Zevî, kargeh û algorîtma di têkiliyên navdewletî de.. Çarenûsa Tirkiya û Kurdistanê wê çi be?
Nivîskar: Hisên Cimo
Rojhilata Navîn di serdema feodalîzm û fituheyan de
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Beriya çend mehan ji ferizkirina serokê Amerîkayê Donald Trump ji bacan, nirxê bazarê yê kompaniya “Apple”ê ya amerîkayî 3 tiriylon dolar derbas kir, piştre kompaniya “Nvidia”yê ya çêkirina çîpên teknolojî nirxê bazara wê jî 3 tirilyon derbas kir. Ev dewlemendiya nû di nirxê kompaniyan de, bi gelekî împaratoriyên petrol û çekan derbas kirin û ev yek jî bû sedem jî ku hîpotezek di aboriya siyasî ya nûjen de, derkeve holê, ku gelo bawerî û pêdivî di berdewamkirina rêbazê împaratorî di avakirina dewlemendî û desthilatdariyê de ku nêzî 5 hezar salên borî dewam kir, heye; ango berfirehbûna asoyî û desteserkirina axê û dagîrkirina gelan û kolekirina wan û talankirina civakan, bi awayekî rêxistinkirî û bazirganiya bi mirovan.
Kompaniyeke wekî “Nvidia”yê -ku kompaniyeke bê karegehe e- nirxê wê bazarê 3 tiriylon dolar e, ango heger nirxê wê bikeve meriyetê, têra avakirina Sûriyayê (ku bi qasî 300 milyar dolar têrê dike Sûriya ava bibe) deh caran dike.
Ev meyla di veguhastina nirxê di kapîtalîzimê de ji alavên giran û kanên komirê û bîrên petrolê, ber bi kompaniyên bi avahiyên biçûk, lûtkeyeke nû ye di rikberiya kapîtlasît de, ku cara yekem di dîrokê de, teknolojî dibe xwedî pêvajoyên berhemê yên serbixwe, ne alîkarê pîşesaziyên kevneşop.
Feodalîzm di têkiliyên navdewletî de
Bi her halî, nîqaşa di vir de ew e ku rêbazê hilberîna teknolojîk, nimûneyên nûjentir ji forumelên klasîk (çandî û bazirganî) di kapîtalîzimê de ye. Tê texmînkirin ku ev yek bihêle ku awayê têkiliyên navdewletî were guhartin, tevî diyardeyên berxwedanê ku bi awayekî taybet “netewe-dewlet” wê pêşkêş dike, ku rêbazekî wê yê dijminahî di serweriya li ser zanistê de heye û bikaranîna wê wekî hêzeke xerab li dij dijberan.
Bi her awayî, heta niha netewe-dewlet xwe ji nû ve ava dike, lê xwe nû nake, ev jî cudahiyeke girîng e di ku jinûveavakirin, nûkirinê nagire nava xwe. Heta niha, rêbazê neteweperestî di avakirina dewletê de, bi hizira feodalîzma çandinî di têkiyên navdewetî de, girêdayî ye. Ev yek jî zêdetir di Rûsya, Tirkiya, Amerîka û Çînê de, derdikeve holê. Wekî mînak, di erdîngariya siyasî ya kapîtlazîmê de, pirsek derbarê naveroka paşverû ya emperyalîzma rûsî ya ku dixwaze serweriyê li axa Ukranyayê bike de, hate kirin, tevî hemû giraniya vê emperyalîstê ya xîtabên der barê serwerî û “rizgarkirina birayan li Donetskê” de. Şerê Rûsyayê di Ukranyayê de, operasyonek ji serdema feodlazîmê bû di sedsala 21ê de û xwesteka fituheyên împeratorî ji axên nû re ew desteser dikir û nimûneyek bû ji hişmeniya feodal re ku hê li gor wê hêz bi qaseya kîlo mitrên ku li nexşeya dewletê zêde dibe, tê pîvan, ne bi afirand, vedîtin an bi para di bazara teknolojiyê ya cîhanî de.
Herwiha, li Rojhilata Navîn jî, giyanê pevçûnê yê dewleta neteweyî ya xwedî taybetiya jiholêrakirin-sûcdariyê, aram nebûye. Ji destpêka Ssdsala 21ê ve, nexşeya “Mîsaqa Milî”, erdîngariya herî zêde ku di Tirkiyayê de bi rêya rêbazên peywendiyên civakî, hate bikaranîn. Komar bi xwe jî, ber bi xeyalên feodalîzm û timar ve çû û axa kurdan li Sûriya û Iraqê dagîr kir, di çarçoveya êrîşên xwe yên qebilî li dij “qebîleya kurdî” li dervayî sînorê, ku ax -di zihniyeta Tirkiyayê ya hakim de- ne tenê sembola serweriyê ye, lê belê ew giyanê netewe-dewleta di bin gefê de ye.
Di rewşa Îsraîl-Filistînê de, şerê qirkirinê li ser axê berdewam e, ku heta niha li gorî berjewendiyên Îsraîlê ye. Ji Rûsyayê heta Îsraîl û Tirkiyayê, ev beşê ji cîhanê sîstema dîrokî ya Sasanî ji nû ve vediguherand. Ji nişka ve serekekî ku ji nûtirîn û xurttirîn împeratoriyê di cîhanê de tev li wan bû, împeratoriyeke ku li ser kavilên sedsala 19an ên Brîtanya û Fransayê ava bû, ku li ser serwerî û rêvebirina aloziyan bi alavên nû ava bû: Donald Trump, ku dixwaze serweriyê li Greenlande, Kanala Panamayê, Kanada û herêmên din ên hîn diyar nekiriye, bike. Teoriya siyasî ya Trump gelekî hêsan e, ew jî wiha ye: “Rêvebirina karsazî-axê” ne “rêxistinkirina cîhanê”.
Lê, ev dilxwaziya ber bi fituheyên împaratorî ne tenê xwedî nirxekî menewî ji bo pêkanîna forma dîrokî ya împaratorî bi rastiya heyî re, di rewşa Rûsyayê de Kiev giyanê împaratoriya Rûsyayê yê yekemîn e, di rewşa Tirkiyayê de jî “Mîsaqa Milî”, rengê herî normal e ji bo dewleta împaratoriya Tirkiyayê.
Li vir, mirov dikare, cudahiyê bixe navbera çavkanî û dewlemendiyê de. Mirov dikare, dewlemendiyê bi rêya kompaniyên bê kargeh bi nirxê 3 trilyon dolar, ava bike. Lê dewlet heta niha li ser çavkaniyan e, ne tenê li ser dewlmendiyan e. Bi gotineke din, dewlemendî, pirsgirêka enerjiyê heta hetayê li Tirkiyayê çareser nake. Ev welat salane, ji 70 heta 80 milyar dolar li ser dahateyên enerjiyê ji gaz û petrolê, dide. Ji ber vê yekê jî hîn zû ye ku em texmîn bikin guhartina têkiliyên navdewletî nêz bûye di bin bandora kapîtalzîma teknolojiya şok de (serdema hişê çêkirî). Li şûna wê jî, tê texmînkirin ku netewe-dewlet, ya dijberî globalîzasyonê di aliyê hiqûqî û mirovahî de, zêdetir xwe diparêze bi rêya bikaranîna hilberînên teknolojîk yên herî nûjen ji bo berxwedana guhartina di naverokê de, her çend ew ji hin taybetmiyên bi formê re têkildar be (berfirehkirina nûnertiya parlamentoyê – îmzekirina peymanên navneteweyî – guhastina hukmên xiyanet û mirinê, hwd).
Mentiqê “fituhatan”
Bi her halî, hizira “fituheyên klasîk” ên Trump, ne xwedî heman wate ye li gel Putin, Erdogan û kesên wekî wan. Trump di pênasekirina axê de, xwe dispêre mîrasa birîtanî, ku ew çavkaniya kombûna dewlemendî û avakirina hêzên li beramberî dijminan e. Di rewşa Tirkiya û Rûsyayê de, hizira vegerandina axê zêdetirî hestiyarî ye û xwedî nirxekî mîrasî yê feodalîzmê ye, tevî ku bê sûdên darayî be, lê belê ji bo xezîneya komarê -wekî rewşa Tirkiyayê- bi qatan ji tiştên ku ji baxçeyên Efrînê derxe. Di vê çarçoveyê de, diyar e ku aktîfkirina mentiqê “fituhatan” wekî rêbazê hilberîna desthildarî û dewlemendî ye, wekî ku kopiya herî nûjen ji feodalzîmê ye, vê carê jî “feodalîzma neteweyî” ya ku ji “feodalîzma împaratorî” derketiye. Diyar e ku ev hemû di nêrîna destpêkê de, rengek ji rengên înkarkirina komî ji guhartinên serdemê ye, lê belê ew sereke ye di avakirina serdemê bi xwe de, serdema trilyonên ku wê ji ofîsan derkete, ku rûbera wê ji navendên fermandariya lîwayên artêşên fituheyan ên tirkî, rûsî û çînî, ne mezintir e.
Dewletên mezin jinûvehilberîna nimûneyên împaratorî bi rêbazên nûjen dikin, lê heta niha xwe dispêrin hişmendiya fetih, tevlêkirin û biserxwevekirinê. Bi vî awayî em digihêjin cudabûneke kûr: Di cîhanekê de ku nirxê aborî sînorê erdîngarî derbas kir û êdî dewlemendiyên mezin tenê ji binerd an jî ji çandina berheman û herhevkirina hişê çêkirî tê derxistin. Heta niha jî, têkiliyên navdewletî pabendî nimûneyên hişmendiya serdema împaratoriyan e.
Ev nakokiya di navbera veguhartina kûr di binesaziya hilberînê û di navbera mentiqê serweriyê de, dihêle ku sîstema cîhanî bikeve rewşeke rûbirû ya dayîm di navbera du nimûneyan de: Nimûneya împaratorî ya ku dimire û nimûneya nû ya ku ava dibe, bê ku heta niha desthilatdariyeke siyasî ya li gorî hêza xwe ya aborî bi dest bixe. Di vê çarçoveyê de, pirs wê ne tenê derbarê pêbaweriya rêbazê împaratorî yê kevneşop be, lê belê şiyana sîstema cîhanî -siyasî û qanûnî û hizirî be- a guncandina bi kêliyekê ku tê de saman ne bi mitiran tê pîvan lê belî bi baytê û êdî nema bi tankan tê avakirin lê belê bi kodên elektronî.
Dibe ku têkiliya ji aliyê dewleta firehxwaz ve hatiye çêkirin, bê gûman bi xwîn be û dîrokeke nerast li bara milkiyeta erdan çêke.
Tevî vê yekê jî, pêwîstiyek di asoyê de heye, dibe ku dîmenê netewe-dewleta berfirehbûnê wekî nimûneya serwerî di têkiliyên navdewletî de, derkeve. Di meha borî de, kovara “Foreign Affairs”ê bi du gotaran, behsa vegera dewleta berfireh li nexşeya erdîngariya siyasî kir, wekî diyardeyeke ne awarte. Gotara yekem a Michael Albertus e mamosteyê zanista siyasî di zanîngeha Chicagoyê de û nivîskarê pirtûka “Hêza axê: Yê kê heye û yê kê nîne û çawa çarenûsa civakan diyar dibe.”
Albertus bi vegera li nîvê sedsala 20î, nêrîna xwe pêşkêş kir, ku wê demê dînamîkên hêzê û sîstema hevalbendiyê ku sîstema cîhanî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ava kir, kampanyayên dagîrkirin û bidestxistina axê bi tundî asteng kir – ew taybetiyeke cihgir e di dîroka mirovahiyê de. Lê belê, li şûna ku ev serdema ragiriya beşî bibe jibîrkirina ji binî ve ji tundiya borî re, lê niha diyar e ku tenê dûrketineke demkî ji rêbazê dîrokî ye. Ji dagîrkeriya Rûsyayê li dij Ukranyayê, heta girîngdayîna Trump ya eşkere bi destdanîna li ser Greenlande, mijara desteserkirina navdewletî careke din bû rojev. Êdî gefên serweriya li ser axê, careke din bû beşekî sereke ji erdîngariya siyasî, ku pêvajoyeke nû ye ji rikberiya di navbera hêzên mezin de û zêdebûna fişarên nifûsê û guhartinên teknolojî û dibe ku ya herî girîng be jî: Guhartina avhewayê.
