Zulkuf Kişanak: Serkeftina gelê Bakur, serkeftina Rojava û Başûrê Kurdistanê ye

Navenda Kurdî ya lêkolînan (NKL), bernameyekê derbarê hilbijartinên herêmî yên ku di 31 meha adarê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyayê hatin lidarxistin, organîze kir. NKLyê bi mêvanê xwe re rojnamevanê kurd Zulkuf Kişanak encamên hilbijartinan û serkeftina partiya DEMê li Bakurê Kurdistanê, her wiha nexşeya nû ya siyasî li tevahiya Tirkiyayê û asoyên çareserkirina pirsa kurd, nirxand.

Rojnamevanê kurd Zulkuf Kişanak di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku pêvajoya hilbijartinan serkeftî derbas bû, beriya niha bi çend mehan DEM Partî dest bi amadekariyên hilbijartinan kir û serdana gel kir, tevî ku gelek endamên DEM Partî di zindnan de ne, lê serkeftî bû. Ev yek jî diyar dike ku gelê kurd li Bakurê Kurdistanê zana ye û dizane kîjan demê biryarê bide.

Zulkuf Kişanak bal kişand ser sextekariyên ku di hilbijartinan de ji aliyê dewleta Tirkiyayê ve hatine kirin, kir û got: “Dewleta Tirkiyayê  çi eşkere çi jî veşartî, amadekarî dikin ku bikeve hilbijartinan. Di vê çarçoveyê de, ew leşkerên ku anîne hilbijartinan beriya niha bi çend mehan amadekarî jê re dikir. Bawer im Tirkiyayê derdora 50 hezar leşker anî ser sendoqan û du û sê caran wan leşkeran deng dane partiya desthildar. Lê tevî vê yekê jî serkeftineke mezin li Bakurê Kurdistanê hatin bidestxistin û gelek bajarên mezin wekî, Amed, Wan, Mêrdîn û hwd hatin bidestxistin. Di dîroka hilbijartinên Tirkiyayê de ev cara yekemîn wisa tê kirin.”

Kişanak  bal kişand ser helwesta kurdê bi navê Silêmanê Sindî li Şirnexê û got: “Silêmanê Sindî wekî şivanekî li çiyayê Botanê maye û bi azadî jiyan kiriye, her wiha di malbata wî de jî gelek şoreşger derketin. Malbata Sindî û bi hezaran malbatên li Bakurê Kurdistanê  DEM Partî wekî partiya ewladên xwe dibîne. Lewra xwedî li DEM Partî derketin. Her wiha Li Şirnexê kurdan ji sedî 90 kurdan dengê xwe dane DEM Partî, ku hejmara nifûsa kurdan li Şirnexê 30 hezar e.  Di heman demê de, biryara îbtalkirina namzetê Wanê, hişt ku  gelê kurd li Wanê û hemû bajarên din ên Kurdistanê dakevin kolanan. Helwesta gelê Wanê helwesteke hêja bû û siyaseta AKPyê ya ku 8 salan li dij kurdan dimeşandin, gelê Wanê têk bir û wê encaman di siberojê de bi xwe re bîne.”

Kişanak diyar kir ku dewleta Tirkiyayê xwest ku bi hilbijêrin qeyûm şaredariyan bi dest bixin û wiha dewam kir: “Di vê çarçoveyê de, li Çelê, Beyt Şebab û gelek bajarên bi vî rengî leşker bi cih kirin. Bedlîs, Şirnex û Qersê gelek sextekarî çêbû, yanî ne tenê bi anîna leşkeran li van bajaran bi serketin, lê belê dengên DEM Partî jî li wan bajaran îbtal kirin. Komîteya Bilind a Hilbijartinan gilînameya DEM Partî bi cidî nagirin, ji ber ku ev komîteya bilind li gorî berjewendiyên AKPyê kar dike. Ev gilîname li gelek bajaran bi dawî bû û li gelek bajaran jî berdewam dike, ji ber ku biryarên Komîteya Bilind a Hilbijartinan ne zelal e. Ji encam zêdetir, helwesta DEM Partî ya demokrasiyê ew esas e. Li Kurdistanê ji sedî 80-90 dengê xwe dane DEM Partî.”

Rojnamevanê kurd destnîşan kir ku AKP û MHP bi daxwaza şer derket pêşiya gel û li ser vî esasî deng ji gelê Tirkiyayê xwestin, lê careke din diyar bû ku piraniya gelê Tirkiyayê ne alîgirê şer e  û wiha domand: “Siyaseta CHPyê hinekî nêzî demokrasiyê bû û dengê wan nêzî ya kurdan bû, lewra CHP li tevahiya Tirkiyayê bi ser ket û dengê nîjadperestiyê têk çû. Ev yek jî ji bo tevahiya Tirkiyayê û Bakurê Kurdistanê wê encamên baş bi xwe re bîne. Encamên vê hilbijartinan pêşî li desthildariya CHPyê vedike û CHP derkeve pêş, lê divê CHP di siyaseta xwe de israr be û têkiliyê bi gelê kurd re xurt bike. Ev jî hêviyê dide me.”

Zulkuf Kişanak bi bîr xist ku sedema xizanî û gendeliyê li Tirkiyayê, ji ber şerê li Kurdistanê ye, gelê Tirkiyayê jî vê yekê dizane, lewra dengê xwe vê carê nedan AKPyê, her wiha gelê Tirkiyayê êdî ne wekî berê ye, gelê Tirkiyayê di kolnan de dibêjin “Me dixapînin, êdî bes e”, ji ber vê yekê jî erka mezin jî êdî li ser milê DEMê dikeve û wekî Rojava divê xeta sêyemîn bimeşîne.

Rojnamevan Kişanak bal kişand ser derfet û siyaseta CHPyê û wiha dewam kir: “Derfet heye ku CHP çareseriya pirsgirêka doza kurdan bide razîkirin. Divê CHP siyaseta xwe ya kevn biguherîne û li gorî pêvajoyê siyasetê bike. Helwesta wê li Wanê jî destpêkeke nû ye. Mijar ew e ku demokrasiya Tirkiyayê û azadiya Kurdistanê ye, partî kî dibe bila bibe, êdî ji bo kurdan ne xem e, a girîng pêkanîna demokrasiya Tirkiyayê û azadiya Kurdistanê ye.

Rojnamevanê kurd Zulkuf Kişanak anî ziman ku Tirkiya di polîtîkaya Rojhilata Navîn de sereke ye  û bandorê li ereban û çeteyan dike, lewra pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê wê li Tirkiyayê çareser bibe, ji ber vê yekê jî encamên van hilbijartinan wê bandorên xwe yên erênî hebin û got: “Tirkiya dizane ku bi siyaseta şerxwazî nikare li Amed, Qamişlo û Hewlêrê bi ser bikeve. Di heman demê de, rewşa navdewletî jî rê nade Tirkiyayê. Eger gelê kurd li Bakur xurtbûne û şaredarî di destê wan de bûne, ne pêkan bû ku Tirkiyayê ev êrîşên dagîrkeriyê li Rojava li dar bixista. Lewra ku Tirkiya neçar e siyaseta xwe biguherîne. Serkeftina gelê Bakurê Kurdistanê ne tenê ya şaredariyan e, ev serkeftina Rojava û Başûrê Kurdistanê ye.”

Kişanak di berdewamiya nirxandina xwe de behsa sedema anîna qeyûman li cihê şaredarên kurd li Bakurê Kurdistanê kir û ev nirxandin kir: “Bi nêrîna min pêkanîna polîtîkeya qeyûman sê sedemên xwe hene; a yekê ji ber ku aboriya serbixwe ya Kurdistanê êdî çêdibû, li Amed û Wanê û gelek bajaran aboriya kurdistanî çêdibûn.  A duyem, di aliyê îradeyê de desthildariya Tirkiyayê dîtin ku kurd xwe bi xwe bi rê ve dibin. A sêyem jî, di aliyê ziman û çandê de, kurd bi pêş diketin. Lewra ji ber van sedeman siyaseta qeyûman pêk anîn. Lê di van hilbijartinan de, ev siyaset têk çû, lewra divê ji bilî paqijî û hwd din, divê avakirin li wan bajarên Kurdistanê çêbibe. Ev yek jî wê bandorê li tevahiya Tirkiyayê bike.”

Kişanak got partiyên desthildar siyaseta wan tunekirina kurdan bû, lê dîtin ku ev siyaset têk çû û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de, divê em rê li nîjadperestiyê bigirin û DEM Partî bibe mînak ji bo hêzên din ên Tirkiyayê, ev yek jî tê wateya ku divê Enqera siyaeta xwe biguherîne. Hemû partiyên nîjadperest li Tirkiyayê têk çûn.”

Rojnamevanê kurd Zulkuf Kişanak di dawiya nirxandina xwe de got: “Ozel beriya niha bi 30 salî got wê Tirkiya yan mezin bibe yan jî piçûk bibe, lê Tirkiya bi awayekî demokrasî nêzî kurdan nebû. Divê kurd êdî siyasetê bi hev re çêkin, siberoj baş e, ji ber ku kurd ji her demê zêdetir bi rêxistin bûne û bi hêz bûye û danûstandin heye. Her wiha li ser asta cîhanê jî êdî têkilî hene û asteke nû ji van têkiliyan çêbûye.”