Sûcê nûjekirin û geşepêdanê di romana “Dara Hinarê” ya Yeşar Kemal de

HISÊN CIMO

Romannivîsê Kurd Yeşar Kemal ê herî navdar di wêjeya tirkî ya nûjen de, jiyana xwe di vegotina çîroka civakên paşguhkirî de, borandiye. Kemal bi rêya lehengên çîrokan, mijara bêhevsengiya geşepêdanê di navbera Kurdistan û Anadolê bi vegotineke hêsan û wateyeke kûr analîz dike. Romanên Yeşar Kemal xwîner ber bi gelek aliyan ve dibe. Ji bo xwînerên ku paşberdeya ewlekarî ya rewşa Kurdistanê di bin sîwana”Komarê”de nizanin, romanên Kemal bi awayî kûr a mirovahî behsa êş û azarên çînên hejar û paşguhkirî, dike. Dibe ku çîna sosyalîst li hemberî van komên li herêmên ku dewletê dev jê berda ye têdikoşin, pabend be. Her wiha dibe ku dewletê ji ber neçarî û nebaşbûna rêveberî, dev ji wan herêman berda be. Gelek nivîskaran ji aliyê çîrokî ve berhemên Yeşar Kemal xwendine û paşxaneya piraniya berhemên wî jî paşguh kirin. Ew e zemîna tabloya şêwekarî ye: Trajîdiya bêhevsengiya geşepêdanê di navbera çiya û deştê de ye. Çiyayê ku Kemal di piraniya romanên xwe bikar aniye, nîşaneya Kurdistanê ye. Ji ber ku nedibû romaneke ku navê Kurdistanê têde hebûye bihate weşandin, lewra li şûna Kurdistan çiya bikar anî û niştecihên Kurdistanê jî wekî çiyayî da nîşandan. Sextekariyeke eşkere li ser qanûna bêhevsengî pêk aniye. Ev qanûn nikare nivîskar ji ber peyva”Çiya” hesab bixwaz, lê di heman demê de, qanûn bi xwe jî li ser vê sextkekarî razî ye.

“Dara Hinarê” yek ji vegotina herî rast a hevkêşiya lîstina bi geşepêdanê ye. Kemal bi awayekî yekser dewletê tewanbar nake, wekî ku çawa çîroka xwe jî yekser nabêje. Kemal karekterên xwe bi rêya Mamed, Hesik, Yûsif, Aşiq Elî û Mamedê biçûk, ava dike. Bûyerên romanê li ser binyadeke asê ne, ew jî endezyariya civakî bi rêya geşepêdanê ye.

Yeşar Kemal romana”Dara Hinarê” sala 1951`an de nivîsand. Lê reşnivîsa romanê winda kir heta ku endamekî malbata wî di sandiqa dayîka Kemal de dît. Sandiqên berê ji dar hatibûn çêkirin û bi awayekî hostayî jî dihatin parastin. Bi awayekî giştî, dapîr û dayîkan tiştên xwe yên giranbuha ku wan bi jiyanê ve girê didan, dixistin wan sandiqan. Romana Dara Hinarê jî di wê sandiqê de bû. Roman, sala 1982`an hate weşandin. Sala 1998`an jî wergerî kurdî hate kirin û sala 2021`an de ji aliyê Samî Elhac ve wergerî zimanê  erebî hate kirin û ji aliyê weşanên Temûz ve hate weşandin.

Bûyerên romanê li herêma Çukurova ku navê tirkî yê deşta Kîlîkya di navbera Edena, Mêrsîn û Osmaniyeyê de ye, rû didin. Dema bûyeran, nêzî dema nivîsandina romanê ye. Di aliyê siyasî de, mirov dikare bêje ku di dawiya serdema desthildariya tek partî ye û wergirtina desthildarî ji aliyê Partiya Demokratîk sala 1950`î ye.

