Sedsal ji hilweşandina têkiliyên kurdan-tirkan.. çi ma ye ku were sererastkirin?
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Li navenda bajarê Bedlîsê yê kevnar ku di destpêka sedsala 20î de girîngtirîn navenda neteweyî ya kurdî bû û naveroka wê îslama gelêrî li beramberî belavbûna xiristiyaniya rûsî di aliyê bakur de, keleheke xerabûyî heye. Li derdora vê kelehê jî ku navê wê bi xwe Bedlîs e û ev nav yek ji fermandarên payebilind ên Iskender Meqdonî ye, kolana herî qerebalix heye ku ji ber tecrubeytên “pêşketinên kujer” ên komarê, bêzar bûye. Navê vê kolanê yê hakimekî leşkerî yê herêma Bedlîsê di sala 1925an de ew jî general Kazim Dêrîk bû, yê bi eslê xwe ji Balkanê bû. Kazim Dêrîk fermandarê yekem ê tevgera neteweyî ya kurdan li Kurdistanê general Xalid Beg Cibrî di 14ê nîsana 1925an de, kuşt. Erkdarkirina Kazim Dêrîk wekî waliyekî li ser Bedlîsê ne ji xwe bû, ji ber ku dijminatiyekî wî ya kesayetî bi Xalid Beg re hebû û beriya wê jî, Kazim ji aliyê dîwana şer ve hate sûcdarkirin ji ber sûcê ku pêk aniye. Wê demê jî, Xalid Beg ji nava desteya dîwana şer de bû ya ku biryara li dij Kazim derxist, her wiha herdu jî Xalid û Kazim efser bûn di artêşa osmanî de bi payeya lîwa.
Îro, heta niha navê kujerê lîderekî Kurdistanê her çend metreyan li kolana herî qerebalix li Bedlîsê heye, da ku ji xelkê wê re bi bîr bixin kî di vî cihî de bi ser ketiye. Bi vî awayî, komara Tirkiyayê ji 100 sedsalî ve bi kurdan re dide û distîne, bi xelatkirina kujerên rêveber û bapîrên wan û bi rojane bi bîr wan dixe ew têkiliya ne hevseng û pênaseya nehevseng a dewletê beramberî kurdan û bi awayekî zanebûn heqaretê li wan dike û tenê bi serkeftinê sînordar namîne.
Girtina Xalid Beg Cibrî di destpêka sala 1925an de, bû yekem têkçûna rêveçûyîna tevgera neteweyî ya kurdan a çekdarî. Derketina navê Şêx Seîd wekî rêveberekî kurdan û şoreşê, pêdiviyeke dîrokî bû, ku di encamê de qurbaniyeke gewre û şerekî çarenûsî yê kujer ku gelê kurd piştî wê 40 salan xwe ragirt û bê tu tevgerên komî yên yekser. Xalid Beg Cibrî pêşengê şoreşê di pêvajoya plane de bû. Ji bo fêmkirina Şêx Sedî û şoreşa 1925an, divê em nas bikin ku çawa bû fermandarê Kurdistanê.
Xalid Beg hêzên leşkerî li Kurdistanê ava kir, ji bo parastina bermahiyên dewletê di pêvajoya komeleyên parastina mafan ; di vê çarçoveyê de, bi dehan komele hatin avakirina, dema ku hevalbendan Istenbol dagîr kir û komeleya herî navdar jî komeleya “parastina wîlayetên rojhilat” bû û Mustefa Kemal tev li wê bû, beriya ku bikeve nava kongreyên Erzirom û Sêwasê sala 1919an. Piştî ragihandina komarê, ev komên çekdar mane wefedarê generalê kurd, wekî ku tê bawerkirin.
Me di rêzegotarên berê de, şerûmercên avakirina van komeleyan û sedemên lezbûna rêveber û generalên kurdan ji bo rêxistinkirina berxwedana çekdarî ji bo rizgarkirian dewletê ji dagîrkeriya Yûnanistanê. Di wan gavan de, tu nezanbûna siyasî tune bû, wekî ku hin kurd îro xeyal dikin. Lê ev ne tê wateya ku hesabên şaş tune bûn, ku pêkan bû werin derbaskirin. Bo mînak, erêkirina bi rêveberiya Mustefa Kemal ji tevgera niştimanî re, ev jî şaştiyek bû ku heta Xalid Beg Cibrî jî tev lê bûbû. Rast e ku tu rola Xalid Beg ji bo derxistina Mustefa Kemal tune bû, lê pêkan bû ku were astengkirin di demeke beriya kongreya Sêwasê, ya girîngiya wê ew bû ku ji bandora kurdistanî xelas bibe, ya ku serdestî li Erzirom û kongreya wê dikir, ya ku berî ya Sêwasê bi çend mehan bû.
Şêx Seîd û Xalid Beg xizmên hev bûn û di navbera wan de, zavatiyeke malbatî ya dîrokî hebû. Wê demê, xwişka Xalid Beg hevjîna Şêx Seîd bû. Şêx Seîd ji Mustef Kemal bi guman bû û dizanîbû ku şerê çarenûsî wê li Kurdistanê çêbibe, her wiha Şêx Seîd planên Xalid Beg û Komeleya “Azadî” dizanî ku efserên kurd û ji nava wan Hisên Xeyrî Beg, tev li wê komeleyê bûbû.
Kurê apê Xalid Beg hebû ku navê wî Qasim bû û ew jî di artêşa komarê de mulazim bû. Qasim bi hîn planên Xalid Beg û planên kurdan bihîstibû. Şêx Seîd bi sîxuritiya Qasim bihîstibû û hewl da ji Xalid Beg re vê yekê şirove bike, da ku Qasim tesfiye bike, ji ber ku tiştên ew dizane ne kêm bûn. Lê Mustefa Kemal gihaşt mala Qasim beriya ku Komeleya “Azadî” tedbîrên xwe beramberî Qasim bistîne. Yekser ferman da navendên ku li Kurdistanê dilsozê wî ne, ku Xalid Beg bigirin, Generalê ku bawer bû ku Kurdistan a kurdan e û cihê kesên mîna Mustefa Kemal tê de tuneye.
Dema ku Şêx Seîd ji Xalid Beg xwest ku ji Erziromê derkeve û ji xedera Mustefa Kemal û Qasim (Qaso) hişyarî da. Xalid wiha bersiv da: “Her leşkerek li Kurdistanê di bin fermana min de ye. Tu komên çekdar tuneye ku min ava nekirine. Mustefa Kemal tu tiştekî xwe li welatê me bê me tuneye”. Neviyê Şêx Seîd, Qasim Ferat vê bûyerê şirove dike di xelekeke belgekirinê de ya lêkolînerê kelepûrl Îhan Erkmen de. Xalid Beg şaştiyeke analîzê kir ku encamên şaş dan wî di hêza şoreşê de û qelsbûna dijmin de.
Dema ku kovara “Samana Huneran” wêneyek ji girîngtirîn 3 şagirtên kurdan li dibistanê kişand, bi wesfê ku “ciwanên ku dê peywirên xweş bikin”, ji nava wan Xalid Beg Cibran hebû, ku rêveberekî kurdan ê herî navdar ê meydanî bû. Her wiha, wêneyeke komî ya şagirtên kurdan heye ku di kovara “Samana Huneran” -hejmar 380- sala 1898 hate belavkirin, di wê wêneyê de piraniya şagirtên kurdan li dibistana Eşîreyan hene û di nava wan de, Xalid Beg Cibrî an jî “Cibranî” wekî bilêvkirina xwecihî jo navê qebîleyê re.
Xalid Beg û Mustefa Kemal
Têkiliya Xalid Beg bi Mustefa Kemal ji salên şerê Cîhanê yê Yekem û heta damezrandina komarê sala 1923yan, xurt bû. Lê di demeke zû de nas kir ku meyleke nijadperestî li gel kesayetên li derdora Mustefa Kemal ku piraniya wan eslê wan ne tirk in û ji kesên ne tirk hez nakin, heye. Di vê çarçoveyê de, berê xwe da damezrandina rêxistina “Azadî” ji bo rûbirûna nîjadperestî û pêkanîna têkoşîna rizgariya neteweyî ya kurdî û bû rêveberê rêxistina “Azadî”.
Dema ku mijar gihaşt cezakirina Xalid Beg, ev erk radestî Kazim Dêrîk hate kirin û ew wekî waliyê li ser Bedlîsê erkdar kir. Kazim Dêrîk jî ev yek wekî “erkeke pir taybet” ji bo xwe didît.
Di destpêkê de, Mustefa Kemal zemîna qutbûna bi Xalid Beg re çêkir û Hecî Ilyas Samî parlamenterê wîlayeta Mûşê xwest ku Xalid Beg razî bike da ku dev ji hizirên xwe berde. Hecî Ilyas di bûyerê wiha di bîranînên xwe de tîne ziman:
“Min berê xwe da Erziromê û otêlekê bi cih bûm û peyameke nivîskî ji Xalid re rêkir û tê de min ji jê xwest ku wî bibînim. Piştî demkê, peyman ji min re hate vegerandin û li ser pişta wê hatibû nivîsandin: Li min bibore ji ber ku hevdîtin çênabe..Xalid.”
Hecî Samî dibêje: “Ez hêrs bûm û min hest bi heqaretê kir, lê min derbas kir û bala xwe kişand li ser erka ku li pêş min. Ez çûm mala wî û rewş jê re şirove kir û rica jê kir ku erê bike, bersiva wî ji min re wiha bû: Tevî hevaltî û alîkariyên kurdan, lê hikûmet itîrafê bi nasnameya kurdî ya neteweyî nake û mafê wan nade wan û sozên xwe derbarê kurdan de bi cih neanî. Ev gel wê têkoşîna xwe ya adil dewam bike. Di dawiya axaftina xwe de ji min re got: Hecî.. stûyê Xalid amade ye ji bo benê darvekirina we.”
Hecî Samî ji gel wî derket û berê xwe da Enqerayê, ku Mustefa Kemal li benda wî bû û tiştên pê re çêbû jê re gotin. Mustefa Kemal jî wiha got: “Êdî tiştek nema ku were kirin.”
Nûredîn Zaza kuştina Xalid Beg di bîranînên xwe de wiha tîne ziman:
“Waliyê Bedlîsê Xalid vexwend mala xwe bi bihaneya nîqaşkirina siberoja Kurdistanê, lê ferman da ku gule li wî werin reşandin ku Xalid hîna di mala wî de bû; Xalid beg ê ku baweriya wî bi edaleta doza wî hebû, tu carî şik nebir di rastiya vexwendinê de çaxa ku deh endamên derekan pê re şandin wekî mêvanekî xwdî paye ji mala walî re, ku bê dudilî da dû wan û tu carî neket bala wî ku kesekî ji govelîkên xwe bi xwe re bibe û haya wî ji bûyerên Pîranê (Dicle) û ne jî lîstokên li dij kurdan li Enqerayê tunebû.”
Yek ji şahidan jî dibêje:
“Şêx Seîd serdana herêma Nûrşîn waliyê Bedlîsê Kazim Dêrîk kir û daxwaza hevdîtinê bi Xalid Beg re kir. Walî şert danî ku di hevdîtinê de yek ji efserên tirk tê de be û bi zimanê tirkî axaftin were kirin. Lê Xalid red kir ku bi zimanê tirkî biaxive û di hevdîtinê de bi zimanê kurdî axaftin hate kirin. Şêx Nûrşîn wiha silav lê kir: Xwedê te biparêze. Xalid bêk lê vegerand û got: Dua neke bo Xwedê min biparêze, lê belê dua bike ku gelê me rizgar bibe.”
Her wiha, tê gotin ku li gel Musa Beg Xuytî plan hebûn ji bo rizgarkirina Xalid Beg û Yûsif Diya ji zindanê, lê nikarîbû ku pêk bîne. Di heman demê de, Karo Sasonî ku yek ji rûsipiyên ermenan bû li herêmê û li wir bû, got ku Xalid Beg beriya gule li wî werin reşandin got: “Tu guman li gel min tuneye ku wê sibê, neviyên me we wêran bikin.”
Rastiya têkiliyên îro di navbera kurd û tirkan de, gelekî trajîdî û yekalî ye. Ji sed salî ve, elîteya komarê hêza dewletê bi hemû alav û tundiya wê, di hundir û derveyî Tirkiyayê de li dij kesayeta kurdan bi kar tîne. Efrîn şahid e li ser berdewamiya bingeha hovîtiyê ya nêzîkbûna komarê ji cografiya kurdan re. Çi di dîrokê de çêbû heta ku ev tundî bi vê qaseyê teqiya li ser dirêjahiya sed salên berdewam?
Komara Tirkiyayê xiyanet bi qurbaniyên Kurdistanê kir, ne berovajî wê. Kêliya 14ê sibata 1925an, tasfîyekirina hesabê bi komara Tirkiyayê re bû ku bi ser neket, lê dewam dike. Ji wê dîrokê ve, komarê dest bi serdema armanckirina kurdan wekî netewe kir, bêyî ku cudahiyê bixe navbera çînên vê neteweyê.