Stratejiya Enqere ya hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û helwesta navdewletî

By Bedran Çiya Kurd

Stratejiyên ku hikûmeta Tirkiyayê di vê pêvajoyê de bi kar tîne, armanc dike ku di asta yekem de avakirina “Tirkiyaya sedsalê” ye bi rêveberiya AKP û rêveberê wê Erdogan. Ev yek dema ku Erdogan di demên borî de, Peymana Lozanê wekî “peymana îxanet û radestbûnê” bi nav kir eşkere bû û got “Tirkiya êdî sebra wê nayê di nava sînorê peymanê bijî, sînorê ku dewletên rojavayî xêz kiriye.” Her wiha, mirov dikare vê yekê di daxuyaniya rêveberê MHPyê de jî bibîne, dema got divê zinara ewlekarî bi kûrahiya 60 km ji Lîwa Iskenderon dest pê dike û hemû sînorê Tirkiyayê yê başûr digire nava xwe, were avakirin.

Ev daxuyaniyên borî, nîşan dide ku rejîma Tirkiyayê ya desthilatdariya bi rêveberiya AKP û hevalbendê xwe MHPyê, şerekî çarenûsî û hebûnî li dij hemû hêzên ku planên wan ên stratejîk asteng dikin, dimeşînin. Her wiha, ev rejîma Tirkiyayê kurd û gelên herêmê yên hevkarên wan li ser bingehên demokratîka azad, wekî kelema sereke li pêşiya pêkanîna projeya berfirehkirinê li herêmê û wekî sedemekî ku nahêlin Erdogan rola damezrînerê duyem piştî Kemal Ataturk û rêvebirina pêvajoya duyem a damezrandina komara Tirkiyayê li ser esasê neteweperestî-olî bilîze, dibîne. Ne wekî pêvajoya yekem ya ku kurd jê hatin dûrxistin û dewletê hêza demokrat û hêza îslama muhafezekar çewisand.

Em ji vê rastiyê çavkaniya nefreta veşartî li dij kurdan û gelên herêmê û her wiha êrîşên hovane û bi xwîn ên dawî, fêm dikin. Di heman demê de, rejîma Tirkiyayê di destpêka damezrandina komara Tirkiyayê de, bi zanebûn komkujî li dij serîhildanên kurdan pêk anî, ku rêveberên wan serîhildanan li dij komara ku nû hatiye damezrandin serî hildan, ji ber ku rejîma Tirkiyayê ew xapandin û sozên itîrafkirina bi gelê kurd û welatê wan Kurdistanê, pêk neanîn. Sedema vê yekê jî serdestîya rêbaza yekîtiya toranî ya li ser saziyên dewletê bû, niha jî ew dixaze kurd û demokrata ji hindirû ve tesfiye bike, ji ber ku rêjîm dibîne ku ew li pêş avakirina komara nû ya ku idîa dike, li gor rêbaza Itîhad û Tereqiyê ya toranî, ew kelem in.

Rejîma Tirkiyayê di vê demê de bi heman hişmendiya kevn difikire, lê bi rêbaz û têgihîştinên nû yên nûjen li gorî şertûmercên heyî. Lewra ew dibîne ku çi pêşketinên ku kurdan û gelê herêmê bigire nava xwe ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin, wekî metirsî û terorê ku gefê li projeya wê ya berfirehkirnê û serweriyê dixwe, dibîne. Her wiha, mirov dikare girankirina tecrîda li ser birêz Ebdulah Ocalan li Îmraliyê  ji aliyê hikûmeta Enqerayê û êrîşên bi xwîn  ên domdar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û armanckirina hemû çavkaniyên jiyanê, her wiha operasyonên şer li Bakur û Başûrê Kurdistanê, girê bide. Ev operasyonên niha li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî wekî komkujî û îdamkirina ku Tirkiyayê di derheqê rêveberên serîhildanên kurdan di destpêka sedsala borî de pêk anî bi nav bike, wekî Şêx Seîd Pîran û hevrêyên wî û Seyid Riza  û serîhildêrên din.

