Sînorê Sûriya û Tirkiyayê yê biguman li “Cizîra Jorîn” (1920-1929)

Nivîskar: Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Nexşeyên Sykes-Picot (1915-1916) ku damezrînera projeya parçekirina dewleta Osmanî bû, rastî rêveçûyînên dirêj hat. Di encamê de, guhartin tê de çêbûn, heta ku ev nexşe ne wekî destpêka xwe bûn. Ji nava wan, herêma “Cizîra Jorîn” bû qada xêzkirina sînor ku aramî heta 10 salan dema ku Fransa kete Sûriyayê, tê de çênebû. Ji ber ku ev herêm neket nava rêgezên dayîm ên projeyên Fransayê ku hewl da ku di destpêka xêzkirina nexşeyên Sykes-Picot de, hewl da ev herêm ji tevahiya Sûriyayê serbixwe be, ji ber hebûna demografiya kurdan.

Fransiyan di destpêka serdema xwe ya raspêriyê de û ji bo ku vê herêmê ji herêmên din ên Cizîrêa Firatê cudatir bike,  navê wê kirin “Cizîra Jorîn” an jî ku wekî di nivîsgehên îstixbaratê de (SR) wekî “nikilê werdekê” bi nav dikirin. Herwiha, di sala 1926an de jî, komîserê fransî yê awarte Pierre Alep qanûnek ji bo rêvebirina Cizîra Jorîn (koma 304) derxist û axa vê herêmê li Hesekê û qezaya Xeyro(Qamişlo) diyar kir.

Bi rawestandina bandorên Peymana Sêverê 1920î, wekî encama guhartinên li ser qada leşkerî li Anadolyayê, xewnên neteweyî yên kurdan û ermenan bi hev re têk çûn. Di kongreya London a di 8ê adara 1921ê de, daxwazên kurdan û ermenan hatin paşguhkirin. Herwiha, ji ber serkeftinên leşkerî yên ku Mustefa Kemal li dij fransiyan bi Kilikyayê bi dest xistin, hişt ku Fransa metodekî nermtir li beramberî tirkên nû bi kar bîne, lewra rêzepeymanên sînorî çêbûn, destpêka wê jî peymana Enqerayê ya sala 1921ê ku bi peymana “Franklin-Bouillon” tê naskirin û piştî wê jî peymanên din çêbûn, ku di encamê de nîşaneya Sûriyayê hatin xêzkirin, ku kurd bêyî xwsteka xwe ketin tê de.

Di vê lêkolînê de, em ê hewl bidin rewşa  xêzkirina sînorê Sûriya û Tirkiyayê di salên 30î yên sedsala borî de li herêma “Cizîra Jorîn” û pêvajoya kurt a beriya xêzkirinê, bînin ziman. Di heman demê de, herwiha çawa tevlîbûna herêmên kurdî yên girêdayî bakur û başûrê Kurdistanê di nav pêkhateya nû ya Sûriyê de, sînorên nezelal hişt û pirsgirêkên ku rê li ber proseya diyarkirina sînoran girtin û dema ku pê derbas bû, herwiha encamên rasterast ên ku ji wê derketin, wek avakirina bajarên nû ji bo qerebûkirina bajar/bazarên ku niştecihên “Cizîra Jorîn” piştî pêvajoya xêzkirina sînor, ji dest dane.

Dema ku em berjewendiyên Tirkiyayê di hundirê Sûriyayê de şirove bikin, divê em ji nû ve pirsgirêkên sînor li “Cizîra Jorîn” şirove bikin, ku herdem guhartin tê de çêdibûn û ji bo berjewendiyên Fransa û Tirkiyayê bûn, bê ku nêrînên niştecihên wê herêmê tê de hebe. Armanca sereke ya vê lêkolînê ne nivîsandina dîrokê ye, lê belê hewldanek e ji bo balkişandina li ser eşkerekirina avakirina beşeke ku bûye beşek ji Sûriyayê û hîna jî di bin çerxa armancên Tirkiyayê de ye ku ji sala 2012an ve hatiye nûkirin ji bo vegerandina kontrola herêma sînorî li Cezîrê û dibe ku dîrok li gorî nêrîna Ibn Xeldûn “duberebar” be, ku dîrok bûyerên xwe dubare dike bêyî ku encamên wê heman bin. Dibe ku xwendevan rastî daxwazên Tirkiyayê yên wekhev di Sûriyayê de were ango beriya sedsalî û niha û daxwaza wê ya guhartina sînor û jinûvedîzaynkirina demografiya nifûsê û tiştên ku beriya zêdetirî 10 salan di dema me ya niha de çêbûne. Herwiha mirov dikare, Fransaya wê demê bi Amerîka an jî Rûsyayê di cihan de  bide guhartin, ji bo fêmkirina armanca peymanên ku çêbûne û li ser niştecihan ferz bûne.  Wekî peymana di navbera Washington, û Enqera û Mosko di payîza 2019an de, ku di encama wê de Serê Kaniyê hate dagîrkirin. Dibe ku dubarekirina van bûyerên ên demdirêj, nîşan bide ku mijar bihaneya “ewlekariya neteweyî” derbas dike û dide nîşandan ku daxwazeke Tirkiyayê ya mezin heye ku sînor biguherîne û herêmên zêdetir di bin çi sîwanê de be, qezenc bike.