Pirsgirêka Greenlandê diyar dike ka guhartina avhewayê çawa dikare nakokiya gerdûnî ya li ser axê gur bike. Berjewendiya Trump a li herêmê bi awakî eşkere ji pozîsyona wî ya stratejîk wekî herêmek tampon di navbera Dewletên Yekbûyî û hevrikên wê yên hêzên gewre de tê. Lê her ku gerstêrk germ dibe, qeşa kêm dibe û qeşaya deryayê dihele, Greenland dê ji ber sedemên din girîng bibe. Berfirehiya axa wê, ku berê jiyan li ser wê ne pêkan bû, balkêş bûye.
Tevî ku qeşayê heta niha keşfkirina kanzayên Greenlandê bi sînor kiriye, zanyar bawer dikin ku dibe ku ew mîqdarên girîng ên hesin, risas, zêr, uranyum, neft û çavkaniyên din ên hêja hebin, di nav de kanzayên ku ji bo enerjiya paqij hewce ne. Di salên dawî de germahiya navînî ya herî bilind li Greenlandê di hezar salan de dîtiye, bi qasî 1,5 °C li ser navîniya sedsala 20î. Zêdebûna germahiya zêde dê mezinbûna şînatiyên nû û heta çandiniyê jî pêş bixe. Li gor Albertus, lêgerîna Washingtonê ya ji bo Greenlandê tenê destpêka pêşbaziyeke cîhanî ya nû ya ji bo xakê ye. Gelek xislet hene ku erd bi qîmet dikin, wek gihandina çavkaniyan, guncawbûna ji bo rûniştina mirovan, hilberîna çandiniyê û nêzîkbûna ji rêyên bazirganiyê.
Guherîna avhewayê dê ji bo hin welatan pirsgirêkên bêserûber biafirîne û ji bo yên din jî derfetên nû veke, pêşbaziya ji bo axê teşwîq bike. Welatên xwedan berfirehiya mezin heger bi aqilmendî bi rê ve bibin bikin dê di demek nêzîk de ji axa berfireh sûdê werbigirin. Kanada û Rûsya, du welatên herî mezin ên bakur ên cîhanê ne û cihê wan nimûneyî ye. Çandinî li her du herêman ji ber demsalên mezinbûnê yê dirêjtir, germahiyên bilind. Nimûneyeke avhewayê ya dawî nîşan dide ku Kanada dê heya sala 2080yî 1,6 mîlyon mîl çargoşe zevî bi dest bixe, ku ji bo çandiniya zeviyên wekî genim, ceh, û kartol guncan e, ku çar qat zêdebûnek ji qada heyî ya ji bo çandiniyê heye. Rûsya dê di dehsalên pêş de bi heman rengî erdên nû yên çandiniyê bi dest bixe.
Herêmên din ên bakur, gengaz e ku guhartinên mîna yên ku li Kanada û Rûsyayê çêbûne, bibînin: Fînlana, Norwêc, Swêd û Eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê dê di dehs alên pêş de zêdebûna zeviyên çandiniyê bibînin. Berevajî vê, Amerîka û Çîn dê bi berberiya kêmbûna çandiniyê re, zêdebûna koçberiya ji herêmên xwe yên herî germ û herî xeternak, û hilberîna kêm re rû bi rû bimînin. Herdu jî dikarin bibînin ku hêz û bandora wan kêm dibe heya ku ew nikaribin van valahiyan bi veberhênanên di enerjiya nûjenkirî ya erzan de ji holê rakin û plan bikin ku di dawiyê de nifûsên ku rastî metirsiyê ne li cîhên zindîtir bi cih bikin.
