1920-2025 kêmbûna asta siyasetê li Sûriyayê

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Sûriya wekî yekîneyeke erdîngarî-siyasî, ku di sala 1920î de wekî hebûneke siyasî hate avakirin ku 4 mehan dewam kir, herwiha Sûriya bû cihê herî zêde yê afirandina ramanên siyasî ku jê şepêlên siyasî û partî li herêmê derketin, ji Fasê bigire heta Iraqê. Ji ramana erebperestî bi hersê bavê xwe ve: Sati El-Hesrî, Mîşêl Efleq û Qestentîn Zirîq, heta ramana fundamentalîzma îslamî ku Hesen El-Bena ji serokê kongeya Sûriyayê ya giştî Şêx Reşîd Riza wergirtiye û heta ramana selefî ku ji şamiyan hat; Mihib El-Dîn El-Xetîb û Nasirdîn El-Elbanî hatiye û piştre jî ramana selefiya tevgerî an jî Şepêla Şiyarbûnê (Serwerî) a li gel Mihemed Serwer Zên El-Abidîn (ji Horanê), ku ramana Mihemed Bin Ebdulwehab û Seyid Qitib têkilî hev kir. Herwiha, ji sûriyayiyan wekî Ilyas Merqes û Yasîn Hafiz, ramana pevgirêdana markisîszmê bi rastiya xwecihî re derket, mîna komunîstên çînî yên ku digotin “çînkirina makrsîszmê“.

Lê ji aliyekî din ve jî, mirov dikare bêje ku siyaseta Sûriyayê kesên qedirbilind ên wekî Seedallah El-Cabirî, Rişdî El-Kîxîya, Faris El-Xorî, Xalid El-Ezim, Merûf El-Diwêlibî, Mustefa El-Sibaî, Ekrem El-Horanî, Hanî El-Hindî û Xalid Begdaş, afirand. Ji Şamê jî, rêxistina Beisê a iraqî û şaxên tevgera netewperestên ereb, dihate birêvebirin. Herwiha, şopînerên Begdaş ên komîstin iraqî jî hebûn, wekî Ebdulqadir Îsmaîl El-Bistanî û yên urdunî wekî Fihmî El-Selefitî, yên lubnanî jî piştî cudabûna Partiya Komonîst a Lubnanî sala 1964an wekî Hesen Qirêtim, Siwaya Siwaya û Nexle El-Mitran. Di pratîkê de, di nav welatên ereban de, dikare were gotin ku jiyana siyasî ya Sûriyayê, ligel jiyana siyasî ya Misir û Sûdanê, ya herî cihêreng e.

Lê eger ku jiyana siyasî ya Sûriyayê di çarçoveya pêvajoyan rêz bikin, wiha; A yekem 1946-1958, piştre 1963-1982, piştre 2000-2011 û piştre jî 2011-2024an û herî dawî jî piştî kanûna sala 2024an, lê diyar dibe ku kêmbûnek di asta siyasî ya Sûriyayê de di van 5 pêvajoyan de bi awayekî rasterast heye, ango her pêvajoyek ji ya beriya xwe di aliyê astê de lawaztir e. Hevdemî kêmbûna asta siyasî, heman tişt di gewdeyê ekadîmî di Fakulteya Hiqûqê de jî derbasdar e. Mirov dikare mamosteyên pêvajoya salên 50î wekî  Munîr El-Eclanî, Rizallah Entakî, Merûf El-Diwêlibî, Mustefa El-Subaî û Mustefa El-Zerqa bi asta mamosteyên Fakulteya Hiqûqê di salên 90î de, bide ber hev, herwiha hevrûkirina asta beşê felsefeyê  li zanîngeha Şamê di salên 70î de, bi serdema Beşar El-Esed re, heman tişt li ser gelek wadên rewşenbîriyê derbasdar e.

Dema ku Riyad El-Tirk piştî derketina wî ji zindanê sala 1998an, gotina “Padîşahiya bêdengiyê” ji bo wesifkirina Sûriyaya Hafiz El-Esed, îhtîmala herî mezin ji bo wesifkirina rewşa çolbûna siyasî ya Sûriyayê bû piştî komkujiya bajarê Hemayê sala 1982yan, ku hişt piraniya sûriyayiyan li hember zordar bêdeng bin. Lê îhtîmala mezin nizanibû ku nebûna siyasetê hişt ku siyasetmedar ku piştî mirina dîktator vegeriyan qada siyasetê, wekî lîstikvanekî futbolê piştî demeke dirêj ji rawestandina lîstikê vegeriya stadyomê, lê şiyan û jêhatiyên xwe yên berê ji dest dan. Bi rastî jî, dema ku nêrînek ji bo pêvajoyê hate pêşkêşkirin, piraniya opozîsyonên li peyî gotina şerê di navbera çaksazîst û pasvanên kevn di serdema nû de ketin. Ev gotin jî cara yekem ji aliyê Mîşêl Kîlov ve di 4 gotaran de ku di rojnameya El-Nehar ya Lubnanî di tebaxa 2000î de, hate weşandin û piştre jî hemû  rêveberên partiyên Kombûna Niştimanî ya Demokratîk ji bilî El-Tirk, li peyî wê gotinê meşiyan. Dema ku xwediyê vê gotinê dihat pirsîn li ser nêrîna wan ji bo Beşar El-Esed wekî kesayetekî çaksazîst,  berisv didan û gotin ku xîtaba sondê ku Beşar El-Esed gotiye, îşaret bi vê yekê kiriye, an jî îşaret didan ku ew nikarin kar bikin “bêyî ku di bin vî banî de lêdanê bixwin” an jî “ka em nakokiya di nava desthilatê de çêkin”.

Heta dema ku El-Tirk, Riyad Sêf û 8 kesên din di îlona 2001ê de hatin girtin, rojnameya “El-Reî” ya berdevka Partiya Komonîst (Nivîsgeha siyasî), ev girtin wekî “derbeyek ji şepêla Muhafiz li dij şepêla çaksazîst “binav kir, ne tenê li muxalefetê, bi nav kir. Piştî vê yekê, endamekî opozîsyonê bi heman wesfê di pêveka El-Nahar de, ku ji hêla Elias Xûrî ve dihat çavdêrîkirin, hate nivîsandin. Nivîskarê vê gotarê bi bîr dixe ku wî û El-Tirk di adara 2001ê de, bi Mîşêl Kîlo re li mala wî civiyan. Dema ku jê re hate gotin ku gotina “civaka sivîl” ku ji aliyê “komîteyên zindîkirina civaka sivîl” ve hatiye bikaranîn ku “Daxuyaniya Hezar” derxistin nezelal e û çêtir e ku peyva “vejîna demokrasiyê” were bikar anîn, herkes şok ma ku nizanin, ku ew bavê giyanî ye ji bo wan komîteyan, wateya felsefî ya têgihaştina “civaka sivîl” e û dixwaze dijberî dîktatoriya leşkerî bi kar bîne, an jî wiha texmîn dike. Di vê çarçoveyê de, mirov dikare vê yekê bi nêrîna ku “kombûnê” di daxuyaniya sala 1980yî de pêşkêş kiriye, bide ber hev, ku tê de îşaret pê kir dîktatorî piştî ku Partiya Beisê hate ser desthilatdariyê sala 1963yan, aloziyeke niştimanî ya giştî afirand, çareserî jî “niştimanî demokratîk e” ku welat ji aloziya wê ya demokratîbûnê rizgar dike û di encamê de jî, bang guhartina bingehîn hate kirin. Ango, nêrînek bû ji bo aloziyekê ku bernameyek û daxwaz afirandin û heta xwe wekî xeta sêyem di pêvajoya rûbirûna rejîmê bi îslamîstan re didîtin, tevî ku bêdengiyeke tektîkî derbarê tundiya îslamîstan nîşan dan. Di pêvajoya piştî Hafiz El-Esed de, bername li ser “girîngiya yê din” hate avakirin, ku wan ew wekî “çaksazkar” dihesibandin. Piraniya kesên ku li ser Beşar behis dikirin, piştî hilweşîna Sedam Hisên (tevî Riyad El-Tirk) li ser destwerdana biyanî behis dikirin, bi texmîna ku amerîkayî dê li Şamê tiştê ku wan li Bexdayê kiribûn temam bikin, her çend Washington eşkere bû ku ew “dixwaze reftara rejîmê biguherîne, ne ku rejîmê biguherîne”. Herwiha, stratejiya avakirina siyasetek li ser bingeha ya din a amerîkayî, piştî stratejiya xwe ya berê di “girîngiya tevgera çaksazêst a li qesrê” de, cara duyemîn têk çû.

Di pêvajoya 2011-2024an de, gelek kesên opozîsyon, şaştiyên mezin kirin, wekî çawa di “Îna Parastina Navdewletî” de kirin, piştî çend hefteyan ji daxuyaniya serokê Amerîkayê Barak Obama di 18ê tebaxa 2011an de, ku got: “Dem hatiye ku serokê Sûriyayê biçe”. Wan xwe spartibû tundiya opzîsyonê ji bo rûxandina rejîmê, heta piştê ku Mosko Vîto di Encûmena Ewlekarî de li dij biryara derbarê Sûriyayê de bi kar anî, piştî meh û nîvek ji daxuyaniya Obama. Lê wan muxaleftan yên ku wê demê di encûmena Stenbolê de, di bin serpereştiya Obama û Erdogan de civiyan, nizanibûn ku nakokiya amerîkayî-rûsî, wê rê nede ku tecrubeya li dij Muemer El-Qezafî dubare bibe, ku ji Terablûsa rojava piştî 5 rojan ji daxuyaniya Obama ya derbarê Sûriyayê û piştî 7 mehan ji civîna Washington û Mosko di Encûmena Ewlekarî de, reviya. Ji bilî vê yekê jî, muxaleftên sûryayî nikarîbûn tabloya Sûriyayê piştî adara 2011an bi bandora xwe ya herêmî û navdewletî binirxandina, ev tişt di tecrubeya piştî ketina El-Esed de jî dubare dibe. Kesên bi siyasetê re mijûl dibin têkçûna rejîma El-Esed beriya 5 mehan şirove bikin û ne jî di sala 2015an de, ku wê demê ji sala 2024an, lawaztir bû. Îhtîmala herî mezin jî, heta piştî 10 salan ji buhar-havîna 2015an, nikarîbûn diyardeya ji nedît ve di çawaniya civîna Enqera û Riyadê şirove bikin, ku wê demê ji Peymana Nuklerî bi Îranê re aciz bûbûn, lewra destek dane “Artêşa Fetih” û “Artêşa Îslamê”. Di encamê de, wan dest danî ser parêzgeha Idlibê û herêma El-Xab û piştre jî opozîsyona çekdar hindik mabû ku serweriyê li ser Hema û Humisê bikin, di heman demê de jî rêya Şam-Humis li Edra qut kirin, beriya ku Qasim Suleymanî, Pûtin û Obama li ser rizgarkirina Beşar El-Esed bi rêya destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li hev kirin. Îhtîmala herî mezin jî ku piraniya kesên ku dibêjin “Rizgarkirin” û “serkefetinê” nizanin ku rejîma Sûriyayê ji ber faktora Sûriyayê ya navxweyî ketiye, lê belê yê ku hişt rejîma El-Esed were rûxandin dûrbûna di navbera Washington û Mosko de, piştî şerê Ukraniyayê û guhartina nêrîna Washingtonê ji Îranê re piştî êrîşa tevgera Hemasê di 2023yan de, lewra ev yek bû sedem ku rejîma Beşar El-Esed were rûxandin bi alîkariya Enqera û pêkanîna sûriyayî, ji bo guhartina hevsengiyên hêzê ji bo berjewenidyên Washingtonê bi rêya Şamê li dij Moskoyê beriya danûstandinên Ukraniyayê û li dij Tehranê beriya danûstandinên nuklerî. Ji aliyekî din ve jî, êrîşên Îsraîlê yên li dij baregehên leşkerî yên Sûriyayê di rojên piştî ketina El-Esed de, şirove bike ku lihevkirian Amerîka û Îsraîlê li ser Sûriyayê tune bû, ev tişt ji çaxa hevdîtina vê dawiyê ya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî, zelal bû.

Di dawiyê de, gelo heşt daxwazên amerîkayî yên ji hikûmeta nû ya Sûriyayê dikarin di çarçoveya komek mercan an nexşerêyek ji bo Şama piştî El-Esed de werin danîn, niha ku beşa 8ê kanûnê bi dawî bûye? Bi taybetî, ev daxwaz di adara borî de, demek kurt piştî operasyona leşkerî ya ku ji hêla bermahiyên rejîma berê ve hat lidarxistin, hatin pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê, gelo radestkirina Rojhilata Navîn ji aliyê Washingtonê ve di sala 2015an de ji Îran û Rûsyayê re, ma ne mimkun e ku wekî xwesteka Obama ya balkişandina ser Rojhilata Dûr bi têkiliya bi Çînê re were şîrovekirin û gelo guhartina nêrîna Washingtonê ya li ser Rojhilata Navîn û girîngiya wê dibe sedema naskirina raza kanûna pêşîn a Sûriyeyê, ji ber ku “her kesê ku Rojhilata Navîn bi rê ve bibe, divê Sûriyayê kontrol bike?”