Tirkîyaya împeratorî: Li şûna nan û azadîyê, keştîya balafiran!

TARIQ HEMO

Di analîzeka xwe ya berê ya derbarê hizira dewleta Tirkîyayê ya li ser doza kurdî ku li gorî dema niha ye, serokê komîteya parastinê ya PKKyê Murad Karaliyan, got “Zihnîyeta Tirkîyayê ya berfirehbûnê, Tirkîyayê di çarçoveya cografî û siyasî ya heyî da serkeftî nabîne û bêaram e. Lê belê hestekî wê ya veşartî  û zulma dîrokî heye, ji ber ku Tirkîyaya berê ya herî mezin û ya herî zêde ku gel û axa herêmê kontrol kiriye, dema ku sultanîyeta osmanîyan misilman bi rê ve dibirin û ax û çarenûsa wan kontrol dikir!” Li ser vî esasî, Tirkîyayê hevpeymana “Lozanê” ya ku hebûna wê ya siyasî û cografî dîyar kiriye û hebûna xwe ya  heyî ku li ser bedenê gelê kurd û welatê wî  Kurdistan rewa kir, wekî serkeftineka tam û zayîneka hêjayî bibîranînê nabîne, lê belê wekî “paşveçûyîn û zulmeka dîrokî” û parçekirina ku wekî mafê xwe di “Mîsaqa Milî”yê da ku daxwaza sêyekê ji rûbera xaka Sûrîyayê û Iraqê dike, dibîne.

Mirov van hestan ne tenê di nava îslamîstên tirk an jî daxwazkerên “Osmanîya nû”da dibîne, lê belê mirova dikare bibêje hema di nava hemû sazîyên dewleta Tirkîyayê yên wekî artêş, îstixbarat, derve û hêzên siyasî da tê dîtin. Hemû li ser rola Tirkîyayê ya birêveber li hev kirine ya ku ji dîroka împeratorî û mîrata desthildarîyê çi girêdayî cîhana îslamî/ sultanîyeta Osmanîyan an jî dewletên Balkanê/ berfirehbûna mêtingerîyê li parzemîna Ewropayê, an jî xîtaba li dij komarên Tirkîyayê yên Sovyetê yên berê/cîhana tirkî, bi birêveberîya Enqerayê.

Zihnîyet û lêveger û li ser vî esasî karkirin û xebata siyasî, koka xwe ji xeyala împeratorîyê di roleka mezintir û dirûveka mezintir da û “erka birêveberîyê” ya dewleteka ku xwe dibîne girtî ye û di erdîngarîyeka piçûk da “tengav bûye” hatiye, ku vê yekê ne layiqî xwe û ne jî layiqî dîroka dibîne. Lewra li vir em daxwaz û îradeya destwerdan û berfirehbûna Tirkîyayê di gelek dewletên derdorê û herêmê da dibînin, dibe ku ev yek di demekê da lawaz bûye û hewldana vejandin û avakirina li ser radîkalîzma neteweperestî (a hilweşayî, belavbûyî wekî turkmenan) û mezheba (sunî) bi bijartina dewletên ku di nava şerên navexweyî da ne û ber bi parçebûnê ve diçin, da ku destwerdana wê bikin û baregehên leşkerî ava bike û komên çekdar ên derveyî qanûnê ava bike û perwerde bike. Ev yek jî hemû bi rêya propogandaya xîtaba împratorî ya  kolonyalîst û berfirehbûnê di hundir û derve da, hestê gewre û hêzê dide welatîyê tirk û li gel wî îdyolojî  û niştimanîyekê çêdike ku dewleta wî heta niha xwedîya “peyamê” ye û ew “navend” e ku rê nade beşên din ên împratorîyê parçe û winda bibe û ji mafê Tirkîyayê ye ku destwerdanê di çi herêmekê  da ku berê ew tê da bû, bike. Her wiha, ew niha şer dike û miletê wê şerê hev dike û ji bo parastina berjewendîyên xwe ew tê da beşdar e û hewl dide ku bi xeyala împratorî û qaşo Mîsaqa xwe ya Milî ve girê bide.

Dibe ku alîyê herî baş ê ku nûnertîya zihnîyeta berfirehbûn û dagîrkerîyê dike û soz dide ku xeyalên împeratorî û projeyên wê (Osmanîya nû, an jî Mîsaqa Milî, an jî welatê şîn, an jî cîhana tirî ji Bulgaristanê heta dîwarê Çînê) partîya AKPyê ya desthilatdar ji 2002yan li Tirkîyayê, ku di van rojan da hewl dide di hilbijartinên serokatîyê da bi ser bikeve û ji welatîyan “nûkirina dilsozîyê” bigire, da ku gel rê bide wî ji bo ku bername, plan û stratejîyên xwe yên berfirehkirin, tevlêkirin, dagîrkerî û veguhastina Tirkîyayê bo hêzeka navdewletî û poleka cîhanî ya bi hêz, motîvasyon û hovane! Lê ev xîtab bandoreka mezin li ser neteweperestîya gelê tirk kir, bi rêya bidestxistina AKP û hevkarê wê yê MHPyê (bi birêveberîya Devlet Bahçelî) piranîya parlamentoyê û di encamê da, rê ji wan ra hate dayîn ku li ser metoda berê ya siyasetê da berdewam bikin, di alîyê derve da: Bi rêya dagîrkerîya leşkerî û afirandina tevlîhevîyê û piştgirîya terorê û di alîyê hûndir da jî: Fetisandina hêzên demokratîk û têkbirina gelê kurd û hêza wî ya siyasî û birêxistinî û pêkanîna demografîyê li herêmên kurdan ku dewlet tê da hebûna fikira PKKyê û  hestên neteweyî û zanebûna siyasî ya bipêşketî, dibîne.

Dewleta Tirkîyayê ya ku hevkarîya AKP û MHPyê nûnertîya wê dikin, di çarçoveya hewldanên wan ên avakirina împeratorîya “Mîsaqa Milî” yekemîn erka “niştimanî ya lezgîn” di têkbirina tevgera siyasî ya kurdî û zanebûna neteweyî ya pêşverû ya kurdî, dibîne. Lewra dewlet ya ku propogandaya projeyên berfirehbûnê yên mezin dike, tu daxwazên siyasî û hevkarîyê bi kurdan ra qebûl nake û vê yekê wekî terorîst dibîne û divê bi hemû rêbazan were tunekirin. Her wiha, dewlet kurdan wekî astengê hundirîn ê mezin ji bo pêkanîna “Tirkîyayê Mezin” ya xwedî yekreng a netewperestî ya berfirehbûnê dibîne, lê li vir kurd pêşengê guhartin û demokrasîyê ne. Di heman demê da, kurd daxwaza pirrengîyê û demokrasîya rasteqîn  û dewleta qanûn û sazîyan dikin. Kurd daxwaza dewleta nasnameyên niştimanî dikin û behsa mafên pêkhateyan  û zimanê wan û hebûna wan a çandî û herêmî dikin. Kurd di alîyê siyasetê da birêxistinkirî ne û nûnerê wan di parlamentoyê da hene, lewra hêz û rewabûna wan heye ku dikarin di hundirê yek ji beriztirîn sazîyên dewletê xîtaba xwe ragihînin û rastîyan û encamên projeyên berfirehbûn û dagîrkerîyê û encamên wê karaset li ser welatîyê tirk ê normal û li ser maf, azadî û demokrasîyê li dewleta Tirkîyayê, eşkere bikin. Ew dendika hevalbendîya ên ku projeyên destwerdan û berfirehbûna derve ji bo berjewendîyên dewleteka niştimanî ya ku bi pirsgirêkên xwe ra û bipêşxistina demokrasîyê û azadî û avakirina dewleteka  qanûn û mafên takeksî ya hemwelatîyên, mijûl e. Lewra li ser vî esasî, hevalbendîya AKP û MHPyê ku êdî bûye hevalbendîyeka faşîst ku ji dervayî qanûna niştimanî û navdewletî kar dike û pişta xwe dide terorê û tesfîyekirinê, di asta yekem da kurdan hedef digire û hewl dide hemû hêz û derfetên dewletê yên tundîyê û zordar ji bo têkbirina kurdan û jiholerakirinê, bi kar bîne.

Di heman demê da, hevalbendîya desthilatdar (AKP-MHP) ku nûnertîya zihnîyeta “îthad û tereqî”yê dike ya ku li ser kuştin û qirkirinê ji bo berfirehkirinê û avakirina dewleteka netewperest a yekalî rabûye, hêzên demokratîk li Tirkîyayê ji holê rabike û kesên dijber bi komploger û xayîn bi nav bike, ku dezgehên ragihandinê yên desthildarîyê ( ji bo bibîrxistinê ku rêjeya wan ji zêdetirî ji sedî 95 ji tevahîya ragihandina welat) bi “alav” û “tabûra pêncemîn ya ji alîyê rojava ve kirî kiriye” û “meyla protestantî ya siyonîst” li Amerîkayê (ku Erodgan berê carekê ev yek gotibû) û armanca wan tevahî Tirkîyayê bi bin bikeve û rê nedin ku bibe dewleteka gewre û poleka navdewletî ya xwedî bandor!  Ew kes û di serî da kurd, bi hemû taybetmendîyên xerab têne binavkirin û desthilatdarî wan wekî niştimanperwerîyan nabîne û wan bi xayîn nav dike û desthilatdarî vê yekê wekî destpêk dike, da ku wan tasfîye bike. Ev yek jî berê di vegotina faşîzma nazîyan a naskirî da hatiye gotin: Îxanetkirina dijber û piçûkirina wî û xistina hebûna wî cihê şikê û piştre tasfîyekirina wî di alîyê menewî û fikirî da, vê yekê wekî destpêka tasfîyekirina wî di alîyê fîzîkî da, bi kar tîne.

Di nava lîsteya ku hevalbendîya desthilatdarîyê li Tirkîyayê  bi dijmin û xayînên welat bi nav kirin, kurd û nûnerên wan ên siyasî Partîya Kesk a Çep/HDP, hêz û tevgerên siyasî yên rikber (ku ew tam ne demokratîk in û niha hevalbendîya desthilatdar alîyê nijadperestîyê gur dike û xîtaba dijminatîya kurd, koçber, jin, kêmanîyên olî û nijadî belav dike û alî /kesayetên ku rojek ji rojan di nava AKPê da birêveber bûn û li dijî Erdogan û meyla wî ya dîktator ya olîgarşîk ya qirêj derket; serokkomarê berê Ebdullah Gul, serokwezîrê berê Ehmed Dawûd Oglu û wezîrê berê Elî Baba Can û Fetihllah Golan, cih digirin. Bi gotineka din siyaseta vê partîya faşîst wiha ye: Kesên ku ji rêzê derkevin xayîn û ajan in û kesên ku dîktatorîya yekkesî red bike û li dijî wê derkeve, divê ew were têkbirin û “dûrxistin”! Li ser vî esasî, ji gotinên wekî “tasfîyekirina dijber di alîyê siyasî da”  û “kuştina siyasî” ku ji devê kesayetên mezin ên di desthilatdarîyê da û di serî da Erdogan û Bachelî û wezîrê hundirîn û xwedîyê erkên qirêj Silêman Soylu derdikevin, matmayî nemînin.

Dîyar e ku ev xîtaba sorkirin û xîyanetê li dij dijminên xeyalî yên li derve û hundirîn, bandorek li ser hilbijartinên parlamentoyê yên dawî kir. Hevalbendîya AKP û MHPyê piranîya parlamentoyê bi dest xist. Bi vê yekê welatîyên tirk an jî wekî ji vegotina xîtaba gelêrî û nîjadperestî dîyar e, bi ser ket û bazarek ji bo xerckirina kelûpelên Erdogan û Bahçelî ku xîtabî xerîze û hestên wî yên neteweyî kirin. Her wiha, ji welatîyê tirk ra xeyalek û rastîyeka gewre afirandin, tevî xerabbûna rewşa debarê jîyan û aborî û tenduristî û di hemû waran da. Li vir welatîyê tirk deng da xeyalan, rastî û rewşa heyî paşguh kir. Welatîyê sorkirî deng da  keştîya balafiran, stasyona nuklerî, zevîyên gazê yên mezin, qesrên padîşahan ên xwedî hezar ode, erebeya ku li welat hatiye çêkirin û balafirên dron. Lê welatîyê tirk deng neda nanê xwe yê rojane û ne jî deng da çêkirina derman û avakirina dibistan û nexweşxane û avakirina dewleta qanûn û edalet û wekhevîyê ku şerê gendelîyê bertîl û dizîna pereyên giştî dike. Welatîyê tirk deng da desthilatdarîya takeksî û malbatî û rewşa awarte û binpêkirina azadîyê û dagirtina zindanan û deng neda azadîya xwe. Her wiha welatîyê tirk deng da dewleta leşkerî û “her tişt ji bo şerê çareûnsî” ku maf û azadîya welatîyan û xwarina wî heta tiştên herî piçûk, divê bibin qurbanî di oxira bidestxistina gewreyeka mezintir û berfirehbûna dewleta împeratorî ya xeyalî û bidestxistina cihekî bilind, pere, heybet û jîyaneka siyasî ya dirêjtir ji bo kesên ku niha siyasetê bi rê ve dibin.

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî