Zivinkî deriyê Cizirî ji bo tevahiya mirovatiyê vekir 

EBAS ELÎ MÛSA

Dibe ku tiştê herî giring di jînenîgariya Mela Ehmed Zivinkî de maye pirtûka wî ya”Gerdeniya Gewherî” ye. Bi rastî jî, ev pirtûk giringtirîn şirove û heta wergerên dîwana Melayê Cizirî ye. Her wiha,  ji bilî girîngbûna wê, ev pirtûk wekî pênasekirina berhemên giştî yên Cizirî ji bo her kesî. Di heman demê de jî, xwendevanên Ereb jî ji vê dîwanê bêpar neman.

Dîwana Cizirî giringtirîn dîwanên helbesta kurdî ye û hêja ye ku navê dîwan lê were kirin, ji ber ku di tevn û helbesta bi zimanê kurdî, yekemîn bû. Di demekê de ku zimanê wêjeyê yê helbestê û pexşanê zimanê erebî, farsî û hwd bû, dîwana Cizirî gewirtirîn berhema nivîskî ya helbestê bi kurmancî gihîşt me. Ji ber ku dîwana Cizirî wekî tecrûbeyeke sofî ye, tenê di nava destê melan û şêxên terîqeta tesewuf û taybet de bû, lewra bi dest ev dîwan dihate çapkirin. Bi saya wan, herî dawî ev dîwan gihîşte me, tevî ku gelek sererastkirin û şaştî têde hebûn, lê rêbazê kopîkirinê ji zanyarekî heta yekî din û ji meleyekî heta yekî din, bû sedem ku her car hevok, tîp û wênexêziya wê jinûve, were çêkirin. Cûdabûna şiroveya helbesta tesewufî û gelek şiroveyên wê hene, rolek di xêzkirinê de her car çêdikir û carne gotin ji resentiya wê derdiket, an jî wekî ku Zivinkî di pêşgotina pirtûka xwe Gerdeniya Gewherî de gotiye: “Di her kopîkirinekê de, her kes li gorî zanîn, zanist, têgihîştin û hêza xwe, hinek tişt jê radikirin û pevguhartin têde çêdikirin, heta rengên wê hatin guhartin û wateyên wê hatin tehrîfkirin û hevok êdî bê wate bûn”.

Lewra, Zivinkî roleke giring di ravekirina dîwanê û wergekirina wê û veguhastina wê ji dîwaneke taybet a xwediyên zanist û tesewufê, bû dîwaneke giştî ku her kesê ku bixwîne, jê fêm bike. Ji ber ku mele û şêxên terîqeta tesewufê bi giştî, baş erebî dizanîn, her wiha gelek kes ji wan jî farisî û tirkî dizanîn. Ji ber vê yekê jî, dîwana Melayê Cizîrî tenê wan jê fêm dikir û bikar tanîn. Di heman demê de, Zivinkî di ravekirin û wergerê de, gotin vegerandin resen û naveroka wê. Her wiha, xwendevanan bi aliyê wê kêm û kêmasiyên dide naskirin. Di heman demê de, Zivinkî zimanê erebî bi hêsanî û zelalî û peyvên hevgirtî ku ker kes bikaribe bixwine û jê fêm bike, bikar anî.

 Ji taybet bû malê giştî

Herêman Kurdan ên li Cizîra Botanê di serdema desthildariya Osmaniyan de, nîvserxwebûn bi dest xistin. Di encamê de, aramî çêbû û bandor li tevgera kesên zane, helbest û wêje kir û rolek di nivîsandina vê bermayî  de kir. Tevî bandora împaratoriyan di belavkirina wêjeyê bi zimanên din ne yê kurdî de, lê Cizirî û şagirtên wî yên dibistana El-Hemra li Cizîra Botanê, zimanê kurdî wekî zimanê zanist û wêjeyê hilbijartin.

Lê civaka Kurd, nexasim koçerên ku her dem di navbera havîn û zivistanê de koçerî dikirin,  tiştên ku di bîra vebêjer, çîrokbêj, romanbêj û hunermendên gelêrî yên ku destan, çîrok û efsaneyan bi cureyên cihêreng û taybet vedibêjin, hildibijartin. Lewra, ev yek bû sedem ku wêjeya kurdî beşekî xwe yê mezin devkî be û ev yek ji bo Kurdên ku li gundan diman li meclisên girêdayî ax û began rûdiniştin, derbasdar e. Lê zehmet e ku mirov texmîn bike ku helbestên wekî Cizirî di van meclisan de dihatin xwendin. Lê tiştê tekez ew e ku van helbestan di bajarên mezin de û di meclisên zanist, dibistan û civatên zanistê de, geş bû. Lê em dikarin bêjin ku mele her dem giringî didan van helbestan û yên din bi zimanê kurdî û zimanên din. Hêjayî gotinê ye ku meleyan ev helbest dixwendin û  şirove dikirin û wekî sirûd digotin.

