hilbijartin, lewra girîngtirîn bajar ji destê AKPyê derketin û ketin destê hevalbendiya CHPyê. Ev yek jî nîşaneya têkçûneke mezin di hilbijartinên serokatî yên sala 2028an e. Lewra, alava ragihandinê û “teorîk” a Erdogan û partiyan wî, vê siyaseta xwe ya ji nişkeve rewa dikin, qaşo di bin navê “pêvajoya nû” de û vegera xweber a ber bi siyaseta “sifir pirsgirêk”, ango dê nema nearamiyê gur bike û dest ji milîsan û dagîrkirina axa derdorê berde û dê tenê têkilyên siyasî û dîplomasî bi paytex û navendan re bike.

Lê di rastiyê de, ev siyaseta nû ne ku ji ber pê bawer dike (rawestandina piştgiriya milîsan li dewletên cîran û bidawîkirina dagîrkirin û operasyonên leşkerî )lê belê tedbîrên awarte  ne yên neçarî ye da ku kolanê razî bike û çekên di destê opozîsyona Tirkiyayê de ku tê de bi ser ket bêbandor bike û bikaranîna wê li dij hemûyan bi awayekî balkêş. Encam jî wiha ye: Hevalbend bû dijber û dijber jî bû heval û hevalbendê nêz!

Erdogan û partiya wî bi vê derbeya mezin dixwazin ku hevalbendiya CHPyê tengav bikin û pêkanîna sozên ku ji gel re dane ew jî xelasbûna ji barê penaberên sûriyayî û qutkirina têkiliyan bi komên çekdar re û vegerandina têkiliyan bi rejîma Sûriyayê re û guh bidin karûbarê navxweyî da ku rewşa aborî baş bikin û debar hemwelatiyan xurt bikin û aloziyên rojane derbas bikin. Ango dixwazin bêjin ku: Pêwîst nake ku hûn li benda opozîsyonê bin da ku were ser desthilatdariyê, em ê hemû sozan îro û niha pêk bînin!

Li ser vî esasî Erdogan hemû têkiliyên xwe xistin dewrê da ku pêvajoya nû pêk bîne û di vê çarçoveyê de, Rûsya û Iraqê xistin mijara lihevkirina bi rejîma Sûriyayê re û rojane nameyan dide serokê Sûriyayê Beşar El-Esed ku dixwaze wî bibîne û rojên berê vegerin, ku encûmeên stratejîk û hevdîtinên malbatî yên germ hebûn.

Li kêleka vê siyaseta Erdogan û ji bilî kelemên ku li pêşiya wê derdikevin, saziyên Tirkiyayê yên taybet bi rastî dest bi vegerandina bi hezaran penaberên sûriyayî li herêmên ku dewleta Tirkiyayê dagîr kiriye û di bin serweriya opozîsyona çekdar a girêdayî Enqerayê de ye, kir. Her wiha hinek ji wan yekser vegerandin herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyayê de, di vê çarçoveyê de dezgehên ragihandinê bi sedan rewşên binpêkirinê derheqê penaberên ku vegeriyane çi ji aliyê komên “Artêşa Niştimanî” ya girêdayî Tirkiyayê û çi jî aliyê îstixbaratên rejîma Sûriyayê, piştrast kirine. Lê tevî vê yekê jî bi hezaran herêmên wekî dojeh ên di bin dagîrkeriya Tirkiyayê û rejîma Sûriyayê de dipejirînin, ji mayîna li Tirkiyayê baştir dibînin, ku rojane heqaret li rûmeta wan tê kirin û rastî êrîş û binpêkirinên nîjadperestî tên. Her wiha di hin bûyeran de, kuştin jî û birîndarbûnên metirsîdar çêbûn. Di vê çarçoveyê de, di hefteyên borî de êrîşên mezin ên nîjadperestî li dij penaberên sûriyayî li gelek bajarên Tirkiyayê çêbûn. Ev êrîş çêbûn, di demekê de ku Erdogan û endamên hikûmeta wî yên fermî daxuyanî didan û tê de bang li rejîma Sûriyayê dikirin ku bi Enqerayê re li hev bike û hemû dosyayên bi girêk çareser bikin, di nav de jî dosya opozîsyona çekdar û herêmên ku Tirkiyayê di salên 2016, 2018 û 2019an de dagîr kirine  radestî rejîma Sûriyayê bike, bi hev re kar bikin bo vegerandina penaberên sûriyayî yên li Tirkiyayê ku hejmara wan bi milyonan e.

