Heger serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayyib Erdogan herî kêm li pêşîya kamîreyan û li beramberî girseyan, bi awayekî tam piştgirîya xwe ji tevgera Hemasê ra li ser hesabê hevkarê xwe yê bazirganî, ewlekrî û leşkerî yê îsraîlî, ragihand. Ev alîgirîya hevalbend li dij hevkar bazarekê ku girîngîya xwe ne kêmî ya ku Erdogan bi Tilebîbê ve girê dide, dîyar kir. Ew jî ku girîngîdayîna hilbijartinên şaredarîyê ku wê di dawîya adara bê da werin lidarxistin, pêwîstîya wê bi xîtabeka berbelav heye da ku bibe alîkar ku wîlayetên mezin ên Tirkîyayê ji dest opozîsyonê werin derxistin. Lewra, trajedîya Xezayê dibe madeyeka propogandeyê ya navendî ku Erdogan û tîma wî pêwîstîya wan gelekî pê heye, her wiha dibe ku sûdên leşkerî û aborî jî ji Bruksel û Washingtonê bi dest bixe, beramberî ku helwesta xwe li beramberî Îsraîlê, nerm bike.
Di rastîyê da, pêwîstîya serokkomarê Tirkîyayê bi desteka rojavayî û amerîkayî hebû. Di vê çarçoveyê da, pirsên aborîya Tirkîyayê ya têkçûyî, rêyên din li ser wî ferz kirin ku welatê wî endamtîya Siwêdê piştî lûtkeya NATOyê ya di tîrmehê da li Litwanyayê qebûl bike, beramberî ku sûdên leşkerî û peymanên çekan pêk werin, ev yek jî tu têkilîya wê bi daxwaza Tirkîyayê ya sereke tuneye, ku Stockholm desteka li ser wekî bi navê dike “çalakîyên PKKyê li ser axa xwe” qut bike. Lê cewherê çûyîna ber bi rojava ve wê demê, girêdayî rewşa aborî ya Tirkîyayê û nerazîbûna tirkan ji birêvebirina xerab a dewletê ji dosyaya aborî ve ye. Ji ber ku ji ber vê mijarê, hindik mabû ku desthilatdarîya Erdogan a demdirêj di hilbijartinên di gulana borî da, bi dawî bike, ku di wê demê da giftûgoya aborîyê bi mijarên ewlehîyê nixumand û bi gotarên gelêrî bal kişand ser dosyaya antî terorê û ev dosya bi doza kurdî ya çalak ve girê da. Ji ber vê yekê jî Erdogan mijara çareserkirina rewşa aborî taloqî piştî hilbijartinan kir, ji ber ku wekî difikire taloqkirina pirsgirêkan ji çareserkirina wê berîya an jî di dema hilbijartinan da, baştir e.
Lê her hal, dîyar e ku Erdogan vê carê jî rêya hêsan hilbijart, ango taloqkirina çareserîya pirsgirêka aborî. Lê ji ber helwesta wî ya hişk derbarê şerê Îsraîlê li Xezayê, dibe ku veberhênan û alîkarîyên rojavayî heta demekê werin rawestandin, beramberî ku hewldana wî ya ku bibe fermandarekî gelêrî li Tirkîyayê û bawerîya çînên civakî yên dijberî şerê Îsraîlê, bi dest bixe.
Dibe ku derbirîneka zelaltir ji pragmatîya tirkî ya beloq tune be, dema hevdîtina şêwirmendê alman Olaf Schulz û mêvanê wî Erdogan di hefteya borî da, dema ku Erdogan destekdayîna rojava ya vekirî ji Îsraîlê ra renxe kir, beramberî pejirandina daxwaza wî ya bidestxistina /40/ balafirên “Eurofighter”ê yên şer. Ji ber ku Almanya, li kêleka Birîtanîya, Fransa û Îspanîya, endama komeleya dewletên ku van balafiran çêdikin. Lewra, li gorî Erdogan rojava ne bi exlaq e, ji ber ku çekan didin Îsraîlê û heman çekan nadin welatê wî, lê hêzên welatê wî tankên “Leopard”ê yên almanî di dema dagîrkirina Efrînê da, sala 2018an bi kar anîn. Ji ber wê tiştekî xwezayî ye ku Erdogan betekan bide û tengezar bibe çaxa ku xwestekên wî bi cih neyên. Lê dema ku Schulz bersiva daxwaza kirîna balafiran neda, Erdogan got: “Em dikarin balafirên şer ji gelek cihên din bikirin”, ev yek jî di rastîyê da Erdogan nikare pêk bîne, piştî alozîya kirîna sîstema “S-400”ê yên rûsyayî û pirsgirêkên di encama wê da bi Amerîkayê ra derketin, ku çênabe dewletên NATOyê çekan ji dervayî dewletên NATOyê bikirin. Ev yek jî dihêle ku ev gotinên Erdogan vê carê tenê wekî gotinên bê wate ne.