Bi dirêjahiya sedsalan derbasbûyî, dîwana Cizîrî tenê di nava destê mele, şêxên terîqeta tesewufî, branş û hinekî taybet de, bû. Lewra, dîwan tenê bi rêya kopiya  û destnivîsa van kesan gihîşt me, ku li gorî edetên zanistê, yekî radestî yekî kir. Her wiha, helbestên Cizîrî dihatin ezberkirin û sofî û mele bi awayekî ezberî digotin û di civatên zanistê de dihatin xwendin û di rûniştinên xwe de şirove dikirin. Bi vî awayî, helbestên Cizîrî êlîtîst man, an jî em bêjin ku di çarçoveyeke teng de bûn, nexasim ku ziman û rengên ku pê helbestên Cizîrî hatin nivîsandin, ew ji cûreya pirsgirêkê ye ku pêwîstiya wê şirovekirinê heye, ji ber ku ji rêgezên zimannasan bikar dianîn û  xwendekarên zanistê li gorî wan zimanzanan diçûn, derket. Her wiha, helbestên Cizirî tenê bi devkî dihatin veguhistin û şirovekirin, lê tenê çend kesan ku yê herî giring ji wan Mela Ebdulselam Cizirî ku dîwan bi kurdî şirove kir û xwediyê pirtûka”Gerdeniya Gewherî”ku bi zimanê erebî şirove kir. Lê mele berê xwe didan kopîkirinê û carne tenê hîn têpinî datanîn. Her wiha, bi awayekî devkî ji xwendekarên zanistê û nexasim kesên brans şirove dikirin. Kes dizane, dibe ku şiroveyên nivîskî hebin lê negihîştine me, wekî ku çawa gelek berhem negihîştin me.

Dema ku Zivinkî dest bi şirovekirin, zelalkirin û wergerkirina dîwana Cizirî kir, pêşengên Kurdan ên yekemîn û di serî de Al Bedirxan ji bo vejandina wêjeya kurdî û pêşxistina wê bi demê re dixebitîn û berê xwe didan nivîsandinê. Bi Celadet Bedirxan re û derxistina wî ji kovara “Hawarê” û alfebeya latinî û komeleya” Xoybûn” ku Zivinkî yek ji damezrênerê wê bû û her wiha kedên xwedî meylên neteweyî ku ziman wekî stûna van fikiran bû, Zivinkî dît ku wêjeya kurdî, bi zimanê erebî berfireh bike. Li ser vî esasî, berê xwe da şirovekirina dîwana Cizirî û bi vê yekê berhemên giring pêşkêş kir. Zivinkî bi vê gavê re du armanc pêk anîn; a yekemîn dayîna metiryaleke hêsan ji xwendekarên zanistê re û dibistananên wan re ku hemûyan zimanê erebî dizanî. Bi vî awayî dîwan di destê wan de bû, bê ku pêwîstî hebû asteke zanistê bi dest bixin û bikevin nava zanistê da ku jê fêm bikin. Armanca duyemîn, metiryaleke giring ji xwendevanên erebî re yên Ereb û hwd re pêşkêş kir. Di heman demê de, Zivinkî bibîr dixe ku çawa şirovekirina dîwanê li tevahiya cîhana erebî belav bû û kesên ku bixwazin wêjeya gelên li herêmê nas bikin, bixwînin. Bi vê yekê, bala xwe danê helbesta tesewufî ya kurdî ku ne kêmî ya farisî û erebî ye.

Li vir, hêja ye ku mirov balê bikişîne ser çîroka çapekirina”Gerdeniya Gewherî”cara yekemîn, ango ev kar ne hêsan bû. Di wê demê de, çapkirina pirtûkê hate redkirin, ji ber vê yekê Zivinkî nameyek ji serokê hevbeş ê dewleta Sûriyê û Misirê Cemal Ebdulnasir ku wê demê bi navê Komara Erebî ya Yekbûyî bû, şand. Ebdulnasir wê demê bi awayekî fermî nameyek ji Zivinkî re rêkir û erêkirina çapkirina pirtûkê da. Her wiha, ji ber şansê wî, bi rojan nikaribû biçe Şamê da ku çapkirina  pirtûkê bişopîne, lewra neçar ma ku li bendê be heta ku çapxaneya”El-Rafîdeyîn”li bajarê Qamişloyê yê George Hermûş, hate vekirin. Wekî ku Zivinkî jî bibîr tîne, çapxane otomatîkî pêşketî bû û”çapa xwe gelekî jê dihat fêmkirin”, bi vê yekê”Gerdeniya Gewherî”yekemîn pirtûk bû li vê çapxaneyê bi awayekî fermî tê çapkirin. 