Malbateke Kurdan ji warê xwe Kurdistanê koçber bûn û li gundekî dûrî bajar ê li deşta Kîlîkya bicih bûn. Malbata Mamed, mewsima xwe ya çandiniyê zû winda kir û bê ku çavkaniyekî din hebê ku wan li ser lingê xwe bihêlin heta sala din, man. Mamed biryarê dide ku berê xwe bide Çukurova û zeviyên wê yên geş da ku li wir bixebite.  Dema romanê sê meh in ku Mamed û hevreyên xwe di rêwîtiya meşê di navbara gund û bajarokên Çukurovayê de, derbas kirin. Rêveberê komê Mamed e. Li gorî adetên gundan, di dema bêhêvîtî de ku li peyî avatûran dikevin, komeke ji hevalên din di nav de Yûsif li peyî wan dikevin. Yûsif ew kesayetê ku gelek hewl da Mamed û koma bi wî neçin bajar. Yûsif di vê hewldana xwe de, xwe spart tecrûbeya xwe ya mezin ku li bajar kar dikir. Lê berisv ji hewldanên wî xurtir bûn:”Mirin ji hejartî hêsantir e”. Yûsif ku gelekî nexweş bû tevî vê yekê jî ku dizanibû rêwîstiya wan bê encam e, dest bi rêwîstiya li peyî wan kir. Lê Yeşar Kemal, der barê karaterê Yûsif de, sedema tevlîbûna wî ji vê rêwîstiyê re diyar nekir.

Di aliyê teknîkî de, lehengê vegotina Yeşar Kemal di romana Dara Hinarê de, Mamed e. Lê lehengê rastîn civak e. Ev roman cûreyeke ji cûreyên ku balê dikişîne ser hewirdora ferd, ne ferd bi xwe. Ji ber vê yekê jî, beşek ji mezin ji bûyerên romanê, li ser rêya di navbera gundê Mamed û Çukurova de diqewimin. Leheng rê ye û civaka ku li pêşiya vê komê di nava zevî û gundan de derdikeve, nexweş in, hejar, bê mal, axayên gundan in, mirovên di aliyê pîskolojî de tevlîhev in, dewlemendên ku bûne feqîr û hejar, cenaze, nexweşiya Malariya, Tuberkuloz û mêşên ku bê dilovanî, bi ser mirovan de digirin. Lê alavê guhartin civakê jî traktor in:”Piştî hatina traktoran, mirov bi tevahî guherî û bûne cihê seyrê. Êdî li rûyê yekî nanêrin. Ev alavên ku nizanîbûn çi dikare ji wan re pêşkêş bike, ji wan re bûne wekî pûtan.”

Yekemîn şoka ku Mamed pê re rû bi rû mayî, xwişka wî ew paşguh kir û ew li nava zeviyê mêrê xwe yê axa qebûl nekir. Mamed jî bi dirêjahiya rê bi awayekî başî behsa xwişka xwe dikir. Xwişk di cîhanek nû de dijiya. Cîhana alavan bû. Cîhanek ku li ser stûnên nû yên traktor, batos û barhilgiran de tê avakirin. Xwişk êdî bûbû evîndara traktoran û bi wan re mijûl dibû. Karkerên mayî jî  behsa evîndariya reş a xwişka Mamed bi alavên nû re dikirin. Xwişka Mamed piraniya dema xwe bi paqijkirina tekerên traktorê derbas dikir. Di heman demê de, wê hemû karker ji zevî qewitandin, ji ber ku êdî pêwîstî bi wan tune ye. Di yek ji diyalogên Mamed û hevalên wî bi zilamekî ku bi malbata xwe re li zeviyekê dixebitî, diyar bû ku rewşa koma Mamed ji yê ku av daye wan baştir e. Axa  biryar da ku ew jî alavan bîne, êdî ew zilam di rojên xwe yên dawî yê cotkarî de piştî 30 salan de bû.

Di kêliyeke danûstandinê ya balkêş de, Yeşar Kemal vegotina mirovên sade ji berpirsiyariya navdewletî ya derbarê rewşa wan de bi kurtî wiha tîne ziman: “Ax ji vî gawirê amerîkî, ax ji vî  endezyarê Mareşal… ev neheqî ye”. Di vê hevokê de rewşa siyasî bi awayekî giştî tê ravekirin. Şoreşa traktoran a li Tirkiyê encama projeya Mareşal a amerîkî ye, da ku ji nûve Ewropayê ava bike. Bi rastî, dibe ku projeya Mareşal bû sedemeke ku alav derbas bibin, lê rêça pêşkeftinê di dawiyê de wê çêbûbûye û wê traktor bi Mareşal an jî bî wî, wê bigihîştine. Tiştê ku rû daye, bikaranîna lezgîn ji traktor û batosan re, têkiliyên çandiniyê yên dirêj ên ku xwe bi sedsalan parastibûn bi dawî kir. Bêyî ku tiştek wekî pîşeyek alternatîf pêşkêş bikin. Di vê kêliya veguherîna tund a sosyo-aborî de, dewletê got:”Tu eleqeya min bi we tune ye”.

