Sûriyaya nû di gera Amerîkayê de

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Di buhara 2015an de “Ceyş El-Fetif”, ku ev hevgirtineke leşkerî ye di navbera “Cebhet El-Nusra” û “Hereket Ehrar El-Şam de, kontrol li tevahiya parêzgeha Idlibê kir, paşê di havîna heman salê de berê xwe bi başûr vekir li Sehl El-Xabê ji ber têkçûna rêjîma Sûriyayê ya lezgîn. Eşkere bû û agahiyan jî paşê tekez kir ku armanc ji kontrolkirina Humusê ew bû ku rêya Şam-beravê bê birîn li devera Edrayê di meha îlonê de.

Di 30ê îlona 2015an de destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyayê dest pê kir û eşkere bû ji gelek nîşaneyan di mehên di pişt wê re, ji wan agahiyên herdu hevdîtinên Vîyenayê û biryara 2254an paşê konfrana Cinêv 3, ku lihevkirineke rûsî-amerîkayî li bara dosyaya Sûriyayê heye, her wiha li bara rizgarkirina rêjîma Sûriyayê ji ketina nêz ku xuya dikir dê di çend mehan de bikeve.

Niha piştî 9 salan, karê rizgarkirina rêjîma Sûriyayê ji ketinê negiha serî, lê belê bi tena wê hiştin, da ku bi hêsanî bikeve di 12 rojan de li beranberî tevgereke leşkerî bi navê “Heyet Tehrîr El-Şam” ku ji Idlibê derketin. Her wiha divê em bib bîr bixin ku Washingtonê û tevî daxuyaniya Obama di 18ê tebaxa 2011an de ya li bara “divê serokê Sûriyayê biçe”, lê wê tu gavên pratîk bo vê yekê neavêt wekî çawa ku li Lîbyayê kir. Tê tercîhkirin ku tirsa ji “valahiya sûrî” ya piştî ketina dîktator wekî li Iraq di 2003yan û li Lîbyayê di 2011an de çêbû, hişt ku dewletên cîranê Sûriyayê bitirsin û di serî de Îsraîl. Vê yekê hişt ku Obama dudilî be di dubarekirina sînaryoyê destwerdanê de.

Lê di sala 2024an de rêjîma Sûriyayê bo ketinê hat hiştin, ku ew rêjîmek bû Washingtonê ji sala 2021ê de bang li ereban dikir ku nêzî wê bibin. Di havîna 2024an de xîtaba hevaltiyê bo Beşar El-Esed ji Erdogan û berpirsyarên tirk gelek caran hat û di herdu mehên şerê Lubnanê yên dawî de rêjîma Sûriyayê di rewşa “xwevegirtinê” de bû ji şer, ev yek cihê razîbûnê bû bo Tilebîb û Washingtonê.

Nexwe pirsa ku divê bê kirin niha: Çima rêjîma Sûriyayê di sala 2024an de ket û di tecrubeyên 2011 û 2015an de neket ji ber parastina navdewletî di herdu rewşan de? Di xwendinekê ji Mosko û Tehranê de ew rêjîmeke ku bingehê wê hundirîn qels e û hêza xweser nikare wî ji ketinê biparêze di salên bibîrxistî de, ku destwerdaneke veşartî û hin paytextên erebî yên din. Ji çaxa hatina Hafiz El-Esed li ser desthilatê sala 1970yî, erêkirina wî li ser biryara 242 a çareya aştiyane bi Îsraîlê rêya hilkişîna wî bû ser desthilatê û li beranberî wê redkirina lîwa Selah Cidêd ji vê biryarê re bû sedema ketina rêjîma beis di 23yê dibata 1966an de.

Tê tercîhkirin ku klîda bersivê di 24ê sibata 2022yan de ye çaxa ku Rûsya ket şerê Ukranyayê û plana Washingtonê ew bû ku Moskoyê bi rêya wî şerî ji hev bixe, her wiha di 7ê cotmeha 2023yan de çaxa ku şerê Xezayê dest pê kir paşê şerê Lubnanê yê dawî di navberra rojên 17ê îlonê û 27ê mijdarê de çaxa ku herdu destên Îranê yên sereke li deverê hatin birîn, ango Tevgera Hemasê û Hizbulah. Îran jî qels xuya kir çaxa ku hat lêdan û wê jî hewl da li Îsraîlê bide.

Li vir, divê em bi bîr bixin ku agirbesta şerê Lubnanê li Moskoyê dest pê kir çaxa ku wezîrê karûbarê stratejî yê Îsraîlê Ron Dermer serdana wê kir, paşê li ji hêla Dermer ve li Washingtonê bi dawî bû. Kesê ku rojnameyên îsraîlî şopandin dê nas bikin ku derbeya kuştinê ya Hizbulahê ne bi rêya başûrê Lubnanê ye, lê belê bi rêya birîna pira sûriyayî ye ya rêya Îran-Iraq-Sûriya- Lubnan û agirbest dê bêkêr be heger ev pir neyê girtin, ku Hesen Nesrelah ji yek ji serekên opozîsyona sûriyayî sala 2013an got wekî bihaneya destwerdana wî ya leşkerî li Sûriyayê “ez bêyî vê pirê difetisim”.

Di vê mijarê de, xuya dike ku redkirina Beşar El-Esed ji hevkariyê re ya redkirina berfirehbûna Îranê ji Hizbulahê re, an jî nekarîna wî ji standina vê biryarê bi seba hebûna mezin a îranî di desthilata Sûriyayê de, hişt ku perdeya navdewletî ji ser wî bê rahiştin, di demekê de ku Rûsya bi seba şerê Ukranyayê qels e ş Îran di şerê li Xezayê de yê bi rêya destên xwe, bi bin ket.

Li vir xuya dike ku hêleke sûriyayî, ew jî “Heyet Tehrîr El-Şam” e, ev kêliya siyasî şirove kir û keysa xwe lê anî û di sibeha heman rojê de ya agirbesta li Lubnanê, derbeya xwe lê da û tê tercîhkirin ku bi erêkirina Tirkiya-Amerîkayê bû, di şirovekirinekê ji Washintonê re û tê tercîhkirin dewleta wê ya kûr, ku derbeya şamî ji Lubanê dûrtir e da ku bibe derbeya dawî bo dersthilata Îranê li deverê û derbeyeke mezin ji Rûsyayê re, herdu jî, ango Rûsyaya ku xwe amade dike bo bi Donald Trump re giftûgoyê bike li bara Ukranyayê û ev yek dihêle serokê Rûsyayê qels bibe ji ber derbeya Sûriyayê, her wiha çaxa ku Îran bikeve hindurû û hêza xwe ya herêmî ji dest bide, Trump dikare lihevkirineke nuklerî ya guncaw pê re bike û piştî wê bibe bendaveke cografî li bêşberî Çînê ku rê li ber wê bigire û nehêle bigihêje Rojhilata Navîn bi rêya projeya “Kember û Rê”, wekî çawa ku Ukranya bû bendaveke amerîkayî di rûyê vê projeyê de ji çaxa 2014an de ku rê li ber Çînê girt ku bigihêje parzemîna Ewropayê li gorî rêya ewrasî ya projeya çînî.

Wekî puxte: Sûriya di 8ê kanûna pêşîn a 2024an de bo gera Amerîkayê hat veguhastin, piştî ku di gera Moskoyê û dijberê rojava de bû ji salên 50yî de, ji bilî dema hukumê cudabûnê. Rêjîma Sûriyayê ket ji ber ku ji hundir ve kifnik bûbû û tu bingehên hundirîn ên mayînê û hêlîna civakî ya ku karibe parastina wê bike, li gel wê nemabû, heger du caran bi saya derve nehat ketin, lê cara sêyem li cih bûû. Tekez têkoşîna sûriyayiyan li dij wî roleke wê ya mezin hebû di karîgerên rûxîna wê de, lê tecrubeya piştî sala 2011an xuya dide ku rêjîmek wekî rêjîma Sûriyayê beşek bû ji “rêxistineke navdewletî ku ji sala 1970yî ve hatibû avakirin” û nikare bi hêzeke hundirîn a sûriyayî ya xam bikeve.