Rojhilata Navîn di serdema navbeynkariyê de: Lêgerîna Tirkiyayê ji bo peymaneke mezin bi her kesî re

Serkîs Qesarciyan

Made bi zimanê erebî العربية

Ji destpêka şerê Rûsya-Ukraynayê ve, Tirkiyayê hewl da ku xwe wekî navbeynkareke dîplomatîk a sereke di yek ji krîzên herî tevlihev ên vê sedsalê de nîşan bide. Ev navbeynkarî ne hewldanek ji nişkê ve bû, lê belê encama pozîsyona demdirêj a Tirkiyayê di navbera Rûsyayê ji aliyekî ve û NATO û rojava ji aliyê din ve bû, ku amûrên danûstandinê ji bo pêkanîna armancên wî yên navneteweyî ji Erdogan re peyda kir.

Lîstina li ser têleke şidiyayî

Tirkiyayê di qada navneteweyî de gelek gav avêtine, di nav wan de mazûvaniya du civînên hevdem li bajarên cuda kiriye: Yek ji bo wezîrên derve yên NATOyê li Antalyayê û ya din jî ji bo danûstandinên di navbera şandeyên Rûsya û Ukraynayê de li Stenbolê. Ev yek nîşan dide ku Erdogan dixwaze Tirkiyayê wekî platformek ji bo diyalogê pêşkêş bike, tevî ku nakokî tûj e jî

Hevsengiya stratejîk a di navbera endametiya NATO û hevkariya bi Moskoyê re de kaxezeke dîplomatîk dide Erdogan da ku rewatiya xwe ya navneteweyî xurt bike û di danûstandinan de bi her du aliyan re destkeftiyan bi dest bixe.

Xwesteka serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a hilbijartina Stenbolê wekî cihê danûstandinan û redkirina Tirkiyayê ya tevlîbûna cezayên rojavayî yên li dij Moskoyê, baweriya Rûsyayê bi Enqerayê nîşan dide. Li hember vê yekê, Tirkiya hevkariya xwe ya kûr a ewlehî û leşkerî bi Ukraynayê re didomîne, di nav de firotina dronên Bayraktar, pêşwazîkirina rayedarên payebilind ên Ukraynayê û mazûvaniya civînên di navbera servîsên îstîxbaratê yên rojavayî û Rûsyayê de li ser axa xwe.

Navbeynkariya Enqerayê di mijara genim de -bi rêya Korîdora Deryaya Reş- gaveke girîng bû ku wêneya Erdogan wekî rizgarkerek ji bo aboriyên welatên xizan ên ku bi îxracata Ukraynayê ve girêdayî ne, xurt kir. Lidarxistina civînên pevguhertina girtiyan û danûstandinên navokî yên di navbera Îran û welatên Ewropayê de rola Tirkiyayê wekî “navenda dîplomatîk a herêmî” nîşan dide.

Ji aliyekî din ve, berjewendiyên Erdogan ên bi serokê Amerîkayê Donald Trump re li hev dicivin bandorek din jî li ser wan kir. Herdu rêber jî vîzyonek pragmatîk û populîst a siyasetê parve dikin ku li ser bingeha afirandina peymanên mezin û surprîz ên ku dengvedanek medyayê diafirînin, heta li ser hesabê normên destûrî an saziyan jî.

Trump bi xwe – yê ku soz da ku ger di hilbijartinê de bi ser bikeve, di nav 24 saetan de şerê li Ukraynayê bi dawî bike -bi awayekî nepenî piştgirî da kiryarên Tirkiyayê û ev yek jî bû sedem ku Erdogan di nav temaşevanên xwe yên navxweyî de wekî lîstikvanekî ku ji hêla lîstikvanên mezin ve, di nav de biryarderên li Washingtonê jî, pê bawer e, piştgiriyek siyasî werbigire.

Fîdan xîtabê tund dike: Endametiya Tirkiyayê qurbaniya nasnameya olî ye?

Bi heman awayî, Erdogan fêm dike ku rikberiya tund a di navbera rojava û Rûsyayê de û metirsiyên ewropayî ji rageşiya bêtir, Tirkiyayê dixe pozîsyona “navbeynkarê neçar”. Ev pozîsyon ne tenê di mijara Ukraynayê de, lê di warên din de jî, wek şantajeke siyasî li ser hewldana tevlîbûna welatên Nordîk bo NATOyê, an jî derxistina destkeftiyên aborî ji Rûsya, Qeter û heta Çînê, bandorek mezin dide wî.

Daxuyaniyên fermî yên Tirkiyayê yên derbarê Yekîtiya Ewropayê de stratejiya Enqerayê û hêviyên wê yên ji bo roleke navbeynkariyê di şerê Ukraynayê de rave dikin. Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de li gel Lavrov, Fîdan siyaseta nasnameya ewropayî wek sedema rawestana danûstandinên endametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewropayê de sûcdar kir û îdia kir ku Yekîtiya Ewroapayê ji qebûlkirina welatekî ku piraniya wê misilman in dudil e.

Daxwaza tevlîbûna Tirkiyayê bo Yekîtiya Ewropayê, ku di sala 1999an de dest pê kir û danûstandin di sala 2005an de dest pê kirin, ji sala 2016an vir ve ji ber fikarên li ser paşveçûna demokrasiyê û nakokiyên bi Yûnanistan û Qibrisê re, rawestiyaye.

Îro, bi xurtkirina rola xwe di danûstandinên aştiyê yên Rûsya-Ukraynayê de, Tirkiya dixwaze zextê li Yekîtiya Ewropayê bike da ku tawîzan bide, wekî serbestberdana vîzayê û peymanên gumrikê yên berfirehtir. Ew ji fikarên zêde yên ewropayî yên li ser kêmbûna hebûna ewlehiyê ya amerîkayî sûdê werdigire, bi hêviya ku pozîsyona xwe wekî lîstikvanek sereke xurt bike.

Ev yek di îdiaya dawî ya Fîdan de eşkere bû ku kêmkirina girêdayîbûna bi Amerîkayê dê Yekîtiya Ewropayê “li hember krîzên aborî û jeopolîtîk nermtir bike.”

Sûriye di hevkêşeya nû ya Tirkiyayê de

Tirkiya, ji bilî ku beşek ji sîstema ewlehiyê ya Deryaya Reş e û deriyê sereke yê kontrolkirina tengavan e, herwiha hewl dide ku Rûsyayê li herêmên din ên cografîk ên girîng, di nav de Qefqasya, Lîbya û Rojhilata Navîn, hevseng bike. Ew hîn jî Kirim, Luhansk û Donetsk wekî herêmên Ukraynayê dihesibîne.

Girtina desthilatdariyê li Sûriyayê ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) a ku ji aliyê Enqerayê ve tê piştgirîkirin ve, Mosko neçar kiriye ku pozîsyona xwe ya li herêmê ji nû ve binirxîne, nemaze di ber çavan re ku hevkariya herêmî ya di navbera Enqera û Amerîkayê de zêde dibe, hem der barê pêşeroja hikûmeta Sûriyayê de û hem jî  der barê çarenûsa bakurrojhilatê welêt û hêzên amerîkayî yên li herêmê de.

Pêşîgirtina li hegemonyaya Rûsyayê li Deryaya Reş ji bo Enqerayê hîn jî pêşîniyek sereke ye, ku Ukraynaya bihêz wekî bergiriyek li hember berfirehbûna Rûsyayê dibîne. Ev nêrîn bi NATO û welatên ewropayî -bi taybetî yên li Ewropaya Rojhilat- re lihevhatî ye ku hem Ukrayna û hem jî Tirkiyayê wekî hêmanên girîng di rûbirûbûna armancên Rûsyayê de dibînin. Bo nimûne, Polonya bi tundî piştgirîya hewildanên tevlîkirina Tirkiyayê di nav saziyên ewlehîya ewropayî de kiriye da ku alîyê başûr-rojhilatê NATOyê xurt bike.