Zivinkî lêkolîner bû

Zivinkî di pêşgotina Gerdeniya Gewherî de dibêje:”Lê mixabin kete ber destê guhartin û tehrîfkirinê û bi pênûsanên tehrîfkirinê û sererastkirinê hate nivîsandin. Di her kopîkirinekê de, her kes li gorî zanîn, zanist, têgihîştin û hêza xwe, hinek tişt jê radikirin û pevguhartin têde çêdikirin, heta rengên wê hatin guhartin û wateyên wê hatin tehrîfkirin û hevok êdî bê wate bûn.”

Dîwana Cizirî ku bi rêya bi dehan kopiyan û destnivîsên nivîskaran û melan û kesên zane gihîşte me, bê gûman têde sererastkirin û şaştî di xêzkirinê de hebû ku hin caran wateyek nû didan.  Lewra bandor li çanda şirovekirinê di çarçoveya helbesta tesewufî de kir, nexasim ku Cizirî derbasî kûrahiya wateyan bû, ku bi awayekî hunerî mecazên helbestî bikar anî û peyvên hevwate ji zimanê erebî, farisî û tirkî di helbestên xwe de li kêleka kurmancî bikar anî. Ji ber vê yekê, pêwîstiya van destnivîsan bi lêveger û lêkolînê çêbû. Zivinkî bi xebata ku rabûye, asta şirovekirinê derbas kir, di gelek aliyan de bû wekî lêkolîner ku bi awayekî mentiqî li gorî dema Cizirî têde, xebitî. Zivinkî tiştên şaş sererast kirin û tiştên sererastkirî rast kir û hin caran li gorî pêwîstiyê nîqaş kir. Li ser vî esasî em dikarin bêjin ku lêkolîna ku Zivinkî kiriye, ji ber ku ew bawer e ev yek berpirsyartiya wî der barê dîwanê de ye, ku bi şevan şirove dikir.

Werger û watedayîn

Eger em demeke dirêj li şiroveyên berhemên tesewufê di zimanê erebî de binêrin, em ê bibînin ku çawa ew gihandina wateyê, hêsankirin û şirovekirina ji xwendevanan re û wê zelaliyek çêbibe. Lê şiroveya Zivinkî ji berhem heta berhemeke din, vê yekê bi tevahî derbas dike, lewra kar û xebata wî navê şirovekirinê derbas dike, ji ber ku ew piştî wergerê, şirove dike. Yek ji beriztirîn xebata ku Zivinkî kiriye, wergerkirina helbestên Cizirî ji zaravayê xwe yê kurmancî ku karibû bi awayekî hûnerî bi hemû zimanên din re girê bide û wateya hemû peyvên mecazî ya tesewufî zelal kir; ku ev helbest li ser du astan werger kir, destpêkê li ser asta rêza helbestê û piştre li asta gotinan ku bi awayekî her gotin şirove dikir.  Di dawiya”tevahiya wergerê”de, ango wergera ne gotin bi gotin ya rêza helbestê, da ku xwendevan wateya helbestê fêm bike û piştre”berfirehkirina wateyê”ku ew jî şiroveya dawî ya Zivinkî ye ku hevokên helbestê ji bo xwendevanan bi awayekî hêsan pêşkêş dikir.

Hêjayî gotinê ye ku wergera Zivinkî ya prosazî ku di dawiya şiroveyên beytan  de pêşkêş dikir û navê wê dikir”wateya dawî”, wekî nimûneya herî baş a wergera prosazî ya helbesta pîvandî. Ku têde bi rengekî zelal û peyvên baş têne fêmkirin bikar tanî û heman demê de ruhê wateya ku Cizirî dixwest pêşkêş bike, derxist holê.

Her wiha, dema ku em vê beyta Cizirî dixwînin û wergera Zivinkî jî dixwînin, em di gihandina wateyê de, nermî, zargotin û jîrbûnê dibînin:

Cizirî helbestê bi qafiya S wiha dibêje:

 

دِلْ يَكَهْ دِى عِشْقِ يَكْ بِتْ عَاشِقَانْ يَكْ يَارِ بَسْ                    قِبْلَهْ دِى يَكْ بِتْ قُلُوبَانْ دِلْبَرَكْ دِلْدَارِ بَسْ

Zivinkî vê beyta helbestê bi awayekî prozê wiha werger dike:

 

Ji bo her evîndarekî, hezkiriyek bes e ku pê ve girêdayî be û jê hez bike, ji ber ku qublet û mebest di her tiştên îbadetê an jî tiştên din, divê ber bi aliyekî tenê be, da ku fikir ji hev dûr nekevin û nêrînên xwe belav nebe. Bê gûman, her dilek  ji dilan, bi evîndarekî re tenê girêdayî be ku dilê wî bigire û şiyanên wî kontrol bike.

Koka peyvê û şiroveya wê

Zivinkî hewl da ku peyvan vegerîne reseniya wê ya zimanî, da ku lêkolîner bikaribin di çaroveya peyvên ku Cizirî bikar anîne, di zimanên din de bigerin. Her wiha, bi Zivinkî re em gihîştin rastiyekê ku Cizirî di aliyê xemlandin û xweşikirin, zimanên din derbas kir û çawa ku wekî alavên di rêbazê wî de bûn.

Kesên ku bi baldarî li şirovekirinê dinêrin, wê bibîne ku Zivinkî bi hemû keda xwe hewl daye ku peyvan vegerîne koka wê, nexasim kesên helbestên Cizirî û bi van zimanan dizanin ku çiqasî koka van peyvan di nav hev de ye, lewra Zivinkî dikaribû di navbera peyvên farisî, kurdî û tirkî de, cûda bike. Ev rêbazê wî ku dikaribû cûdahiya wateya peyvan ên kurmancî ku nêzî zimanên borî ji hev cûda bike û ev yek jî pê re bû alîkar da ku di zimanên din de û di rêbazê Cizirî de kûr bibe û şirovekirinê jî ev yek bikar anî.

Di heman beytê de, behsa peyva (Dar Aguşş) dike û wiha rave dike:”Egûş farisî ye bi wateya hembêz e. Her wiha, tîpa “Ş”cînava kesê sêyemîn e vedigere dema berê”.

Her wiha, di dîwanê de, Zivinkî gelek caran cînavên girêdayî yan jî yên kêmkirî şirove dike û vedigerîne ser koka wê wekî di nimûneya(meh) ku dibêje ” Ji me re ye.”ji heman helbestê.

Dîwan bi şirovekirin, hûrgilî û zimanî tijî ye û yek ji mijarê heyraniya xebata Zivinkî di pirtûka xwe”Gerdeniya Gewherî”de ye.

Rexne li jînenîgariya Cizirî kir

Dibe ku xwedevanê Gerdeniya Gewherî bibîne ku çawa Zivinkî di jînenîgariya Melayê Cizirî de, gelek ked daye û têde kesên ku berê li ser jînenîgariya Cizirî de nivîsandine, rexne kir û hin caran bi wan re li ser hin xalan lihev nekir. Nêrînên Zivinkî her tiştên ku dît di jînenîgariya Cizirî de rast e, ew da pêş; ku mentiq û isbat bikar anî. Her wiha Zivinkî gelek caran xwe sparte dîwanê Cizirî bi xwe da ku dema ku Cizirî jiyan dikir nas bike. Ev yek ji mijarên herî giring der barê jînenîgariya helbesvan Cizirî de ye. Di vir de baş diyar dibe ku Zivinkî hevrûkirin û pêşkêşkirina nêrînan û rexnekirin  bikar anî, da ku tiştê herî rast pêşkêş bike.

Zivinkî bi vê xebat û keda xwe, bi rêbazekî sîstematîk jînenîgariya helbestvan Cizirî ji me re pêşkêş kir; ku tiştên di pirtûka” تأريخ الأدب الكردي ” ya Eladîn El-Sicadî ku têde behsa nêrîna textor Bilîc Şêrgo kiriye ku dibêje Melayê Cizirî sala 1160 zayînê miriye, rexne kir. Lê bibîr dixe ku Mihemed Emîn Beg Zekî di pirtûka xwe” خلاصة تأريخ الكرد وكردستان “ku hevdemî Îmad Dîn Zinkî di dawiya sala 600 hicrî de ye. Her wiha Zivinkî behsa tiştên ku rojhilatnasê alman Von Hartmann û rojhilatnasê rûs Auxt Yaba û yên din behs kirine dike û bi taybetî El-Sicadî ji ber nêrînên ku wî berhev kiriye rexne dike û tiştên ku dixwaze bêje û dibîne ku rast e, xwe disparte helbestên Cizirî bixwe, ku dibêje Cizirî sala 1407`an de jidayîk bûye. Ji ber ku ev nîqaş di pêşgotina ku Zivinkî di pirtûka xwe”Gerdeniya Gewherî”de hatiye bibîrxistin, em li vir dixwazin balê bikişînin ser rêbazê Zivinkî yê rexnekirina çîrokên belavbûyî û hewldana derbirînê ne hêsan e, lê rêbazekî rexne û derbirinê   yê dijwar hilbijart û di dawiyê de, nêrînên ku Zivinkî pêşkêş kirine, yên herî nêzî rastiyê ne, tevî ku di çîrokan hîn nakokî hene.

Di dawiyê de, dema ku ev vê dîwanê em dixwînin bê ku em vegerin ku çiqas kedên gewre ku Zivinkî daye ku vê berhemê pêşkêş bike, em ê di derheqê wî de bikevin kêmasiyan. Heta niha me kesek wekê Zivinkî di şirove û wergera dîwana Cizirî de nedîtiye û ne kesî dikaribû tiştên zêdeyî Zivinkî pêkêş bike.

Dema ku em li keda Zivinkî dinêrin û tiştên ku di jînenîgariya wî de hate gotin ku piştî mirina wî li ser”Gerdeniya Gewherî”hate zêdekirin, em ê bibînin ku karûxebata wî ya li ser şiroveya dîwanê, çawa çirûskên çavên xwe ji ber  ku bi şeva li ber ronahiya çirayan der da, da ku ji me re deriyekî li cîhana Cizirî vebike.

Em dikarin bi çend xalan, kedûxebata Zivinkî bînin ser ziman:

-Zanebûna 4 zimanan ku Cizirî di helbestên xwe de bikar aniye”Kurmancî, farisî, tirkî û erebî”. Ev yek jî bû sedem ku nêzî ruhê pirtûkê bibe û bi kûrahî mecaz bikar dianî.

-Şirovekirina dîwanê li gorî şirovekarên erebî, ku rêbazê şirovekirina peyvên biyanî di helbestê de û piştre jî pêşkêşkirina wateya wê, bikar anî.

-Hewldana nêzikbûna wateyê li gorî baweriyên xwe  û pêşkêşkirina şiroveyan bê ku derbasî kûrahiya wateya wê ya li dervayî şirove bibe.

-Pêşkêşkirin bi zimanekî erebî yê saxlem û tê fêmkirin ji bo xwendevanên Ereb.

-Rêbazê”Gerdeniya Gewherî”nêziktirîn pirtûkên olî ku li herêmên Kurdistanê û wekî xelekên zanistê li paytextên Islamî û erebî, belav bûye.

-Pêşkêşkirina dîwana Melayê Cizirî wekî taca helbesta klasîk a kurdî ji bo xwendevanên erebî û bi vê yekê gelekî belav bû. Her wiha, bi saya wî, nifşên miletê wî yên ku erebî dizanin û bi kurdî diaxivin bê ku zanibin binivisînin, dîwan nas kirin.

-Wergerkirina helbestên Cizirî bo zimanê erebî bi rêya wergerkirina peyvan û wergerkirina awayê her beyta helbestekê, heta di dawiyê de em gihîştin wergera giştî ya dîwana Melayê Cizirî.

-Binavkirin peyvan û vegerandina wan li kokak wan, ango cûdakirina peyvan ku Cizirî erebî, an jî farisî an jî bi tirkî bikar tanî û îşaretkirina wê di cihê wan de, her wiha Zivinkî di aliyê rêzimanî de jî paşgir û pêşgirên zimanên din û kêmkirina wan û zelakkirin, baş bikar anî.

-Pêşkêşkirina metiryaleke zanistî ku têde kedeke zelal û kûr li ser esasê nîqaşa zanistî û jîrbûna zelal di pêşkêşkirina jînenîgariya Cizirî de, ku hîn caran bi nêrînên kesên ku Cizirî xwendine û jînenîgariya wî vegotine bû û hîn caran jî bi awayekî serbixwe behs dikir.

-Keda wî ya gewre di lêkolîna dîwanê de, ku xwe spart gelek kopiyên dîwanê û di navbera wan de hevrûkirin kir û tiştên hatiye tehrîfkirin an jî şaşkirin, rast kir li ser esasê zanebûna wî ya zimanan û zanebûna wî ya kûr bi helbestên Cizirî ku bi şevan ew helbest dixwendin û derbasî nava kûrahiya wateya wê bû.

Ebas Elî Mûsa: Nivîskar, rojnamevan û çalakvanekî çandî. Bi zimanê kurdî û erebî dinivîse 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî