Di nava tevlîheviya herêmî de, li Kurdistanê atmosfêra Çaldîranê serwer e

Nivîskar: Hisên Cimo

 Gelo wê Îsraîl ji şerê sunî-şîî vekişe?

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Bidawîbûna 4 salên destpêkê yên desthilatdariya Trump, xelata herî mezin a ku pêk nehat, avakirina têkiliyên xwezayî di navbera erebistana Siûdî û Îsraîlê de bû. Ev hîpoteza bû xaleke sereke di siyasetên herêmî de di salên dawî, çi bi rêya pêşvebirînê  bi rêya kordîora baziganî hindistanî-ewropayî, an jî bi rêya hewldanên têkbirina vê têkiliyê wekî êrîşa Hemasê di 7ê cotmehê de.

Piştî hevdîtina serokê Amerîka bi serokwezîrê Îsraîlê re Benjamin Netanyahu di sibatê de, ji nû ve Tilebîbê li “xelata mezin” di ber çavan re derbas kir, lê bi çavê Îsraîlê, ango normalîzekirina têkiliyan bi Erebistana Siûdî re. Lê plana Trump a koçberkirina xelkê Xezayê, rê li pêşiya armancên Îsraîlê yên ji normalîzekirinê bi Erebistana  Siûdî re mezintir vekir, ku bi vê yekê jî wê heta hetayê ji Xezayê xelas bibe, bi rêbazekî ku ji tawana koçberkirina Peymana Lozanê ya sala 1923yan mezin e. Herî kêm di Lozanê de pevguhartina nifûsê bû, lê senaryoya  ji bo Xezayê hatiye pêşniyazkirin, rêbazekî tirkî ye ku cara yekem di komkujiya Geliyê Zîlanê di sala 1930î de bi kar anî û piştre li Dêrsimê sala 1937an dubare kir û di destpêka salên 90î ji sedsala borî de, li gundewarên Kurdistanê bi kar anî. Her wiha, nimûneya çekên kîmyayî li Helepça û hemleya Enfal ya Iraqê li dij kurdan. Eger em operasyonên qirkirin û koçberkirina komî li herêmê sînordar bikin, Rojhilata Navîn mînaka li ser berdewamiya hovaniya di siyasetên hemdemî yên herî modern de ye.

Eger ku Trump ji plana koçberkirina xelkê Xezayê paş de gav navêje û wê veguhazine bike vehesgehên xeyalkirî, wê şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de mijara demê ye, heta ku koçberkirin û vehesgeha xeyalkirî pêk neyê jî.

Dewleta Filistînê piştî 7ê cotmehê?!

Netanyahu dev ji hişyariya xwe ya axaftina li ser Erebistana Siûdî berda. Di vê çarçoveyê de, Netanyahu ragihand ku Erebistana Siûdî axeke wê ya berfireh heye ku têrê dike dewleteke Filistînê ava bike. Ev yek ev wêrnînî –ne tenê dilxurtiyek – hişt ku siûdiyên ku dibînin nirxê normalîzekirinê yê xwdî rehendên erebî û îslamî hene, tengezar kir, ew jî avakirina dewleta Filistînê ye.

Tevî ku berî niha ew baldar bû ku deriyan li pêş têkiliyên pêkan vekirî bihêle, daxuyaniyên Netanyahu piştî hevdîtina bi Trump re, sîmayên guhartina ji binî ve da xuyakirin, ku wî tekez kir ku ew red dike dewleteke filistînî ava bibe wekî berdêla normalîzekirina têkiliyan bi Erebistana Siûdî re û Îsraîl dê tu lihevkirinan pêk neîne ku ewlehiya wê di ber çavan re derbas neke. Bi tinazî li bara vê hizirê got: “Dewleteke filistînî piştî 7ê cotmehê?!”

Bi vê helwestê, Netanyahu bingeheke nû bi Siûdî re danî, li ser rêgeza “têkilî beramberî têkiliyan” ne “têkilî beramberî dewleta Filistînê”.