Di beşa dawî yê rêwîtî ji bo lêgerîna kar, veguhirî lêgerîna li Dara Hinarê ya bereket. Dara şêx û pîrozan, wek pîrejineke Kurd li gundekî Çukurovayê ji Mamed û hevalên wî, gotî. Endamên koma Mamed bawer kirin rizgariya wan bi Dara Hinarê ve girêdayî ye.  Ji bo lêgerîna darê û çareserkirina hemû pirsgirêkên xwe bi carekê re dest bi rêwîstiyeke nû kirin. Gundî dibêjin ku Dara Hinarê ya bi bereket ji Mekê hatiye. Ev dar li pey Elî Bin Ebî Talib ketiye. Dema Elî Bin Ebî Talib li Çukurovayê dihistine ku dar li peyî wî ye, ji darê dixwaze ku li girekî Çukuvroayê bicih bibe, da ku ji feqîr û nexweşan re bibe alîkar. Piştî rêzebûyerên trajîdî li ser rê, kom digihîje cihê darê, lê komê tenê qurmê darê dîtin. Cîhan hate guhartin û pê re jî Dara Hinarê jî guherî. Kê cesaret kir ku vê darê bibire? Ew cîhana nû ye ku di çend salan de hebûna cîhana kevn hilweşand.

Çîroka geşepêdana bajarî ya bêhevsengî li Bakurê Kurdistanê, bi mekanîzma û sedemên objektîv û zanebûn, li ser parçeyên din ên Kurdistan li Iraq, Sûriye û Îranê jî derbasdar e. Di serdema rejîmên iraqî yên li pey hev de, tu bajarekî Kurdan tune bûn ku derfetên kar têde hebin, ji bilî karkirina wekî karmend di saziyên dewletê de. Heman tişt ji aliyê hikûmetên Sûriyê yên li pey hev ve jî hate kirin. Hikûmetên Sûriyê herêma rojhilatê Sûriyê ku Kurd û Ereb têde dijîn, ji hêmanên ku gel bi erdê ve were girêdan, bêpar hiştin. Li gorî vê yekê, wekî hikûmetên mîna Tirkiyê yên ku li ser esasê plansaziyeke baldar dixebitin, rewşa obektîfî ya gel li gorî berjwendiyên xwe bikar tînin  da ku rêjeya nifûsa Kurdistanê kontrol bikin û ji bo ku ev herêm bi guhartina demografîk re rû bi rû bimîne û şêniyê wê berê xwe bidin bajarên mezin ên rojavayî Anaddolê, Her wiha koçberkirina yekser jî bikar tînin. Lê belê, ev pêvajo pêk hat û heta niha jî bi awayekî nerm pêk tê.  Geşepêdanê pir caran bi şert û mercên civakî û asta perwerdehiyê ve dihat girêdan. Yeşar Kemal di “Dara Hinarê” de diyardeyê bi çavekî civakî yê ku ketibû nav pîvanên wê de pêşkêş kir, ji ber ku ew yek ji wan kesan bû qurbanê geşepêdanê. Dema ku em romana “Dara Hinarê” ji nû ve analîzeke siyasî û civakî bidinê, em ê bigihîjin deverek veşartî ku ew jî dewlet e û ev lîstok bi awayekî ne jixwe ber têde tê meşandin.

