Însyatîfa Ocalan û rikberiya herçar neteweyên mezin

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Çareseriya  netewe-dewletê ne li Tirkiyaya Ataturk, ne jî li Îrana Pehlewî û ne jî li herdu komarên Beisî li Sûriya û Iraqê bi ser ket, herwiha Komara Îslamê ya Îranê jî nikarîbû mijara neteweyan çareser bikira, di demekê de ku neteweya farisî di rejîma wê de serwer e. Bi van 5 tecrubeyan re, nakokî di navbera herçar neteweyên mezin di herêma Rojhilata Navîn de derketin holê, ango di navbera kurd, firs, ereb û tirkan de. Niha jî sê dewlet di nava wan,  di rewşên aloziyê de ne û dewleta çaran jî Îran e ku ew pêkan e ev alozî lê rû bidin.

Mirov dikare pêvajoya neteweyên Rojhilata Navîn, ku Mustefa Kemal tecrubeya xwe ya neteweyî di komara Tirkiyayê de ya sala 1923yan dest pê kirî, bişebihîne mînaka Ewropaya rojavayî dema ku dewleta yekitiya Almanyayê ya sala 1871an çêbû, piştî ku artêşa Prûsya (almanî) artêşa Fransayê di şerê Sedanê de, têk bir. Di encamê de, Berlîn li parzemîna Ewropayê de alozî çêkir û ji diyardeyên wê herdu şerên cîhanî derketin, ew jî di piratîkê de şerê di navbera neteweya almanî û fransî de ye, ku Birîtanya, Rûsya, Amerîka û Yekîtiya Sovyetê destwerdan kirin. Vê yekê bi teqîna avabûna neteweyî ya mozayîka li Emparatoriya Awûstro-Macaristanê, ku hevalbendê almanan bû berî û di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, hevgirtî bû.

Însiyatîfa rêveberê berxwedana Fransayê ya li dij dagîrkeriya Almanyayê general Charles de Gaulle, lihevkirina bi alman re bû, dema ku bû serokê Fransayê 1958-1969an, bi rêya hevalbendiya nû re bi şêwirmendê Almanyaya rojavayî Konrad Adenauer. Ev yek jî destpêka derbasbûna Ewropayê di serdema piştî neteweyan de bû. Vê yekê jî hişt ku ji tecrubeya “Bazara Ewropayê ya hevbeş” di salên 50î de, derbasî tecrubeya “Yekitiya Ewropayê” di salên 90î de, bibe.

Di vir de, mirov dikare bibêje ku rêzdar Edullah Ocalan ku ji sala 1999an di zindana li girava Îmraliyê de ye, ew yekem kesayetê Rojhilata Navîne ku bal kişand li ser têkçûna çareseriya netewe-dewlet li herêmê, dema ku dev ji bernameya çareseriya neteweyî berda ku ji sala 1978an de bi avakirina PKKyê re ji xwe re esas girt. Li şûna wê, bernameya li ser esasê  neteweya yekgirtî ku ji gelên cihêreng pêk tê, pêşkêş kir ku hizira wê xwe dispêre wekhevî û azadiya hemwelatiyên erdîngariyeke diyarkirî bi sînorê dewleta diyarkirî, ku rikberiyên neteweyî, etnîkî, olî, mezhebî, zayendî û siyasî derbas dike, ku her aliyek azadiya wî hebe ji hêla nesnameya çandî, neteweyî, etnîkî, olî û mezhebî. Çare wiha ye:

“Neteweya demokratîk ji kesên ku maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi awayekî wekhev parve dikin, ji çand, etnîk û olên cihê (têgiha nasnameya nerm û vekirî) pêk tê û bi vî awayî li ser stûna yekitiya mafên takekesî û kolektîf hatiye avakirin.

Ev pênase xwedan karîn e ku pêkvejiyana herî berfireh li gorî pênaseya welatek hevbeş peyda bike, ku divê wekî cîhê ku mirovên azad wek hemwelatiyên demokratîk tê de bijîn, bê destnîşankirina wê ji bo komek etnîkî û olî û bêyî ku rê li ber derxistina yekî ji wan bigire.(Ebdullah Ocalan: Nexşeya rê-Dozên demokratîbûnê li Tirkiya, nimûneyên çareseriyê li Kurdistanê” -r. 109-110).

Em gotina “pêkhate” di pêvajoya vê avakirina pênaseya ocalanî ji têgeha “netewe” de nabînin, lê belê em gotina “welatî” dibînin, ku bi rêya “parvekirina” azadî û wekhevî bi welatiyên din re, “neteweya demokratîk” ava dibe, wekî hebûneke destûrî-qanûnî-siyasî di erdîngariyeke diyarkirî de ku tê de dewlet heye. Lê “parvekirina” azadiyên çandî, etnîkî û olî, ew şaxek e ji şaxên dara “neteweya demokratîk e” ne dar e, ji ber ku dara vê neteweyê, li ser essasê azadî û wekheviya welatiyan e di welatekî hevbeş de ku astengiyên neteweyî-etnîkî-olî-mezhebî-îdeolojiya siyasî derbas dike.

Herwiha, bi rêya têgiha ocalanî ji neteweyê re, em nabînin ku  Ocalan li gorî mentiqê kêmneteweya kurd li beramberî pirbûna tirkan difikire, di heman demê d  ne jî li gorî mentiqa hevalbendiya kêmneteweyan di komara Tirkiyayê de ya sala 1923yan li dij tirkan, difikire. Lê belê, dibîne ku çareseriya pirsgirêka komara Mustefa Kemal  bi rêya “çareserkirina demokratîk e.”

Di 27ê sibata 2025an de, Ocalan însyatîfa xwe ya ji bo “çareserkirinê” ku dibîne ew “rêya sereke ye” ku “sedsala duyem a komarê wê herdem dewam neke û ne jî biratî, heger nebe demokrat.”

Bê guman, ev pêvajo ji aliyê PKKyê ve wê li ser esasê rêveçûyîna danûstandinê be ya  di dema bê de be û wê dewleta tirk û desthilatdariya li Enqerayê jî tawîzan bide,  ji bo ku komara Tirkiyayê ji dewleta neteweyî veguheze “welatê hevbeş”. Îhtîmala mezin jî, rêzdar Ocalan di însyatîfa xwe de, ne tenê hewldanek e ji bo çareserkirina aloziya dîrokî ya komara Ataturk ya ku li ser bingehê serdestiya yekneteweyê ava bûye,  lê belê ji ber ku Tirkiya niha jî qels e. Bê guman ev yek jî hişt ku Devlet Bahçelî û bêdengiyeke razîbûnê ji Erdogan, di 22yê cotmeha 2024an de destê xwe dirêjî rêzdar Ocalan bikin. Ev jî lawaziya Tirkiyayê ye,  ya ku piştî 7ê cotmehê di Rojhilata Navîn de eşkere bû, bi tiştên ku Enqera wek destkeftiyên xwe yên li Şamê yên piştî 8ê kanûna 2024an dibîne, çareser nabe.