Ji ber vê yekê, Tirkiyayê bi van hemû kiryarên bi sûc radibe, ji bo ji nû ve nûjekirina xwe wekî hêzeke herêmî û navdewletî ya serwer li ser esasê nûkirina Lozanê û sînorên xwe yên siyasî. Li gorî rêjîma Tirkiyayê ev nûkirin, pêwîstiya wê bi paqijkirina herêmê ji gelên wê yên dijberî zihniyeta berfirehkirinê heye, bi rêya operasyonên qirkirinê yên cuda(fîzîkî-çandî-civakî) li dij gelên ku rêjîma Tirkîyayê ya toranî wan wekî kelmê li pêş pêkanîna projeya xwe ya dagîrkerane dibîne.

Li ser asta navdewletî ya rojavayî, mirov dikare bibêje ku rejîma Tirkiyayê di nava saleke çarenûsî de ye, ji ber pêşketinên mezin û bi lez li herêmê, nexasim piştî vekişandina Amerîkayê ji Efganistanê û şerê Rûsyayê li Ukranyayê û şerê li Xezayê yê ne dawî. Her wiha, diyar dibe ku rola Tirkiyayê hate sînordarkirin, piştî ku NATO bi awayekî mezin li Efganîstanê xwe dispart Tirkiyayê û ji ber durûtiya Tirkiyayê, êdî nema baweriya healên Enqerayê yên di NATOyê de pê tê û êdî NATO nema Enqerayê wekî hevalekî stratejî dibîne.

Ev hersê pêşketinên ku me behsa wan kirine, bandorên yekser li ser çêkirina siyasetên navdewletî ya derbarê çawaniya danûstandina bi rejîma heyî ya li Tirkiyayê re, hene. Di rastiyê de jî, TIrkiyayê giraniya xwe ji bo NATOyê winda kir, wekî çaxa ku di sala 1952yan de tev li NATOyê bû, erka wê ew bû ku bi rola “cendirme” li deverê rabe, da ku berjewendiyên NATOyê li dij Yekitiya Soveytê biparêze.

Di pêvajoyên dawî de, Tirkiyayê rêyeke siyasî ya cuda bi kar anî û li dervayî kevneşopiyên rojavayî tevgeriya, ji ber ku xewna wê ew bû ku roleka herêmî û navdewletî ya serdest bilîze, dûrî fermanên hêzên mezin, vê yekê hişt ku navbera wê û hevalbendên wê xirab bibe, bi taybet piştê şerê Uranyayê. Her wiha dewletên Ewropayê jî êdî dûrî Tirkiyayê difikirin û plan û bernameyên xwe yên stratejîk ji bo xelasbûna ji serweriya rûsî û tirkî ya bi rêyên bazirganî nexasim ku serwerî li ser rêyên enerjiyê dikin, xêz dike. Dewletên Ewropayê taybet dixwaze ji serweriya rûsî û tirkî xelas bibin, nexasim Tirkiyayê ji ber cihê wê yê stratejîk hevrikiyê bi hêzên navdewletî re dike, ku ev yek jî zêdetirî 150 sal in pêk tîne. Di heman demê de, Tirkiya ji ber cihê xwe, hemû stratejiyên  xwe yên siyasî derbarê welatên Ewropayê û Rojhilata Navîn, li ser vî esasî xêz dike.

Hêzên serwer li cîhanê careke din li siyasetên ku hin hêzan bi kar anî û di serî de Tirkiya, di ber çavan re derbas kir. Li ser vî esasî, yek ji lihevkirinên di civîna G20 de li New Delhiya Hindistanî, li  ser vekirina rêyeke bazirganî di navbera Asya û Ewropayê heta Kendava  Erebî û Îsraîlê pêk hat, ev yek jî wekî altirnatîfa rêya Hevrîşm ya çînî ku di Tirkiyayê re derbas dibe.  Hikumeta Tirkiyayê ev altirnatîf  bi awayekî tund red kirin û dît ku rola Tirkiyayê  bi tevahî hatiye paşguhkirin û destpêkirina awayekî rejîma desthilatdar li Tirkiyayê ye, ji bo jiholêrakirina Tirkiyayê wekî lîstivanekî neyînî di dozên herêmî û navdewletî de. Ev yek jî dê li ber çewisandina rola Tirkîiyayê li hembera xurtkirina rola Îsraîlê veke. Ev yek sedemeke sereke bû ji siyaseta Tirkiyayê ya ku Hemas li dij Îsraîlê gur kir, li tenişta ku hêzeke din a mîna Îranê heye ku bi tundî lihevkirinên “Îbraham” ên erebî-îsraîlî red dike.

Ev hemû nîşaneyên bi hêz diyar dikin ku rejîma Tirkiyayê di rewşeke tevlîhev û belav de ye, sedema vê yekê jî ji ber rewşa aloz a navxweyî ya Tirkiyayê di aliyê aborî û siyasî de. Ji ber vê yekê jî rê nade ku rêveberiya pêvajoya heyî ku wekî stratejî dibe bike, di demekê de ku nikarîbû pirsgirêkên xwe bi yên din re dawî bike. Siyaseta Tirkiyayê ya heyî li ser esasê destwerdana di karûbarê Sûriyayê, Iraq, Lîbya, Afrîka û Ukranyayê de ye û ev destwerdan jî hewldanên aramiyê li wan herêman têk bir, li şûna ku bibe destekda hewldanên navdewletî.

Tirkiya armac dike ku ev sedsal bibe sedsala wê bi dûrxistina aliyên din, lê sîstema navdewletî di biryar û nêrînên xwe cudayî Tirkiyayê ye, di vir de bi taybet asta nakokiyan di siberojê de wê zêde bibe. Tirkiya dibîne ku tesfîyekirina dozên siyasî yên navxweyî bi rêya çewisandin û qirkirinê, wê bihêle ku bi hêz bibe û wê xwe vala bike da ku bikeve kêferata sedsalê ya ku me bi bîr xist. Berovajî tiştê ku rejîma Tirkiyayê dixwaze û jê re plan dike, destwerdana di nava van nakokiyên mezin de, bi hebûna gelek dozên navxweyî yên ku nehatiye çareserkirin û mezin bûne,  wê astmosfêra rûxandina rejîmê biafirîne. Ev e tişê ku Tirkîya jê ditirse, hevdemî van pêşketinên heyî, ew tevlîhev û nearam e, êrîşên dawî yên li dij Bakur û rojhilatê Sûrîyayê di rastiyê de belgeyeke zelel e ku ev rêjîm kiryarên herî faşîst dike da ku krîzên xwe derxe derve û ji mezinbûna pêşketinan ditirse.

A giring ew e ku gelên herêmê siyasetên xwe li ser esasê pêşketinên li herêmê, nexasim siyasetên Tirkiyayê yên dijberî îradeya gelên herêmê û daxwazên wan, xêz bike. Xurtkirina têkoşînê û hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de, wê bihêle ku planên berfirehkirinê yên Tirkiyayê yên ku bi awayekî bingehîn xwe dispêre operasyonên qirkirin  û koçberkirina gelan, têk biçin. Têkoşîna hevbeş û hêzên demokratîk dikarin xurttirîn rêjîma zordest li herêmê têk bibin, ev yek wê rê li pêşiya guhartinan û çeksazkirinên demokratîk ên girîng veke û çareseriya dayîm ji yek ji dozên herî sereke ku bê çareserî maye ew jî doza kurdî ye, were peydakirin, ku wê derbasî pêvajoyeke nû bibe.

armanckirinên yekser û bi zanebûn a çavkaniyên debara jiyanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, tenê hewldaneke ji bo ferizkirina siyaseta radestbûn û çimandinê û piştre jî koçberkirina civakekê ku tecrubeya bihevrejiyankirin û rêveberiya hevbeş a bi beşdariya hemû pêkhateyan ava kir. Rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê cuda û cihêwaz e ku ev sed sal in gelên herêmê tiştekî wiha nejiyaye. Rewşa jiyana hevbeş û lêkolîn ji hemû dozên siyasî ya pêkhateyan û avakirina demokratiya civakî ku bi salane êşa zordestiyê kişandin  û parastina doza jinê dike û dozên aborî yên wekî hejarî û bêkarî û parvekirina neadil ji samanan re çareser dike û dozên din ên civaka me di dema sîstema desthilatdarî ya navendî de êşa wê kişandine, çareser dike. Ev hemû dozan niha rêya xwe ber bi çareseriya demokratîk ve dîtine, di bin sîwana konfedraliya demokratîk de ku hemû sûriyayiyan û gelên herêmê  ku di nava şerekî bi xwîn ê kûr de ye, digihîne hev. Niha herêma Rojhilata Navîn bi tevahî li çareserî û lihevkirinên dûrî navendiya desthilatdariya netewperestî-olperestî digere, nexasim pir aniha dewletên ku tê de “Buhara ereban” tê de çêbûye, ji Sûriyayê bigire heta Libnan, Misir, Tûnis, Yemen û Iraqê êdî şertûmercên herêmî amade ne ku konfedraliyên demokratîk ên Rojhilata Navîn ava bikin bêyî ku dest bidin sînorên siyasî yê niha, an jî dê kêferatên kevn û parşebûnên ku hatin ferzkirin neyên çarekirin.

Pir xwezayî ku rejîmên netewperest ên navendî bi awayekî tund parastina desthilatdariya xwe û berjewendiyên xwe bikin û pirrengiya çandî û siyasî û etnîkî red bikin û ji bo bimînin û xwînrîjiya xwe berdewam bikin wê her tiştî bikin. Ev jî tiştekî hevbeş di navbera hemû rejîmên ku şerê hêman û nirxên dîrokî yên ku daxwaza demokrasî û guhartinê dikin. Projeya Rêveberiya Xweser jî nimûneyeke cihêwaz e ku di rewşa buhara erebî de li tevahiya deverê bû pratîkî, ji ber vê yekê jî bi hemû rê û rêbazan tê armanckirin. Tirkiya serkêşê şerê wêrankirina vê projeyê ye, ku li şûna rejîmên netewperest  ên tiyokrat şer dike û êrîşên Tirkiyayê yên dubarekirî jî bi mezintir, armanc dike ku projeya Rêveberiya Xweser di demeke kurt de bi dawî bike, ji bo dayîna sînorekî ji bandorên vê projeyê li ser hundirê Tirkiyayê an jî Sûriyayê yan jî herêmên din dikin. Ji aliyekî din ve jî, bêdengiya ereban bi awayekî giştî û bêdengiya Sûriyayê taybet li ser operasyonên qirkirinê ku rejîma Tirkiyayê pêk tîne, îsbateke eşkere ji piştgiriya siyasta Tirkiyayê ye û encam wê ji bo her kesî bobelat be.

Destwerdana Tirkiyayê di aloziya Sûriyayê û piştgiriya komên terorîst û tundraw û îslama siyasî bi awayekî giştî, hişt ku Sûriya derbasî şerekî mezhebî û etnîkî yên navxweyî bibe ku veger jê nabe. Her wiha, zehmet e jî ku encamên vê aloziyê werin texmînkirin. Lewra aloziyên ku niha dewletên rojavayî û erebî ji ber bandorên aloziya Sûriyayê dibînin, êdî gefê li ser ewlekariya wan a navxweyî jî dike, nexasim bi rêya hinardekirina teror, kaptagon û koçberiyê, di demekê de ku îslama siyasî dozeke tewereyî ye ji bo tevahiya dewletên erebî.

Tirkiya û Qeter nûnertiya lêvegera sereke ya vê şepêla siyasî dikin, ku rola pewirî ya APKyê çaxa ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve giha desthilatê di sala 2002yan de, ew bû ku vê şepêla bişubhet bihundirîne çaxa ku ava bibe, ji ber wê bêdengî û bêhelwestî dê berjewendîyên niştimanî neparêze, lê belê dê rê li pêş metirsîyên mezintir veke, pêwîst e Kombûna Erebî tevbigere û hewlestên hişk nîşan bide li hember êrîşên plankirî yên rêjîma Tirkîyayê yên li ser Sûrîya û Iraqê.

