Derketina “kesk” di dîmenê Sûriyayê de

Nivîskar:Ferhad Hemî

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Bê gûman, rengê kesk piştî rûxandina rêjîma El-Esed, derbasî nava Sûriyayê bû û xwe wekî semboleke zordariyê feriz kir. Di malperên tevna civakî de, trendên wekî “kesk belav dibe” zêdetir bû, bi vê yekê îşaret pê kirin ku divê çekdarên opozîsyonê û Heyet Tehrîr El-Şam, serweriyê li ser tevahiya erdnîgariya Sûriyayê bikin. Rengê kesk veguherî nasnameya dîtbarî ya nû ku di nava xwe de guhartin û serkeftinê dihewîne, herwiha tê gotin jî: “Sûriya wê xweşiktir bibe, dema ku bi tevahî kesk bibe”.

Di nava vê belavbûna kesk de, Ehmed El-Şeri cara yekem bi cilûbergên fermî li kêleka Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan derket û kravateke kesk li xwe kiribû û êdî dev ji şaşika reş berda, ku sembola di dema şerê navxweyî yê Sûriyayê de bû. Lezbûna bûyeran, ev veguhartin êdî bandor li nîşaneyên dewleta nû dikirin: Rengê qemîsên tîma neteweyî hatin guhartin, bangên derxistina pasaportên kesk hatin kirin, herwiha rengê kesk belav bû û bi êdî gihaşt asta guhartina reng û pileyên artêşê, sembolên hêzên ewlekarî û tabloyên şahiyan. Wekî ku ragihandina ne yekser ya serkeftina rengê kesk li dij reş ku sembola serdema El-Esed bû. Eger ku Eric Hobsbawm şahidê van dîmenên sembolîk bûye, wê bigota: “Bi vî awayî tam, nasnameya netewe-dewleta nû tê avakirin.

Ev atmsofêra efsûnî ya derdora “kesk”, zehmet e û mirov di çarçoveya rengan de bi rêbazekî romantîkî an jî hêsan bîne ziman, ji ber ku reng di vir de ne tenê dîtbarî ye, lê belê êdî bûye vegotineke siyasî û îdeolojîk. Herwiha mijar ne tenê, ku beşek ji ala Sûriyayê ya sê reng (kesk, spî, reş) e ku hêzên dijberî El-Esed wekî sembola ala serxwebûnê dibînin û ne jî semboleke dîrokî ye nexasim dema ku rengê kesk bi pêvajoya xîlafeta El-Raşîde girê bidin. Di heman demê de jî, rengê spî sembola xîlafeta El-Umewî ye, rengê reş jî sembola xîlafeta Ebasî ye. Lê, nakokî ew e ku alîgirên desthilatdariya nû herî zêde rengê kesk hildibijêrin, bi pîrozkirina Benî Umeyîya, bêyî ku guh bidin rehendên din ên vî rengî, ji ber ku kesk di dîrokê de  ala Dewleta Fatimî ya Îsmaîlî bû.

Di heman demê de jî, mirov nikare hebûna rengê kesk tenê di çarçoveya tesewfî de şirove bike, tevî girêdana xwe ya dirêj bi bihuşt û bêdawîtiyê di wêjeyên tesewfî de, ku sofiyan wekî rengekî sereke ji bo cil û xemilandina kêlên pêşiyên xwe, hilbijartin. Lewra, ev şirovekirin, yekser rûbirûyê meyla selefî ya cîhadî ya Heyet Tehrîr El-Şam û komên girêdayî wê tê, ji ber ku aloziya di navbera sûfîzm û îslamîzma otorîter de, çi selefiya cîhadîst an jî Ixwanî de, mjareke tê naskirin û kûr e. Li ser vî esasî jî, ne pêkan e ku şepêlên îslamî yên kevnperest rengê kesk ji mîrasa tesewfî  bînin an jî sembola tesewfî ya rêûresman, ji xwe re hilbijêre.

Kesk û netewe-dewlet

Diyar e ku wê herî zêdetir mentiqî be eger, rengê kesk di çarçoveya nêrîna wêneyên netewe-dewletê de, were nirxandin, ji ber ku êdî reng ne tenê hîmên xweşikbûn an jî sembolên çandî yên xwedî taybetiyên dîrokî ne. Lê belê, tam bûne alavên siyasî ku desthilatdariyê tînin ziman û rewabûnê didin rejîma desthilatdar. Ji dema avabûna netewe-dewletê de, reng bi zanebûneke kûr hatin bikaranîn ji bo sazkirina çîrokên niştimanî, çi bi rêya alên fermî, çi jî cilên leşkerî û sivîl, an jî bi rêya andezyariya avakirinê û dîtbarî yên saziyên dewletê. Li ser vî esasî jî, rengê kesk ku îro di dîmenên Sûriyayê de serdest e û  xwedî taybetiya sûryalî ye, mirov nikare ji vê çarçoveyê dûr bixe, lê belê divê di çarçeweya nasnameya netewe-dewletê de û ya duyemîn jî rola wê ya di jinûveavakirina pêkhateyên desthilatdariyê û nasnameya wê ya îslamî de, were şîrovekirin. Ango nasnameya îslamî li nasnameya neteweyî tê zêdekirin.

Îro gelê Sûriyayê ji ber meyla Ehmed El-Şeri ya desthilatdar û ferizkirina “yek rengî” bifikar in. Di vê çarçoveyê de, ev fikara xwe anî ziman, di bersivdayîna xwe ya dawî li dij danezana destûrê. Ev helwest wekî ya piraniya aliyên ku ji pêvajoya demkî bi biryara hikûmeta demkî ya Şamê hatin dûrxisitn, nexasim piştî ku gavên yekalî hatin avêtin, wekî ragihandina danezana destûrê, avakirian artêş û hêzên ewlekariyê û El-Şeri xwe wekî serokê komarê di kongreya serkeftinê de, diyar kir. Li kêleka wê jî, saziyên rejîmê yên berê hatin hilweşandin û hikûmeteke yekreng hate avakirin, herwiha israra li ser hiştina tundiyê di destekî tenê de û bêserûberî di dadgehkirina “bermahiyên rêjîmê” de, ku di encama wê de jî sûcên qirkirina mezhebî li dij elewiyan li beravê pêk hatin.  Di dawiyê de, ev meyl hizira ku desthilatdarî tenê di destê yek alî de şirove dike, lewra eger ku em bandora îdeolojiya îslamîst tevî sembola wê ya reng ya zordar tevlê bikin, mirov dikare wiha bi nav bike “otorîterîzma kesk”. Bê guman ev têgih, ne li gorî rastiya civakî ya Sûriyayê ye, di nav de jî îslama kevneşop li welat tevî hemû şepêlên xwe, çi yên tesewfî an jî terîqetî an jî mezhebî.

 Tirkiya wekî mînak

 Taybet di çarçoveya desthilatdariyê de, girêdana reng bi îdeolojiyê ve wê zêdetir hûrbîn be, nexasim  dema ku mijar bibe girêdayî pîvanên nasnameya yekalî. Piraniya sazûmaniyên desthilatdariyê li herêmê, heta niha di çarçoveya “faşizmê­” de tevdigerin, ji ber bandora îdeolojiya naziya etnîkî û hersê komarên Fransayê yên destpêkê,  ku bi navendbûna xwe ya tund û çanda yekalî ya çêkirî çi ya olî an jî neteweyî, tê naskirin, li kêleka wê jî meyla wê ya mîtingerî çi ya hundirî çi jî ya derve. Di encamê de jî, piraniya dewletên Rojhilata Navîn nebûne dewletên li ser rêgeza hemwelatîbûna destûrî. Li ser vî esasî jî, meyla faşizmê di aliyê rêgez de, ew serwer e.

Li gorî xîtaba siyasî û civakî ya heyî, rewşa siyasî ya Tirkiyayê têgihaştinên vekirinê didin, ji bo fêmkirina hizira rengê îdeolojîk di çarçoveya “yekalîtiya dewletê”. Di vê çarçoveyê de, CHP wekî mînak e li ser “tirkîzima apî” nîşan dide ya ku serdestiya nijadperestî ya tirkî nîşan dide , ku li dij  cihêrengiya neteweyî, çandî û mezhebî ye bi rêya siyaseta hilandinê, ya xwe têgihaştinên mêrê spî ji xwe re esas digere, li dij cihêrengiyê. Ji aliyekî din ve jî, MHPya tirkî di dîrokê de, nimûneya “faşîzma reş e” ku xwe dispêre serdestiya nijadî û îdeolojiya nazî jî destekê dide wê bi rêya pîrozkirina efsaneyên mîrasa tirkumanî û mezinahiya Împaratoriya Osmanî, herwiha li kêleka wê jî bikaranîna hizira qirkirin û paqijkirina etnîkî li dij cihêrengiya civakî. Lê AKP jî, wekî mînaka “tirkîzma kesk” e, ku di siyaseta xwe de, xwe dispêre neteweya tirkî ya ku têkilî îslamîsta sunî bûye ku li gorî binesaziya netewe-dewleta yekalî ye. Di heman demê de, pişaftina nerm û destê hesinî bi kar tîne li beranber cihêrengiya olî û neteweyî, bikar tîne.

Tevî ku ev têgih di Sûriya û cîhana erebî de ne zêde belav in jî, lê ew çarçoveyeke baş çêdike ji bo fêmkirina dîroka siyasî ya nûjen di Sûriyayê de, ku Sûriya rastî pêvajoyên tundî, komkujî û derbeyan hat. Di vê çarçoveyê de, bandora “erebîzima spî” piştî pêvajoya serxwebûnê serdest bû, ku nasnameya niştimanî ya yekalî feriz kir û cihêrengiya Sûriyayê dûr xist, wekî projeya Kembera Erebî û siyaseta erebkirinê ku encama wê zihniyetê bûn. Li beramberî wê jî, “erebîzima reş” jî ku Partiya Beisê ji xwe re esas girt, hizira serdestiya netewperestî ya erebîzimê bi cih kir, herwiha tundiya giştî jî li dij çi serhildaneke siyasî an jî civakî, bi kar anî.

Ev siyaset bûn sedma ku şerê naxweyî yê wêrankirî rû bide ku 15 salan dirêj kir. Piştî wê jî diyardeya “erebîzima kesk” derket û dest bi serweriya li ser welat kir, bi rêya xwespartina neteweperestiya tundraw ya xwedî meyla sunî ya îslamî. Ev meyl bi awayekî eşkere di madeyên destûrê ku beriya çend hefteyan derket, diyar bû, ev yek jî îhtîmala zêdebûna teqandina şer li dij cihêrengiya Sûriyayê, bi xwe re anî. Herwiha, ev meyl jî di komkujiyên beravê de û dûrxistina duriziyan û kurdan û hemû hêzên niştimanî yên din ku ji mafê wan e çarenûsa welat diyar bikin, diyar bû. Tevî, lihevkirina beşî bi HSDyê re, bi rêya paymana ku di dema dawî de, di navbera herdu aliyan de, hate îmzekirin.

Bê gûman ev meyla kesk ya xwedî taybetiya tundraw, hewl dide ku desthilatdariyê bi rêya xwespartina meyla kevneşop û damezrandina wê li ser bingehên netewe-dewletê.  Ev meyl, îlhamê ji tecrubeyên xwe yên dîrokî di avakirina dewletê de ji dewletên wekî Pakistan, Îran, Tirkiya û Efganistanê, digere. Di cehwerê xwe de, ev meyl, hewl dide ku tevlî nava sîstema navdewletî bibe, bi rêya kontrolkirina saziya dewleta neteweyî, bi balkişandina li ser nasnameya yekalî ya kesk, ku armanc jî keysbazkirina meylên olî yên gelêrî, ji bo debraskirian netewperestiya ilmanî ku nikarîbû  nakokiyên civakî û aborî, kêm bike. Heta vê kêliyê jî, armanca vê meylê ku tenê desthilatdarî tenê di destê wê de be, bi hewldanên ferizkirina îdeolojiya yekalî ya li ser civakê feriz kiriye, bi rêya destûr û saziyên tundiyê.

Lewra, bi rêya siyasetên aborî yên hikşmeta El-Şeri ya demkî, êdî nîşane eşkere xuya bûn ku ew hewl dide desthilatdariya yekalî bihêz bike.

Van siyasetan sûd ji parçebûna civakê ya ji ber şerê navxweyî yê Sûriyayê wergirt, ev jî wekî pratîkî ya têgihaştina “doktirîna şokê”  ku Naomi Klein bi kar anî. Civaka Sûriyayê ku êş û azara parçebûneke kûr dikişîne, diyar e ku nikare berxwedanê li dij planên “îslamîsta kesk” bike.  Herwiha dibe ku bibe beşek mezin ji wê û amade ye bi çi metodekî ku li ser were ferizkirin tevbigere, nexasim piştî rûxandina rejîma El-Esed ya ji nişka ve, ku bi wê re jî hêdî hêdî sektora giştî ji hev ket û hevkêşeya dewletê derket, ev jî bû zemîna hevparkirina sektorên girîng li welat.

 Kesk di hevsengiya nakokiyên navdewletî de

Di aliyê bikaranîn û berjewendî de, hêzên rojavayî xwe spartin rojhilatnasiya îslamî çi ya nerm çi jî ya radîkar, wekî bijarteyeke yedek ji bo rûbirûna alozî û şerên navdewletî. Lewra, carnan wekî alaveke li dij belavbûna Sovyetê û carnan jî li dij rûbirûna sîstemên neteweperestî yên li dij Rojava, bi kar anîn. Tevî vê yekê jî, ev siyaset piraniya caran meylên demokratîk ên rizgariyê û tevgerên çepgir ên xwecihî  armanc kir. Lewra, ev rojhilatnasiya îslamî bû rêbazek ji bo parastina berjewendiyên mêtîngeriya derve û di heman demê de jî, bû kelemek li pêşiya veguhartina demokratîk.

Di sala 1979an de, şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Zbigniew Brzezinski têgiha “kembera kesk” pêşkêş kir, ji bo dorpêçkirina belavbûna Sovyetê ya nû. Brzezinski  dibîne ku derketina rêjîmên îslamî di Rojhilata Navîn de bi desteka Amerîkayê, dibe ku altirnatîfên rasteqîn ji rejîmên zordar peyda bike û ji aliyekî din ve jî, sînorekî ji serweriya tevgerên çepgir û komunîst yên ji aliyê Yekitiya Sovyetê ve têne destekirin deyîne û her wiha hewandina Îranê jî.

Diyar e ku bûyera Sûriyayê, ji nû ve têgiha “kembera kesk” li Sûriyayê vejîn kir, bi armanca rûbirûna El-Esed û Îranê destpêkê û piştre jî Rûsyayê. Li gorî pisorê aborî yê cîhanî Jeffrey Sachs, tîma Obama û Hillary Clinton bê dudilî ev stratejî ji nû ve zindî kirin. Di vê çarçoveyê de, Amerîka bû alîkar di avakirina projeya “Timber Sycamore”, ku ev jî bernameyeke veşartî ye îstixbaratên navendî sala 2012an de dest pê kir, ji bo destekdayîna komên çekdar ên opozîsyonê, di nav de jî komên îslamî. Ev proje heta sala 2017an dewam kir, lê Trump hat û ev proje rawestandin.

Tevî ku rola Amerîkayê bi awayekî beşî kêm bûye, Birîtanya û Tirkiya û hîn hevalbendên Washingtonê bi berdewamî destek dane tevgerên îslamî, ku ji bin kirasê DAIŞê derketin. Di vê çarçoveyê de, Heyet Tehrîr El-Şam piştî ku ji DAIŞ û El-Qaîdayê cuda bû, hate avakirin, da ku bibe kaxezeke fişarê li dij rejîma El-Esed. Bi guhartina şertûmercan re, nexasim piştî bûyerên 7ê cotmehê, li herêmê guhartinên kûr di armancên destpêkê yên hêzên bibandor çêbûn, lewra hin aliyan ji nû ve stratejiya xwe nirxandin û komên îslamî wekî kaxezeke fişara herêmî, bi kar anîn. Taybet jî, ev hersê navend: London, Enqera, û Dewha, ku rola jinûveavakirina “keska îslamî” di Sûriyayê de, lîstin.

