Rêveçûyîna lihevanîna “ne pêkan” a di navbera Enqera û Şamê de

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية  

Di demekê de ku nûçeya rojnameya “Aydinlik” a tirkî ya derbarê hevdîtina îstixbaratî ya Tirkiya û Sûriyayê li baregeha Hemîmîm a rûsî ya li ser berava Sûriyayê dihate piştrastkirin û redkirin, lê ya piştrastkirî ew e ku hevdîtina ku rojnameya tirkî ew binavkirî ku yekem car hevdîtineke wisa çêdibe, ne li gorî rojnameyê ye û mezinbûna ku daye wê hevdîtinê. Ji ber ku hevdîtina herî girîng û dûrî peywendiya îstixbaratî ya di navbera Şam û Enqerayê de, di kanûna 2022yan de li paytexta Rûsyayê pêk hat, dema ku wezîrên parastinê û rêveberên îstixbaratî yên sûriyayî, tirkî û rûsî li ser maseyê hatin gel hev. Her wiha piştre jî, hevdîtina ku di 2023yan de çêbûye û wezîrên karên derve yên dewletên borî û wezîrê Îranê jî tevlê bû. Di wê demê de, lihevkirin li ser  gelek mijaran çêbû bi sernavê stûr, lê tiştek li ser rûyê erdê pêk nehat.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Hekan Fîdan piştî vegera ji Mosko, eşkere kir ku welatê wî dixwaze bi Şamê re li hev bike. Lê Şamê jî bi rêya serokê Sûriyayê Beşar El-Esed piştî hevdîtina wî bi nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Aleksander Lavrentiev re bersiv da û El-Esed da zanîn ku welatê wî ji hemû “însiyatîfên girêdayî têkiliyên di navbera Sûriya û Tirkiyayê de” vekiriye, ku El-Esed bal kişand ser însyatîfên Rûsya û Iraqê.

Tiştên ku berê çêbûne

Hinek ji encamên civînên Astanayê û hevdîtinên Mosko ku di herdu salên borî de çêbûn, her dewletê ji dewleteke din bi awayekî cuda ew encam şirove dikir, nexasim ên girêdayî “têkoşîna li dij terorê û rêxistinên cudexwaziyê.” Her wiha benda ku banga “nebelavbûna hêzên biyanî li ser axa Sûriyayê” dikir jî, bendekî sosret bû ku dewletên biyan ku hêzên xwe yên leşkerî li ser axa Sûriyayê belav dikirin, nivîsandin. Bi balkişandina li ser geşbîniya Tirkiyayê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê yê berê  Hulusî Akar piştî hevdîtinê, ragihandin ku “Sûriyayê û Tirkiyayê wê navendeke kordîneya hevbeş li ser axa Sûriyayê ji bo şerê li dij terorê ava bikin”. Ev yek jî tê wateya xapandinekê ji aliyê Tirkiyayê ve da ku hêzên xwe bi erêkirina Şamê di nava axa Sûriyayê de bihêle. Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê yê niha Yaşar Guler piştî serdana Erdogan bi şandeyekê di dawiya nîsana borî de li Bexdadê, eşkere kir ku welatê wî û Iraqê biryara avakirina navendeke operasyonên hevbeş ên di navbera herdu welatan de, girtine.

Dibe ku bi sûd be em bînin ziman ku rojnameya “Aydinlik” a Partiya “El-Weten” e ku Dogu Perinçek rêveberiya wê dike û ew wekî yek “ewrasyayên” nêzî rejîma Sûriyayê tê naskirin û herdem li gor pêwîstita rêjîmê tev digere. Di germahiya xistina balafireke rûsî ya cureya “Sukhoi 24” di cotmeha 2015an de,  Dogu Perinçek yek kesayetên lihevhatina nêzikbûna Rûsyayê û Tirkiyayê derket holê. Di wê demê de, wêneyê nevbeynkarê tirk hat mezinkirin û di ragihandinê de amaje bi wê yekê hat kirin ku desthilata “ewrasyayîyan li ser hesabê desthilata “etlesiyan” bilind bûye di hundirê hikûmeta Tirkiyayê de. Ji ber vê yekê jî, bazara kirîna sîstema parastinê ya hewayî ya Rûsyayê “S-400” a bextreş, bû yek ji nîşaneyên girîng ku Erdogan ber bi Rûsyayê ve çû û bû sedem ku nakokiyên kûr di navbera Tirkiya û Amerîkayê de çêbibin. Bi her hal jî, rojname nikare nûçeyeke bi vî rengî çêke, bê çarçoveya giştî ya ku hikûmet dixwaze. Her wiha, dibe ku hevdîtina Hakan Fîdan bi serokê Rûsyayê re Pûtin, tiştek ji daxwazên dewleta Tirkiyayê vê carê li ser zimanê Dogu Perinçek, eşkere bike.

Berîka Fîdan

Gotara “Aydinlik” piştî vegera Fîdan ji serdana Mosko û hevdîtina wî bi  Pûtin re ku desteka Mosko derbarê tevlêbûna wê nava bloka “BRICS” wergirt, hate belavkirin. Di serdanê de, pêwîstiya Tirkiyayê ji aborî, gaz û veberhênana rûsî re û destekdayîna hevkarên xwe yên aborî di “BRICS” de, derket holê. Diyar e ku başbûna têkiliyan bi Mosko re, dibe ku pêwîstiya wê bi nirxandineke derbarê Sûriyayê de heye, ji ber ku Sûriyayê nuqteya rûbirûye piratîk e û ev yek jî hişt ku wezîrê tirkî bang li rejîma Sûriyayê û opozîsyona Sûriyayê bike ku li hev bikin da ku li dij “HSD”yê şer bikin. Her wiha, daxwaza Fîdan a normalîzekirina bi Şamê re, li gorî ku wî ji kanala “Haber Turk” re ragihandî ye, di nava xwe de hinek hinek xwediserredîtin heye di çarçoveya vexwendina rêjma Sûriyayê de ji ber ku “bi awayekî aqilan vê rewşa bêşeriyê keysbaz dike da ku pê pirsgirêkên xwe yên destûrî çare bike.”

Li beramberî daxuyaniya Fîdan, daxuyaniya serokê Sûriyayê Beşar El-Esed derket holê, ya vebûna welatê wî ji hemû însiyatîfan re  “li ser esasê serweriya dewleta Sûriyayê li ser tevahiya axa Sûriyayê û şerê hemû rengên terorê û rêxistinên wê”, ku ev heman tiştên berê dubare kir, lê ne bi asta tundiya ku berê digotî.

Dibe ku banga Fîdan a tevlêbûna hêzên rejîma Sûriyayê û milîsên çekdar ên Sûriyayê, alternatîveke teorîk be ku Tirkiyayê erêkirin yan ji Amerîka yan jî ji Rûsyayê standiye, da ku şerekî din li dij herêmên Rêveberiya Xweser, pêk bîne. Lê nîşaneyên ku hene û tevî soza serokkomarê Tirkiyayê Erdogan ku wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê “havîneke germ” bibîne, tu aliyî piştgiriya wê nekir. Bi gotineke din, nîşaneyên ku Rûsya an jî Amerîka erêkirinê bide ku da şerekî wisa pêk bîne, tuneye. Her wiha, ne gengaz e ku herdu hêzên ku şerê hevdu li Sûriyayê dikin, tevlîhev bikin, her çiqas ku li ser kaxezê be jî. Lewra, armanca daxuyaniya Fîdan ew e ku nûkirina cehwera hevkariya bi Rûsyayê re ye û garantî bide Rûsyayê li ser berdewamkirina peymanên wan ên berê, nexasim  eger ku em li daxuyaniyên wî piştî serdanê binêrin ku çawa îşaret bi lihevkirina bi Rûsyayê re kir, da ku şer çênebe.