Li hember pirsgirêkên giran ên aborî û demografîk ên girêdayî avhewayê, welat dê hewl bidin ku her avantajek gengaz bi dest bixin. Li seranserê cîhanê bi dehan herêm hene ku dişibin Greenlandê, lê kêm niştecih in. Dibe ku ew di deh salên pêş de bêtir bijîn an bibin çavkaniyên hêja û serweriya qels, nezelal, an veguhêz. Welatên xwedî çavkaniyên jiyanî yên ji bo derbasbûna enerjiya nûjenkirî jî dê bibin navendên pêşbaziyê. Dagîrkeriya vê dawiyê ya Komara Demokratîk a Kongoyê ya bi kanzayên dewlemend ji hêla koma “M23” ya bi piştgirîya Rwandayê ve dikare wekî navgînek ji bo komê were şîrovekirin û ji hêla berfirehkirina Ruandayê ve, ji bo bidestxistina kanzayên hêja li rojhilatê Kongoyê, ku ji bo hilberîna batarîyên otomobîlên elektrîkî û têlefonên destan têne bikaranîn, were şîrove kirin.
Lêkolîner Michael Albertus şîrove dike: “Guhartinên germbûna gerdûnî di hilberandin û jîngehê de dê rêyên nû ji bo hilberîna aborî û koçberiyê diyar bike. Wek mînak, koçberiya ji Afrîkaya Bakur, devera beravê û Rojhilata Navîn dê zêde bibe her ku germahî zêde bibe û hilberîna çandiniyê li wan herêman kêm bibe.”
Çanda dagîrkirinê ya Westfaliyan
Di gotara duyem de di Foreign Affairsê de, Tanîşa Fedl, profesora zanistên siyasî li zanîngeha Minnesotayê û nivîskara The Death of State: The Politics and Coography of Invasion and Occupation (Mirina dewletê: Siyaset û cografiya dagîrkeriyê), çend mînakên xêzên sor ên navneteweyî yên der barê destdirêjiya dewletekê li ser xaka yeke din de, li ser bingeha piştî sala 1945an a cîhanê ji bo pêşîgirtina li dûbarebûna welatekî din, bi bîr tîne. Lê belê, ew modelek ku civaka navneteweyî tê de bi eşkere têk çûye, ber çavan nadigire, ew jî: Dagîrkirina Tirkiyayê ya Qibrisê û dagîrkirina wê ji sêyeka giravê re heta roja îro.
Tanîşa di wê baweriyê de ye ku ger dewlet dev ji bikaranîna berdewamiya li dij dagîrkeriya axê berdin an jî kiryarên xwe bi awayên ku herî kêm pabendbûnek serpêhatî nîşan didin rewa bikin, ev domdarî dê ji holê rabe. Piştî vê yekê dibe ku êrîşên herêmî yên tundtir û pir caran pêk werin. Lêbelê, her tevgerek ber bi kopiyeke sivikkirî an nîvco ji pêvana heyî ya li dij dagîrkeriya herêmî ve biçe, dê bibe sedema zêdebûna pevçûnê li ser erdê. Ji Şerê Cîhanê yê Duyem û vir ve, gelek welat ji aramiya beşî ya sîstema bi pêşengiya Amerîka û rêzgirtina ji serweriya axê ya ku ew ferz dike, aciz bûne û gelek jê sûd werdigirin. Zehmet e ku meriv diyar bike ka heya kîjan pergalê dê perçe bibe heke tengasiyên heyî yên li ser dagîrkirina axê berdewam bikin. Hilweşîna prensîba dij-dagirkeriyê dibe ku guherîneke berfirehtir di sîstema navneteweyî de li ser bingeha têkiliyên di navbera dewletên serwer de bilez bike. Heger gef li serweriya dewletê bi asteke mezin were xwarin, ne diyar e ku dê bazarên vekirî yên ku bingeha pergala globalbûyî pêk tînin çawa tevbigerin. Herwiha dagîrkerî di bingehê xwe de bi demokrasiyê re li hev nayê.
Di encamê de, gelek prensîbên sîstema navneteweyî ya lîberal, di nebûna bingeheke dijî dagirkeriyê de nikarin bijîn. Dibe ku armanca mebest ev be, ango hilweşandina sîstema navneteweyî ya lîberal û vegerandina binpêkirinên “Westfalen”. Peymana ku serweriya dewletên Ewropayê pîroz kir û rê li ber arastekirina êrîşên li derveyî parzemînê vekir.
Li Rojhilata Navîn du bijarde hene
Nîşaneyên li Rojhilata Navîn amajeyê bi rêgezek wiha ya bêhevsengiya demografîk, çandinî û serweriyê dikin, ku dikare navendên bajaran ji nû ve teşe bike û nerehetiya wan a sivîl gurtir bike. Ev tê wê wateyê ku herêm dê bikeve serdemeke din a pevçûnan ku dê ne kêmtir ji tunekirina civakên dîrokî yên berê be, çi tinekirina rasterast bi rêya komkujî (amûrên pêwîst ji bo piştgirîkirina vê modelê peyda ne) an jî nerasterast bi vekirina rê li ber koçberkirina wan ji bo rizgarkirina xwe. Ev yek dewleta Rojhilata Navîn dixe nav çarçoveyekê ku ew ber bi serdemeke nû ve diçe. Dewlet-netewe (ku li Rojhilata Navîn tawanbar e) wê bibe sedema qonaxeke nû ya qirkirin û şerên navxweyî û bi vî rengî pêkhateyên neteweyî yên ku jixwe nazik in û bi zêdegaviyek sûcdar barkirî ne, ji hev veqetîne. Krîza çandiniyê pêlên nû yên koçberiyê ji gundên têkçûyî yên aborî ber bi bajarên ku ji ber hilberîna çandiniyê westiyane amade dike, bi vî rengî parêzbendiya wan li hember her dîktatorî û sextekariya siyasî ya neteweyî û olî kêm dike!
Alternatîv ew e ku dewlet ji nûveavakirina lihevhatineke civakî ya rast e ku bi wekheviyê re li hev tê. Nepejirandina wekheviyê -wekî ku Maurice Ayek di gotarekê de aniye ziman- îdeolojiya cihêkarî û bilindbûna li hember wekheviyê ye, ne îfadeya zordestî û çewsandinê. Belkî ya ku li Sûriyayê diqewime ew e ku civak careke din bikeve vê sindoqa girtî.
Rojhilata Navîn bi giştî cîhek e ku ji xeynî hewildanên Kendavê, ti perspektîfên çandinî û teknolojiya pêşketî tê de tuneye. Erdên ku di nava planên dagîrkeriyê de cih girtine an jî yên ku berê hatine dagîrkirin, wek beşa ku Tirkiyayê li ser rêya navneteweyî ya Serê Kaniyê heta Girê Spî dagîr kiriye, zeviyên ku ji aliyê çandiniyê ve xera bûne û serdema xwe ya dewlemend a ku nêzî nîv sedsal berê bi dawî bûye, winda kirine. Van erdan ji yên ku Amerîkayê li Kanada û Gronlandê lê digere xwedî perspektîfên pêşerojê yên cuda ne.
Bi her halî, dewlet ji tiştên ku jê kêm digerin. Tirkiya kêmasiya wê petrol û gaz e ku salane bi qasî 70 milyar dolarî xercê budceya wê dike û bi mezinbûna kargehan û zêdebûna nifûsê re ev hejmar zêde dibe. Dibe ku ev pêdivî bibe sedema sereke ji bo du îhtîmalan: Aştiyeke demdirêj a kurdî-tirkî ku li ser bingeha berjewendiyên hevbeş di naskirina siyasî û çavkaniyên aborî de be, an qonaxek şerekî hovanetir ku dê bibe sedema tevlîbûna aliyên din, vê carê herêmî. Di siyaseta Tirkiyayê de serdema “sindoqa girtî” ya pirsgirêka Kurdistanê bi dawî bûye û herî kêm bûye sindoqeke vekirî. Bi her awayî, rewşa Kurdistan û Tirkiyayê di hişmendiya serokên her du aliyan de, Ebdullah Ocalan û Devlet Bahçelî bi hev ve girêdayî maye, wek mînak; an em bi hev re sax bimînin an jî em bi hev re winda bibin.
Lê Sûriya xuya dike ku dê serdema “dijdertina wekheviyê” vegerîne ya nîva sedsala 19an û ew rûxandina xwe di ser hevbeşiya siyasî re dipejirîne.