Tirkiya bi giranî paşeroja leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyayê kontrol dike û domandina baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Tartus û Hmeymimê piştî hilweşîna El-Esad bi giranî bi xwesteka Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Her biryareke Tirkiyayê ya ji bo fişara li ser hikûmeta niha ya Sûriyayê ji bo sînordarkirina çalakiyên Rûsyayê, dê şiyana Moskoyê ya ji bo parastina van baregehan bixe xeterê.

Guhertinên Erdogan ên li ser kurdan

Piştî ku bi hevkariya hevpeymaniya navneteweyî DAIŞê têk bir, HSD di misogerkirina maf û azadiyên berfireh ji bo kurdan û hemû civakên ku li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dijîn de karî. Hilweşîna Beşar El-Esed di 8ê kanûnê de û hatina ser desthilatê ya rêxistina cîhadîst Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bû sedem ku civakên din ên welêt daxwaza xweseriyê bikin, di nav tirsa kaosê de ku komên radîkal dorpêç bike.

Tirkiyayê di destpêkê de bi tundî bersiv da destkeftiyên tevgera kurd ên herêmî, derveyî sînor û navneteweyî. Lê zû fêm kir ku danûstandinên aştiyê yên neçaverêkirî û destkeftiyên axê yên operasyonên leşkerî yên li ser sînor li dijî herêmên xweser ên li Sûriyayê, ku bi hezaran kes kuştine û bi sed hezaran kes koçber kirine, ji bo çareserkirina dilemaya bingehîn a ku dewleta Tirkiyayê pê re rû bi rû ye tiştek nekirine û di nav aktorên herêmî û navneteweyî de baweriyê bi şiyana Enqerayê ya tijîkirina valahiyan û xurtkirina aramiyê li herêmê nedaye.

Ev guhartin bingeha banga rêberê PKKyê Ebdullah Ocalan e ji bo destpêkirina destpêşxeriyeke nû ya aştiyê, ku ji nermbûna rêxistinî û şiyana partiya xwe ya guhartina taktîkên xwe û heta îdeolojiya xwe, ji bo bersivdayîna li pirsgirêkên derketî di nav stratejiyeke her tim diguhere de, sûdê werdigire.

Ocalan ji astengiyên Erdogan ên ji aliyê Îsraîl û Îranê ve sûd wergirt û Enqera xiste xetereya pevçûna bi her du blokên hêzê yên li Rojhilata Navîn re. Îran windakerê herî mezin e ji ber ku Tirkiya bandora xwe li Sûriyayê berfireh dike, di heman demê de Îsraîl hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyayê û komên girêdayî El-Qaîdayê yên berê li nêzîkî herêma dagirkirina wê ya mezin li başûrê Sûriyayê qebûl nake.

Ev dijwarî bi giringî pêşî li xeyala zêdekirina kiryarên Enqerayê li dij kurdên li Sûriyayê digire û wan teşwîq dike ku bibin aliyek li dij wê li şûna ku di senaryoya herî xirab a Tirkiyayê de bêalîbûna xwe misoger bike.

Li Sûriyayê, HSD ji sêyan yekê axa welêt kontrol dike. Ew mezintirîn hêza çekdarî ya dispilînkirî ye ku xwedî rewateyeke navneteweyî ye û girtîgeh û kampên ku bi deh hezaran endamên DAIŞê lê dimînin, dixebitîne.

Peymanek pêşîn di navbera HSD û Şamê de hat îmzekirin, ku hevdemî peymana PKK-Enqerayê bû. Niha HSD dikare heta radeyekê xweseriya xwe li deverên xwe biparêze.

Erdogan ji bo namzediya xwe ya serokatiyê ya 2028an jî piştgiriya kurdan dixwaze. Ragihandina hilweşandina PKKyê di heman demê de dibe alîkar ku rageşiya di navbera Tirkiya û Amerîkayê de sivik bibe û alîkariya Şamê bike ku bi serkeftî peymana bi HSDyê re biqedîne.

