Bandora serhildana 1925an li Rojava û kurdên Sûriyayê

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Piştî fesixkirina xîlafetê sala 1924 an û qutkirina girêdanên ruhî yên dawî di navbera kurd û tirkan de, serhildana Şêx Seîd û Komeleya Azadî bûn mezintirîn astengî li pêşiya Komara Tirkiyayê ya nûhatî.

Bandora qutkirina van girêdanên rûhî li ser Kurdan çêbû. Kurdan xwe biyanî hîs kirin û Komara Tirkiyayê ne mîna ya xwe dîtin. Tirsa ku ev komar siyaseta bidûrxistin û inkarkirina kurdan bide pêş û kûr bike, zêde bû.

Pêşketinên li Tirkiyayê bandor li kurdên Sûriyayê jî kir. Kemalîstan xwestin kurdên li jêr desthilatdariya fransî ji bo xêzkirina sînorê Tirkî- Sûriyê bikar bînin û bi vê yekê re, rêya heta bi Mûsilê kontorl bikin. Ew riya ku di herema “Cizîra Jorîn” de derbas dibe. Lê Kemalîstan piştî geşbûna serhildana Şêx Seîd nerîna xwe guhertin û biryara girtina sînorê Tirkiyê bi Sûriyê re dan. Wan bi vê yekê re, xwest kurdên li Sûriyê tengav bikin û wan ji kurdên Bakur dûrbixin.

Di vê demê de, an ku di sala 1925 an de, li Sûriya li jêr desthilatdariya Ferensayê, serhildana Duruziya pêk hat. Ew serhildan berfireh bû û Ferensa tengav kir. Ji ber vê yekê Ferensa hewl da rewşê aram bike û xwe nêzî Tirkiyê kir. Parîsê biryar da ku xêzkirina sînor li gorî xwesteka Tirkiyê qebûl bike. Kurdên ku alîkariyê didin Serhildana Şêx Seîd ji sînor dûrbixe û rê li ber her cûreyên siyaseta ku Tirkiyê aciz dike, bigre.

Piştî ku serhildana Şêx Seîd bi dawî bû, bandorên li ser herêmên kurdan li Sûriyayê eşkere û xuya bûn. Serhildanên li dij Kemalîstan pêkhatin, di nav de damezrandina komeleya Xoybûn li Behemdûna Lubnanê sala 1927 an, bandorek mezin li ser rewşa Kurdên Sûriyê kir. Her weha beşdarbûn û destekdayina ji bo serhildana Agrîyê sala 1930, bandorek mezin li qada Kurdên Sûriyê kir. Ji Bakur koçberiyek ber bi Rojava û Sûriyê ve çêbû. Gelek Rewşenbîr, Serokeşîrên welatparêz û kadroyên siyasî hatin Sûriyê û rolek beriz di hişyarbûna netewî ya kurdên li jêr desthilatdariya ferensî de lîstin.

Elît û serferberî

Koçberiya Elît û malbatên xwedî bandor ji Bakur ber bi herema Cizîrê ve bi taybet, pêvajoyeke hişyarbûn û ronakbîriyek neteweyî afirand.

Sûriya û herêmên kurdan bûne qada hizir û dîtinên nû, di nav de jî dozkirina Xweseriyek heremî. Her weha vê Elîta jîr, serhildana Şêx Seîd ji nû ve nirxand, egerên têkçûna wê ber bi çavan re derbas kir û li ser şaşiyan sekinî.

Rolên ku Xoybûn û Bedirxaniyan lîstin, nasnameya kurd ji nû ve pênase kir. Ji sala 1927an û vir ve, rewşenbîr û malbatên welatparêz û kesayetên niştimanpewer hizra Kurdiyatiyê pêşxistin û vejandin. Kurdayetî di nava kurdên Sûriyayê de li gorî Nilda Fuccaro wiha pêş ket. Ew weha dibêje: “Hestên neteweyî bi giranî di nav civaka koçberên ku ji Tirkiyayê piştî sala 1925an hatibûn Sûriyayê de mezin bûn”.

Hatina penaberên siyasî yên kurd ji Tirkiyayê bo Cizîra di bin desthilatdariya Fransayê de, nexasim şêx û meleyên ku hatin Amûdê, hişiyariyek netewî afirand. Li gorî Seda Altuğ hatina kadroyên neteweyî/olî piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd a 1925 an, dikare wekî wêneyekî xuya yê “ronakbîriya neteweyî” bê binav kirin.

Ev kesayetiyên ku hatin nava Kurdên Sûriyê li gel hişiyariyek netewî, çandek nû ya xebata siyasî û rêxistinbûyinê ava kirin. Her weha wan yekser têkilî bi desthilatdariya Ferensayê re danîn. Ev bû sedma peydabûna tevgerek kurdî ya beriz, ku li gel Xirstiyanên Cezîrê, hevbendiyek ava kir û dozek hevbeş ya xweseriyekê kir.

Ji kes û malbatên ku bandor li jiyana siyasî kirin û tecrubeyên xwe yên geşkirina hizir û ronakbîriya neteweyî bikar anîn, malbatên Bedirxan û Cemîl Paşa bûn.

Van herdu malbatan Tevgera Xoybûnê ji destpêka wê heta ku di sala 1944an de fesix bû, bi rê ve dibirin.

Jordi Gorgas ev xebat wek “Tevgera kurdên ji Tirkiyê ên li sirgûnê dijîn” bi nav kir.

Li vir kesên din jî hebûn wek: Haco Axa, Memdûh Selîm, Arif Ebas, Ehmed Nafiz  Zaza, Osman Sebîr, Cegerxwîn.

Mirov dikare behsa Nûrî Dêrsimî bike, ku tekane kesê elewî yê di Xoybûnê de bû, yê ku piştî sala 1937an hate Sûriyayê.

Jixwe navên din jî hebûn. Ew ên ku ji elîta kurdî a ku li Stenbolê heta sala 1921ê di nava komeleyan de çalak bû.

Ev elita kurd ya ku li Sûriyê bi cih bû, awayên nû yên xebatê dan meşandin. Ev awayên nû yên xebatê, kar û barê ku di serhildana 1925an de hatbû kirin, derbas kir. Elîta li derdora Xoyebûnê xwe dabû ser hev, hevkariyek li gel rêxistina Taşnaq a ermenî li Lubnanê saz kir. Armanc ew bû ku sûd ji têkiliyên Taşnaqê yên navnetewî bête girtin. Her weha hevkariyek kurd û eremnî durust bibe. Rêxistina Taşnaqê bi riya têkiliyên xwe yên nevnetewî, destek da çalakiyên kurdan û di warê dayina çekan ji bo serhildana Agirîyê ya 1930 de alîkarî kir.

Xoybûnê zimanekî nû yê siyasî bi kar anî. Ev ziman li jêr bandora wêjeya çalakvanên ermen qalibê xwe girtibû. Bi vî rengî, bikaranîna zimanê siyasî yê nûjen dest pê kir. Ev ziman êdî derbasî nava ferhenga seferberiya kurdî bû. Retorîka partiyên ermenî yên ku ji hêla sosyalîzm û populîzma Rûsyayê ve bi bandor bûbû, wek çavkanî esas hat girtin. Peyvên nû yên wekî Milet, Şoreş û Walatparêzî derketin pêş. Vî zimanê nû sembolên xebat û tekoşîna neteweperwer ji nû ve vejand.

Şêx Seîd di çalakiyên Xoybûnê de mînak bû.

Gorgas weha dibêje: “Eeger Xoybûn seferberiyê armanc digre, wê demê divê ev şehîd (li vir Şêx Seîd) wek mînak were berizkirin. Divê kesayetiyek bilind û bi nirx ji bo vî şehîdî were afirandin. Divê şehîd wekî modelek cûda ji civaka xwe (ya kurdî) re were pêşkêşkirin. Divê sedema ku ew ji bo wê şehîd bûye zelal bête eşkerekirin (li vir Serxwebûna Kurdistanê mebest e).  Tevgera Xoybûnê ya ku têkilî bi ermeniyan re danînû, gotara seferberiyê ya tevgerê berfireh kir, da ku aliyên olî yên kurd jî bigre nav xwe.

Ji bo vê armancê pêkbîne, Xoybûnê bang dikir û digot rejîma tirk gefêan li „ola me û li rûmeta me wek neteweya kurd” dixwe. Ev bang Xoyebûnê dikir, da ku şêx û serokeşîraên kurdan ber bi xwe ve bîne. Xoyebûnê weha bawer dikir, ku gelek ji van kesan ne amade bûn qurbaniyên mezin ên ku Şêx Seîd û hevalên bi wî re şer dikirin dabûn, bidin.

Di encamê de, Stefan Winter, di lêkolîna xwe ya taybet ya li ser rehên eşîrî yên neteweya kurdî li Sûriyayê de, argûman dike ku çawa li jêr desthilatdariya Fransayê de Elîta kurd bû navenda tevgereke rewşenbîrî ku bandoreke li çanda kurdî li hundur û derveyî Sûriyê kir. Sembolên vê Elîtê wek rêberên li sirgûnê bi cih bûn. Wan xebatek li ser asta navnetewî ji bo avakirina Dewleteke Serbixwe meşand.

Sînor, eşîr û jinûveberalîkirina wan

Perçebûna civaka kurd li Sûriyayê di navbera sê herêman de: Cizîrê, Cerablus, Koban û Efrîn, ku hemû deverên bêderyane û wek dirêjkirinek xwezayî ya ji herêmên kurdî yên li Tirkî û Iraqê ne, jihevbelavbûn û qutkirinek demografîk di nava piraniya eşîran de durust kir. Ev qutkirin ji ber siyasetên destnîşankirina sînor ên ji 1921ê heta 1929an çêbû û bû sedema derketina du pirsgirêkan: A yekem, dabeşkirina eşîrên kurd li başûr û bakurê sînor. Her beşekî vê eşîrê bû li jêr desthilatdariya serokekî. Rola herî girîng a koçberiyê ne di guhartina demografîk a ku hijmara kurdan qaşo zêde dike de bû, wekî ku propagandaya dijî-kurd îdîa dike. Lê rola girîng ew bû ku elîtên neteweyî yên sirgûnkirî hişyariyek netewî peyda kirin. Çanda kurdî  pêşxistin.

Hêjayî gotinê ye ku lêkolîna Nilda Fuccaro dibêje ku rêjeya koçberan bi qasî ji sedî 10ê hejmara giştî ya kurdên li Sûriyayê bû û li gorî serhijmara 1943yan ev koçber tenê bi qasî 22,000 kes hebûn.

Ji bilî vê agahdariya raveker ku îdiayên bicihbûna koçberan li Cezîrê red dike, mimkun e ku mirov vê rastiyê nîşan bide ku serokên eşîrên kurd erdên ku ji hêla ereb an xiristiyanan ve li Cezîrê dihatin bikaranîn, desteser nekirine. Mînak, mezinbûna milkê Haco Axa li ser hesabê milkên din ên kurdan hat, ev tê vê wateyê ku çerxa bidestxistina milkên alternatîf ne li ser hesabê milikdarên ereb an yên xirstya bû.

Eger em behsa rola eşîreyan bikin, em dikarin li vir 2 mînakan bigrin dest. Yek jê malbata Ibrahîm Paşayê Milîye û ya din jî malbata Haco Axayê. Ev her 2 malbat û eşîr wê yekê nîşan didin, bê çawa rol û siyaseta eşîran ji hev cûda ne û ji hev cûda dibin. Wek Winter dibêje: Zarokên Ibrahîm Paşa yên ku erd û milkên wan piştî xêzkirina sînor ket nava axa Sûriya li jêr desthilatdariya Ferensayê, ji dest wan çû, têkilî bi Xoyebûnê re nekirn û tevî çalakiyên çandî û siyasî yên ku Bedirxaniyan dikirin, nedibûn. Her weha wan pêwendî li gel Taşnaqan nekirin, tevî ku têkiliyên wan bi civaka ermenî re baş bûn. Tenê bi awayekî simbolîk wan destek dan serhildana Agirîye. Lê Haco Axa dît ku serkêşiya wî ya eşîrê rolekê didê, da ku bi saya Xoyebûnê li ser asta netewî beriz bibe. Ew yekser jî beşdarî serhildana Agirîyê bû.

Hevgirtina Milan hêdî hêdî rastî qebûl kir, ku erdên Milan piştî xêzkirina sînor ji dest wan çû. Wan xwest erdê mayî biparêzin. Li vir tecrubeya Haco Axa ji ya Ibrahîm Paşa cûdatir e. Tecrubeya Haco Axa ya yekem, wê yekê nîşan dide, ku ew li vî alî û li wî alî sînor tevdigeriya. Hêza wî sînor nedinasî. Her weha wî cih di navbera Kemalîst û Ferensyan de diguhert. Tecrubeya wî ya duyem ew bû, ku wî tevahiya eşîra xwe anî meydana siyaseta netewî û ew cihê ku Kemalîstan piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd û bêbandorkirina eşîreyan, ji dest wî girtibû, carek din bi dest xist.

