Êrîşa Mar Îlyasê û bêrêzîkirina xwîna sûriyayiyan

Nivîskar: Dr. Tariq Hemo

Made bi erebî jî heye العربية

Êrîş û piştre jî êrîşa xwekujî ya li dij Dêra Mar Îlyasê ya li taxa Duwêliayê ya li Şamê di 22ê hezîranê de ku di encamê de 26 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn, eşkere kir ku desthilatdarya li Şamê nikare welatiyan biparêze. Ji bilî israra li ser xîtaba xiyanetê, êrîş û tohmetên kolektîf ku desthilatdar, nivîskarên wan û mêşên wan ên elektronîkî bi wan re bi kar anî, da ku sûc û binpêkirinan veşêrin û ji berpirsiyarî û erkên parastina sivîlan û parastina can û milkê wan birevin.

Rewşa tevlihevî û bêçaretiyê ya ku rayedaran kişand û bû sedem ku ew di veşartina bûyerê û ravekirina rewş û rastiyên wê de, ji bilî pirsyarên rewa yên li ser nasnameya sûcdar û motîvên sûc û tohmetên çêkirî yên paşê li dijî aliyên rikber û opozîsyonê, rêbaza rejîma berê ya veşartin, revîn û dûv re veşartina rewşê tîne bîra me, bêyî ku behsa tawanbarkirina “aliyên derveyî” ji bo amadekariya girtina dozê û sînordarkirina wê bi kesekî nenas re were kirin. Ev heman zihniyet û heman çanda bêwijdaniyê ye. Kopiyek guhertî, lê bêtir xirabkirî, ya ku rejîma berê pê re bi bûyerên cidî yên ku jiyan û ewlehiya mirovan hedef digirin re mijûl dibû.

Ne tenê têkçûna di pêkanîna tedbîrên parastinê û şopandinê de balkêş bû, ku diviyabû êrîş beriya pêk bihate, bihate têkbirin, lê belê balkêş bû ku hewl dan vê paşguhkirinê û têkçûnê bi gelek rêbazan veşêrin. Di heman demê de, diviyabû ku desthilatdarî, zêdetir parastina dêran bikira, di demekê de ku atmosêra sorkirina rojane di ragihandinê de çêdibe û metirsiya rêxistina DAIŞê jî zêdetir dibe ku desthilatdarî bi xwe jî propogandeya vê yekê dike (Tevî ku rêxistineke din ya bi navê Ensar Sune êrîş girte ser xwe). Ev çênebû. Berevajî vê, bi awayekî tirsnak û bêwijdan tohmetek bêwijdan û hîsterîk hate kirin ku nîşan dide ku DAIŞê  dewlet daqurtandiye. Dîsa jî HSDyê careke din bû armanca desthilatdariyê, ku desthilatdariya Şamê têkçûna xwe ya ewlekarî di parastina welatiyan de, avêt ser HSDyê. Di vê çarçoveyê de, Berdevkê Wezareta Hundirîn Nûredîn El-Baba (ku bi êrîşên xwe yên domdar li dij HSDyê û Rêveberiya Xweser û tawanbarkirina kurdan bi îxayetê dema derdiket ser televizyonên ereban beriya ku bibe berdevk, tê naskirin) yekser got kesên xwekuj ji Kampa Holê ya li Bakurrojhilatê Sûriyayê hatine ku di bin serweriya HSDyê de ye. Ev yek jî tawanbariyeke nepenî li dij HSDyê, herwiha reva ji berpirsyartiyê ye, ji ber ku herdu endam ji herêmeke ku desthilatdarî bi rêveberiya wê re peymanek îmze kiriye û diyaloga bi wê re berdewam e. Di heman demê de jî, armanca tawanbariyê, careke din razîkirina Tirkiya û saziyên dijberî Rêveberiya Xweser, HSD û kurdan bi tevahî ye.

Wekî her car, ev tawanbarî bê tu agahiyên piştrastkirî hatin avêtin. HSDyê jî di daxuyaniyekê de bersiva gotegot û tawanbariyên Wezareta Hundirîn û berdevkê wê da û got ku hêzên taybet ên di HSDyê de, piştî tawanbariyên Berdevkê Wezareta Hundirîn dest bi lêpirsîn û lêkolîna di karnameyên Kamapa Holê û kesên ji jê derketî di dema dawî de kirin û wiha dewam kir: “Me dest bi lêkolînê di karnameyên kesên di Kampa Holê de û kesên jê derketî di dema borî de kirin, hate pişrastkirin ku kes ji kampê derneketiye, ji bilî ew kesên ku çûne hundirê Sûriyayê li ser daxwaza hikûmeta Şamê û hemû jî sûriyayî ne, herwiha welatiyên Iraqê jî li gorî karnameya Iraqê, ew ji kampê derketin û hikûmeta Iraqê garantiya gihandina wan bo Kampa Cedaayl kir. Ji aliyekî din ve jî, di Kampa Holê de malbatên DAIŞê yên sûriyayî û biyanî hene û piraniya wan jin û zarok in û hundirê kampê de terorîstên biyanî tunene. Lewra ev yek jî gotegota ku Berdevkê Wezareta Hundirîn ya derbasbûna 2 terorîstên biyanî ji Kampa Holê, vala derdixe”. Herwiha, Wezareta Hundirîn li ser daxuyaniya HSDyê tiştek negot û tê pêşbînîkirin ku lêborînê li ser tawanbariyên li dij HSD, Rêveberiya Xweser û kurdan naxwaze, dema ku rastiya êrîşa li dij dêrê eşkere bibe û ji her kesî re nasname û paşxaneya kujeranyên ku ji “derdoreke hişmendî” derketine ku heman derdora ku desthilata îro jê hatiye ye.

Li gel gotara çêkirin û pêşkêşkirina “şanoyê” ku armanc ew bû ku bûyerê dramatîze bike, jê birevîne û bê delîl tohmetan bike û herwiha qurbanî teşwîq bike, seferber bike û êrîşî wan bike da ku bêdeng bikin û rê li ber qîrîn û gazindan bigirin, gotarek din derket holê ku yek ji alî û xuyangên rewşa Sûriyayê piştî hilweşîna rejîma dîktator Beşar El-Esed temsîl dike. Ev gotar kêmneteweyan tawanbar dike, êrîşî wan dike û wan bi hevkariyê, xiyanet û cudakariyê tawanbar dike. Nimûneyek ji vê gotarê (bi qasî ku ne welatparêz e, ewqas jî dûrxistin e, ku sînorê faşîzmê ye) ji hêla Newar Necma ve, xiristiyanek sûriyayî ku vê dawiyê ji hêla rayedaran ve wekî endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel hatiye tayînkirin, hate gotin. Di dema beşdarbûna xwe di bernameyek zindî ya li ser El-Îxbariya TV, kanala fermî ya rayedaran de, Necma teqîna dêrê wekî “cezayek ji bo xiristiyanan ji ber redkirina wan a tevlîbûna hevpeymaniya kêmneteweyan” bi nav kir. Wekî rewşenbîrek û “kurê kêmneteweyekê” li ser daxwazê, Necma dizanîbû çawa bi aqil û hestên rayedaran re mijûl bibe. Wî bi dem û cih re tevlihevî kir û hevokek bi kar anî ku wî dizanibû di kêliya bûyerê de pêwîst e. Her çend daxuyaniya wî rejîmê ji ber belavkirina jehra handan û nefretê li dijî muxalifan bêguneh dike jî, ew di heman demê de tohmetên beisî-Esedî li dijî dijberên rejîmê di nav pêkhateyên gelê Sûriyayê de, ku ew wan wekî kêmneteweyan bi nav dike, hildigire. Ger dem û cih cûda bûya – Şama berî kanûna 2014an – me ê Necma bidîta ku “zayonîst û komên terorîst ên çekdar ên pê re têkildar” bi berpirsiyariya êrîşa li ser xiristiyanên Sûriyayê tawanbar dikir ji ber “helwestên wan ên niştimanî yên ku terorîzmê red dikin û piştgiriyê didin dewletê û serokê wê, Beşar El-Esed”.

Ev 6 meh in ku ev desthilatdarî hatiye. Mirov dikare encamên objektîf bîne ziman ku asta têkçûn û tevlîheviya di rêveberiya welat û parastina xelkê de, diyar dike. Ji komkujiyên Beravê yên derheqê elewiyan, heta bûyerên Sehnayayê û binpêkirinên li dij duruziyan, li kêleka vê jî bi sedan binpêkirinên “takekesî” yên derheqê kesan de ji ber sedemên olî, an jî mezhebî an jî neteweyî li Sûriyayê. Her carê jî, lêkolînên rast çênabin ji bo girtina kesên ev sûc kirine ji bo afirandina rewşeke rihet û bersivdayînê û rêveçûyîna ber bi dewleta qanûn û saziyan. Tiştê desthilatdarî ji xwe re qezenc kirine, ne ji bo Sûriya û gelê wê, desthilatdarî ji aliyê navdewletî ve hate qeblûkirin ji ber reakisyon û hevsengiyên li herêmê, ne ji ber karnameya wê ya baş û tecrubeya wê ya bêhempa. Di vê çarçoveyê de bi Îsraîlê re kete peywendiyan, ji bo xwe ji şer û êrîşa dewleta ibrî xelas bike, di heman demê de jî çavê xwe ji derbasbûna Îsraîlê li başûrê Sûriyayê girt. Li hundir, hêzgirtin bi temamî di rê de ye. destgirtineke har a nav civaka sunî di rê de ye, ku armanc dike dijber û opozîsyonên di mijarên bawerî û şîrovekirinê de ji holê rake û hêzên siyasî yên neteweyî yên ku gotûbêjên mezhebî di nav piraniya sunî de red dikin, bitepisîne. Di heman demê de, kêmnetewe/pêkhate bi xiyanetê têne tawanbarkirin û bi girseyî têne krîmînalîzekirin, da ku tasfiye û koçberiya ku ew pê re rû bi rû dimînin kêm bikin. Ev wekî ceza û encamek pêşwext ji bo helwest û siyasetên wan ên li hember desthilatdaran û Sûriyaya nû ya ku ew dixwazin li gorî dilê xwe ava bikin tê dîtin.

Rastî ev e ku rejîm (bi destûra ramanwerê mexribî Mihemed Abid El-Cebrî, nivîskarê “Hişê siyasî yê ereb”) ji bo xurtkirina desthilatdarî û eşîretiya xwe, hewl dide “xenîmeyê” kom bike, “doktrînê” ji holê rake û “eşîretiyê” xurt bike. Bi vê yekê, ew niştimaniya sûriyayî dikuje, sûriyayiyên ku ew di wan de tu şopîner an şagirt nabîne ji hev dûr dixe û li şûna wê, avahiyên tarî ava dike ku ew bi kes û komên nijadperest ên ku dilsoziya wan ji sînoran wêdetir e û bi rewşenbîrên firsendperest û kirêkirî û çeteyên berê yên ku xizmetên xwe pêşkêş dikin da ku welatiyên nerazî sînordar bikin, terorîze bikin û bitirsînin.