Sûriya.. şerê li dij hiş û bîreweriyê
Nivîskar: Hisên Sîno
Di dîmenekî şok û biêş de ku kamîreyan belge kir û wekî agirê di kayê de belav bû, endamên desthilatdariya nû li bajarê Helebê “Peykerê Şehîdan” yê li qada Sedalah Cabirî rûxandin. Ev peyker jî, yek ji nîşaneyên sembolîk ku bûbû beşek ji bîreweriya Helebê û xelkê wê. Mirov nikare vê bûyerê tenê wekî rûxandineka kevirekî bibîne, lê belê heqareteke eşkere li dij bîreweriya gelê Sûriyayê ye û kêmkirina bi zanebûn ji sembolên wê yên dîrokî ku nasnameya wê ya çandî û şaristanî ava dike.
Tiştê çêbûye ne tenê karekî takekesî bû, lê belê berhema hizira tekfîrî ye ku peykeran tenê wekî “pûtan” dibîne û hebûna peykeran wekî “hevparê xwedê” dibîne, bi vê yekê re jî nîşaneyên sembolîk ên van nîşaneyan ku xwedî nirxekî niştimanî û dîrokî ne di jiyana gelan û neteweyan de. Xwediyên ev hizira tundraw ku peykeran wekî sûc dibîne, lê di heman demê de sûcên herî kirêt li dij mirovahiyê dikin, ku ev jî metirsiya herî mezin li dij gelên herêm ye. Ji ber ku ew bi awayekî eşkere dijminatiya hemû cureyên pirrengî û cudabûnê dikin û ji pêkanîna kiryarên xwe yên hovane yên jiholêrakirina taybetmendiyên çand û nasnameya wê ya şaristanî dudiliyê nakin.
Lê ya herî jê xerabtir, xwediyên van hişmendiyan û yên ku ev kiryar kirin, ev kiryara xwe bi ken û kêfxweşî belge kirin wekî ku fetheke gewre kirine. Diviyabû ku ev kesên xwe dibînin parêzvanên nû yên welat û welatiyan, bixebitin ji bo pêdiviyên sereke yên welatiyê sûriyayî bi cih bînin, ya herî hêsan jî peydakirina debara rojane ya welatiyê sûriyayî ku heta niha êşa peydakirina wê dikişîne.
Armancên sereke yên dewletê li ku ne?
Mixabin ku em gihaştin vê rewşê, ku gelê Sûriyayê xwe dibîne li pêşiya wêrankirineke bi zanebûn a nasnameya xwe ya çandî û dîrokî, lê hêvî dikir ku rûpela zulim û zordariyê bi dawî bibe, piştî ku ji rejîma berê xelas bû û bikaribe bi awayekî azadî û bi rûmeta xwe bijî. Niha di demekê de ku welatiyên sûriyayî rûbirûyê van nehaqiyan û binpêkirinên nû ne, normal dibêje ku; kanî sozên dabînkirina av, kehrebe, derman û perwerdeyê? Ma ne ji mafê welatiyê sûriyayî ye ku di dawiyê de bi awayekî ewle û aşitiyane bijî dûrî tirs û gefan? Heta kengî wê heqareta li dij sûriyayiyan berdewam bike û rûmeta wan were binpêkirin? Wê kengî dema cezakirina kesên ku bêrêziyê li mal û canên sûriyayiyan dikin, were? Mane diviyabû ku desthilatdariya heyî sembolên çandî, dîrokî û şaristanî yên Sûriyayê biparêze, berdêla ku wê berdayî û berdest bihêle û wê bike qurbaniya hizirên tundrew?
Tiştê ku gelê Sûriyayê îro dixwaze ne tundrawbûn e, lê belê dewleteke ku rêzgirtinê ji qanûn, sazî û mafên mirovan re digire. Dewleteke di sedsala 21ê de be, ne ya serdema nezanî û tarîtiyê be.
Gefeke rijd li ser siberoja Sûriyayê ye
Ev kesên ku xwedî îdeolojiya dûrxistinê ne û baweriya wan bi rejîmeke girtî ya totalîter tê, di ferhenga wan de, gotinên wekî azadî, demokratî û pirrengî tune ye, ew dixwazin nêrîn û dîtinên xwe yên taybet li ser civaka Sûriyayê feriz bikin ku bi cihêrengiya xwe ya etnîkî û olî nimûneyeke cihêwaz temsîl dike û nikare bibe milkê tu çîn, mezheb an komeke taybet.
Lê bi her halî, heger siyaset û binpêkirinên heyî berdewam kirin, ez dikarim bê dudilî bibêjim ku siberoja Sûriya û nasnameya wê ya komî di metirsiyeke rasteqîn de ye. Ev metoda wêranker, ne tenê bi wêrankirina sembolên niştimanî û dîrokî sînordar e, lê di heman demê de hilweşandina her tiştê ku bi bîra hevpar a komî ve girêdayî ye jî dihewîne, gefê li hilweşandina tevna civakî û kujtina her hêviyek ji bo pêşerojek hevpar a tijî ewlehî, serfirazî û aştiyê dixwe.
Rûxandina “Peykerê Şehîdan” li Qada Sedalah Cabirî, ne tenê êrîşeke li dij kevir e, lê belê li dij mirovan e û li dij hizira ku dibêje fedekariya ji bo welat, hêjayî pesindayînê ye. Tiştê ku çêbûye divê bi bêdengî derbas nebe. Ev hişiyariya xeteriyê ye, ku divê wijdana her kesên ku ji welatê xwe hez dikin, şiyar bike, da ku em di demeke nêz de nebînin ku em şîna welatekî ku bi tememî hatiye wêrankirin dikşînin, ne ji bo tiştekî, lê belê ji ber ku ne dişibiya hizirên wan.
Li Sûriyayê şer bi dawî nebûye, lê belê rengekî şer ê nû çêbûye: Şerê li dij hiş, li bij bîrewerî û şerê li dij mirovan.