Berovajî serokeşîrên ku ne meyldarên xweseriyê bûn, Haco hewledana xwe ya Serxwebûnê li ser çend hîman avakiribû:

– Sûdwergirtina ji qonaxa hişyarbûna netewî ya ku pştî serhildana Şêx Seîd geş bû.

– Têkiliyên wî yên baş bi civaka xiristiyan li Bakurê Kurdistanê û serkêşiya wî ya eşîrê.

Kemal Mezer dibêje: piştî serhildana Şêx Seid, eşîra Hevêrkan li herema Tor Abdînê serî hilda. Gelek ji Asûriyan û hin xirstiyanên din ên li heremê tevî wan bûn. Dijwariya dewletê li dijî kêmneteweyan jî hebû. Têkiliyên Haco bi Xirstiyanan re, bi taybet bi şaredarê Qamişlo Mîşêl Dom û Mitran Hebê re, yên xwediyê projeya Serxwebûnê bûn, li ser esasê têkiliya kurd û Xiristiyanan li Tor Abîdinê bûn. Her weha ev hevgirtin ji tirsek hevbeş ya ku di muzekeryên ku kesayetiyên paybilind yên ji herema Cezîrê ji bo desthilatdariya Ferensayê û Yekîtiya netewan sala 1936 an de şandibûn, diyar dibe. Kurd û Xirstiyan wek alîgerên Xweseriyê, ji avakirina dewletek netewperst ya ereb, ku dikare mîna li Iraq û Tirkiyê dijminatiya kêmneteweyan bike, ditrisyan.

Hêmanek din jî li vir heye, ku rastiya hewledanên Haco û Xirstiyanên Cezîrê yên ji bo Serxwebûnê diyar dike. Ew jî siyaseta Ferensa li Sûriyê ya ku li ser avakirina dewletên heremî yên biçûk digeriya bû. Vê siyasetê moral û cesaretek da Haco û Xirstiyanan. Wan dixwest statûyekî mîna ya Xirstiyanên çiyayê Lubanê bidest bixin. Ev ji bo wan ilhamek bû.

Encam

Em dikarin li vir bêjin ku serhildana 1925 an destpêkek rasteqîn ya jinûveavakirina Kurdayetiya derveyî sînor bû. Vê serhildanê heremên kurdî li Sûriyê, her weha bajarên Heleb, Şam û Beyrûtê dewrî paşxaneyekê ji bo tevgera netewî ya kurd kir.

Jixwe li vir hinek faktorên din jî hene, wek xêzkirina sînor û guhertinên di civakan de pêk hatin. Her weha rolên eşîr û şêxên olî. Li vir rewşa têkiliyên kurd û Ferensayê jî bandorek hîşt. Wekî din hewledanên ku netewperwerên kurd ên li Sûriyê ji bo sazkirina têkiliyan bi dewletên mezin re, bi bandor bûn.

Ji ber vê xebatê, dewleta tirk hesab ji pêşveçûnên li Sûriyê dikir. Li gorî Genther Dischner dewleta tirk ji wê yekê ditirsya, ku heremek kurd ya xweser ava bibe, ku karibe ji bo hemû heremên din, nexasim yên li Tirkiyê, bibe mînak. Tirsa Tirkiyê ew bû ku heremek mîna (Deşta Beyamûnt ya kurd) peyda bibe. Mebset li vir herema bi çûk a bi navê Beyamûnt ya Italiyayêyê, ku di sedsala 19 an de bû bingeha derçûna tevgera yekîtiya Italiyayê.

Bi kurtasî: Welatparêzên kurd yên li Sûriyê piştî sala 1925 an bingeha rêxistinbûyînê danîn û bi vê yekê re, ramanên xwe yên siyasî, çandî û zimanzanî pêşxistin û ji bo hundurê Tirkiyê hinartin.

Jêder:

– نيلدا فوكارو – الكرد والقومية الكردية في سوريا الانتدابية: السياسة، الثقافة والهويةhttps://2h.ae/XQZp

– ستيفان وينتر-النهضة الأخرى: البدرخانيون، والمِلّيون، والجذور القَبليّة للقومية الكردية في سوريا- مجلة الحوار العدد 74/2020

– – Sectarianism in the Syrian Jazira: Community, land and violence in the memories ofWorld War I and the French mandate (1915- 1939)- SedaAltuğ- Universiteit Utrecht

– جوردي غورغاس- الحركة الكردية التركية في المنفى- دار آراس/الفارابي

– كمال أحمد مظهر –انتفاضة 1925

– غنثر ديشنر- الكرد شعب بلا دولة؛ تاريخ وأمل- دار آراس/الفارابي