Lê veberhênana Tirkîyayê ji bûyerên Xezayê ra gelek heyirînê çêdike, ku pêkan e tevgera Hemasê hilweşe, ya ku tê naskirin ku ew hevalbenda nêz a Enqerayê ye û beşek ji hêza wê ya tund e li deverê, mîna milîsên opozîsyona Sûrîyayê. Lewra, eger ku tevgera Hemasê wekî hevalbendê Tehranê tê naskirin, lê ev yek nabe asteng ku tevgera Hemasê wekî hevalbendê AKPyê jî were naskirin. Tiştê balkêş ku tevî nêrînên Îranê û Tirkîyayê yên derbarê mayîna tevgera Hemasê wekî hev in jî, lê ev yek nehişt ku di navbera xwe da kordînasyonê çêkin, wekî kordînasyona bilind li Kafkasya û Sûrîyayê (xeta Astanyayê), ev yek jî nîşan dide ku berjwendîyên wan derbarê doza Filistînê da dijberî hev in û nêrîna wan li ser Îsraîlê ne wekî hev in, tevî ku alava di destê wan da yek e û ew jî “piştgirîya Hemasê ye”.
Dîyar e ku Tirkîya ditirse ku şer bibe destpêka guhartina nexşeyên herêmê, bê ku ew tê da alîyek be. Ji ber ku Tirkîyayê hewl dide nexşeyan biguhere û herêman dagîr bike û şerên xwe yên taybet li bakurê Sûrîyayê û başûrê Kurdistanê pêk bîne. Lê nexşeya ku ew tê da ne alîyek be, ew hêrs dibe. Yek ji nîşaneyên vê meylê, daxuyanîya hevalbendê Erdogan serokê MHPyê Devlet Bahçelî ye dema got “Erka parastina Xezayê, mîraseka ku bavûkalên me ji me ra hîştine”. Ne giring e ku çawa û kengî bavûkalan ev wesîyet kir, lê xîtaba Bahçelî ya berîya tofana Erdogan ya bi awayekî xîtabî li beramberî Îsraîlê, di hundirê wê da hizira wesîyeta doza Filistênê heye, wekî tiştê ku ji doza Filistînê maye, bi wî teşeyê wesîyetên ku dewletên erebî li doza Filistînê dikin.
Her wiha metirsîya Tirkîyayê dide xuyakirin ku ditirse şerê Îsraîlê xezayîyan biqewirîne an jî hin beşên Xezayê vala bikin. Di vê çarçoveyê da, Tirkîya jî di hizirên guhartina demografî û dagîrkirina herêmên cîran da pispor e, ji dagîrkirina Lîwa Îskenderon bigire, heta bakurê Qubrisê û dagîrkirina beşên ji bakurê Sûrîyayê û beşdarbûna li kêleka Azrebîcanê ya di valakirina herêma Kerebaxê ji xelkê wê yê ermen. Ji ber vê yekê jî, windakirina Xezayê, tê wateya windakirina cihê Tirkîyayê di yek ji girîngtirîn şerên navendî li herêmê û bidawîbûna gotegotên tirkî yên qaşo parastina berjewendîyên mislimanan ji Çînê heta Ewropayê, heta li dewletêm misliman bi xwe jî yên mîna Misir, Sûrîya û Lîbyayê.
Lê pirsa ku xwe dide der, gelo wê kengî Erdogan dawîbûna rêzefilmên gurkirina devkî ya dijî Îsraîlê û rojava ragihîne û dest bi pêkanîna rêyeka nû bike? Lê dibe ku ev mijar girêdayî pêşketinên bûyerên li Xezayê be, an jî heta ku hibijartinên şaredarîyên yên Tirkîyayê yên bê bi dawî bibin. Ji ber vê yekê jî, xetên bazirganî yên di navbera Îsraîl û Tirkîyayê, dûrî tiştê ku li pêşîya girseyên gel tê gotin.