Diyardeya guhartina nisfûsê bi rêya lîstina bi mekanîzmayên geşepêdanê ne tenê li dijî neteweyeke taybet e, ji ber ku siyaseteke armanceke xwe ya diyar heye ew jî kêmkirina rêjeya nifûsê li Kurdistanê ye. Lê bandorên vê nêzîkbûnê, ne tenê li ser Kurdan e, lê belê di rewşeke weke Tirkiyê bandorên wê li ser Ereban û neteweyên tirk ên li ser sînor jî hene. Bê guman mirov dikare bêje ku têkçûna geşepêdana gund û bajaran diyardeyek cîhanî ye, û carinan jî berovajî dibe. Ango bikaranîna geşepêdanê ji bo kişandina nifûsê ji bo herêmek taybet û şikandina karaktera wê ya demografîk a neteweyî ye, wekî ji Katalonya û Baskê li Spanyayê. Di mijara welatekî weke Sûriyê de, nêrîna ku bêhevsengiya geşepêdanê di encama têkçûna rêveberê ya dewletê de ye, bibe mijara nîqaşê.

Dibe ku dewlet nikaribe rêveberiyeke bibandor pêşkêş bike, ji ber vê yekê bêhevsengî li derdorê çêdibe û li yek an du navendên bajaran kombûna dewlemendî û geşepêdanê heye. Ev rewş, ango bêhêziya dewletê, li ser Tirkiyeyê jî dikare were gotin. Lê dema lêkolîna aliyên din ên îdarî, di warê perwerde, tenduristî, veguhestin û bajarvaniyê de were kirin, dewlet wekî hebûneke berfireh diyar dibe ku rêça pêşkeftin û paşketina welêt de konrol kiriye.

Di hin rewşan de dewlet tenê dikare mekanîzmayek cudaxwaziyê ya neyînî bikar bînê, ew e ku tiştek neke û xwe bide nîşanda ku ev derfetên wê ne. Ne hêsan e ku mirov vê reftarê li welatên ku bi rastiyan û bi argumentên qaneker ve girêdayî ye were dîtin. Tevî berbelavbûna vê reftara devjê berdana herêmekê û dewletê li wir ji pêkanîna erkên xwe yên ku dê bi kêrî aramiya civakên herêmî were û ciwan neçar  nemînin ku koçber bibin, li vir dewlet bi erka ku xwezayê azad bihêle endezyariya nifûsê bike, radibe.

Lê, berjwendiyên dewletê ya xwedî meyleke tek netewperestî ya tundraw, di pêkanîna aramiyê ji civakên herêmî re yên ku bingeha çanda kurdî pêk tînin, çi ye?

Bersiva vê pirsê li gorî dîtina ku di rêzên berê de hatine nîşandan were dîtin, her wiha mirov dikare bersivê bi rêbazekî din a vegotina çîroka” bêhevsengiya bi zanebûn ya di geşepêdanê de” bibîne. Ev bêhevsengiyeke dijwar e û bê dilovanî ye, tevî ku objektîf be bê ku dewlet li piştê be. Rêveberekî ya HDP’ê Serî Soraya Onder, dema behsa şerê ku artêşa Tirkiyê sala 2015-2016`an li dijî bajarên Kurdan pêk anî, bi awayekî hostayî ev rewş wisa pênasekirin:”Qanûna geşepêdanê ye, bê dilovanî ye”.

Di pêvajoya salên 50`î de, beşeke mezin ji cotkaran bûne qurbanê vê geşepêdanê û ew wek karkerên bi mûçe ku li ber deriyên zeviyan û kargehan lava dikirin, da ku bixebitin. Ev bêhesengiya civakî ku di nava xwe de jihevxistina têkiliyên çandiniyê yên dîrokî dihewînê, valahiyek afirand, ev valahiya berfireh û wêranker bû û yek ji diyardeyên herî diyar ên vê valahiya wendabûna tevgera şoreşgerî ya 40 salî ya Kurdistanê ye (heta sala 1978). Civaka Kurd di serdema alavan û pîşesazîbûnê de hevsengiya xwe winda kiribû û bêyî ku rêyekê bibîne ku hêmanên destpêkeke nû ji nûve bicivîne, li hember du polîtîkayên nakok ên ku dewlet dimeşîne, bi zanebûn û bi mebest, xwe radestî dewletê kir. Ew jî siyaseta devjêberdana Kurdistanê (di geşepêdanê de) û siyaseta dagîrkirina Kurdistanê (di aliyê ewlekarî û siyasî de) û ew jî aliyekî ku bi “Dara Hinarê” ve girêdayî ye. Em ê xelekeke din ji bo mijarê veqetînin.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî