Nenavendîbûn û nasnameya niştimanî li Sûriyayê

Nivîskar: Dr.Eqîl Seîd Mehfûd

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Piraniya caran mijara nenavendîbûn û nasnameyê li welatekî mîna Sûriyayê, wiha tê fêmkirin ku gefek e li şûna ku bibe derfetek, herwiha dibe mijara parçebûn an jî dagîrkerî an jî lawazî an jî  destwedanê, li şûna ku bibe faktorên hevgirtin, rêxistinkirin, hêzê . Ev mijar jî pêwîst in  ji bo avakirina dewleta nûjen li Sûriyayê û herêmê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û pêvajoya serweriya kolonyalîzmê ya raspêriya fransî li ser Sûriyayê (1920-1946).  Di encamê de jî, jinûvetêgihaştina gef-derfet li beramberî nenavendbûnê û nasnameyê di dema aloziya Sûriyayê ji sala 2011an, nexasim piştî têkçûna rejîma Sûriyayê di dawiya 2024an de, derketin holê.

Dema ku hevsengiya wate û hêzê li welatekî xerab dibe û şerekî kûr û dirêj tê de çêdibe û gefê li hebûna civak û dewletê dixwe, ya pêşîn komkirina pêkhate, herêm, daxwaz û kêşeyan di çarçoveya yek aman û ruhê yekcivak û yekdewletê de ye. Ji bo nivîskar, bala wî ya sereke, ev çend sal in, ku ew difikire, lêkolîn dike û dinivîse, ev bû: Sûriyayî çawa dikarin bibin civak û dewleteke aram û domdar? Em çawa dikarin di navbera navendîbûn û nenavendîbûnê de pêşaniyên civakê û pêşîniyên desthilatdarî an dewletê hevseng bikin?

Niha jî, dem hatiye di van herdu mijaran de jinûvehizirandin çêbibe: Nenavendîbûnê û nasnameya niştimanî bi awayekî mezintir bi kûrahî û cidî û bi awayekî kêm ji îdeolojîk. Eger ku hizira di nava gelê Sûriyayê de belav bûye ku nenavendîbûn gefê li nasnameya niştimanî dixwe, dema hatiye ku were ceribandin an jî ceribandina berovajî, ango nenavendîbûn destpêka sereke ya avakirina nasnameya niştimanî ya herî zêdetir hevgirtî û aram e.  Tevî ku ev nivîs wê di vî warî de dûr neçe.

Di nava bi dehan salan de, ne pêkan bû ku nîqaşeke cidî an jî kûr derbarê nenavendîbûnê û nasnameyê de çêbibe. Herwiha, nakokiyeke dijwar derbarê diyardeya Sûriyayê de heye, ji wan awayê sîstema siyasî û nasnameya niştimanî: Kîjan sîstema siyasî? Kîjan nasname? Herwiha ne pêkan e ku sûriyayî di demeke nêz de li ser vê yekê li hev bikin. Di rastiyê de, gelek çînên tirs û metirsîdariyê û nirxandin û têgihaştina şaş hene. Ev yek bi guhertinên di nirxên sûriyayiyan de li ser wateya “civak”  û “dewletê” û ji wan dûr e, eger mirov wiha bibêje.

Hevseng an jî perspektîf

Ew li ser pirsa pêwendiya gengaz an pêkan a di navbera nenavendîbûn û nasnameyê de, di navbera pêkhateyên nasnameya “bin-dewlet” û pêkhatina “nasnameya neteweyî” de ye. Gelo nenavendîbûn gefek e li dij navendiya wate û nasnameyê di “civak” û “dewletê” de, di Sûriyayê de? An jî berovajî wê, pêwîstî û pêdiviyek e ji bo watedayîn û nasmaeya kolektîf di “civak û dewleta sûriyayiyan de”?

Herwiha, mijar girêdayî çawaniya temaşekirina navendî û nenavendîbûnê ye. Eger ku li welat were temaşekirin wekî kom û nasnameyên herêmî an jî zimanî an jî neteweyî an jî olî ku divê bi hev re bin, ev tê wê wateyê ku hevsengî an perspektîfa pêşîn (an belkî parêzvaniya) herêm an parêzgehan li ser navendê, pêşîniya nenavendîbûnê li ser navendîbûnê be û pêşîniya kom, netewe, an herêmek li ser civakê ye. Lê eger ku li welat were temaşekirin wekî gelek û civakeke sûriyayî di nava xwe de pêkhate an pêkhateyên etnîkî, olî û herêmî dihewîne. Pêşîn an jî welî -ji vê perspektîfê de- ji bo “civak” û “dewletê” ye.

Ev jî mijareke girîng e, bi qasî ku nakok e û ji bo hinekan jî xeternak e. Erka yekbûna civakê û rênedayîna meylên parçebûn û şer û garantiya avakirina nasnameya niştimanî û misogerkirina pêkhatina nasnameyeke neteweyî ya berfireh ku hemû cureyên pêkhatin û pêkhatina civakî di nav xwe de dihewîne. Lê bi nakok e, gelo kî biryara vê yekê dide? Herwiha li gorî hevsengî û daxwaza kê? Di heman demê de, ciyawazî û cudahiyên di navbera pêkhate, kom, kêmnetewe û piraniyê de çawa bêne birêvebirin? Di hema demê de, ji bo hinekan xeternak e, yên ku metirsiyên wan ji tirsa zordariya koman an jî çîrok û îdeolojiyan, an jî metirsiyên ji parçekirina welat li ser esasê alîbûn an jî herêmî an jî heta etnîkî an jî olî/mezhebî.

Mijara nenavendbûn û nasnameyê

Axaftina li ser nenavendîbûnê li Sûriyayê di nava çend salan de taybet piştî sala 2011an, bêtir nêzîkî manîpulasyonên devkî û retorîkî bû, ji ramanên cidî an jî hewldanek ji bo pêkanîna wê. Sûriyaya xemgîn, ji ber ku nîşaneyên hebûna nêzîkatiyên hinekî dişibin xwezaya sîstema siyasî (navendî, nenavendî) hene. Ev ji bo nîqaşa li ser nasnameyê jî derbas dibe. Di derbarê wateya wê de, dibe ku ew di navendê de jî were destnîşankirin (an jî ji nû ve were destnîşankirin). Ev çend dehsalan e ku ev rewş heye û dibe ku bi vî rengî berdewam bike, wekî ku berê hate gotin.

Lêkolîna nasnameyê yek ji sedemên ku hişt Beşar El-Esed bi xwe navenda lêkolînan ya tekane li Sûriyayê bi mixabinî û ne rewa, bigire, dema ku navenda Şamê ya lêkolînan “Medad” kongreyek li ser nasnameya Sûriyayê di nava aloziyan de (di çileya 2018an de ) li dar xist û nîqaşeke hizirî siyasî li ser aloziya nasnameyê di hundir de vekir. Nivîskar û rewşenbîran jî gotin ku El-Esed gotiye “Pêwîstiya Sûriyayê bi navendên lêkolînan tuneye.”

Dema ku “Medad”ê kongreya nasnameya niştimanî ragihand, şêwirmenda serok got: “Li Sûriyayê pirsgirêka nasnameyê tuneye û wê baştir bûye ku navendê li ser  pîşeyên destan lêkolîn bikira!” Di rastiyê de, piraniya axaftinên rejîmê li ser nenavendîbûn û nasnameyê vedîtinî, folklorî û giştî bû ku mirov dikare bibêje ku bi zorê tiştek jê dihat. Rastî ev e ku ew ji lêkolînên cidî û hizirkirina li ser çawaniya birêvebirina hin krîzên welat nêzîkî hîleyê bû.

Hizira nenavendîbûnê

A girîng di hizira nenavendîbûnê de, ew e ku nêrîna ji bo birêvebirina jiyanê, kar, hilberandin û jiyan li herêmê an jî herêmî (nenavendî) bi çavê faktorên xwecihî be, ji ber ku “xwediyên Mekê zêdetir gelê xwe nas dikin” û ji ber ku herêm li welat beşek ji tevahî ye. Ev yek jî ne tê wateya ku nasnameyeke hebûnê ji xwecihî, dever û herêman be bê avakirin. Bi awayekî giştî, li Sûriyayê herêmên xwedî taybetiyên olî an jî neteweyî tune ye, ji bilî hin deveran. Li welatên ku ji aliyê etnîkî û olî ve homojen an jî nîv-homojen in, sîstemên nenavendî yên hikûmetê hene, tersî wê jî, li welatên ku ji aliyê etnîkî û olî ve cihêreng in, sîstemên desthilatdariyê yên navendî jî hene.

Ji ber vê yekê, nenavendîbûn beşek ji dînamîkên siyasetênên giştî û rêveberiya jiyana civakî ye. Bi qasî ku taybetiyên etnîkî û olî û hwd girîng in, pêwendiya civakî û pêkvejiyana neteweyî jî girîng e. Divê civak ji aliyê etnîkî, nijadî û olî ve cihêreng nebe, bang û tevgerên nasnameyî nebin, da ku nenavendîbûn pêk were. Li vir nenavendîbûn wekî “teknîkeke siyasî”  û “teknîkeke pêşvebirinê” xuya dike û ne tenê derbirîna bangên herêmî, parêzgehî an olî ye.

Dibe ku “nenavendîbûna berfireh” hebe. Bi gotineke din, endezyarkirina dîmen li hin dever û herêman bi awayekî ku rê dide ronîkirina hebûn û bihêzkirina nasname û dînamîkên taybetî li gorî pêkhateya civakî: zimanî, olî û çandî. Ango rê dide kom, pêkhate û xwecihiyê ku xwe derbirîn bikin û taybetmendiya xwe bijîn, lê bi rêjeyeke sînorkirî û ji hêla navend an jî kontrol û pîvanên navendî ve têne birêvebirin ku ew bixwe (kom û pêkhate) beşdarî diyarkirina wan dibin.

Awayê ku dişibe federalîzmê

Nimûneyên standard ên nenavendîbûn û federalîzmê tunene. Belê, qalib, pêkhatin û spektrên wê hene ku ji welatekî heta welatekî din cuda dibin. Nenavendîbûn dibe ku ew çend biçe ku herêm, parêzgeh, navçe û herêman bikaribe siyasetên ku ji tenê bersivdayîna taybetiyan û ji rêvebirin û rêvebirina berjewendî û daxwazên etnîkî û olî, ber bi tiştekî ku dişibihe federalîzmê an yek ji cureyên wê, bipejirînin. Lê di vê yekê de ya girîng ew e ku meylên nenavendîbûnê ne xwediyê pîvanên dînamîk û hebûnî ne ku civak û dewletê bişkînin, nasname û alîgiriya nasnameyî û siyasî/nakokî neafirînin û parçebûnê xeyal neke.

Di heman demê de girîng e ku ev yek bi navendî an tenê navendî neyê destnîşankirin, çi ji hêla burokrasiyek hikûmetê û pergalek siyasî ya otorîter, çi ji hêla îdeolojî an çînek ku siyaset, civak û dewletê bi zorê û serdestiyê dike. Pêwîst e teşeyê sîstema siyasî û cewherê hikûmetê lihevhatineke giştî be û ne encama darê zorê yan jî desthilata zorê be.

Di encamê de, nenavendîbûn bi xwe metirsiyekê li ser nasnameya Sûriyayê çênake. Ji aliyê din ve, ne berdêla qeyranên welat e, ne jî parêzvanê berfireh e ku civakê ji mêtinkarî û zordestiyê diparêze. Nêrîna rast ew e ku ew ji îdeolojiyê bêtir “teknîkek siyasî” ye. Pêdiviya civakên piretnîk û pirpêkhate ye û heta bi  ya giştî jî ye. Dema ku nenavendîbûn, her çi awa, bang, nûneratî û tecrûbeyên wê be, encama dînamîzma civakî, siyasî, aborî û çandî be û cihê lihevhatina neteweyî be, wê demê ew faktora lihevhatina “civak” û “dewletê” û faktora hêz û ewlehiyê ye û ne faktora lawazbûn, nehevsengî û jihevketinê ye. Ev mijar gelek rêyên û axaftinên wê hene.