Li bakurê Rojhilata Navîn korîdoreke nû ya enerjiyê… Rêkeftinên siyasî çi ne?
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Li hember bûyerên mezin ên li Rojhilata Navîn, di nav de şerên navxweyî, şoreş û hilweşîna aborî, projeyên mezin ji nav kavilên pevçûnan derdikevin. Carinan, analîz bê mubalexe nînin, ku pêşbaziya aborî ya li ser rêyên bazirganiyê wekî koka herî kûr a çêkirina siyasetan û avakirin an hilweşandina dewletan dibînin.
Tevî gelek axaftinên di stratejiyên Amerîka û Ewropayê de li ser kêmbûna girîngiya herêma Rojhilata Navîn û nexasim rojhilatê Deryaya Spî, lê girîngiya ev herêma dîrokî heta niha xurt e, çi ji bo avakirinê (bi awayê veberhênanên ku li peyî wê serokê dewleta herî bi hêz di cîhanê de digere) an jî rûxandin, ku niyetên qirkirina tevahiya koman hîn jî di siyasetên veşartî yên vê herêmê de cîhê herî çalak digirin. Tiştê balkêş ew e ku tiştên veşartî û negotî ajokera sereke ya dînamîka hovane li van herêman e û komên di bin gefê de rêyên cûda – û ne diyar – ji bo domandinê dişopînin.
Bi qasî mijûlbûna hêzên herî tundraw li ser nêrîna paqijkirin-qirkirin-kolekirina “azadan” nexşeyên aborî yên nû têne xêzkirin, sûdê hêzên xwecihî tenê ew e ku ruxseta binpêkirinan û garantiya ku neyên cezakirin ji aliyê hêzên xurt ên navdewletî bi dest xistin. Mirov dikare di vê çarçoveyê de, gelek siyasetên herêmî û bazariya li ser dewlemendiya welat ji bo mayîna di desthilatdariyê de, şirove bike.
Ev pêşgotin dibe ku di xwendina rûbirûbûna projeyên di Rojhilata Navîn de bisûd be, ku gel û civakan bê ku derfeteke wan a vegotinê an jî beşdariyê hebê, temen didin. Di vê çaroveyê de, ji rêya Hevrîşimê ya Çînê (Kember û Rê) bigire heta rêya biharatan (Hinidstan-Kendav-Îsraîl) û Rêya Geşepêdanê ya Iraqê û Tirkiyayê, Rêya Bakur-Başûrê Îranê-Rûsya û Rêya Erzê ya rûsî-çînî. Gurbûna şer di navbera van rêyan de, dihêle ku şerê bi xwîn ên li Rojhilata Navîn, zêdetir bibe.
Projeya herî dawî ya pêşkêşkirî, rêya enerjî û bazirganiyê ya di navbera Asya û Ewropayê de, ku wekî destpêk bi Rêya Deryaya Qizqwîn tê naskirin, ku ji ber wê şerê Azrebîcan û Ermenistanê yê dawî rû da. Qazaxistanê dest bi kolandina di Deryaya Qizwînê de derdroa bendera xwe ya sereke kir, ev yek jî bi armanca zêdekirina kapasîteya korîdorê. Ewropî jî desteka vê projeyê dikin, ji ber ku dihêle, Rûsyayê derbas bikin.
Tê payîn ku xebatên kolandinê heta dawiya vê salê bi dawî bibe. Armanc jî ew e ku bikaribe hejmareke mezin ji keştiyan di bendera Aktau de rabike û veguhastin li Deryaya Qizwînê. Herwiha, bi rêya di Deryaya Qizqînê de, bi navê “Rêya Navîn” jî tê naskirin, ku ew jî rêyeke bazirganî ya altirnatîfê rêya bakur e bi rêya Rûsyayê, ku tê de hema hema hemû kelûpelên di navbera Çîn û Ewropayê de, derbas dibin.
Şerê li Ukranyayê û cezayên rojavayî yên li ser Moskoyê, hişt ku ewropayî rêya Deryaya Qizwînê çêbikin, ku ev rê wê bihêle dema çûyîna kelûpelan ji Çînê heta Ewropayê kêm bike, ev yek jî bi rêyeyeke deryayî ji Asayaya Navîn heta Deryaya Qizwînê û Qefqasya û Tirkiyayê. Yekitiya Ewropayê ragihand ku ew ê deh milyar euro veberhênan bike, ji bo pêşxistina vê rêya bazirganî bi rêya Asyaya navîn.
Li gorî Banka Navdewletî, eger ku veberhênna werin kirin, tê payîn ku qaseya veguhastina kelûpelan a salane ya ji petrol, dexil û konteyner û hwd di sala 2030î de, dê bibe du qat, ango bigihêje 11 milyon ton. Lê zêdebûna qûmê li Deryaya Qizwîn, dihêje ku ev rê rastî metirsiyê were. Di destpêka gulanê de, rêveberiya Bendera Aktau ya Kazakistanê hişyarî ji ber zêdebûna qûmê li ser rêya deryayî da, ku keştiyên veguhastinê yên kelûpelan û yên petrolê nikarîbûn barê xwe tijî bikin. Tê zanîn ku Deryaya Qizwînê girtî ye û tê binavkirin ku mezintirîn gol di cîhanê de ye bi rûbera 371 hezar çargoş e, ango ji Almanyayê mezntir e. Ev derya li ser sînorê 5 dewletan e, Azrebîcan, Îran, Kazaxistan, Rûsya û Tirkumanistan.
Ev rêya nû, ku niha di bin çêkirinê de ye, dê bi çend rêyên din re pêşbaziyê bike, ya herî berbiçav Rêya Erzê a Rûsyayê ye, ku di bihara 2021ê de dîsa ket rojevê dema ku navîgasyona li Kanala Suweysê piştî binavbûna keştiyek mezin hate astengkirin. Milyarderê rûsî Oleg Deripaka hêvî kir ku şerîketa xetên tirênê yên Rûsyayê ku dewlet wê bi rê ve dibe, careke din xizmetguzariyên veguhastinê li welat di ber çavan re derbas bike, di demekê de ku bûyereke karasetê li ser yek ji girîntirîn rêyên avê di cîhanê de, pêk hat. Li gel Rûsyayê gelek proje hene ku dikare bi awayekî hêsan bibe altirnatîfê guncav ji bo kanala Misirê û ya herî girîng jî pêşxistina xeta tirênê ya ku di Sîbîryayê re derbas dibe, ku Mosko bi herî rojhlatê Rûsyayê ve girê dide. Di dema lûtkeya aloziya Koronayê de ku pêwîstiyên cîhanî asteng kir, Rûsya ji xeta tirênê ya Sîbîryayê sûd wergirt ya ku bi “Rêya Erzê” tê naskirin, sûd wergirt. Di vê çarçoveyê de, Çînê kelûpelên ku bi tirênê li Rûsya û Asyayê hatine veguhastin di du mehên destpêkê ya sala 2020î de, du qat zêde kir, ku bi seba bilindbûna buha û rêya deryayî ya dirêj, Bekîn neçar ma veguhastin bi rêya sikeyên tirênê zêde bike.
Lê Rûsya, siberojeke mezintir nîgar dikir, ew jî guhartina rêya projeya Çînê (Kember û Rê) bi temamî, da ku bibe rêya veguhastina bejahî bi rêya Rûsyayê ber bi Ewropayê ve, pêk were.
Pêşniyaza Rûsyayê bi 3 faktoran ve hatibû destekkirin: Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê yê berê Sergey Shoygu di 7ê îlona 2020î de, piştgiriya xwe ji însiyatîfa “Rêya Erzê” re nîşan da. Ne veşatî ye ku daxwazeke bi vî rengî, pêwîstiya wê bi amadekeriyên jeopolîtîk ên pêşwext jî heye, ev yek jî bi bûyerên li herêma Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ve girêdayî ye. Di hevpeyvîneke bi televizyona “Rûsya El-Yewm” de re, ya bi zimanê erebî, Wezîrê Parastinê yê wê demê got: “Sîbîrya ev demeke dirêj e beşek ji Rêya Hevrişîm a mezin bû.. Divê Rêya Erzê ya nûjen were avakirin, ku bibe rêyeke ewle û çalak di navbera Ewropa û Çînê de”. Shoygo wiha lê zêde kir: “Pêdivîya avakirina korîdoreke veguhastinê ya ewle demek dirêj e bi awayekî zelal diyar e, nemaze bûyerên dawî yên li dora girtina Kanala Suweysê û êrîşên keleşan û herwiha rewşa heyî ya li Afganistanê.
Nêrîna Rûsyayê beriya şerê wê li dij Ukranyayê, li ser gelek faktoran bû, a yekê; veguhestina bi rêya kanala Suwêsê ne hêsan e. A duyem, nearamiya rewşê li herêma Rojhilata Navîn û di rewşa heyî de zêdetir xerab bû, eger ku em li rewşa Sûriya, Îsraîl û Xezayê binêrin. Ev dewlet jî bi awayekî yekser an jî ne yekser, girêdayî rêya Çînê ya ku hatiye ragihandin. A sêyem: Hilweşîna hikûmeta Efganistanê û Tevgera Talîbanê serwerî li ser welat kir.
Di rastiyê de, ev hersê astengî bi awayekî xurt piştgirî dane “Rêya Erzê”. Di heman demê de, şerên ku çêbûne, li ser rêya teorîk a rêya Çînê, astengiyeke mezin çêkir, dibe ku bihêle Pekîn ji nû ve projeyê di ber çavan re derbas bike, ji ber ku herikîna darayî di demên dawî de kêm bûye, Rûsya wekî vebijarkeke heyî tê hesibandin.
Nêrîna Rûsyayê di gelek astengiyan de kete çiravê, wekî şerê li Ukranyayê û cezayên rojavayî yên giran, tevî ku Amerîka di serdema Trump de, nermtir û bi Rûsyayê re kete nava danûstandinan. Di beşê girêdayî Rojhilata Navîn de, di dema heyî de, nêrîna Çînê bi tevahî, sekinî ye. Çalakiya Çînê li her du aliyên Afrîkayê heye, di şiklê desteserkirina benderan û yekdestdarkirina pêşxistina binesaziyê li gelek welatên afrîkayî.
Herwiha, ji bo korîdora Hindistan-Kendav-Îsraîl, şerê li Xezayê hişt ku pêkanîna projeyê were taloqkirin, heta ku encamên şer diyar bibin. Dibe ku ev hemû faktor bihêle ku rêya Qizwîn bi pêş bikeve û bikeve herêmên herî ewle, bi hevûrkirina rêyên hevrik. Agirbest û normalîzekirina di navbera Azrebîcan û Ermenîstanê û pêvajoya aşitiyê ya di navbera kurdan û dewleta Tirkiyayê de, ev herdu faktor bihêlin ku ev projeya bazirganî ya di navebra Asyaya Navîn û Ewropayê de hêsan bibe û paşguhkirina bazirganiyê ya Tirkiyayê li ser rêyên serma û kelûpelan kêm dikin.