Her wiha, tu dewletên rojavayî û Hevpeymana Navdewletî jî helwest li beramberî dijminahiya Tirkiyayê nîşan nedan û heta li ser asta mirovahî jî, sûcên Tirkiyayê yên li dij mirovahiyê şermezar bikin, ji nava wan ku zêdetirî 5 milyon kes bê av, kehrebe û sotemenî ne û di encama vê yekê jî de nexweşxane, firne, aş û xebatên perwerdeyê hatin rawestandin, di demekê de ku ev herêm li şûna tevahiya cîhanê şerê terorê dike. Dema ku rejîma Tirkiyayê bendên kontrolê yên hêzên ewlekarî û hêzên ku parastina kampên malbatên DAIŞê dikin, zemîna operasyonên şaneyên DAIŞê li dij HSD û ewlekariya giştî, amade dikir. Her wiha, êrîşên Tirkiyayê hiştin ku şaneyên DAIŞê êrîşên xwe zêde bike û li hundirê zindanan û kampan tevlîheviyê çêkin, ev yek jî ji ber ku DAIŞ û girtiyên wê yên di zindanên Rêveberiya Xweser de, ji operasyonên Tirkiyayê moralekî mezin wergirtin. Di vê çarçoveyê de, DAIŞ di êrîşên Tirkiyayê de, derfeteke girîng a birêxistinkirina xwe û destpêkirina êrîşan didîtin. Gelo ma ne diyar e yek ji armancên êrîşên Tirkiyayê zindîkirina DAIŞê ye û rizgarkirina girtiyan ji zindan û kampan e, nexasim têkbirina kedên mirovahiyê ku dewletên hevpeymanê bi rêya gelek rêxistinên mirovahî ku li herêmê ji bo piştgiriya aramiyê ar dikin, pêkêş dike.

Bi vî awayî, bêdengî berjewendiyên dewletên navborî yên bi Tirkiyayê re naparêze, lê belê ev helwestên pûç û durûtî dê li pêş raya giştî ya welatên wan pûçiya wê zêdetir bike, her wiha dê wekî binpêkiriê be ji qanûnên wan re ew jî da ku Tirkîya hin berjewendiyê teng bo rêjîm û hikûmetan pêk bîne. Ev êrîş dê krîza Sûrîyayê dirêjtir bikin û keleman li pêş çareyê deynin, dewletên rojavayî dê bêhtir rûbirûyê koçberiyê bimînin. Ew koçberî li ser milê dewletên Ewropayî bûye barekî giran, her wiha dê bêhtir rûbirûyê metirsiyê terorî bin, ew jî di çarçoveya tiştê ku me bi bîr xist de.

Her wiha, em balê dikişînin ku divê dûrî siyasetên Tirkiyayê yên ku dixwaze gelan bi tevahî qir bike û ji hebûnê rabike, bikevin. Ji ber ku Tirkiya dixwaze hemû hêzan ber xwe ve bikşîne û bixe xizmeta vê siyaseta xwe, nexasim tevlîkirina dewletên NATOyê. Em qebûl nakin ku hûn bibin hevkarên Tirkiyayê di kuştina gelê me de, em wekî gelên herêmê rojekê me gef li berjewendiyên tu dewletê nexwariye, berovajî em bûne serkêşê şerê bi Hevpeymana Navdewletî li dij terorê li şûna cîhanê û me destwerdan kir di pêkanîna ewlehîya navdewletî û seqemgîrîya cîhanî. Kûrkirina ewlekarî û tunekirina terorê bi rêya desteka projeya Rêveberiya Xweser û redkirina desteka siyasetên Erdogan ên tawankar, pêk tê. Tirkîya helwestên dewletên rojavayî yên pûç keysbaz dike, bêdengiya wan keysbaz dike da ku êrîşên xwe berdewam bike û bêhtir komkujîyan derheqê gelê me de pêk bîne.

Bedran Çiya Kurd; Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê