Hafiz El-Esed.. xwendinek di desthilat û mîrasa wî ya siyasî de

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Di pirtûka Mihemed Heyder de ya bi navê “Beis û qutbûna mezin” (çapa 1998an bê ku weşangerî diyar bibe), di axaftina li ser biryara kongreya Partiya Beisê ya dûrxistina wezîrê parastinê Hafiz El-Esed û serekerkan Mustefa Tilas, em ê van hevokan bibînin: “Bi texmîna min, lîwa Selah Cidêd bi awayekî tam zanîbû ku wezîrê parastinê û yên bi wî re wê biryarê pêk neînin, her wiha wê neçar bibin ku tedbîran pêk bînin da ku derkevin ser dika desthildariyê, ev yek wan neçar dike ku bi awayekî nerewa li gor partiyê xuya bibin û xuya dike ku wî xeyal dikir ku dê cemawerê kedkar karibe tevfera artêşê têk bibe. Her wiha texmîn dikir ku wezîrê parastinê nikare rêveberiya welat bike (186)”. Diyar e ku ev nêrîna wî bû ji sala 1964an ve, dema ku li dij Mihemed Imran sekinî yê ku red kir Hafiz El-Esed bibe lîwa. Her wiha, ku piştî tevgera 23yê sibata 1966an dema ku Wezareta Parastinê da wî, Selîm Hatûm û efserên din ên durzî yên ku roleke sereke di wê tevgerê de lîstibûn, tengezar bûn. Li gorî texmînan, sê rûpelên ji axaftina Hafiz El-Esed di wê kongreyê de (rûpelên 197-198-199 ji pirtûka Mihemed Heyder), ev nêrîn li gel lîwa Selah çêkir ku kesayeta Hafiz El-Esed lawaz e, dema ku Hafiz El-Esed behsa çawa desthildarî hate veguhastin  dikir ku lîwa Selah di nava erkan de dihate guhartin (alîkarê berpirsê karûbarê efseran-serokê erkanan-fermandariya neteweyî-fermandariya qitirî –sekertêrê giştî yê alîkarê partiyê) di vegotinekê de ku dibe ku tê de heyranî, çavreşî, tirs û nefret tê de tevlihev bibin. Heger ne wiha be e, nikarin şirove bikin ku piştî axaftina wê bi çend rojan ew 23 salan xist zindanê de, heta ku di sala 1993yan de mir.

Di vir de nayê zanîn ku eger lîwa Selah Cidêd nirxandina xwe ya şaş ya derbarê Hafiz El-Esed dema ku di 13ê mijdara 1970î de bi wî re rûnişt nas kir, ango piştî rojekê ji bidawîbûna kongreyê, ku bi baylozê Sovyetê Nûredîn  Mihyedînov bi Hafiz El-Esed re rûnişt. Di vê çarçoveyê de, Nûredîn Mihyedînov ji Selah Cidêd re ev pêşniyaz kir “Itîrafkirian bi biryara 242 li beramberî fişarê ji bo rawestandina tedbîrên derbeyê ku tîma Hafiz El-Esed dest pê kiriye”(Merwan Hebiş: “Dîmen û rastî ku kesekî şahid vedibêje li bara hilgerana tişrînî”, xeleka yekem ku li ser malpera xwe ya facebook belav kir). Lê piştî nîvroya wê rojê, dema ku pêşniyaza baylozê Sovyetê red kir, hate girtin. Her wiha dibe ku heta pîvanên navdewletî jî di ber çavan re derbas nekiribin, dibe ku rehendên wê yên navdewletê jî nexwendin yên ku gihan Washington û Tilebîbê ku rê nedin hêzên hewayî yên hêzên Sûriyayê ku beriya du mehan derbas bûbû ji bo destekê bide hêzên berxwedana Filistînê li dij artêşa Urdunê. Her wiha texmîna herî mezin jî Selah Cidêd nizanîbû ku rêveberekî Ixwan El-Mislimîn Emîn Yekin ji sala 1969an ve peywendiya xwe bi Hafiz El-Esed re hebû, ji bilî peywendiya xwe ya bi bazirganên Şamê re. Dibe ku hemû tiştên borî, kurteçîroka derbeya 13-16 mijdara 1970yî ya hêsan, şirove dike. Lê dewamkirin û aramiya desthilatdariya Hafiz El-Esed heta sala 2000î, wêneyê wî piştî nimêja cejnê ku tê de neqîbê bazirganên Şamê Hac Bedirdîn El-Şelah û muftiyê komarê Şêx Ehmed Kiftaro û şêxê terîqeta Neqeşbendiyê, şirove dike.

Mirov dikare rêbazê desthilatdariya Hafiz El-Esed bi rêya tiştên ku Dr. Cemal Etasî di sala 1966an de di navbera wî û Hafiz El-Esed de di destpêka 1973yan de çêbûye, kurt bike. Di vê çarçoveyê de, Cemal Etasî li dij madeya 8an a projeya destûrê derket ya ku digot “Partiya Beisê ew rêvebera dewlet û civakê ye” û daxwaza belavkirina azadiyan kir. Lê Hafiz El-Esed ji wî re got, xelk azadiyê naxwaze, lê belê “ew sê beş in; beşek dixwaze bixwe û vexwe û bi awayekî baş zarokên xwe perwerde bike û rêjeya van ji gelê Sûriyayê ji sedî 90 e, em wan razî bikin.  Beşê din, li dij hukim in û serê wan hişk e, em ê serê wan nerm bikin bi rêya erkdariyê û pereyan, rêjeya wan ji di Sûriyayê ji sedî 5 e. Lê ji sedî 5ê mayî jî, ew dijberên serhişk in û dawiya wan jî di zindanan de ye”. Her wiha, wêneyê wî bi El-Şelah û Keftaro re hersê stûnên hundirîn yên desthilatdariya wî bestnîşan dike ku saziya leşkerî-ewlehî tê de efserên elewî serdest bin û hevlbendên bazirgan çaksazkaran in ku piraniya wan sunî ne û ji bajarên mezin in, a sêyan jî saziya îslama fermî bû ango şêxîtiya sundî bi beşê xwe yê fetwe û weqfê û şaxên wê yên rêbazê sofî û rêxistinên mîna qebîsiyat, ev tev de ji bilî tevgera selefî ya ku li tenişta desthilatê sekinî li dij Ixwan El-Mislimîn di bûyerên 1979-1982yan de, ku ew bi wê nêrînê re ne ya şîretkirina desthilatê ne lidijderketin wê û lidijderketina wê “fitne” ye, mîna Şêx Keftaro, Şêx El-Eşerî û Dr. Mihemed Seîd Remedan El-Bûtî.

Li ser asta hundirîn jî, Hafiz El-Esed piştgiriyeke xwe ya mezin di hundir de hebû, ku diyardeyên wê bi xêrhatina bazirganên Şamê û gelê Şamê bi awayekî giştî, bi Hafiz El-Esed diyar bû. Her wiha, dema ku Hafiz El-Esed di sala 1971ê de xwe ji bo serokatiya komarê hilbijart, li bajarên Heleb û Hemayê rastî pêşwaziyeke pir mezin hat, ku wekî pêşwaziya Cemal Ebdulnasir di serdema yekitiya Misir û Şamê de bû. Her wiha, dibe ku ev yek wekî nerazîbûna xelkê bajaran ji meyla çepgirî ya rejîma 23yê sibatê bû, lê tê tercîhkirin ku pêşwaziyeke bi azadiya siyasî-aborî-civakî bi ku rêjîma 13-16ê mijdar dabû xuyakirin. Hafiz El-Esed tu çewisandinên birêxistinkirî pêk neanî, ji bilî ku li dij rêxistinên sivîl  û leşkerî yên “El-Şibatîn” ango koma 23yê sibatê bi kar anî. Piştre ev çewisandin li dij beisiyên Iraqê bi kar anî, ku di buhara 1975an de li dij wî bi rêxistineke mezin derket bi serokatiya Merwan Hemewî ku berpirsê ajansa SANA bû. Her wiha, dema ku Ixwan El-Mislimîn di sala 1973yan de li dij destûrê li Hema û Laziqiyê derketin xwepêşandanan, wê demê girtin sînordar bû. Piştre di sala 1975an de, hemû girtî hatin berdan ji bilî şêx Seîd Hewa ku beriya referanduma serokatiyê di sibata 1978an de, hate berdan. Lê piştre dema ku îslamperestan dest bi rûbirûna çekdarî di havîna 1979an de kirin û hêzên çepgir ev yek wekî derfet dîditin da ku bernameya xwe bi rêya“kombûna niştimanî ya demokratîk” an jî bi rêya “Kombenda Xebatê ya Komunîst” belav bikin.  Wî herkes da ber pêla çewisandinê ku ew pêl sivik nekir heta rêjîma wî cihê xwe girt, dema ku tev li koalîsyona navdewletî ya li dij Iraqê bû piştî ku Sedam El-Hisên Kwêt di sala 1990î de dagîr kir.

Lê di aliyê aborî de, di serdema Hafiz El-Esed de kapîtalzîmeke nû derket holê, piştî mirina kapîtalîzma kevn piştî 8ê adara 1962yan de. Ew hevgirtina samandarên nû bû bi rêya cihê wan di desthilatê de yan jî kapîtalîstên ku bi rêya beçdariya bi berpirsyaran re di desthilatê de zengîn bûn, bi rêya du pêvajoyan bû: Ya yekem bi sîstema avahîkarêm ku saziyên dewletê bo pêkanîna projeyên xwe wan bi cih dike, ev yek ji sala 1974an de dest pê kir, a duyem sala 1991ê bi biryara 10an ya ku rê da xwdîsamanan veberhênanê bikin. Tevî aloziya aborî ya ku di salên 1985-1990î de xuya kir, çewisandin û di destxwedehiştina desthilatê ne bi siyasetê re her wiha siyaseta xizankirinê ya ku kurê wî meşand li beranber çînên navên yên ku derdora 30 salî alava aborî ya bazarê bû.

Ji hêla siyaseta derve ve, eşkere bû ku dilxweşiyeke navdewletî di Şerê Sar de li bara rêjîma Hafiz El-Esed hebû yê ku biryara 242yan ya ku ji Encumena Ewlehiyê derket, erê kir, piştî şerê 1967an. Ew di encama lihevkirinekê di navbera Kremlin û Koşka Spî de hat ser desthilatê, hevdemî rehetiya wan ji rahiştina rêjîmekê ku pabendî xetên sor nedikir, wekî ku di rêya destwerdana leşkerî ya sûriyayî li Urdinê xuya kir, di îlona 1970yî de. Ew rehetiyeke ku serokê Misirê Enwer El-Sadat û Şah Fêsel li Siûdiyê pê hevbeş bûn. Çaxa ku şerê 1973yan bi Hafiz El-Esed re çêkirin, herduya xwest “bilivin” ne “rizgar bikin” bi armanca dîtina çareyekê li gor biryara 243 bo kêferata erebî-îsraîlî.

Lê nelihevkirinên El-Esed-Sadat dest pê kirin çaxa ku Sadat ber bi çareya tekane çû di dûrxistina hêza “kîlo 101” de sala 1974an de paşê lihevkirina Sînayê sala 1975an. El-Esed xwe jê qut kir çaxa ku Sadat di 1977yan de serdana Îsraîlê kir û peymanên Kamp David. Li vir, em dikarin têbîn bikin ku Hafiz El-Esed bi Siûdiyê re neket dijberiyê di dirêjahiya desthilata xwe de. Nelihevkirina wî bi Misirê re sedema wê tekaniya Sadat bû ji ber ku li wî venegeriya. Lê bi Iraqê re, nelihevkirineke dirêj bû Şamê hewl da wê bişkîne da ku nehaziriya Misirê dagire bi rêya nêzîkbûna ji Bexdadê piştî peymanên Kamp David di payîza 1978an de. Lê ev tev de bi dawî bû çaxa ku Sedam Hisên, Ehmed Hesen El-Bekir di havîna 1979an de têk bir.

Li ser asta têkiliya bi Moskoyê re, nelihevkirinek tenê çêbû, ew jî çaxa ku destwerdana leşkerî li Lubanên sala 1976an de çêbû, li dij berxwdana filistînî û çepgiriya lubnanî, ev destwerdanê hişt lihevkirin di navbera Hafiz El-Esed û Moskoyê de çêbibe. Ev lihevkirin heta roja mirina wî berdewam kir, tu tiştî ew qut nekir ji bilî nixumandina Washingtomê ji dagîrkirina Îsraîlê ya Lubanê havîna 1982yan û heta payîza 1989an ma çaxa ku lihevkirina sûrî-amerîkî li bara Lubanê vegeriya bi rêya lihevkirina Taifê. Paşê ev yek mezin bû bi rêya koalîsyona navdewletî ya li dij Iraqê ya ku yek ji winayîyên wê dûrxistina Mîşêl Ewn ji qesra Beibedayê bû di cotmeha 1990î de û hişt ku Sûriya serweriyê li Lubnanê bike. Tê tercîhkirin ku nêzîkbûna Hafiz El-Esed ji Washingtonê re xwendina wî bû ji sala 1989an de ku payîza hêza Sovyetê ya cîhanî bû û serweriya tekane ya Amerîkayê li ser cîhanê.

Tê tercîhkirin ku derbaskirina îraniyan ji Lubanê re di havîna 1982yan de berteka erêkirina amerîkayî ji êrîşkirina îsraîlî re bû. Çaxa ku danûstandin bi Tilebîbê re kir bo lihevkirina sûrî-îsraîlî, pêwîstiya wî bi Hizbulahê çêbû li başûrê Lubanê wekî alaveke fişarê li ser Îsraîlê ji ber ku nikarîbû Colanê bo vê yekê bi kar bîne. Her wiha wekî hevalbendekî baldar ji Îranê re ma û nebû pêveka wê wekî kurê xwe.

Bi giştî: Hafiz El-Esed lîstikvanekî mezin bû di siyaseta herêmî de bi dewletên herêmê re û bi dewletên mezin re yên bandorker li Rojhilata Navîn. Ew xwendevanekî jêhatî bû ji kevala ceosiyasî re û veguhartinên wê. Wî karîbû di dema 1976-2000î de Sûriyayê bike lîstikvaneke mezin li deverê, ne wekî berê bû ku meydana kêferatê bû. Her wiha ew xwendevanekî zîrek bû ji hevsengiya ne di hundirê Sûriyayê de. Lê ew mêrekî desthilatê bû dizanîbû çawa wê xurt bike û piştgiriya wê bike û rê li ber derbeyên li dij wê bigire. Lê ew ne mêrê dewletê bû ku saziyan ava bike û li paç wî berdewam bikin. Tê tercîhkirin ku xirabiya di navbera salên 2011-2024an de ji encama wî bû.