Beriya xêzkirina sînor bi demeke kurt

Di destpêkê de, Fransa hewl da nêrînên xwe derbarê herêmên kurdan li Cizîra Jorîn, pêşkêş bike. Di vê çarçoveyê de, di 6ê tebaxa 1920î de, li gorî nameyeke veşartî ya serokê Fransayê Alexandre Milleran (1920-1924) ya bi ser navê “Plana rêxistinkirina raspêriya fransî di Sûriyayê de” , Parîsê plan dikir ku Kurdistanê di çarçoveya projeyeke taybet de bihêle û li gorî wê jî rengên ji serxwebûnê ku dibe ku bibin “federaliya Sûriyayê” di wê planê de hebûn. Milleran “Welatê kurdan û tirkan” ji prosesa çêkirina dewletên biçûk ên Sûriyayê dûrxist, ku dibêje axên kurdan “Rojhilatê Firatê tevî Urfa û Mêrdîn..tu têkiliyeke neteweyî bi Sûriyayê re tuneye.. ji bo ku em rêveberiyeke leşkerî ya yekser  çênekin, divê em hukim heta demekê radestî paşayekî tirk (li welatê tirkan) bikin, ku bi awayekî baldarî bişopîne. Heman tiştk dibe ji bo welatê kurdan jî çêbibe.”

Milleran pêşniyaza xwe derbarê kesê ku dibe welatê kurdan bi rê ve bibe pêşkêş dike û navê wî “Mihemed Beg e”, serokê qebîleya Milî (ê rastir Mehmûd Beg kurê Îbrahîm Paşa Milî) li Wêranşarê. Piştre, li ser dîtina xwe ya siberojê wiha şirove dike: “Divê xêzkirina sînor were guhartin, da ku qebîleya Milî dabeşî du beşan nebe.. Lihevkirineke bi vî rengî bi kurdan re û bicihkirina endamên Kildanî û aşûrî di dirêjahiya xeta tirênê di rojhilatê Firatê de, me dixe rewşeke siyasî ya nimûneyî li bara Kurdistanê”. Ji ber vê yekê jî, ew banga “tevlîbûna bi hişyarî li herêma Rojhilatê Firatê dike” bi rengekî ku destûr ji Fransayê re were dayîn vê herêmê bi rê ve bibe, di heman demê de jî, Dîlokê jî tevlî “sîstemekî serbixwe an jî tevlî yekitiyên Sûriyayê bikin. Lê dibêje ku “Di dema me ya niha de, divê cudakariyeke di navbera van herêman û Sûriyayê de hebe” (Koseranî 231-232). Tê texmînkirin ku Fransa nexşeya Feyselî ya ji bo rêvebirina Sûriyayê dişopand, ku herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyayê bi tevahî ji bo hikumeta Şamê ne zelal bûn , piştî ku Şerîf Hisên nikarîbû McMahon di peyama ku bi navê “Hussein-McMahon” de, li ser pêkaniya berfirehkirina desthilatdariya ereban li herêmên Kîlîkyayê razî bike.

Herêma Cizîrê eger ku em Dêra Zorê jê veqetînin, ne di nava nexşneyên destpêkê yên netewperestên ereb de bû, herwiha kongreya sûriyayî ya giştî ku di 7ê hezêrana 1919an de pêk hat, nexşeya xwe xêz kir ku li sînorê rojavayê Çemê Firatê sekinî bû. Bi vê yekê re jî xwe spartin nexşneyên Sûriyayê yên kevn ku daxwaza serxwebûna xwe bi vî awayî dikirin. Di heman demê de jî, kongreyê tu vexwendname ji tu kesayetên kurd ji herêmên Cizîrê, Kobanî û Kurdaxê re rênekirin û tenê “kesayetên kurd ên ji dervayî erdîngariya Kurdistana Sûriyayê de di kongreyê de hebûn” (Mîranî 24). Balkişandina li ser pêvajoyên destpêkê yên avakirina Sûriyayê, beşekî ji derengmayîna tevlîbûna kurdan û cografiya wan di hebûna sûriyayî de, şirove dike.

Kesên ku beşdarî kongreya Sûriyayê ya giştî di sala 1919an de bûne

Bi her halî, dînamîkên alozî û pevçûnê berovajî daxwaza Milleran bû, ku ne wekî pêşiyê xwe Clemenceau, ne realîst bû. Serokê nû ku destûr da generalê xwe Gouru bi pêkanîna “tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlekarî û parastina gel û dapînkirina parastina artêşan”, dihat gotin ku “alavên pêwîst li gel wî hene da ku hurmeta mafên me ferz bike.” (Bar, 117). Di heman demê de jî, Gourue hêza wî tê rê nedikir ku sîstemekê feriz bike, ji nava wan jî sînorek ji armancên Tirkiyayê re çêkira. Her wiha, dayîna sînorekî ji opozîsyona ereban re, pêwîst dikir ku bi Mustefa Kemal re li hev bike û pêwîstiya wî jî bi destekdayîna Birîtaniyayê hebû.

Wê bi sûd be, eger em balê bikişînin ku pirsiêka kurdan-tirkan di dema şerê serxwebûnê de Mistefa Kemal ew bi rê ve dibir, hîna neteqiya bû, tevî xetên giştî yên peymana Sêverê nehatin bicihanîn. Herwiha, Kemal bi xwe jî daxwaz dikir ku rewşa li herêmên kurdn di ber çavan re derbas bikin, ji ber ku wê demê xwe wekî “parêzvanê xîlafetê didît, kurd jî ji ber xîlafetê girêdayî dewleta Osmanî bû, herwiha çînên kurdan ên berfireh jî ji daxwazên ermenan bi tirs bûn.” Di nava vê atmosêra dijwar de, Mustefa Kemal fermanên xwe di hezîrana 1920î de ji Nîhad Paşa Anîlemiş re (fermandarê eniya Cizîrê li ser sînorê Sûriyayê bû yê di bin parastina Fransayê de) şandin û daxwaz jê kir ku “herêmên ku kurd tê de dijîn, hêdî hêdî radestî hikûmeta xwecihî bike, ji ber ku ev yek li gorî berjewendiyên siyasetên me yên hundirîn û derve ye”(Ataturk 220). Di piratîkê de jî, siyaseta Mustefa Kemal a di navbera salên 1919an û 1923yan de, ne li dij kurdan bû bi awayekî kutaker,  Protokola Amasyayê û nameyên wê ji axa û şêxên kurdan re û herwiha axaftinên serokê komarê, rê li ber avakirina xwerêveberiya herêmî li herêmên cuda yên kurdan vekir (Gorgas 25).

Lê pêferata sînorî li gor kemalîstan, dîkamîkên wê yên cuda hebûn li bara hebûna kêfrateke kurdî-tirkî ya nebûna wê, lê daxwaza Tirkiyayê ya kontrolkirina rêya Mûsilê bi rêya “Cezîra Jorîn” armanca dawî bû. Lewra, efserê tirk Îsmaîl Heqî Gundez roleke girîng di dirêjahiya salan de lîst ji bo astengkirina dagîrkeriya Fransayê ji tevahiya “Cizîra Jorîn” ku di vê çarçoveyê de qebîleyên kurd û tirkan bi kar anî. Ev yekê jî desteserkirina fransî ji Hesekê heta gulana 1922yan dereng xist. Ango  piştî salekê ji xêzkirina sînorê Sûriya-Tirkiayyê (Peymana Enqerayê). Lê tevî prosesa diyarkirina sînor jî, Gunduz bac li ser hin kurdên Cizîra Jorîn, feriz dikirin. Ji wê zêdetir jî, Fransa Îsmaîl Heqî tawanbar kir ku ew bû sedema bûyerên Beyandûrê yên sala 1923yan, ku şer di navbera niştecihên kurdan û desthilatdariya leşkerî ya Fransayê de çêbû. Di encamê de, general Bugeau êrîşî baregeha Beyandûrê kir “Baregeha Îsmaîl Heqî bû ku li destekdayîna qebîleyên kurdan li derdora Cizîra Jorîn digeriya.. Haco Axa jî kesê herî guncav bû ji bo bi destxistina destekdayîna fermandarê tirk ê ku amade bû careke din bi serpêhatiyên şer rabe.” ( Gorgas 57). Lê bi her halî, di navbera salên 1922 û 1924an de, hêzên Fransayê rastî 381 operasyonên leşkerî hatin  û fermandarê artêşa Fransayê li Sûriyaya bakur general Biot hewl da ku bi eşîran kurdan re li Cizîrê nekeve nava şer (Baryot 157). Ji nava tedbîrên Biot, razîkirina serokeşîrên kurdan bi rêya erkdarkirina berpirsên navçeyan û daxwaza axên xwe yên çandiniyê di nava Tirkiyayê de kirin û baldariya tenduristî li deverê û hin xwestekên din ên geşepêdanê.

Di rastiyê de, Mûsil xala yekem tevgerên sînorî yên Tirkiyayê bû li herêma “nikilê werdekê”, ji ber ku serkeftina Lloyd George, serokwezîrê brîtanî yê ku xewna tunekirina Împaratoriya Osmanî dikir, di derxistina Mûsilê de ji destên serokê Fransa Clemenceau piştî vedîtina petrolê li parêzgehê (Bar 77), tirsa qelewên tirkan li ser vê yekê xurt kir. Ji ber vê sedemê, tirkan li herêma sînor, çi bi siyaseta peymanên sînorî yên bi Fransayê re, çi jî bi manîpulekirina pêkhateyên eşîrî û arandina eşîrên ereb û kurd li dij fransiyan bi xwe, hewldanên xwe zêde kirin. Peymana Enqerayê zêrê lihevhatinan bû ku Fransa ji bo rawestandina îhtîmala destpêkirina eniyeke duyemîn a tirkan li rojhilatê Firatê, kêrhatî dît.

 Sînorê gumankirî

Di demekê de ku sînorê bakur ê Sûriyayê bi gûman bûn û mijara gengeşeya siyasî bû; diyar dibe ku di dema peyamên Hisên-McMahon de, Şerîf Hisên diyar kir ku sînorê dewleteke erebî divê ji Mêrsîn û Edenayê heta xeta paralela 73an di aliyê bakur de dirêj bibe “Bi vê yekê re jî herêma Iskenderon û Antakyayê bibin beşek ji dewleta erebî ya ku tê armanckirin”. Lê Henry McMahon di nameyeke taybet de israr kir ku “Niştecihên herêmên borî ne hemû ereb in”, lê Şerîf israr kir ku ereb in. Lê Şerîf di dawiyê de razî bû ku dev ji Mêrsîn û Edenayê tenê berde (Xedorî 5). Li ser vî esasî jî, nîşaneyên sînorê Sûriya û Tirkiyayê nehatin diyarkirin, tevî şêweyên israrê an jî hêsanbûnê di wan nameyan de. Hêjayî gotinê ye ku qutbûna Iskenderon û Antakyayê piştî 20 salan li ser wan nameyan re çêbû û piştrast kir ku tirkan dikarîbû nexşeyên xwe yên başûr gelek caran biguherin.

Li kêleka berjewendiyên Tirkiyayê, sedemên din hene ku ew jî encama lawaziya têgihaştina cografiya navdewletî ye, ji ber vê yekê jî, sînor ne girîng bû, ji ber ku ya girîng desthilatdarî û rêveberî bû, ne erdnîgarî bû. Girîng e ku îşaret were kirin ku wîlayetên bakur ên Sûriyayê ne di  bin desthilatdariyeke aram de bû. Hinek sûriyayî piştre li dij Fransa di bin fermandariya Sûriyayê û ala Osmanî/tirkî şer kir, wekî Îbrahîm Henano û yên din. Herwiha, hinek sûriyayiyên din jî bi Mustefa Kemal re di “Şerê Serxwebûnê” de 1919-1923 şer kir (Eqîl 24). Di heman demê de, Henano peymanek bi fermandarê artêşa tirk li Mereşê Selahedîn Adil re di 6ê îlona 1920î îmze kir û li gorî wê peymanê “Sînorê di navbera Sûriya û Tirkiyayê de nayê diyarkirin, piştî derxistina dijmin ji herdu axan û bi awayekî tam serxwebûna xwe bi dest bixin” (Eqîl 34). Ev peyman beriya salekê li ser diyarkirina sînor ji aliyê tirkan ve bi fransiyan re li Enqerayê, di vê peymanê de tirkan bi peymana xwe ya bi Henano re pabendî nebûn. Gelo mirov dikare behsa xapandina tirkan ji Henano û sûriyayiyên din ên ku bi tirkan re şer kirin, bike? Lê xewna vegerandina xîlafetê wekî madeyeke pêvek di navbera sûriyayî û tirkan de beriya ragihandina komara Tirkiyayê? Dibe ku ev bihane hinekî lawaz be, ji ber ku têkilî di dema şoreşa Sûriyayê ya mezin de (1925-1927) çêbû. Lêbelê, berdewamiya pêwendiyê dikare bi berjewendiya hevpar a derxistina fransiyan were ravekirin, ew jî piştî ku sînorên bakur di berjewendiya Tirkiyayê de hatin danîn û bêyî vegerandina wê ji “hevalbendên wê yên Sûriyayê” re.

Herwiha, astengiyên li pêşiya xêzkirina sînor jî, li gorî Christian Velu, ew girêdayî bi xwestek û berjewendiyên Tirkiya û Iraqê ku herdem axên din bixin bin serweriya xwe. Rewşa bi guman li herêma “nikilê werdekê”, ne beşek ji Sûriyayê bû, ew di aliyê erdîngarî de dûr bû û aborî jî bi awayekî taybet ku dûrî navendên bajarên mezin ên Sûriyayê bû (Gorgas 67). Ev yek jî di aliyê piratîk de li gorî nêrîna Millleran bû ku behsa herêmên rojhilatê Firatê û Cizîrê kir, vê yekê ji bo tirk û fransiyan paşê zehmetî çêkir ku bigihêjin lihevkirineke têrker û dawî li ser sînorên dabeşker di “Cezîra Jorîn” de ku em ê bibînin, an bi gotineke din, hizira Fransa ya tevlîkirina erdnîgariya kurdî di nav Sûriyeya raspêrî de, nehatibû xutkirin.

Herdu peymanên Enqera û derengmayîna diyarkirina sînor

Di xala yekem a peymana Enqerayê de, şer di navbera Fransa û kemalîstan di 20ê cotmeha 1921ê de hate rawestandin, piştî danûstandinên ku di adara heman salê de hate destpêkirin. Fransa neçar ma ku derdora nîv xenîmetên xwe yên li Kurdistanê winda kir û bûne para Tirkiyaya nû. Ango, peymana Enqerayê (Peymana Franklin-Bouillon) di rastiyê de vê peymanê Sêver bi dawî kir û rêveçûyîna Sykes-Picot guhart, lewra beşên ji herêmên kurdan bûne girêdayî Sûriyaya nû. Di vê peymanê de, Fransa dev ji 18000 kîlometer çargoşe ji axa ku li gorî Sêverê ji bo Sûriyayê hatibû veqetandin, winda kir  û ev herêmên ku winda kirine jî ev in: Kîlîkya û herêma rojhilat ku tê de Dîlok, Mereş, Riha, Kilîs, Amed, Mêrîn û herêmên jorîn ji Cizîra Botanê û herêmên Cizîrê, Cerablus, Kobanî û Efrînê ketin bin serweriya Fransayê.

Kopiyek ji Peymana Enqere ya 1921an ku têde rûpela yekem dîyar dibe

Ev peyman ji bo kemalîstan serkeftinek bû, lê derbeyeke mezin bû ji bo Birîtaniyayê ji ber ku dixwest kemalîstan lawaz bike. Lewra, Birîtaniya bi dîtineke stratejîk li dij peymana Enqerayê derket, ji ber ku dayîna Nisêbîn û Cizîra Botan ji Tirkiyayê re, wê herêmeke girîng bikeve destê kemalîstan ku dikarin êrîşî Iraqê bikin (Barût 175), ev yek ji bilî ku vê peymanê heybeta Fransayê li Sûriyayê lawaz kir (Xedorî 9).  Lê vê peymanê sînorekî dawî ji pirsgirêka sînor a navdewletî re çênekir, lewra ev peyman pêkan bû ku were binpêkirin. Ji aliyekî din ve jî çeteyên Tirkiyayê êrîşî sînorê Sûriyayê dikirin, tevî peymana Enqerayê û piştî wê di 11ê cotmeha 1922yan de agirbesta Mudanyayê û peymana lihevkirina dawî bi hevalbendan re li gorî peymana Lozanê di 24ê tîrmeha 1923yan de. Ev êrîşên çeteyan jî taybet di destpêka sala 1924an de zêde bûn. Ji bo sînordarkirina vê tevlîheviya ewlekarî, komîteya erkdarkirina sînor li gorî madeya 8an ji peymana Eqerayê ya yekem, hate avakirin.

Di aliyê piratîk de, pêvajoya diyarkirina sînor ji nû ve çêbû, ev yek jî ji ber binpêkirinan û herdu aliyan nikarîbû ku kontrol bikin. Di 30î gulana 1926an de, peymaneke nû bi navê Peymana “De Jouvenel” ku ew jî komîserê bilind ê Fransayê li Sûriyayê bû, hate îmzekirin. Fransa sozên xwe bi cih anîn, lê Tirkiyayê sozên xwe yên li ser esasê Peymana Enqerayê ya yekem pêk neanî. Lewra careke din alozî li ser Cizîrê çêbû, bi rêya şirovekirina naveroka madeya 8an, ku xêzkirina sînor bi vî awayî pêk hat: Sînor ji bajarê peravê Payasê dest pê dike û di aliyê rojhilat de dirêj dibe û di Kilisê re derbas dibe, heta stasyona Çoban Beg û piştre jî dewam dike heta Nisêbînê derbas dike û ji wir jî dewam dike “rêya romanî ya kevn” heta Cizîra Botan ku digihêje Çemê Dicleyê. Li gorî vê peymanê, Nisêbîn û Botan di Tirkiyayê de man, lê ji mafê herdu bajaran e ku vê rêyê bikar bînin, lê pirsgirêk derbarê rêya kevn de dest pê kir. Ji ber vê yekê jî, diyarkirina sînor dereng ma, ji ber pirsgirêkên di hundirê komîteya tirkî-fransî de.

Tirkiya daxwaza hin navendên li başûrê xeta Franklin-Boynon, wekî xeta tirênê Payas, hîn gundên ereban ên girêdayî bajarê Kilisê tirkî û hîn beşên li ser sînorê rojhilat, kir. Li ser vî esasî jî, astengiyên xebatên komîteyê derket holê. Her çiqas ku rewşa Fransayê zehmet bû ku şoreşa Sûriyayê di navbera salên 1925-1927an rû da, De Jouvenel dît ku çareserkirina vê dozê di rengê dîplomatîk rêbazê herî guncav e. Di vê çarçoveyê de, bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Tewfîq Ruşdî Aras re di 18ê sibatê de, peymanek çêkir ku bi navê wî hate naskirin, herwiha 5 protokol jî îmze kirin. Ji nava wan, lihevkirin li ser van tiştan çêbû: Têkoşîna li dij çeteyên li herêma sînor bi dirêjahiya 50 kîlometer li ser herdu aliyên sînorê Sûriya û Tirkiyayê û kujeran li gorî protokolê bidin hev. Di heman demê de, ji bo xwe ji parê madeya 8an xelas bikin, li gorî madeya 2yan di peymana nû de komîteyek nû hate avakirin  ku xebatên xwe di sala 1926an de dest pê kir û sînor diyar kirin, ji bilî Nisêbîn û Cizîra Botan. Lewra, komîteyê li bermahiyên rêya romanî ya kevn digeriya ku ji dema têkçûna dewleta Ebasî ve hatibû paşguhkirin, ji ber wê meyla serokê komîteyê yê bêlaî bi ser nêrîna fransî de çêbû. Lewra, nakokî heta sala 1928an jî dewam kir, ji ber serhişkiya tikran û di wê pêvajoyê de, her wiha hin êrîşên keleşên kurd li ser sînorê tirkî çêbûn (Xidûrî 19). Lê di sala 1929an de, lê di sala 1929an de meseleya sînor di derbarê herêma “Cezîra Jorîn” de hat çareserkirin û tirkan ji pêncyekek bi dest xist, li hêla din Sûriyayê çar pêncyek bi dest xistin. Di sala 1930î de Sûriya ew herêma ku ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû dagîrkirin ku îdîa dikirin ku ya wan e, ji nû ve bi dest xist.

Di sala 1929an de, guhartineke din çêbû, bi vegera danûstandinan piştî hewldanên dubarekirî ku baylozê tirkî li Parîsê pêk anî, ku wezîrê karê derve yê Fransayê ber bi xeteke sînor ya nû ve bibe ber zêdetir bi başur ve “ji bo ku derdora 80 gundî bigire nava xwe ku Enqera wekî baregehên çeteyan li Tirkiyayê pênase dike” (Gorgas 71).  Danûstandin li ser esasê pêşniyazên Tirkiyayê çêbû û di encamê de gihaştin mîsaqeke nû di hezîrana 1929an de ku bi awayekî date xeta di navbera Nisêbîn û Cizîra Botanê hatin diyarkirin. Li ser vî esasî jî, sînor ber bi başûr ve çû ango di navbera 5 kîlometran li Tilhesenê li devera eşîra Hevêrkan û 500 metreyî li devera Cizîra Botanê.

Di rastiyê de, Fransa 85 gund bi dest xistin ku ev gund ew gihand Dicleyê, lê li beramberî wê jî dev ji 80 gundên kurdan ji bo Tirkiyayê berda. Lê belê li paş wê, sûd hebûn, sûdên ku Tirkiya li wan digeriya, weke destkeftiyên girîng ên bi destê Buzanti, Kompaniya Rêyên Hesinî ya Heleb-Nisêbînê bi dest xistibûn (Gorgas 72).

Di rastiyê de, derengmayîna diyarkirina sînor li “Cizîra Jorîn” derdora 6 salan dirêj kir, lê piştre demeke din jî dirêj, ango heta 10 salan ji peyman û nakokî û binpêkirinan. Di wê pêvajoyê de, tirkan bi tecrubeyên xwe sûd ji axê girtin. Mînak, Fransa dev ji Nisêbînê berda, ku dereng tê gihaşt ku 2 kîlometer başûrê xeta tirênê ye û divê di Sûriyayê de be, lê ji ber metnda peymana Enqerayê dev jê berda û da Tirkiyayê.

Mijar ne tenê bi Nisêbînê sînordar bû. Piştî windakirina Mûsilê û şoreşa şêx Seîdê Pîran a sala 1925an, daxwaza tirkan a serweriya Ii ser “Cizîra Jorîn” zêdetir zelal bû. Di vê çarçoveyê de, windakirina wîlayeta Mûsilê ya piraniya niştecihên wê kurd bûn, Tirkiya ket nava fikarê ku îhtîmal heye axên kurdan ên din jî winda bike. Herwiha, “Serhildana Şêx Seîd metirsiyên Tirkiyayê zêdetir kirin ku texmîn dikir Birîtaniya hinek destekdayîn da serhildêrên kurd”( Gorgas 70). Ji ber vê yekê jî, Komîseriya Bilind a Fransayê dît ku rewş êdî li gorî berjewendiyên wê ye, tevî ku rastî wekî sextekariyê derbarê Nisêbîn de hat. Li ser vî esasî jî, bang kir ku bersivê nedin proveksyonan” tevî ku  sînor tam nehatibû diyarkirin ji aliyê Nisêbînê ve, ku vê yekê rê li ber opozîsyonên kurd vekir ku ji vî sînorî qezencê bibînin û xwe ji bidûketinê dipoarastin û xwe ji wê derê amade dikirin êrîşî axa Tirkiyayê bikin.” Li ser vî esasî jî, Fransa wekî “herêmeke ewle” di hundirê Sûriyayê de da tirkan: “Me ji cîranên xwe yên tirkan xwest ku herêmên me dagîr bike, ji bo ku em ewlekarî peyda bikin û parastina wan ji dijminahiya kurdan ji wan re bikin” (Gorgas 71). Dibe ku awayê peyman û lihevkirinên bi alîyê ewlekariyê ve nîşaneke zêde ya bêhêzîya Fransayê bû ku gelek caran li hember binpêkirinên Tirkiyayê, di nav de dagîrkirina axa kurdan a ku bûye beşek ji Sûriyayê.

Tê têbînîkirin ku di salên tevliheviya sînor de, bi bihaneyên cuda armanc û binpêkirinên Tirkiyayê çêbûn, çi bi rêya sorkirina qebîleyên kurdan û ereban li dij fransiyan da ku dev ji destpêka dagîrkeriya xwe ji “Cizîra Jorîn” re berdin, an jî bi rêya îdîayên şopandina “çeteyên kurdan” an jî bi rêya avakirina “herêmên ewle” di hundirê axa Sûriyayê de piştî şoreşa Şêx Seîd di 1925an de û lihevkirina bi Fransayê re ku maf dide wê heta 50 kîlometer jî di axa aliyê din de bikeve tevgerê. Têbîniya herî girîng jî serhişkiya Tirkiyayê ye ku ji bo guhertina sînoran û girtina kîlometreyan û carinan jî çend sed metreyan di hundirê dewleta Sûriyayê de nîşan dide. Di çarçoveya pêvajoya xêzkirina sînoran de, aliyên tirk û fransî di lîstina bi karta kurdan de, jêhatî ne.

 Avakirina bajaran: Tolildana Fransayê

Bi windakirina bajaran ku wekî navendên bazirganiyê bûn, nexasim Nisêbîn û Mêrîdn û bajarên din ên ku li pişt sînorê Tirkiyayê man, Fransayê neçar bû ku Cizîrê bibajar bike bi rêya avakirina bajarên nû. Bo mînak Qamişlo hate hilbijartin ku bibe navendeke bazirganî û rêveberî wekî xwişka xwe Nisêbînê. Fransiyan kedên xwe zêde kirin ji bo ku bajarê Qamişloyê ku dîroka avabûna wê vedigere 1923yan, bibe bajarekî rastîn, bi rêya avakirina navendên leşkerî û ofîsên rêveverî ji wan di 20ê tebaxa 1926an de (Şervanî 40). Herwiha, wekî wê jî avakirina di cihê baregeheke Osmanî ya leşkerî de ku ev bajar sala 1900 hate avakirin, bi erkdarkirina Fewzî Beg wekî fermandarekî hêzên çolistanê ji aliyê hikûmeta osmanî ve, yekem navenda hêza xwe li ser Xabûrê ava kir û di encamê de jî sala 1912an de êdî xelk ber bi wê ve diçû (Şervanî 40). Lê Hesekê bi rastî nebû bajar, heta sala 1922yan dema ku leşkeran dest bi rêxistinkirina bajar kir. Lewra navendên bajaran li Cizîrê di bingeha xwe de li derdora baregehên leşkerî hatin avakirin. Awayê leşkerî di endazyariya wê de xuya dike, ji ber ku hin efserên muxaberatan xêz kirin û xetên bingehîn ên bajarên mîna Hesekê û Qamişloyê, pêk anîn.

Bi her halî, avakirina bajaran ne jixweber bû, lê belê ji bo pêkanîna armancên taybet bû, wekî bajarên ku hatibûn avakirin an jî wek navend ji bo navçeyên li kêleka rêya trênê, wek Dirbêsiyê, Amûdê û Serê Kaniyê, yan jî yên ku armanca wan têkbirina bajarên ku Tirkiyayê xistibûn bin kontrola xwe, wek Qamişlo û Êndîwerê û bajarên ku ji bo “stratejîiya dûr” hatin avakirin mîna Hesekê û Dêrikê û Ev bajarên ku mirov dikare ji ber sedemên ewlehiyê paşde vekişe (Gorgas 92-93). Di pratîkê de, pêvajoya bajarvaniyê bi giranî li ser ramana dîtina bazarek ji bo peydakirina hewcedariyên nifûsa gundan, ji nû ve avakirinê, ferzkirina ewlehiyê û tazmînata tiştên ku Tirkiyayê ji bajarên ku li ser nexşeyên nezelal hatine bicihkirin, hatine avakirin. Dibe ku cewhera rola efserên fransî ku endazyarên bajarvaniyê lîstin, girîngiya leşkerî ya hebûna bajaran li şûna gundên belawela yên ku nebûna navendên îdarî û bazirganî nîşan dide. Em dikarin ji nêzîk ve binêrin ku bandora avakirina bajaran di têkbirina şert û mercên aborî yên bajarên ku ketine ser milê tirkan, yên wek Nisêbîn û Cizîra Botanê û kêmbûna girîngiya wan wek bajarên ku xizmeta bi dehan gundên ku bûne başûrê xeta trênê. Avakirina bajaran jî bi komkirina serokên eşîran û mirovên xwende li navçeyeke bajarokî bû sedem ku diyardeya “rûspioyan” derkeve holê û bi vî awayî jinûveavakirina navendên çalakiyên siyasî yên dijberê Tirkiyayê, ku rola wê ya siyasî di nîveka salên 30î de bi tevgera xwerêveberiyê li Cezîrê, ku ji aliyê hin eşîrên şebek û xirîstiyanên ereb û nehebên kurd ve dihat birêvebirin, bi xurtî derket holê .

Piştre, leşkerên raspêriyî dikarîbûn ku bajaran zindî bihêlin û û niştecihan ji bandora xêzkirina sînor, qerebû bikin. Tevî rewşên hejarî û xerabbûna rewşa jiyanî dem bi dem nexasim di navbera 1930-1933yan de, siyasetên bicihkirinê yê fransî dikarîbû ku jiyanê li “Cizîra Jorîn” vegerîne, piştî ku Dewleta Osmanî û projeyên zindîkirina Cizîrê, di vî warî de têk çûn.

Kurdan berê jî bala Dewleta Osmanî kişandibû ser girîngiya vê herêmê ya aborî dema ku rojnameya osmanî ya bi navê “Kurd” di sala 1908an de navê wê kir “Amerîkaya Osmanî” û paşê jî rojnameyên rojavayî navê wê kirin “Kaliforniaya Rojhilat”. Navlêkirinên girêdayî girîngiya vê devera aborî çi bin jî,  rêya xêzkirina sînor a xiş û zehmet, piştî aramkirina bajar û sînoran, bû sedem ku hêviyên neteweyî yên Sûriya û Tirkiyayê zêde bibin ji bo derbaskirina rewşa aramiyê û bikaranîna karaktera kurdî ya navçeyên sînorî wek bihane ji bo her du aliyan, ji bo pêkanîna siyasetên ku ziyanê digihînin niştecihên herêmê û bijardeyên wan ên siyasî û çandî.

Têbînî: Ev lêkolîn bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û wergerî kurmaciyê hatiye kirin. Lewre, çavkaniyên vê lêkolînê em ê bi zimanê erebî bihêlin, da ku xwendevan karibin bi awayekî hêsan li çavkaniyan vegerin.

 

Çavkanî:

مجموعة مقررات حكومة سوريا، مطبعة صادر، بيروت 1933

وجيه كوثراني، بلاد الشام في مطلع القرن العشرين ، المركز العربي للأبحاث ودراسة السياسات- ط3 – بيروت 2013

علي صالح ميراني، الحركة القومية الكوردية في كوردستان-سوريا، دهوك 2004

جيمس بار، خطّ في الرمال، دار الساقي، بيروت 2018

كلاوس كرايزر، أتاتورك (سيرة حياته)، المركز العربي للأبحاث ودراسة السياسات، بيروت 2023

جوردي غورغاس، الحركة الكردية التركية في المنفى، دار الفارابي- آراس، بيروت 2013

مجيد خدوري، قضية الإسكندرون، المكتبة الكبرى للتأليف والنشر، دمشق 1953

عقيل سعيد محفوض، الخرائط المتوازية- دراسة، مركز دمشق للأبحاث والدراسات 2016

محمد جمال باروت، التكون التاريخي الحديث للجزيرة السورية، بيروت 2013

برهان نجم الدين شرفاني، كوردستان سوريا خلال الانتداب الفرنسي، دار الزمان 2018