“Sûriyaya Tirkiyayê” li dij “Sûriyaya Nû”
Nivîskar: Dr. Tariq Hemo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Tevgera dîplomasî ya çalak ya ku hikûmeta “bicihkirina kar” pê radibe, dide xuyakirin ku projeyeke zelal li gel Heyet Tehrîr El-Şam heye di destnîşankirina sîmayên Sûriyaya nû de piştî 54 salan ji hikimê Beşar El-Esed û bavê wî.
Serdanên ku wezîrê derve û yê parastinê û serokê istixbaratê li Siûdiyê û paşê Îmaratê pêk anîn, her wiha serdana wezîrên derve yên Almanya û Fransayê li Şamê, di berjewendiyê Şamê de ne, her wiha dide xuyakirin ku guhdaneke erebî û navdewletî heye li bara tiştê ku li Sûriyayê rû dide.
Her kes dibîne ku deriyên Sûriyayê li ser cîhanê vebû û ew niha xwe amade dike ku diyalogeke niştimanî pêk bîne ku hikûmet dibêje ew rê li ber pêkanîneke siyasî û hukimê rast vedike. Dosyayên mezin hene pêwîst li bara wan bê pirsîn: Têkiliya Heyet Tehrîr El-Şam bi hukim, destûr, xwezaya dewletê, nenavendîbûn, avakirina artêş û saziyên ewlehiyê, koçber/penaber, hebûna biyan û bi taybet dagîrkeriya Tirkiyayê û têkiliyên bi dewletên cîran û derdora erebî re.
Hevdîtinek di navbera serokê rêveberiya veguhastinê, Ehmed El-Şeri û şandeyeke Hêzên Sûriyaya Demokratîk de pêk hat bo axaftina li bara artêşa Sûriyayê ya nû. Li gor agahiyan hevdîtin erênî bû, herdu aliyan li hev kir ku dê hevdîtinên din hebin bo pêşxistina lihevkirinekê di navbera herdu aliyan de û dîtina çareyan bo doz û dosyayan. Hevdîtin di demekê de çêbû ku dewleta Tirkiyayê û milîsên wê êrîşan li gundewarên Kobanê û Minbicê pêk tînin û hewl didin Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê bixin bin desthilata xwe.
Enqera Berdewam fişarê li Şamê dike da ku ji hêla leşkerî ve li dij “HSD”yê tev bigere, saziyên ragihandinê jî yên girêdayî Tirkiya û Qeterê, nûçeyên sexte belav dikin û li dij “HSD” û Rêveberiya xwe ser gur dikin û xîtaba nefretê li dij kurdan belav dikin.
Fransa û Almanyayê helwesteke piştgir xuya kirin bo diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser û “HSD”yê de. Wezê derve yê Fransayê Jean Noel Barrot ji Şamê bang li rêveberiya nû kir ku bigihêje çareyeke siyasî bi kurdan re, got: “Pêwîst e çareyeke siyasî bi hevalbendên Fransayê, ango kurdan bê dîtin, da ku bi temamî tev li pêvajoya siyasî ya ku niha pêk tê bibin.” Wezîrê fransiz bi rêya telefonê bi General Mezlûm Ebdî re fermandarê hêzên “HSD”yê, axivî, tê li bara rewşê û pêşketinan, rola HSDyê û êrîşên ku milîsên bi ser Enqerayê ve pêk tînin, gefên hikûmeta Tirkiyayê yên pêkanîna êrîşekê li ser Kobanê û operasyonên ku HSD li dij DAIŞê pêk tîne, axivî.
Wezîra derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji Şeri re go ku pêwîst e kurd tev li pêvajoya siyasî bibin, got: “Pêwîstiya jurdan li Sûriyayê bi garantiyên ewlehî heye.” Her wiha Baerbockê got ku “Ewropa dê pereya nede hebûnên îsalmî yên nû”. Dosyaya teşeyê dewletê û rêya ku têkiliya aliyan bi navendê ve girê dide ji girîngtirîn dosyayan e li gel sûriyayiyan. Li vir, nenavendîbûn dê teşe û xwezaya dewleta bê destnîşan bike û dê sernavê pêvajoya nû çêke: Lihevkirin û hevkarî yan pevçûn û rikberî ku bandorê li tevahiya Sûriyayê bike. Parêzgeha Siwêdayê red kir ku çeka xwe deyne û navend û saziyan radestî çekdarên Heyet Terhîr El-Şam bikin. Serokê giyanî yê durziyan Şêx Hikmet El-Hicrî got: “Radestkirina çekê teştekî redkirî ye heta ku dewlet ava bibe û garantiya mafê me di destûrê de bê kirin.”
Li Swêdayê xelkên parêzgehê wê bi rê ve dibin û red dikin ku hêzeke din derbasî parêzgehê bibe. Ew bangeke eşkere ye ji nenavendîbûna rêveberî re. Nenavendîbûn xwesteka herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê ye jî ku li ser bingehê peymaneke civakî ya di navbera pêkhateyên erebî, kurdî, siryanî û hwd de hatiye avakirin, HSDyê ew bi qurbaniyên mezin parast ku bi rêya wê bû hevparê sereke di şerê li dij DAIŞê de, ku li ser destê wê di 2019an de DAIŞ li Baxozê bi bin ket.
Li gel hin çînên civakî û pêkhateyên sûriyayî baweriyek belav dibe ku nenavendîbûn ew çareya tekane ye ya ku dikare garantiya mafê wan bike û rê li ber navendîbûna yekhizir û alî bigire ku desthilatê li wan bike û tiştan li ser wan ferz bike ku ne li gorî xwezaya wan a etnîkî, olî û mezhebî ye.
Piştê xwestekên eşkere ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û parêzgeha Siwêdayê yên bicihkirina nenavendîbûnê di destûra sûriyayî de, heman xwestek li gel devera beravê jî çêdibe û li gel xiristiyanên sûriyayî li bajarên hundir. Di demekê de ku Heyet Tehrîr El-Şam dijîtiya hemû teşeyê nenavendîbûnê dike û dixwaze ji hêla leşkerî, rêveberî û hizire li hemû deverên welat belav bibe, makîneya ragihandinê ya Tirkiya û Qeterê û opozîsyona sûriyayî vê hizirê xirab dikin û çi kesê ku banga wê dike xayin dikin û wan bi parçekirina Sûriyayê tawanbar dikin. Di serî de pêkhateya kurdî xayin dikin, her wiha şêx, rûspî û rewşenbîrên durziyan li Swêdayê û eşkere çavê xwe li ser teşeyê rêveberiya nenavendî li Idlib (Hikmeta Inqazê/Heyet Tehrîr El-Şam) û deverên dagîrkeriya Tirkiyayê (Hikûmeta Sûriyayê ya Demkî/Itîlaf) digirin, her wiha hebûna “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayî”, ku ew komik in girêdayî Tirkiyayê ne ku Tirkiya bi rêya wan deverên berfireh ji Sûriyayê dagîr dike, ku li wan devera siyasetên tirkkirinê û biservekirinê li dar e.
Çavdêriyek li ser tiştê ku li Şamê çêdibe, heye. Li hundur tevgereke sûriyayî heye guhartina di saziyên dewleta Sûriyayê de red dikin, bi taybet ên girêdayî azadiya derbirînê, azadiya takekesî, minhac û mafên jinê. Pêşwazîkirineke erênî ji hêla navdewletî heye bi nenavendîbûnê.
Baweriye heye dibêje ku Heyet Tehrîr El-Şamê rêjîma El-Esed ji hêla leşkerî ve xist û xwe li ser hukimê ferz kir, ew dê desthilatê bernede (gotina: ê rizgar bike biryarê dide!, belav kir), bergiriyên ku pêk tîne (ritbeyên leşkerî dan leşkerê xwe piştî ku nasname da wan) xuya dide ku ew di pêvajoya “cihgirtinê” de ye û armanca wê îslamkirina Sûriyayê ye û wê bikin mîrnişîneke îslamî mîna Tevgera Talîbanê li Efganistanê. Ji vê têgihaştinê, daxuyaniya wezîrê derve yê Almanyayê tê ku Ewropa red dike îslamîstan fînanse bike ya ku Heyet Tehrîr El-Şam bi nêt e wê ava bike û wê li welat bi cih bike.
Ango dana pereyan ji Ewropayê bo Şamê û destwerdana di jinûveavakirinê de dê bi mercê avakirina dewleteke sivîl be, ne olî be, ku rêzgitinê ji taybetiya pêkhateyên sûriyayî dike bi nenavendîbûnê razî be û dûrî yekaliyê û tercîhkirina çareyên leşkerî û ewlehî be. Helwesta navdewletî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û “HSD”yê helwesteke erênî ye. Pêşwazîkirinek ji xwestekê herêmê re heye yên nenavendîbûnê û parastina taybetiyê di hundirê dewleta nû de.
Meylek heye ku HSD hêza herî rêxistinkirî bimîne û karê xwe berdewam bike li dij DAIŞê ya ku dest pê kiriye li biyabana Sûriyayê berbelav dibe, ku ji rewşa valahiyê qezencê digire û şaneyên wê êrîşan li gelek deveran pêk tîne, her wiha “HSD” bimîne karibe girtîgehan displîn bike yên ku bi hezaran ji endamên rêxistina terorîst tê de ne û kampên ku bi dehhezaran ji malbatên endamên DAIŞê yên girtî. Ji ber wê, Fransayê êrîşên esmanî pêk anîn li dij deverên DAIŞê li biyabana Sûriyayê, ji nû re hebûna xwe tekez kir di operasyona navdewletî ya li dij “DAIŞ”ê bi hevkariya bi “HSD”yê re û agahiyên wan ên istixbaratî.
Ji hêla xwe ve, Amerîkayê dest pê kir baregeheke leçkerî li bajarê Kobanê ava bike û haletên giran û radar rê kirin her wiha bi wan re bi dehan leşker li bajarê ku şerê DAIŞê kir û ew têk birin berî bêhtir ji 10 salan. Ew nameyeke bo Tirkiyayê ku ber bi Kobanê ve neçe, her wiha nameyek e bo Şamê ku Washington xwe dispêre HSDyê wekî hevkarekî rijd di şerê li dij terorê de.
Dewleta Tirkiyayê pêşketinan li Sûriyayê dişopîne. Enqera dixwze cihê Îran û Rûsyayê bi hev re li Sûriyaya nû dagîr bike. Ew lihevkirinên stratejî dixwaze ku bi rêya wan destê xwe dirêj bike û cihekî wê yê bilind li Sûriyayê hebe. Enqera niha hewl dide lihevkirinên xwe bi desthilata veguhastinê re di xêzkirina sînorê deryayî û berfirehbûna di ava herêmî ya sûriyayî de, pêk bîne, bo gaz û petrola sûriyayiyan bidize. Her wiha xwe amade dike baregehên leşkerî yên bejahî û deryayî çêke û serperştiya dosyaya jinûveavakirinê bike û teşeyê sîstema siyasî destnîşan bike, her wiha sîma û têkiliyên dewêta nû nîgar bike.
Enqera li bara deverên di bin dagîrkeriya xwe de nake û tirkkirinê berdewam dike, di demekê de ku Şam û praniya hêza siyasî ya sûriyayî bêdeng e. Sûriya di çavên Tirkiyayê de tersê tiştê ku xelkê wê dixwaze: Dewleteke navendî ya pêvek ku îslamî siyasî ya tund wê bi rê ve dibe, ya ku di tiştên her normal ên çanda sûriyayî de xeta sor û heram dibînin, di nav de jî “hûrbîneke biçûk” mîna silavdayîna jinê, heta ku wezîra derve ya dewleteke bibandor be jî, ew gunehekî mezin e û di eqîdeyê de xweçimandineke ku nayê efûkirin.