Vegera nava NATOyê hevalbendîya Putin-Erdogan heta demekê rawestand

ŞOREŞ DERWÎŞ

Serokkomarê Tirkîyayê Recep Tayyîp Erdogan berîya ku berê xwe bide Vilniusê, Lîtwanya, ku li wir lûtkeya dawî ya NATOyê hate lidarxistin, erê kir ku Siwêd tev li NATOyê bibe, lê bi awayekî demkî ji ber erêkirina dawî ya parlamentoyê rawestandin. Ev yek tê wateya ku bazirganîyeka din heye di bin sernavê kirîna demê, bi armanca pêkanîna du mijaran ji sê mijarên ku Erdogan dixwaze pêk bîne: Ku Siwêd qanûnên xwe dijwar û tedbîrên xwe li dij kesên ku veqetîyane û dijberan nexasim kurdan, a din ku Washington li ser dayîna çekan ji bo Enqerayê nexasim balafirên F-16ê erê bike. Mijara balafiran jî piştî hevkarîya leşkerî ya tirkî û rûsî di çarçoveya çekkirinê da û binpêkirina hişyarîyên amerîkayî, birêveberîya Biden rawestandin. Mijara sêyem ku serokkomarê Tirkîyayê li Vilniusê pêşkêş kir daxwaza wî ya tevlîbûna Yekîtîya Ewropayê, ku yek ji xewnên Tirkîyayê ye ku di vê demê da pêk nayên.

Lê erêkirina Tirkîyayê li alîyekî din îhtîmala têkçûn an jî paşdevegera têkilîyên Tirkîyayê û Rûsyayê ku bi awayekî balkêş pir bi pêş ketibû, her wiha gihaşt astekê ku herdu dewlet bikevin nava hevalbendîyeka ku tu navê xwe yê fermî tuneye, ji bilî navê wê yê mecazî “hevalbendîya Putin-Erdogan”. Herêmên girîng ku nakokî û lihevkirin tê da çêbibe dibe ku li Ukrayna û Sûrîyayê be û dewletên ku bi zimanê tirkî li Asyaya Navîn diaxivin.

Sedemên avakirna têkilîyên Tirkîya bi welatên rojavayî ra

Di meha piştî hilbijartinan da, lîreya tirkîyayî ji sedî 30 daket, di demekê da ku Tirkîya êşa enflasyonê dikişîne, tevî ku rêjeya faîzê hate bilindkirin û hikûmetê guh da siyasetên aborî yên klasîk ku rojava piştgirîya wan dike. Di rastîyê da, Erdogan di hilbijartinên dawî da bala dengdêrên tirk li ser pirsa aborîya bi fişar dûr xist û tenê bal kişand ser siyasetên derve û dijminahîya rojava ya qaşo li dij welatê xwe. Dibe kêlîya rasteqîn bi serkeftina wî di hilbijartinan da hat, ku divîyabû ku têkilîya xwe bi Ewropa û Washingtonê ra vegerîne û pêwîstîya wî bi zêdebûna veberhênana nû ji bo rawestandina têkçûna lîreya tirkîyayî û ji encamên erdhejê xelas bibe, da ku ji hilbijartinên şaredarîyê yên pêş da vala bibe. Tê zanîn ku bajarên mezin ku êdî partîya desthilatdar ji dest xwe winda dike, nexasim herêmên peravê, meyla wan li ser veberhênana rojavayî  û rêbazaê hevkarîya bi Ewropayê ra ye.

Êdî siyaseta pevguhartina dijminatîyê bi rojava ra di nav da astengkirina berfirehkirina NATOyê, piştî hilbijartinan ne gengaz e, her wiha pêwîstîya Enqerayê bi Washingtonê di warê çekirinê da, nexasim piştgirîya amerîkayî ya bêsînor ji Yûnanîstanê ra, êdî bûye mijarên lezgîn û pêwîst. Siyaseta cihêrengkirina çavkanîyên çekdan û şikandina rêgezên NATOyê bi rêya kirîna mûşekên S-400ê yên rûsyayî, hişt ku Enqera dûrî bernameya çêkirina balafirên F-35ê  bibe û nehêle ku Enqera balafirên F-16ê wergire, li gorî qanûna “Têkoşîna li dij dijminên Amerîkayê (CAATSA)” ku li ser dewletên hevkar qedexe dike ji dervayî NATOyê çekan bikirin. Di encamê da, ceza li ser birêveberîya pîşesazî ya parastinê ya Tirkîyayê, hate ferizkirin.

Tevî ku Washington erêkirina destpêkê ya Erdogan li ser tevlîbûna Siwêdê bi pêkanîna firotina balafirên F-16ê girê neda, lê dane dîyar dikin ku lihevkirin di vê çarçoveyê da çêbûye. Dîyar e ku gava Erdogan a erêkirina tevlîbûnê hişt ji parlamentoyê ra, wekî qezenckirina demê bû heta ku lihevkirina firotina balafirên a rawestayî, pêk were.

Bi awayekî giştî, Erdogan di mijara veguhastina di navbera enîyên dijber û çûnûhatina wî di navbera Washington û Moskoyê û di navbera rojava û rojhilat da şansekî wî yê mezin heye, ji ber bi pêkanîna şaştîyên siyasî yên karaset ku bandor li ser aborî û cihê Tirkîyayê yê navdewletî kir, nehate tawanbarkirin. Di encamê da, lîstoka wî ya domdar wekî hostetî bi detsxistina derfetan û adaptekirina dijberan, tê binavkirin.  Bi gotinên din, siyaseta Erdogan mirov dikare wiha kurt bike ku pirsgirêkan çêdike û yên girêdayî wî jî wekî serkeftinan li ser esasê hêza Tirkîyayê ya çêkirina pirsgirêkan bibînin û piştra ew bi xwe siyasetên xwe diguhêre û wan pirsgirêkan çareser bike, di encamê da alîgirên wî jî wê bibînin ku di pêkanîna serkeftinê bi rêya danûstandinê û çareserkirina wan pirsgirêkan, bi ser ket. Lewra, berdewamkirina Erdogan a van siyasetên tevlihev û ku digihêje asta “zivirandinê”, êdî ne pêkan e ji ber ku rewşa navxweyî ya tirkîyayî êdî gengazîya karasetên siyasî û aborî ku ji ber vê yekê berê derket, tehemûl nake. Di heman demê da, herêm û hevalbendîyên ku Tirkîyayê xwe dibîne beşek jê ye, êdî kêfa wan ji van lîstokan ra nayê, dibe ku vegera Tirkîyayê nava rojava wekî nîşaneyeka bidawîbûna siyaseta lîstoka di hemû alîyan da, da ku destkeftîyên kesayetî û hikûmetê qezenc bike ku tu sûda xwe ji bo tevahîya welat tuneye.

Rûsya di navbera nerazîbûn û têgihaştinê da

Vegera Tirkîyayê ya nava hembêza NAOTyê, mirov nikare bibîne ku mijarek e Mosko “tê digihêje” wekî ku berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov anî ziman. Lê ya herî zelal û rasteqîn a ku Serokê Komîteya Parastin û Ewlekarîyê Victor Bondarev got ku Moskov “hest dike ku wê derbeyek ji piştê xwar”. Dîyar e ku lezbûna derbeyê Mosko tevlihev kir, ku heta niha ji derbeya Prîgojîn a hûndirî xelas nebûye (mirov dikare derbeya ji pêş ve bi nav bike”. Ev yek pêk hat, di demekê da ku rewş li Ukraynayê ne baş dibe û hêzên ukraynayî bi pêş dikevin.

Di rastîyê da, serokê Rûsyayê Vladimîr Putin texmîn dikir ku li ser desteka wî ji Erdogan ra di hilbijartinên Tirkîyayê yên dawî da were xelatkirin, di vê çarçoveyê da dayîna 20 milyar dolar heqê gaza rûsyayî ya ku daye Tirkîyayê hate derngxistin. Ev yek li ser belayên hikûmeta Tirkîyayê yên aborî berîya hilbijartinan nuxamd. Her wiha erêkirina Rûsyayê li ser derbaskirina genimê Ukraynayê bi rêya Deryaya Reş, ji cîhanê ra da xuyakirin ku bêalîbûna Tirkîyayê û mayîna wê di navbera NATO û Rûsyayê da, ji bo hin tiştan sûd e. Lê Krmilînê rawestandina “însîyatîfa Deryaya Reş a veguhistina genim” di 17ê tîrmeha 2023yan da ragihand. Vê yekê rê li beh hincetên Tirkîyayê yên derengxistina karê NATOyê girt, ku xwe wekî navberkar didît û xwe didît ku ew nanê 400 milyon kesî peyda dike, ên ku ginimê xwe ji Ukraynayê digirtin.

Hin dibînin ku êdî Enqera bersivdayîna Moskoyê ne rawestandiye. Di vê çarçoveyê da, Tirkîyayê fermandaêrn tabûra Azovê ya ukraynayî bi rêya balafira serokê Ukranyayê Zelensky veguhêzand. Ev yek Krmilîn hêrs kir, li gorî Peskov divîya bû ku “fermandarên tabûrê li Tirkîyayê bûne heta ku şer xelas dibû”. Her wiha, Kremilînê jî rewabûnek da kiryara Tirkîyayê û got “rojava fişareka mezin li Tirkîyayê berîya lûtkeya NATOyê kir”. Bi awayekî pratîk, daxuyanîyên Rûsyayê di nava hêrsbûn û nerazîbûn ji alîyekî û fêmkirin û watedayîna wê ji alîyekî din ve, tevlîhev e. Lê bi her awayî, di nava axaftinên rayedarên rûsî da, lomekirina hevalbendê Putin ê kesayetî hene.

Mijara ragirtina fermandarîya tabûra Azovê, wekî asta pêbawerîya dualî di navbera Putin û Erdodan da bû, ji ber ku lihevkirina ragirtinê ne bi awayekî protokol bû, an jî di nava belgeyên fermî yên di navbera herdu welatan da hatibû nivîsandin, lê belê wekî encama pêbawerîya dualî tenê di navbera Putin û Erdogan û bi rêya peywendîyên telefonên di navbera herduyan da bû. Ev yek meylên desthilatdarîyê yên herdu rayedaran ku lihevkirinên kesayetî pêk tînin, dîyar dike. Lê ev pêbawerîya dualî dîyar e ku di rê da ye, ji ber ku guman û fikarên herdu birêveberan hene, nexasim der barê gava pêş a ji bo herduyan jî.

Tevî têkilîyên aborî yên heyî û sûka reş a aktîf di navbera herdu alîyan da, gengaz e ku têkilîyên Rûsya û Tirkîyayê jî werin guhartin. Daxuyanîya Erdogan a li pey hev derbarê pêşwazîkirina wî ji tevlêbûna Ukraynayê ra li nava NATOyê, berîya wê tu endamekî NATOyê tiştekî wiha nexwestiye. Di heman demê da, bidawbûna dema lihevkirina veguhistina genim wê bandorê li ser awayê têkilîyan bike, ji bilî bidawîbûna hevdîtina Astanyayê ya 20em ku tê da dema vê platformê ragihand ku awayê girîngtirîn kordîneya rûsyayî-tirkîyayî dîyar dike, ku bandora xwe li têkçûna têkilîyên kordîneyê li Sûrîyayê jî dike. Tevî ku hat gotin ku xebatên komîteya çaralî ya taybet bi asayîkirinê di navbera Enqera û Şamê da, wê bimîne. Di heman demê da, daxuyanîya Erdogan a dawî ku tê da got “Ew ji Sûrîyayê venakşe” rûbirûneka nû bi sernavê vegera ”ne asayîkirina” bi Şamê ra dîyar dike, tevî ku berîya hilbijartinan Tirkîyayê gelek daxuyanîyên ku banga asayîkirin û berjewendîyan dike, ku  hebûna Rûsyayê di nava Tirkîyayê da xurt kir. Dibe ku ev hemû nebe sedema gurbûneka leşkerî di navbera Enqera û Moskoyê li Sûrîyayê da, ji ber ku rewşa herdu welatan ne amade ne ku bikevin nava rûbirûneka biêş. Lê rewşa Sûrîyayê dibe ku şerê ferizkirina îradeyan û guhartina hevalbendîyên heyî ku ji dema têkilîyên Rûsya û Tirkîyayê di dawîya sala 2015an da mayînde bûye, bi xwe ra bîne.

Têkilîyên Tirkîyayê bi Rûsyayê ra li ser hêza rejîma rûsyayî ya xelasbûna ji alozîya şer li Ukraynayê dimîne û wêneya wê ya ku bi derbeya Prîgojîn hejîya. Ev yek tê wateya ku dê Tirkîya hêza Rûsyayê li ser dermankirina birînên xwe temaşe bike, eger ku careka din bi ser ket ku hêza xwe vegerîne, dibe ku em ê bibînin Erdogan careka din berê xwe da Moskoyê, her wiha dikeve çarçoveya asta tiştên ku wê rojava ji Tirkîyayê ra di vê demê da pêşkêş bike, da ku careka din venegere hembêza Moskoyê her çiqas ku sar be jî.