Înîsiyatîfa Ocalan.. civaka demokrat û rastiya Kurdistanê

Dr. Tariq Hemo

 Made bi zimanê  erebî jî heye  العربية 

Lîderê kurd Ebdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de pêngava “Aştî û Çareseriya Demokratîk” weke bingeh û nexşerêya çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê pêşkêş kir. Înîsiyatîf di nava şert û mercên guherîn û dînamîkên ku Rojhilata Navîn piştî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê di 7ê cotmeha 2023yan de dît, hat. Tirkiya bû şahidê bersiva Îsraîlê ji operasyona Hemasê, wêrankirina tevgera filistînî, kuştina serkirdeyên wê û destpêkirina hemleyeke leşkerî ya mezin li dij Xezayê, ku bû sedema wêrankirina Xezayê û mirina bi hezaran sivîl. Herwiha  Tilebîbê serkirdeyê Hizbullaha Lubnanê kuşt. Herwiha Enqerayê çavdêriya êrîşên Îsraîlê bo ser binesaziya leşkerî û sivîl a hûsiyan li Yemenê kir û şandina 100 firokeyan (di nav wan de firokeyên şerker ên pêşketî yên F-35) ji bo têkbirina şiyanên leşkerî yên Îranê (Tehran berdewam e li ser veşartina asta ziyanên xwe û ziyanên ku gihaştine bernameya wê ya leşkerî û nuklerî).

Îsraîl li ser serdema piştî 7ê Cotmehê, li ser guhertina nexşeya Rojhilata Navîn dest bi axaftinê kir û aktorên herêmê weke “alîgir” yan jî “dijber” bi nav kir. Tirkiyayê rûyê kujer ê dewleta îbranî ya ji aliyê Rojava ve tê parastin, dît. Berî ku Îsraîl dest bi amadekariya şer li heft eniyan bike, Washingtonê keştiyên balafiran û keştiyên navokî şandin herêmê, bi mebesta ku Îran û yên din bi tehdîdkirina bikaranîna hêzeke zêde bişkînin. Van hemûyan Enqera vegerandin ser rêya rast û hişt ku ew ji “serxweşiya” xwe şiyar bibe ku ew hêzeke herêmî ya bibandor e. Hêz û hovîtiya leşkerî ya Îsraîlê, li gel piştevaniya bêsînor ya Amerîka û Tojava ji Tilebîbê re, Tirkiya vegerand girseya wê ya xwezayî. Enqera hîn bû ku ew ji aliyê leşkerî ve ne dewleta herî bi hêz e li herêmê, rûbirûbûna dewleteke bi teknolojî û çekên nuklerî ya mîna Îsraîl, bi nîşandana hêza ku li dij dewletên cîran ên lawaz bi kar tîne, bi rûbirûbûna mîlîsên herêmî yên xwedî bandoreke bisînor, an jî bi berfirehbûna leşkerî di nav sînorên dewletên perçebûyî de nayê hevberkirin. Vê bahozê Enqera vegerand ser rêya rast, ji vir û şûn de jî mirovên aqilmend li wir dest bi nirxandina hesabên xwe kirin û li ser pirsgirêkên xwe yên navxweyî dihizirin.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku weke stûna dewleta kûr tê binavkirin, guhertinên stratejîk ên ku diqewimin, axavtina dewleta îbranî ya li ser nexşekirin û parçekirina herêmê û sepandina polîtîkaya “şerê pêşîlêgirtinê” li dij dijminên heyî, an jî yên din ên ku di siberojê de tên texmînkirin, xwend û di pisgirêkên Tirkiyayê de hizirî ku pêwîstî heye bêne çarekirin bi benesta xurtkirina “eniya navxweyî”, nîşanên yekem ên vê xwendina nû bi destdanên navdar ên Bahçelî bi parlamenterên bloka DEM Partiyê re di cotmeha 2024an de hatin, salek temam piştî şerê Îsraîlê li herêmê, ku berdêla wê ji Tirkiyayê re hat eşkerekirin. Enqerayê bi tevahî wateyên wê û sînor û radeya tundiya îsraîlî û herwiha bersivdayîna zelal a hovîtiyê ya dijberên Îsraîlê, fêm kir. Encama vê xwendinê daxwaza Bahçelî bû ku Ocalan were parlementoya Tirkiyayê û rawestandina şerê çekdarî ragihîne, bi vî awayî dawî li nakokiyên navxweyî bîne û kurdan “hembêz” bike, ku Bahçelî bi wan re dîrokek hevpar û “biratiya hezar salî” kifş kir. Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyîb Erdogan piştgirî da tevgera hevkarê xwe Bahçelî, ku piştre bû vexwandina fermî ya dewletê ji bo diyalog û daxwaznameyê ji Ocalan û PKKyê re.

Ocalan bi erênî bersiv da bangawaziyê û dupat kir ku ji bo rawestandina şer û rê li ber çareseriya demokratîk çi ji destê wî tê dê bike. Ji heyeta taybet a ji DEM Partiyê (bi navê Şandeya Îmraliyê) ku li girtîgeha Girava Îmraliyê serdana wî kiriye, xwest ku bi partiyên siyasî, hêz, aktîvîstên civakê û rewşenbîran re hevdîtinê pêk bîne, ji bo çareseriya demokratîk piştgiriya elît û gelêrî kom bike û ji bo destpêkirina pêvajoyeke diyalogê ya herdemî ji bo destpêkirina pêvajoya diyalogê ya pêwîst biafirîne. 4 meh piştî daxuyaniya Bahçelî û piştî hevdîtinên bi rayedarên hikûmet û opozîsyonê û hêzên civakî re, şandeyê pêngava “Aştî û Çareseriya Demokratîk” diyar kir û tê de şert û mercên damezrandina PKKyê weke bersiveke li hemberî înkarkirina maf û nasnameya kurdan ji aliyê dewleta tirk ve nirxand. Her wiha bal kişand ser pêwendiya dîrokî ya hezar salan a di navbera gelên kurd û tirk de û diyar kir ku ji bo rûbirûbûna hêzên serdest bi yekîtiyeke dildar hatine cem hev. Tekez kir ku rêzgirtina li nasname û azadiya raman û rêxistinbûna hemû pêkhateyan tenê di civakeke demokratîk de pêkan e. Ocalan herwiha bang li PKKyê kir ku kongreya xwe pêk bîne, dawî li şerê çekdarî bîne û xwe fesx bike. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji aliyê xwe ve di daxuyaniyekê de ku ji aliyê xwe ve û bi rêya serkirdeyên xwe (Cemîl Bayik, Mistefa Karasû, Sozdar Avesta) ragihand, ku înîsiyatîfa Ocalan qebûl kiriye, çend şert û merc daniye, di nav de daxwaz ji dewleta Tirkiyayê kir ku sînorên tecrîtê yên li ser serokê wan rake, da ku karibe serperiştiya kongreya partiyê bike û operasyonên artêşê rawetîne û li ser wê yekê kar bike ku rewşeke erênî û aram peyda bike, da ku hemahengî hevdîtinên di kanala siyasî de be yên di navbera Ocalan û tevgerê de li aliyekî û dewleta tirk ji aliyê din ve.

Ocalan di wê baweriyê de ye ku avakirina civaka demokratîk bingehê qebûlkirina nasnameya kurdî ye û rakirina hemû astengiyên li ser diyardeyên wê ye. Ew di wê baweriyê de ye ku yekane qonax e ku dikare sedsaliya polîtîkayên înkarê yên li ser kurdan bi dawî bike û têkiliya dîrokî ya di navbera kurd û tirkan de ji çarçoveyeke nû veqetîne û ji nû ve ravekirinên cuda cuda bike. Zext û çewisandinên ku komara yek-partî ya heyî diyar kiriye. Ocalan di wê baweriyê de ye ku zimanê aştî û demokrasiyê, nepejirandina siyaseta înkarê, rêzgirtina li nasnameyan, azadiya hizir û rêxistinbûnê, yekane rê ye ku bihêle komar bi hêz û ewle bikeve sedsala xwe ya duyemîn. Ocalan bi balkişandina li ser avakirina civakeke demokratîk armanc dike ku bingeh û prensîbên dewleta yekalî ya li ser bingeha înkar û asîmîlekirina netewî bişkîne. Ocalan dizane ku hebûna bi milyonan kurdan li seranserê Tirkiyayê (7 milyon kurd tenê li Stenbolê), nexasim hebûna dîrokî ya li parêzgehên Kurdistanê (Bakurê Kurdistanê), wê bibe bingeha guhartina demokratîk li seranserê Tirkiyayê û bi vî awayî kurd dê pêşengiya hemû hêzên siyasî yên nerm bikin û wan di eniya guhartinên demokratîk û avakirina civakê de bihêlin û ji ramanên neteweyî derkevin. Li bernber wê, vekirina rê û qenalên siyaset û medyayê ji bo civakeke demokratîk a bi pêşengiya kurdên birêxistinkir û perwerdekirî, Ocalan dixwaze qonaxa şerê çekdarî bi dawî bike û sînorekî ji xwespartina hêzê  re deyne da ku dewletê neçarî diyalog û çareseriya siyasî bike. Ocalan dizane ku dewlet û hêzên ku xwe dispêrin polîtîkayên înkarê û mîrateya sed salên dawî ya li ser asîmîlasyona neteweyî, çekên PKKyê kirin bihane da ku her cure şer, zext û çewisandina li ser kurdan didomînin.

Operasyonên leşkerî yên mezin li hundir û derveyî Tirkiyayê, kampanyayên zordar ên ewlehiyê, rewşa awarte û rewşa leşkerî, bi hinceta hebûna çekan ji aliyê PKKyê ve tê bikaranîn. Tewra kampanyayên desteserkirin û tepisandinê yên ku partiyên siyasî û nûnerên wan dike armanc, ji ber têkiliya wan a bi tevgera çekdar re pêk tê. Dewlet jî bi awayekî qanûnî desteserkirina şaredariyên hilbijartî û tayînkirina qeyûman li şûna kesên ku ji aliyê girseyê ve hatine hilbijartin rewa dike, li ser bingeha hebûna têkiliyeke “rêxistinî” di navbera van kesayetan û “rêxistina çekdarî ya qedexe”, ango Partiya Karkerên Kurdistanê de.

Banga Ocalan a ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û derbasbûna têkoşîna demokratîk, kiryareke dîrokî û bingehîn e ku armanca wê têkbirina nêrîna fermî ye ku kurdan û hemû têkoşîna wan a siyasî û rêxistinî bi tundî û çekan ve girê dide. Herwiha armanc dike ku li ser bingeha rastiya nû, rê li ber dewlet û dezgehên wê yên îdarî û leşkerî bigire ku bihane û bingehên qanûnî bi dest nexin, ku rê li ber veguhartina hebûna kurdan bo hêzeke sereke ya ku dîmena siyasî çêdike, bigire. Ocalan dixwaze qonaxekê bi dawî bike û herwiha vegotina ku Tirkiya pirsgirêka kurd bi tundî û çekan ve girêdide red bike. Dixwaze hemû hewldanan ber bi siyaset û avakirina civakeke demokratîk ve bikişîne. Armanca wî ew e ku li ser hesabê hêzên mêtinger, alîgirên neteweperestiya tirk û parêzvanên mîrasa înkara kurdan, hêz û ajanên guhertina demokratîk bi hêz bike. Ramanê Ocalan ew e, avakirina civaka demokratîk û pêkanîna wê ye. Ev civaka demokratîk veguharîne destpêka sedsala nû ya “dewleta neteweyî ya kurd û tirk” û bi dawîkirina sedsala “Tirkiya tenê ji bo tirkan e”.

Li gor nêrîna Ocalan, îdeolojiya rêveberî û rêveberiya dewletê ya ku li ser esasê serdestiya tirkan û înkar û redkirina kurdan hatiye avakirin, ji bo parastina desthilatdariyê, kontrolkirina dewletê, berdewamkirina nêzîkatiyên xwe yên şer û xerckirina çavkaniyên dewletê yên li hundir û derveyê Tirkiyayê, şerê gelê kurd dike. Ji bo lawazkirina vê meylê divê dengê çekan bê qutkirin û civakeke demokratîk ku mîsogerkirina pirdengî, qebûlkirina nasnameyan, azadiya raman û rêxistinbûnê ye, bê avakirin. Ocalan bi avakirina civakeke demokratîk a li ser xirbeyên nîjadperestiya tirk, ku bûye sedema wêranî û paşverûtiyê, dixwaze Tirkiyayê bike sedsala nû. Siyasetên nijadperestiya tirk ên înkarkirina hebûn û nasnameya kurdan, li gel xwespartina şer û serkeftina leşkerî ya berdewam, bûye sedema windakirina karînên geşepêdanê û xurtkirina demokratiyê û bi vî awayî welat li ber hêzên derve radixe ber çavan. Dibe ku daxuyaniya serokê Parlementoyê Numan Kurtulmuş ku dibêje, ziyanên aborî û darayî yên Tirkiyayê di şerê 30 salan de li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gihaştine 2 trîlyon dolaran, têrê dike ku em qaseya derfetên geşepêdan û pêşketinê nas bikin û pêşketin ku Tirkiyayê ji dest daye ji ber israra li ser redkirina nasnameya kurdî û meşîna li ser rêya şer, herwiha xwespartina ser siyasetên Komara Lozanê û tunekirina gelê kurd û cografiya Kurdistanê.

Tevî diyaloga di navbera Ocalan û dewleta tirk de, medyaya tirkî û yên ku li dora wê disekinin, propagandaya vegotinên ku li ser hêza Tirkiyayê û qelsiya aliyê kurd radiweste, ji bo vê yekê ye ku daxwaza Bahçelî/dewletê ya ji bo diyalogê bi Ocalan re ne ji qelsiyê derketiye, belkî di encama hêz, berpirsyarî û jidil de hatiye. Bê guman ev gotin pozbilindiya tirkan û pozbilindiya hertimî û coşa ku her roj di daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk de xuya dike û tê dîtin nîşan dide. Tirkiya weke welatekî bihêz û serketî tê naskirin û maf ji wan nayê standin lê belê ew mafan dide. PKK weke dorpêçkirî û lawaz tê nîşandan, ji aliyê maşîna şer a Tirkiyayê û teknolojiyên wê yên nû ve hatiye dorpêçkirin û rêberên wê li çareseriyekê, her çareseriyekê digerin. PKK xwe adapteyî kampanyayên şer ên Tirkiyayê kiriye, ku piştî têkçûna proseya aştiyê ya dawî di sala 2015an de û avakirina hevpeymaniya Partiya AKP-MHPê, berfirehtir û gurtir bûne. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li hember êrîşên Tirkiyayê bi awayekî profesyonel xwe girtiye û çeperên xwe xurt kiriye, toreke berfireh û tevlîhev ji tunel û sindoqan li çiyayên Qendîlê ava kiriye, vê yekê jî hiştiye ku şervanên wê bi nermî tevbigerin, bi lez û bez êrişî çeper û kampên Tirkiyayê bikin û paşê paş de vekişin. Herwiha PKKyê du binpêkirinên girîng ji tedbîrên ewlehiyê yên Tirkiyayê bi dest xistin û du êrişên teqez li kûrahiya Tirkiyayê kirin. Di 1ê cotmeha 2023yan de çekdarên PKKyê avêtin ser navenda Gerînendeya Ewlekariya Tirkiyatyê ya li navçeya Kizilayê ya li paytextê li Enqerayê. A duyemîn jî salek şûn de hat, dema ku du şervanan avêtin ser baregeha Pîşesaziya Fezayê ya Tirkiyayê (TUSAŞ) di 25ê cotmehê de li cihên herî zexm û hestiyar ên hundirê Tirkiyayê, rêbaz û teknîkên ku ji aliyê îstîxbarata leşkerî û hikûmetê ve nayên dîtin, bi kar tînin. Guhertin/destkefta leşkerî ya herî girîng a PKKyê di Newroza 2024an de ragihandind,  ku ew xwedan teknolojiyek e ku dikare her cure balafirên bêmirov ên tirk (Akinci, Bayraktar, TB2, ANKA S) ku wekî serbilindiya pîşesaziya Tirkiyayê dihatin hesibandin, û Enqera ji mêj ve bi sed milyon dolaran sûd jê werdigirt, bîne xwarê. Pêşxistina teknolojiyê û çekekê ji aliyê PKKyê ve ku bikaribe firokeyên bêmirov ên artêşa Tirkiyayê bêbandor bike, derbek li hewesên pîşesaziya leşkerî ya Tirkiyayê xistiye û bûye sedem ku gelek welat û rêxistinan li ser bandor û karîgeriya firokeyên bêmirov û berhema giştî ya pîşesaziya serbazî ya Tirkiyayê li ber çavan re derbas bikin. Çekên tirkî ronî û îtîbara xwe winda kirine û gelek alî dudil in ku çekekê bikirin ku rêxistineke çekdar ji bo wê dermanek çêkiriye.

Dema mirov behsa hêza kurdan bike, aliyên siyasî û rêxistinî yên li Kurdistan û Tirkiyayê nayên paşguhkirin. Tevgera siyasî ya kurdî tevî siyasetên çewisandinê, di hilbijartinên 4ê gulana 2023yan de bi ser ketin û encamên xurt bi dest xist. Herwiha di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê adara 2024an de jî piraniya şaredariyên Kurdistanê bi dest xist. Di vê navberê de, AKP ya desthilatdar di hilbijartinên şaredariyan ên sala 2024an de kêmbûneke mezin dît û %35,49 ê dengan bi dest xist û şaredariyên herî girîng ên welat (Stenbol, Enqera, Îzmîr, Bûrsa û Edenayê) ji hevrikê xwe yê herî xurt, Partiya Komarî ya Gel (CHP) winda kir. Vê yekê ji hilbijartinên 2019an kêmbûnek girîng nîşan da, ku tê de 42.76% ji dengan bi dest xist. Rewşa kurdan li Sûriyayê û hebûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriyaya Demokratîk di hesabên Tirkiyayê de nayên paşguhkirin. Tirkiya tevî înkar, dûrxistin û şerê li dij gelê kurd, nekarî vê ezmûnê bişkîne û rê nede ku kurd di çarçoveya şerê li dij terorê de bi welatên xwedî bandor ên cîhanê re hevkarî û peywendiyan deynin û bibin aktoreke sereke û girîng di qada Sûriyayê de. Bê guman hêza rêxistinî, rêveberî û leşkerî ya kurdan û hevalbendên wan ên ereb û suryan li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji bo tevgera kurdî li Tirkiyayê bûye destkeftî û hêzek. Ev jî nîşaneke din a têkçûna siyaseta Tirkiyayê ya ku xwe dispêre hêzê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li hundir û derveyî sînorên xwe bû.

Banga Ocalan a ji bo civakeke demokratîk ku rê li ber beşdarbûna kurdan di siyaset, rêbertî û avakirina dewletê de veke û dewletek li ser esasê du hêmanên neteweyê ku “dîroka hevpar a hezar salan e” parve dike, nayê wateya paşguhkirina Kurdistanê û mafên kurdan ên rêxistinî û rêveberiyê. Ocalan di sala 2014an de pêşengê hizira damezrandina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû, partiyeke herêmî ya ku ji bo birêxistinkirina kurdan li Herêma Kurdistanê, çavdêriya pêşxistina çand û zimanê kurdî û çareserkirina kar û barên kurdan li wê derê erkdar bû. Ev partî piştgiriya partiya xwe ya mezin, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP), bi dengên kurdan dike, bi balkişandina ser komên kurd ên xwedî meyla neteweyî, hem li hundur û hem jî li derveyî bloka bihêz a damezirandî, çavdêriya peywendiyên bi partiyên piçûktir ên neteweperest ên kurd re (ku di çarçoveya PDKê de ne), bi wan re dişêwire û di hilbijartinan de partiyên cihêreng ên herêmî ava dike. Partî bi komên civakî yên ku partiyên dewletê karîbûn bi ser bixin û bandorê li wan bikin (eşîrên ku serokên wan û axayên wan ji aliyê dewletê ve hatine kirîn, qoreçî û hwd.) re jî aktîf e. Ev partiya xwecihî roleke mezin di bidestxistina serkeftineke dîrokî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de di hilbijartinên parlemanî yên di hezîrana 2015an de lîst, dema ku partiyê 50 parlementer li 14 parêzgehên Kurdistanî derxistin, li beramberî ku tenê 9 parlementerên AKPya desthilatdar bûn.

Tevgera kurd dizane ku meseleya hebûna Kurdistanê ya dîrokî û erdnîgarî berdewamiyek e ku divê di jiyana siyasî, çandî û civakî ya tevahiya Tirkiyayê de were yekkirin û veguhere aksîomek. Ocalan di nav sernavên hemû argumanên xwe yên rewşenbîrî de ku behsa civakeke demokratîk û neteweya demokratîk dike de, peyva Kurdistanê cih girtiye. Erdogan di ةijdara 2013an de di gotarekê de berevanî li bikaranîna têgeha “Kurdistan”ê kir û bersiva rexneyên xwe da û got ku ev peyv ji rojên destpêkê yên Komara Tirkiyayê piştî damezrandina wê ji aliyê Mistefa Kemal ve hatiye bikaranîn û ew di protokolên civînên parlamentoyê de hatiye tomarkirin. Tevgera kurd hewl dide bikaranîna vê têgihê rewa bike û ji aliyê Tirkiya û gelên Tirkiyayê ve bi fermî û gelêrî bide qebûlkirin. Yek ji berhemên gihaştina civaka demokratîk jî, naskirin û qebûlkirina peyva “Kurdistan”ê ya welatê dîrokî yê gelê kurd e.

Bi qebûlkirina înîsiyatîfa Ocalan re, derfeteke dîrokî ya Tirkiyayê heye ku Ocalan weke nûnerê gelê kurd qebûl kir, tevî salên înkarkirin û redkirinê yên ji çaxa ku di sala 1999an de ew revandibû, û texmîn kir ku wê tevgera kurdî têk bir bi rêya “qutkirina serî ji laş”, lê ne wiha bû. Niha Ocalan ji bo çareseriyê û bidawîkirina serdema şer û pevçûnan derfeteke nû dide Tirkiyayê. Ocalan bi rêya parlementer Omer Ocalan hişyarî da dewleta tirk ku siyaseta xwe ya înkar û çewisandinê bidomîne û got ku heger Tirkiya bangên çareseriyê red bike, dê aliyên derve destwerdanê bikin û hêza kurdî dibe ku hevkariya bi derve re hilbijêre heger Tirkiya çewisandina kurdan berdewam bike û çareya siyasî red bike û dibe ku Tirkiya “di dojeha xwe de bijî û li Anadolyayê asê bimîne”. Ocalan herwiha hişyariya pêkhatina “pênc Xezayan” li Tirkiyayê jî da, eger dewlet li ser siyasetên xwe yên dijminatî û şerê li dij kurdan berdewam bike. Tirkiya niha li ser xaçerêyekê rawestiyaye. Herêm diguhêre û projeya wê ya berfirehkirina bandora xwe bi projeya Îsraîl re berovajî dike. Bi awayekî eşkere behsa îhtimala rûbirûbûna şer û pevçûnên leşkerî di navbera her du welatan de tê kirin.

Destwerdana Tirkiyayê di Sûriyayê de wê bi destwerdana ereban re û bi Îsraîlê re ku dixwaze îradeya Tirkiyayê bişkîne û nehêle Sûriya bibe pêvek an jî hewşa pişta Enqerayê, bikeve pevçûnê. Li ser asta herêmê jî, hevpeymanî û blokên bêdeng li dij Tirkiyayê dest pê kirine (daxwaza Tirkiyayê ji bo xêzkirina sînorên deryayî bi desthilata Ehmed El-Şeri  re bi civîneke Misir-Yûnanistan-Qibris li ser asta serokatiyê re rûbirû bû, ku daxwazên Tirkiyayê yên li Deryaya Spî red kirin). Îran lawaz bûye û êdî bûye wek pilingê kaxezî. Îran, welatekî berfireh e tirjî komên etnîkî ye ku dikarin bibin dewlet. Niha ji her demê bêhtir ber bi perçebûnê ve diçe. Înîsiyatîfa Ocalan a ji bo aştî û çareseriya demokratîk, berdêla ku dikare bedena nexweş a dewleta Ataturk a yek-dewlet ji mirinê rizgar bike. Tirkiyaya nû, demokratîk ku li ser bingeha pêkhateyên kurd û tirkan hatiye avakirin, wê bijî, Tirkiyaya kevin û yekalî, wê bikeve nava tofana guhartinên niha û yên pêşerojê de, dibe ku rû bi rû bimîne, şer bike û biweste û di rewşa herî baş de heger parçe nebû, ew dê di Anadolyayê de asê bimîne!