Ne diyar e ku di berîka Fîdan de tiştekî nû heye, ji bilî tiştên ku hewl daye û wezîrê beriya wî jî Mewlud Çavuşoglu di dema xwe ya dawî de bi dest nexistiye, her çiqas ku Şam bi însyatîfên lihevkirinê bi şert erê bike jî. Ji ber ku rejîma Sûriyayê, di asteke mezin de xwe dispêre faktora demê û pêkanîna guhartinan di nava hundirê Tirkiyayê de, li şûna ku xwe bispêre guhartina rêbazên hikûmeta Tirkiyayê ya heyî.

Însiyatîfa Sûdanî: Navbeynakariya xwenîşandanî

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeîa Sûdanî di destpêka hizêrana borî de, eşkere kir ku wî navbeyankarî di navbera Erdogan û El-Esed de, kiriye. Sûdanî piştî ku rêzelihevkirin bi Tirkiyayê re di nîsana borî de pêk anîne, li roleke çalak a hikûmeta xwe di nava qada herêmî de digere tevî ku rolê wiha di nava siyaseta Bexdadê de kêmpeyda ye. Beriya wê jî hikumeta Sûdanî eşkere kir ku wê asta tundiyê di navbera Tehran û Washingtonê de kêm bike, lê bê ku tiştek li ser rûyê erdê pêk were, an jî Iraqê ji şerê di navbera wan de, biparêze. Tiştê ku Sûdanî dizane cewhera pirsgirêka lihevkirinê ne tiştek fenî ye ango herdu rejîmên sûriyayî û tirkî li ser maseyekê werin gel hev, lê di daxwazên herdu welatan de ye.

Tiştek ji însîyatîfa Sûdanî nayê texmînkirin ku Rûsyayê bi xwe nikarîbû tiştekî wiha pêk bîne. Ji ber ku tu tiştekî balkêş di nava kaxezên navbeynkarê iraqî de tuneye ku pê birêveçûyîna lihevhatinê pêk were. Eger ku em projeya “Rêya Geşepêdanê” bidin aliyekî, ku wiha diyar e ne projeyeke bi şewq e heta ji bo tirkan bi xwe jî, hikûmeta Sûdanî hêza wê ya berdewamkirina însîyatîfa xwe tuneye, lê tenê eger ku dixwaze bi rêya vê lihevkirinê, nexşeya pêkanîna projeyê biguherîne û bihêlek ku beşek ji jê di nava axa Sûriyayê de derbas bike da ku di nava axa Başûrê Kurdistanê de derbas nebe, lê di vê rewşê de jî wê dibe ku Sûdanî rastî dijminetiya kurdên Iraq û Sûriyayê jî were. Her wiha, guhartina reşnivîsa nexşeya projeyê, pêwîstiya wê bi erêkirina Amerîkayê heye. A herî giring jî, dibe ku projeya rê bibe wekî projeyên din ku tenê li ser kaxezê man û hikûmetên Iraqê jî ji dema Nûrî Malikî ve hewl didin ku van projeyan wekî projeyekî herêmî bi nav bikin, ku dibe rewşa Iraqê biguherîne, Sûdanî jî heman tiştî li ser projeya xwe dibêje.

Bi her halî, her çiqas ku hevdîtin pir bibin an jî navbeyankar kedê bidin da ku Şam û Enqere nêzî hev bikin jî, lê faktora piratîk ku rêveçûyîna lihevkanînê di destê rewşa navxweyî ya herdu welatan de ye. Her wiha, guhartina nêrîna Tirkiyayê ya derketina ji axa Sûriyayê ne pêkan e eger ku em li hevalbendiya desthildariyê binêrin, ev yek jî Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de piştrast kir û got ku Tirkiya nikare di “zindana” sînorê xwe de bimîne. Ev yek jî nêrîna eşkere ya projeyên berfirehbûna Tirkiyayê eşkere dike. Di heman demê de, Şam jî ne pêkan e ku lihevkirinê erê bike, di demekê de ku hebûna leşkerî ya Tirkiyayê li ser axa Sûriyayê heye û Şamê jî ev yek wekî şertekî esasî yê lihevkirinê nîşan da, her wiha li kêleka wê jî ku Tirkiyayê dev ji destekdayîna komên çekdar ên opozîsyonê berde.