Erdogan bi demê re ketiye hevrikiyê da ku dosyayên ku ew dibîne bûne sedema têkçûna AKPyê di hilbijartinên dawî de û piştgiriya wî kêm bûne ku dibe bibe sedema têkçûna desthilatdariya wî, çareser bike. Di vê çarçoveyê de, dosyayên vegerandina bi milyonan penaberan bo Sûriyayê (ku piraniya wan malûmilkên xwe difroş in beriya ku ji Tirkiyayê derkevin û berê xwe bide cihekî din li cîhanê), xelasbûna ji dosyaya opozîsyona çekdar, avakirina têkiliyan bi rejîma Sûriyayê re, hevdîtina bi El-Esed re û bihevrekarkirin li dij Rêveberiya Xweser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê,  lewra ev dosyayên borî wê bihêlin ku piştgiriya xwe ji kolanê careke din vegerîne û kaxezên di destê opozîsyonê de bêbandor bike û di encamê de, derfeta mayîna xwe di desthilatdariyê de, zêde bike. Her wiha, Erdogan texmîn dike ku dikare El-Esed û rejîma Sûriyayê razî bike, ji ber ku dibîne Rêveberiya Xweser metirsiyeke hebûnê ye ji bo Tirkiya û Sûriyayê, lewra ev yek tê wateya ku rejîma Sûriyayê li dij Rêveberiya Xweser kar bike. Tevî ku ev îhtîmal lawaz e ji ber rewşa heyî ya rejîmê û hebûna Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dij terorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê.

Her wiha, Erdogan texmîn dike ku vekirina deriyê Sûriyayê li pêberî wî, ji hêla rêjîma Sûriyayê ve, wê derfetek çêbibe ku bi rêya Sûriyayê wê derbasî nava aboriya herêma ereban bibe. Ji ber ku Tirkiya dixwaze ku Sûriyayê wekî dergeheke bejahî ji bo kelûpelên xwe derbasî nava bazara ereban (Urdun û Kendava Erebî) bike, bi kar bîne  û di jinûveavakirinê de, “para şêr” ji xwe re bibe piştî ku alozî li Sûriyayê bi dawî bibe. Di heman demê de, Erdogan û tîma wî gelek soz dane şerîketên Tirkiyayê û bizavên aborî, ku eger têkilî bi rejîma Sûriyayê re vegeriya wekî berê, wê di jinûveavakirina Sûriyayê de, roleke girîng bide wan.

Mijara dawî jî  projeya “Rêya Geşepêdanê” ye ku tê payîn Kendava Erebî bi Ewropayê ve girê bide bi rêya Iraq û Tirkiyayê. Her wiha, Erdogan armanc dike ku Sûriyayê bibe beşek ji rêya derbasbûnê, ne dergehê Fîşxabûrê, ku dikeve bin serweriya PDKyê. Di vê çarçoveyê de, Erdogan naxwaze ku Hewlêr sûdê ji gumrika derbasbûna kelûpelan bigire, lê belê Erdogan hewl dide ku El-Esed bi pirojeyê û dahatiyên wê yên aborî xir bike, ji ber wê, fişara Tirkiyayê ya bo derbasbûna Rêya Geşepêdanê di deverên rêjîma Sûriyayê re, wekî bertîleke berçav e bp vegerandina têkilyan di navbera Şam û Enqerayê de.

Di nêzîkbûna Erdogan ji rêjîma Sûriyayê re; ku wekî berdewamiya siyaseta ku berî demekê bi rêya nêzîkbûna ji hikûmeta Misirê û hin dewletên kendavê dest pê kiriye û hişkbûna bi milîs û komikên ku bo dagîrkirinê ew bi kar anîn, hin hesabên hundirîn hene ku armanca wê ya sereke ew e ku Erdogan û partiya wê li ser desthilatê bihêle, her wiha program û planên opozîsyonê têk bibe, opozîsyona ku pilan dike ji wan û desthilata wan ya ji 2002yan ve xelas bibe (piştî ku sala 2015an MHP bû hevalbenda AKPyê, barê opozîsyonê girantir bû).

Di asoyan de tu bernameyên çareserî an jî guhartinek di meyl de, an jî pejirandina diyalogê û dûrketina ji zimanê çek û şer, tuneye. Ev jî siyaseta “rêvebirina aloziyê” ye di demekê de ku stratejiyek Erdogan ya sabit heye ew jî belavbûna serweriya siyasî û aborî ye û destwerdana di karûbarên dewletên cîran de û bikaranîna hemû têkiliyan çi bi rejîma (navendî) çi jî bi opozîzyonê re ya ku hin alî di destên wê de hene û di bin destê artêş û ixtixbaratên Tirkiyayê de ne, da ku guhartineke demokratîk a rastîn li deverê pêk neyê û şerê nasnemeya kurdî bike, li ku derê be û bi çi temenî be.