Enqera xwe dispêre wê yekê ku parastina aramiyê ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyayê ve û bicîhanîna peymana tevlîkirina HSDyê di nav artêşa nû de, dê Trump teşwîq bike ku li Sûriyayê destê  Tirkiyayê azad berde. Ji bo ku Erdogan bigihêje armancên xwe yên siyaseta navxweyî û derve, pêdivî bi Sûriyayeke aram heye ku ji aliyê rêveberiyeke nerm û berfireh ve were birêvebirin ku karibe fînanseya navdewletî bikişîne.

El-Şeri li nav zeviyeke mînkirî ya herêmî dimeşe

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku hebûna xwe li Sûriyayê ji 2,000 leşkeran kêm kiriye bo 900 leşkeran, lê baregehên sereke ji bo şerê li dijî DAIŞê parastine. Trump têkiliyên bazirganî yên Kendavê li ser hevpeymaniyên kevneşopî danî pêşiyê û fikarên Îsraîlê paşguh kir. Pesnê wî yê ji bo El-Şeri û wesfandina wî wekî “rêberekî rastîn bi rabirdûyek xurt” nêzîkatiyek danûstandinê nîşan dide.

Wekî gava sivikkirina cezayan, Trump li ser tevlîbûna potansiyel a Sûriyayê bo Peymanên Birahîm bi hevalbendên xwe yên li Tilebîbê re şêwirî nekir.

Tevî daxuyaniyên wî yên nerm, Îsraîl hîn jî di derbirîna fikarên xwe yên li ser vegera rabirdûya cîhadîst a El-Şeri de cidî ye. Bi hemû rêbazên ewlehî, leşkerî û dîplomatîk hewl dide ku hebûna artêşeke nû ya Sûriyayê ya ji îslamîstên ku ji aliyê Tirkiyayê ve tên piştgirîkirin li nêzîkî sînorên xwe asteng bike.

berpirsyarên îsraîlî hebûna Tirkiyayê li Sûriyayê wekî gefek leşkerî û îdeolojîk nîşan didin. El-Şeri dizane ku destwerdana leşkerî ya Tirkiyayê ya dijwar dikare hewlên wî yên ji bo avakirina têkiliyên herêmî asteng bike. Şamê nîşan daye ku dixwaze bi Îsraîlê re rûbirû nebe, di heman demê de El-Şeri hemû hewla xwe daye ku fikarên Îsraîlê kêm bike, normalîzekirin, herêmeke bêçek pêşniyar kiriye û heta destûr daye Îsraîlê ku li nêzîkî bilindahiyên Colanê hebûneke ewlehiyê biparêze.

Bi heman awayî, rayedarên tirk eşkere kirin ku ew li Sûriyayê hewl nadin ku bikievin eniya Îsraîlê de. Her çiqas Tirkiya armanc dike ku bandora xwe li cîrantiyê xurt bike jî, ew dizane ku ew êdî nikare serpêhatiyên îdeolojîk ên berê, ne jî xetera pevçûnek leşkerî bi Îsraîlê re, ku dikare hêzên Kendavê û welatên rojavayî yên ku ew ji bo ji nû ve avakirina Sûriyayê û aramkirina aboriya xwe ya şikestî xwe dispêre wan, ji hev dûr bixe, tehemûl bike.

Di nav guhartinên kûr ên nexşeya hêzê ya herêmî û navneteweyî de, xuya ye ku Tirkiya hewl dide ku pozîsyona xwe ya siyasî di krîz û çareyên herêmî de baştir bike û ji cihê xwe yê erdnîgarî û şiyana xwe ya sûdwergirtina ji nakokiyên di navbera Mosko û Washingtonê de û di navbera hundir; kurdan û dîmena Sûriyayê de sûdê werbigire.

Lê ev armanca Tirkiyayê rastî zeviyên mayînan ên aloz tê ku hewceyê hevsengiyek domdar di navbera armancên ewlehî û aborî, rolên herêmî û têkiliyên navneteweyî de ye.

Di vê kêliya hûrbîn de, çarenûsa siyasî ya Erdogan bi çarenûsa Rojhilata Navîn û sînorên tiştên ku dîplomasî dikare bi dest bixe berî ku serpêhatiyên leşkerî dîsa serê xwe rakin re, li hev tên.