El-Şeri wekî sembola îslamîzma kesk

Di nava van guhartinan de, Heyet Tehrîr El-Şam bi destekdayîna hêzên ku piştgiriya wê dikin, serwerî li ser herêmên xwe kir û dest bi “îslamîzma kesk” kir û êdî faşîzma reş a El-Esed derbas kir, ango ku hebûna xwe li ser bermahiyên berê, xurt kir. Ev hemî di bin modelek serokatiyê de li ser bingeha desthilatdariya karîzmatîk pêk hat, ku rêber tê de desthilatdariya tam jê re tê dayîn û tê xwestin ku gel bi tevahî dilsoz be. Ev model di kesayeta Ehmed El-Şeri de hate cîbicîkirin, ê ku weke serekekî karîzmatîk derketibû holê, hişt ku îdyolojiya kesk di bin şert û mercên herêmî yên veguhêr de berdewam bike û berfireh bibe.

Balkêş e ku Donald Trump, Netanyahu û Putin ketin rûbirûna bi “şepêla cîhanî” re ku destek dida hizira îslamîzima kesk. Tevî vê yekê jî, heta niha hin hêzên Ewropayê li ser gelek eniyan li beramberî vê meylê berxwedaniyê dike. Wekî mînak, di rewşa Sûriyayê de, ev hêz hewl didin ku destekdayîna dîplomasî, darayî û siyasî ji desthilatdariya Şamê ya demkî re peyda bikin, lê zehmetî dibînin di pêkanîna nêrînên xwe de, ku berê destek didan radîkalîzma îslamî û niha jî hewl didin ji nû ve saz bikin, di bin dirûşmehya“hêza îslamî ya nerm”. An jî wekî ku di nava rexnegirên vê projeyê de belav bûye, di çarçoveya  “rêveberiya cîhadî”, ku êdî dikaribe cihêrengiya Sûriyayê fêm bike û bibe alîkar di avakirina dewleteke destûrî ya giştî de. Lê tevî vê yekê jî, ev hêzên îslamîst cesaret nekirin ku îdeolojiya rasteqîn fêm bike ş lê vegere, tenê di çarçoveya propogandeya derve şekilî de sînordar ma, ev yek jî hişt ku di jiyana rojane ya Sûriyayê de nakokiyeke eşkere bikeve di navbera xîtab û bikaranînê de.

Tevî vê yekê jî, heta niha hin aliyên ewropî û herêmî, xwe dispêrin îslamîsta sunî ya kesk, wekî hêzeke sereke di hevkêşiya desthilatdariyê de. Di vê çarçoveyê de, amadebûna El-Şeybanî di kongreya Brukselê de piştî komkujiyên beravê, diyar dibe ku ev hêz li ser heman metodê bi israr in, ya ku ji nûv re îslamîstiyê wekî alavekî siyasî di dîmenê Sûriyayê de derencam dike.

Di nava vê tevlîheviyê de û dewlet  hîna aram nebûye, “rengê kesk” hebûna xwe li welat xurt dike, ku sûdê ji çûyîna “faşizma reş” werdigere. Li beramberî wê jî, cihêrengiya Sûriyayê hewl dide li beramberî vê meylê li ber xwe bide û mafê xwe di dewleteke pirrengî ya niştimanî de, bi dest bixîne. Pirsa ku xwe dide der ev e: Gelo wê rengê kesk yê yekalî serdestiyê li welat bike û cihêrengiya Sûriyayê winda bibe, an jî wê formuleke siyasî hebe ku bikaribe çareseriyan peyda bike ku welat ji encamên wêranker rizgar bike?