Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Fermanên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ji bo derketina malbatên leşkerên amerîkayî û karmendên ne sereke ji gelek dewletên Rojhilata Navîn, nîşaneya şerekî nû ye. Dibe ku encam piştî çend rojan diyar nebin, lê rêveçûyîna nû ya di danûstandinên bi Îranê re, nîşan dide ku amadekariyên ji şer re tê kirin. Lê gelo, ev senaryo tê çi wateyê, çi şer an jî amadebûna ji bo şer, ji bo Sûriyayê? Êdî navlêkirina wê bûye “Doza Sûriyayê” di çarçoveya forumela xwe ya nûjen de û ne pêşbînkirî ji vegera “Pirsa rojhilatî” û “lîstoka mezin” bi berfirehbûna xwe ya mezin, ku sînorê “Pirsa Rojhilatî” di sedsala 19an de, digire nava xwe, ji xeta Durand ya di navbera Efganistan û Pakistanê heta Bosforê.
Eger ku danûstandinên bi Îranê re têk çûn û ev yek bi awayekî fermî ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump ve hate ragihandin, ev yek tê wateya ku dîtina Îsraîlê bi rêbazê Trump di Sûriyayê de jî, bi ser ket. Balkêş e ku Sûriya heta niha girêdayî Îranê ye, tevî ku bi rêbazekî berovajî serdema El-Esed be. Ev yek jî tê wateya ku li ser heman xetê, dîtina Îsraîlê wê bikeve şûna ya Amerîkayê. Di nav de jî, bergiriyên navxweyî li Sûriyayê di navbera hêzên çalak û têkiliyên herêmî bi desthilatdariya bi Şamê re. Nayê veşartin ku nakokiya di navbera her du aliyan -Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu- di bingehê xwe de di “Doza Îranê” û “Doza Sûriyayê de” derketin. Di encamê de, rêveberiya Trump gelek pêvajo derbas kirin û bi lez armancên hevalbendên xwe yên ereb di Sûriyayê de bi cih kirin û derfeta amerîkayî da hikûmeta serokê Sûriyayê Ehmed El-Şeri, ji bo ku hukimê xwe, bi cih bike.
Nûnerê nû yê Trump bo Sûriyayê, Tom Barrack, bi guhertoyek xirab û vala ya “çanda qurbaniyê” ya ku di bin kavilên 150 salan sûcên herêmî yên hevbeş de li Sûriyayê veşartî ye, xîtabî hişmendiya rojhilatiyan dike. Di yek ji daxuyaniyên xwe yên dawî de, wî bi fikar li ser îhtîmala kuştina El-Şari axivî û got ku Amerîka hêvî dike ku El-Şari modelek rêveberiyê ya mîna ya ku ji hêla El-Culani ve li Îdlibê hatiye damezrandin ava bike. Piştre wî pesnê fezîletên Trump li Sûriyayê da û ji koma desthilatdar re axivî (her çend wî bawer dikir ku ew ji sûriyayiyan re diaxive) û got: “Hûn dixwazin neteweya xwe ava bikin? Kerem bikin!”
Ji dema hevdîtina Trump û El-Şeri li Riyadê, Îsraîlê guhartina Amerîkayê ya derbarê Şama nû de fêm kir, herwiha guhartina derbarê Lubnan û Xezayê jî. Hêdî hêdî, lê bi awayekî lezgîn, hewldanên Steve Witkoff yên ji bo agirbesta li Xezayê têk birin û bi awayekî bê sînor Lubnan bombebaran kir, herwiha bi bihaneya avêtina mûşekan ji Sûriyayê ber bi Colanê ve, Îsraîlê Sûriya bombebaran kir. Ev yek jî tê wateya ku hewldana Trump ku destwerdana Îsraîlê di jinûveforumelkirina herêmê -ku Netanyahu pesna xwe pê dida- têk çû, herwiha fikirên ku digotin armanca sereke ya Îsraîlê peymana aşitiyê bi El-Şeri re, têk çûn. Armancên sereke yên Îsraîlê, li gorî xeta ya êrîşa pêşwext di Sûriyayê de, bi peymana aşitiyê re û piştre jî bihêle ku Sûriya bibe hêzeke çekdar a mezin û xeter a muhtemel (bi awayekî teorîk bê gûman) di siberojê de, nayên diyarkirin. Ji ber vê yekê jî, aşitî ne armacên sereke yên hikûmeta Netanyahu ye. Îhtîmala mezin jî ku hikûmeta Netanyahu di bingeha xwe de aşitiyê bi Sûriyayê re naxwaze, ji ber ku ew dê nema dikaribe deswerdanê di asta xurtbûna herdu dewletan de bike.
Ji nîşaneyên ku Îsraîl destekê dide astengkirina rêveçûyîna heyî ya Amerîkayê ji “Doza Sûriyayê”, Trump derbasî pêvajoya xweparastina navxweyî li pêşiya bloka komariyan bû û demokratî bûyeran bi çavekî cudayî ji tîma “Em ê Amerîka careke din bikin gewre” dibînin. Ev tîm jî girîngtirîn sembolên xwe winda kirin, ew jî Elon Musk; ku derketine ev milyarder ji vê komê, tê dîtin ku ev kom êdî ber têkçûnê ye.
Ji mînakên li ser vê yekê jî ku, di vê hefteyê de, di rûniştineke senatoyê de, nakokiyeke kûr û aşkere di nava partiya Komarî de derbarê siyaseta derbarê Rûsyayê û şerê li Ukrayayê de derket, ku ev yek di pevçûnên devkî di navbera senator Mitch McConnell û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth diyar bû. Bi vê yekê re jî, parçebûnek di navbera şepêla komarî ya kevneşop û şepêla “Destpêkê Amerîka”, aşkere kir.
McConnell ku yek ji beriztirîn endamên partiya Komarî ye, bi awayekî eşkere rêveberiya Trump û Hegseth rexne kir û anî ziman ku di şerê li dij Rûsyayê de, “Navûdengiya Amerîkayê ber têkçûnê ye.”
Wê rûniştinê parçebûneke mezin di nava Partiya Komarî de eşkere kir: McConnell û Lindsey Graham nûnertiya şepêla kevneşop ya alîgirê siyaseta destwerdanê û desteka hevalbendan dikin. Lê Hegseth û cîgirê Trump, J.D. Vance nûnertiya şepêla “Destpêkê Amerîka”ya îzolekar dikin. Senator Graham gotina Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê qut kir, dema ku gûmanên xwe derbarê ku eger serokê Rûsyayê wê bi tenê Ukrayayê sînordar bimîne, ku ew bi berfirehbûna nazî di salên 30î de şiband. Graham xîtabî Wezîrê Parastinê kir û got: “Tiştê em dibînin, salên 30î yên nû ne.”
Bi gotineke din, Trump ne tenê bû armanca êrîşên ji dijberên xwe yên kevneşop, lê belê êdî ji aliyê mala xwe ya siyasî jî tê lêpirsînkirin. Ev yek jî şirove dike ku tîma wî derbasî rewşa parastinê bûne li beramberî gelek eksenên fişar: Di hundirê partî, saziyên dewletê, toreyên pere û ragihandinê yên ku êdî rêbaza wî ya ji bo birêvebirina Dewletên Yekbûyî û têkiliyên wê qebûl nakin.
Bi rengekî zêdetirî diyarker, di dosyaya Îranê de, nakokî di nvabera du şepêlên di nava rêveberiya Komarî de heye: Ji aliyekî ve, Şepêla Bazan a komariyan ku bi dîtina Îsraîlê re ne û parastina wê dikin derbarê operasyoneke leşkerî li dij Tehranê; ji aliyekî din ve jî, şepêla “Amerîka careke din bikin gewre” ya dijberî çi operasyonên leşkerî yên nû di Rojhilata Navîn de. Lê encamên vî şerî ne tenê girêdayî Îranê ye, lê belê îhtîmala mezin jî ku Sûriya bibe yek ji dosyayên herî zêde bi serkeftina kîjan alî bandor bibe, çi li Washington, an jî li Tilebîbê.
Raporên dawî ku ji rojnameya “Politico” derketin, hemleyeke fişarê ya mezin eşkere kir ku, ku ev hemle ji aliyê rojnamevanên bandorker ve tê birêvebirin, wekî Mark Levin, bi destekdayîna ji lobiyên Îsraîlê, ku bihêlin Trump ji rêveçûyîna danûstandina bi Tehranê ve vekişe û helwesteke dijminahî ya mezintir li dij bernameya nuklerî ya Îranê raber bike, heta ku bigihêje asta ku destûrê bide Îsraîlê ji bo pêkanîna operasyona leşkerî. Ger Trump vê fişarê qebûl bike, tiştê ku dibe ku wekî biryarek ku bi Îranê ve sînordar e xuya bike, dê bandorên rasterast li ser dîmena Sûriyayê bike
Di mehên destpêkê yên serokatiya Trump de, beriya ku bi serokê Sûriyayê yê demkî re rûne, siyaseta Amerîkayê derbarê Sûriyayê de, hema hema wekî dîtina Îsraîlê bû. Lêbelê, ev nêzîkatî bi zêdebûna tevgera “Amerîkaya gewre” di nav Koşka Spî de dest pê kir biguhere. Ev tevger bi prensîba “şerên biyanî tune” ve girêdayî ye û ji bo lihevkirinên ku kûrtir diçin nav çareyên pêşniyarkirî, zextê dike. Mînak, nûnerê Trump ê li Sûriyayê behsa sînorên “Sykes-Picot” kir wekî ku wan welatên berê yekgirtî yên herêmê parçe kirine, li ser bingeha texmînên dibistana beisî û texmînên wekhev. Bi heman awayî, Trump behsa avakirina rîvierek li Xezeya wêrankirî kir.
Bi her hal, divê em li hêviyê bin ku ka gelo rastî Trump ket pizîsyona parastinê. Ji ber ku li ser vî bingehî, mirov dikare “yê piştre” derbarê “Pirsa rojhilatî” bi giştî fêm bike. Eger ku hemleya bazan di hundirê Koşka Spî de bi ser ket, yekem qurbaniyên vê guhartinê wê dirûşmeya Amerîka “Em derfetekê bidin El-Şeri”. Heger rêbazek bi tevahî Îsraîlî were pejirandin, em bi rêze encamên bilez re rû bi rû dimînin:
– Vegera çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê di hundirê kûrahiya Sûriyayê de û êdî destekdayîna Amerîkayê ji bo parastina xetên çareseriyê, wê paş de vegere.
– Jinûveaktîvkirina siyaseta astengkirina avakirinê, di nav de jî astengkirina kanalên deryayî yên navdewletî ku piştî rakirina cezayên dawî, hêdî hêdî têne vekirin.
– Washington wê parastina hebûna xwe li herêmên Rêveberiya Xweser û HSDyê bike. Bi her halî, ev yek nayê garantîkirin, ji ber ku Trump berovajî wê pêk tîne.
“Doza Sûriyeyê” girêdayî hesabên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê de ye. Her çend serdema piştî El-Esed bi dirûşmeya “Şansekê bide El-Şeri” dest pê kir jî, paşeroja vê dirûşmeyê îro bi encama pêşbaziya Îsraîlê bi vîzyona Trumpî ve girêdayî ye. Bi zêdebûna dengê Îsraîlê li ser mijarên Îran, Sûriya û Lubnanê, piştî demek kurt ji serdestiya Washingtonê li ser van mijaran, her têkçûnek ji bo tîma Trump an paşveçûnek di projeya siyaseta wê ya derve de tê wateya ji nûvebicihkirina Amerîkayê di bin sîwana tevahiya vîzyona Îsraîlê de li ser mijarên têkildarî Îsraîlê, di nav de Sûriya û beşên mezin ên erdnîgariya kevn a pirsa rojhilatî.