Eger ku Tilebîb bi israr dev ji vê rêgezê berneda, li Rojhilata Navîn wê ji nû ve hevsengiyên herêmî yên ku di esasê xwe de qels bûn, çêbibin. Di encamê de, dibe ku Erebistana Siûdî ji hevalbendiya “pêşbînkirî” ya hevbeş bi Îsraîlê re derkeve. Ew jî nêrîneke ku ji hêla peywira wê ya pêşbînîkirî ve seyr e: Rikberiya tewereya qeterî-tirkî li Rojhilata Navîn di parkirina axa ku Îran jê vekişiyaye.

Bi her halî, kes nikare rêvebirina Îsraîlê ya têkbirin û dorpêçkirina “şîiya siyasî” ya Îranê li herêmê înkar bike, ji ber vê yekê jî bi awayekî jixweber “suniya siyasî” xurt bû. Lê bê beşdarbûna Îsraîlê di vî şer de, pêkan bû ku herêm tevahî di bin serweriya Îranê û Tirkiyayê de bû, ku ev herdu hêz herêmî li ser dabeşkirinê di hevrikiyê de ne, ne li sermilkdariya yekalî.  Ev jî datayeke bingehîn e ji bo fêmkirina sînorê rikberiyê yê di navbera herdu welatan de, di dîrokê de.

Madem ku rewş bi ber bi sînodarkirina serweriya Îranê ji aliyê Îsraîlê ve diçe, valahiya ku çêbûye û hêzên nû ketin nava tevgerê (wekî mînak li Sûriyayê) nêrînên ewlehiyê yên cih nearam dike. Xwedîkirina Netayahu ji plana Trump re, îhtîmal heye ku normalîzdkirina mezin a bi ereban re were paşxistin û bihêle ku Erebistana Siûdî zêdetir di navbera aliyên rikber de bibe navbeyankar. Ev yek jî em li Sûriyayê dibînin ku Erebistana Siûdî wekî faktorekî serbixwe ji bo aramiyê ye, bêyî ku bikeve nava planeke hevbeş bi Tirkiyayê re an jî bi Îsraîlê re.

Guhartineke bi vî awayî di helwesta Erebistana Siûdî de, dibe ku tevlêbûna Îsraîlê di herêmê de rawestîne, ango bibe dewleteke herêmî ya Rojhilata Navîn û ev yek jî hindik maye ku pêk were, piştî ku şaxên Îranê li Xeza, Lubnan û Sûriyayê lawaz kir. Lê li beramberî vê yekê jî, dê Tirkiya qezencê ji cihgiritina Erebistana Siûdî bigire û dê pêşekiyê bide wê li gel Tilebîbê.

Bijareya Îsraîlê li beramberî paşketina normalîzekirin

Bijareyên Îsraîlê li beramberî van îhtîmalan -taybet îhtîmalên aloziyên bi Riyadê re-, ku ew jî xurtkirina hebûna xwe li herêmên rikberiya herêmî, nexasim li Sûriyayê û hewl bide ku têkiliyên xwe bi lîstikvanên biçûk re xurt bike, di demekê de ku asoyên normalîzekirinê bi Riyadê re tuneye.

Balkêş e ku kêmbûna derfetkên normalîzekirina yekser di navbera herdu welatan de, sedema xwe ew e ku Netanyahu bi “awayên  kesayetên di Rojhilata Navîn de” nizane, ku nab bi vî rengê ku Netenyahu axivî, muxatebeya siûdiyan bê kirin, ango ji filistîniyan re dewletekê li ser axa xwe ava bikin heger ku wiha xema wan dixwin, ji wiha bêhtir jî, nabe Netenyahu li bara Erebistana Siûdî biaxive wekî ku ew Donald Trump e!

Ji aliyekî din ve jî, guhartina Erebistana Siûdî ber bi navîniyê ve di nav tewereyan de dibe ku bibe sedema Îsraîl ji şerê sunî-şîî derkeve, ev yek jî bihêle ku hevsengiyên leşkerî ji nû ve çêbibin, eger ku Îranê biryar da silogana “rizgarkirina Filistînê” derbas bike û li şûna wê, balê bikişîne tenê li ser şerên di hundir dewletên misliman de.

Mirov nikare li ser vê îhtîmalê bêje ku ne pêkan e û em nikarin vê îhtîmalê dûr bixin. Dibe ku Îran bigihêje fomuleke ku tê de beşdarî tu çalakiyên gefên li dij hebûna Îsraîlê nebe. Eger ev yek pêk were, dibe ku Îsraîl êdî destekê nede suniyan li dij Îranê, ev girêdana bi guhartina hizirî li Tehranê, dihêle ku li dijminekî nû bigere ku bibe berdêlê Îsraîlê, da ku sîstema xwe ya siyasî rewa bike, her wiha Îsraîl senaryoyên ewlehî yên temam ava bike bo dijberiya “neteweyeke tengezar” li derdora wê û Îran piştgiriya wan nake yan jî fînanseya wan nake!

Di nav van guhartinan de, her tişt di rewşa herikbarê de ye. Heta niha hevkêşiyek çênebûye ku li ser were avakirin û wê rewş ne zelal be heta ku awayê têkiliyên Siûdî-Îsraîlê diyar bibe, her wiha ka wê Îran ji nû ve pênaseya dewleta Îsraîlê di ber çavan re derbas bike.

Li ser vî esasî jî, dibe ku nîşaneyên nû yên jeopolîtîkî derkevin holê, ku kurd jê sûdê wergirin, piştî ku bi awayekî beşî ji rewşa “Sendoqa girtî” rizgar bûn. Gotina “Sendoqa girtî” jî ji aliyê Telet Paşa ve hate gotin li ser tiştên ku wê hikûmeta Itad û Tereqî di Anadolya û rojhilatê wê de bike, lewra got ku ev herêm wê bibin sendoqa me ya girtî.

Tirkiya û Kurdistan..Lihevkirin an dijberî?

Vebijêrkên siyasî yên kurdan di aliyê encaman de negarantî ne û rastî ihtîmalên dijber tê. Lewra Kurdistan an jî erdîngariya doza kurdan beşek ji Rojhilata Navîn a aloz in û ne ew beşê ku biryar e bi her hal bi ser bikeve û heta niha bajarên kurdan ên girîng û navendî wekî Efrînê, yekser di bin dagîrkeriya Tirkiyayê de ne.

Di vê çarçoveyê de, Tirkiya û Kurdistan li pêşiya du vebijêrkan in:

1- Guncanbûna bi rastiya nû û erêkirina destpêşxeriyeke aştiyê ya adil, ku rê bide herdu aliyan derketineke siyasî ya hevbeş derkevin ku ji hêla başûrî ve digihêje El-Şamiye û heta Erebistanê, ev yek bi jinûveavakirina nasnameya komarê dest pê dike.

2- Rûbirûbûn û berdewamkirina şer, ev yek jî dihêle ku kurd hevalbendiya ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye pêşniyazkirin, red nekin.

Nakokiyên Tirkiya-Îsraîlê ne ku ji berê de hene, lê di heman demê heta asteke mezin zirarên hevbeş çêbûne û dibe ku stratejiyn herêmî li Mezopotamyayê ava bike.

Kurdistan îro di rewşeke dîrokî wekî rewşa di navbera 1500-1520î de ye, dema ku encam  di şerê navbera Sefewî-Osmaniyan de di şerê Çaldîranê 1514an de, diyar bû. Wê demê, hevalbendiya mîrên Kurdistanê bi Sultan Selîmê Yekem re hişt ku sînorê erdîngariya Osamanî were şkandin ku heta du sedsalan li gel Çemê Firatê sînordar bû û jê re bû şiyanek  di aliyê rojhilat de  û piştre jî başûr de, berfireh bibe. Bingeha civakî ya berfirehbûna osmanî ber bi Başûr ve ne tenê li Anadolyayê bû, lê belê girseyeke wê ya siyasî û civakî ya hevbeş hebû ji Anadolyayê heta Kurdistanê.

Altirnatîfa lihevkirina tirkî-kurdî ya wêrek û adil, wê windahiyên nû yên mezin bin û herêm bibe qadeke şer di sedsaleke nû de û dê rêyên nû veke ku xwîn ji Kurdistan û Anadolyayê bi hev re biherike.