Şingal di navbera bermahiyên qirkirinê û şerê îradeyê de

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Lêkolîn bi zimanê erebî jî heye

Herêma Şingalê (navê wê yê fermî Sincar), wekî cihê dîrokî yê kurdên êzidî ye. Di serdema rejîma Partiya Beisê li Iraqê (1968-2003) de, ji ber piştgiriya xelkê Şingalê ji şoreşa kurdan re û red kirin ku dest ji nasnameya xwe ya neteweyî berdin,  rastî hemleya koçberkirin û guhartina demografîk a bi zanebûn hat. Lewre, wekî cezayê êzidiyên herêma Şingalê, hemleya koçberkirina berfireh a ber bi komelgehan ve hate pêkanîn, piştî ku hikumeta Iraqê ax û malûmilk ji wan stand û li eşîrên ereban ên xwecihî belav kir. Di vê çarçoveyê de, sala 1975an hikumeta Bexdadê biryara koçberkirina hemû xelkê gundên êzidiyan (132 gund) da û bi darê zorê li 12 komelgehan ku taybet ji bo wan ava kir, bi cih kirin. Di encama vê biryara çewisîner de, hebûna êzidiyan ji wan gundan bi temamî hate rakirin û bi darê zorê êzidî li komelgehan ku navê erebî yên xwedî wateyên dîrokî li wan kirin, hatin bicihkirin. Ev komelgeh navê wan ê erebî û kurdî yên resen wiha ne: Temîn/Dohola, El-Qadisiye/Tilbenat, El-Welîd/Zorava, El-Irûbe/Xansor, Hitîn/Dugirê, El-Beis/Tilqeseb, El-Qehtaniye/Tilezîz, Yermûk/Pûrik, El-Endelus/Guhbel, El-Cezîre/Sîba Şêxdirê, El-Ednaniye/Girzerk, El-Şemal/Sinûnî. (1)

Şingal di serdema Beisê û parvekirinê de

Herêma Şingalê di bin desthilatdariya hikûmeta navendî ya Bexdadê de ma ango li dervayî çarçoveya rêveberiya Herêma Kurdistanê ma. Her wiha, biryara Encûmena Navdewletî ya hejmara 688 a di nîsana 1991ê de Şingal negirt nava xwe, ango qedexekirina esmanî li herêmên bakurê Iraqê û başûrê wê, nehate ferizkirin. Lewra êzidî neçar man ku bi desthilatdariya navendî re bijîn û di aliyê rêveberî de girêdayî parêzgeha Neynewayê bin ku navenda wê bajarê Mûsilê bû. Êdî êzidî di vê rewşê de ango di 12 komelgan de dijiyan û ji xêrûbereketên axa wan li gundan ku rejîma Beisê bi darê zorê ew jê derxistin bêpar man û di heman demê de ji aliyê dewletê ve hatibûn paşguhkirin, heta destwerdana leşkerî ya Amerîkayê ya sala 2003yan. Di encama vê destwerdanê de jî, rejîma Sedam Hisên hate hilweşandin û Ii Iraqê pêvajoya siyasî a li ser esasê parvekirina etnîkî dest pê kir. Di vê çarçoveyê de, mijara girêdayî êzidiyan jî, di navbera hikûmeta navendî li Bexdad û hikûmeta Herêma Kurdistanê peymanek hate çêkirin ku “Parêzgeha Şingalê” ji nava herêmên binakok in, ango bi navê xwe yê fermî û di wêjeyên siyasî de navê wan bûn: (Herêmên madeya destûrî ya bi hejmar 140).

Li gorî naveroka peymanê ya li ser esasê vê madeya destûrî: Rakirina hemû şop û diyardeyên proseya erebîkirinê, piştre serjimêriya nifûsê û normalîzekirina bi temamî û herî dawî jî pêkanîna referandomê li ser çarenûs û girêdanbûna Şengalê, ango wê “Parêzgeha Şingalê” di aliyê rêveberî de girêdayî Herêma Kurdistanê be an jî wê di rewşa xwe ya heyî de bimîne? Lê ev doz di wê demê de nehate çareserkirin û Şingal ma girêdayî parêzgeha Neynewayê. Di encama vê yekê de jî, nîşaneyên êş û azarên mezin derketin holê, ku ji ber rewşa ewlekarî ya tevlîhev li parêzgehê û taybet li bajarê Mûsilê, Şingal û xelkê wê hatin dorpêçkirin û para herêmê ya darayî û xizmetguzarî negihaşt  Şingalê. Di heman demê de, komên terorîst derketin û li dij êzidiyên li bajarê Mûsilê rêzekiryarên kuştin, tasfîyekirin û teqînê pêk anîn. Di encama vê yekê de jî, bi hezaran êzidî ji bajarê Mûsilê derketin û malûmilkên xwe li pey xwe hiştin û bi sedan ji xwendekarên êzidî xwendina xwe li zanîngehên Mûsilê rawestandin û vegeriyan malbatên xwe yên li Şingalê û ji gefên komên tundraw û bangên kuştin û koçberkirinê reviyan. Di heman demê de jî, pirsgirêk û zehmetiyên xizmetguzarî li Şingalê zêdetir bûn, ji ber ku navendê ango Bexdadê para herêmê rê nedikirin (2).

Şingal veguherî herêmeke binakok a di navbera desthilatdariya navendî (bi awayekî piratîk hikûmeta biçûk li Neynewayê bi rêveberiya netewperestên ereb ên sinî) û PDKyê de, ku hewl da ku desthilatdariya xwe bi cih bike û serweriya xwe di nava xelkê êzidiyan de belav bike û xwe bispêre wan da ku hejmareke mezin a dengan di hilbijartinên xwecihî yên li Neynewayê, bi dest bixe. Di encama nelihevhatina berjewendiyan û şerê li ser rêveberiyê ya di navbera hikûmeta navendî li Bexdadê û xwecihî li Neynewayê ji aliyekî ve û PDK ji aliyê din ve jî, bandoreke neyînî li rewşa êzidiyan kir. Lewra, navendê para “Parêzgeha Şingalê” qut kir, bi bihaneya serweriya PDKyê û bikaranîna siyaseta “de facto” û hewldana wan a ferizkirina rêveberî û hebûna xwe ya leşkerî û ewlekarî û bicihbûna li cihê diyarder û serweriya dewletê. Lê PDKyê ji aliyê xwe jî, aliyên xizmetguzarî û pêşketinê li herêma Şingalê paşguh kiribû, bi bihaneya ku Şingal di aliyê rêveberî de girêdayî Neynewayê ye û para xwe ji navendê digire û û tu para wê di gencîneya Herîma Kurdistanê de tuneye. Tenê xema PDKyê ew bû ku dengên êzidiyan di hilbijartinan de qezenc bike û ev yek jî bi rastî pêk dihat. Di vê çarçoveyê de, di hilbijartinên encûmena parêzgeha Neynewayê ya sala 2005an de, lîsteya “Biratî”  ya girêdayî PDKyê 12 kursî bi dest xistin, 9 ji wan ji êzidiyên xelkê Şingalê bûn. Her wiha, di hilbijartinên encûmena parlamenterên Iraqê ya heman salê de jî, (lîsteya kurdistanî) piraniya dengên êzidiyan li Şingalê (zêdetirî 110 hezar deng) bi dest xistin, lê tevî yekê jî vê yekê di vê lîsteyê de ku ji 54 parlamenteran pêk dihat, kesekî êzidiyên Şingalê bi xwe jî tê de tune bû. Ev yek jî bû sedema nerazîbûnê di nava êzidiyan de, ku gazinca siyaseta cudabûnê ku PDK derheqê êzidiyan de pêk tîne dikirin.” (3)

Hedefgirtina êzidiyan li ser nasnameyê

Ji ber rawestandina karkirina bi madeya destûrî ya bi hejmara 140 û mezinbûna kêferatê di navbera PDK û hikumeta navendî li Bexdadê de û derketina komên cîhadîst li gelek herêmên parêzgeha Neynewayê  û belavbûna wê û hewldana wan a serweriya xwe li ser erdê û derketina valahiya ewlekarî ya mezin, êzidî rastî rêzeêrîşên û sûcên kuştin û revandinê li ser nasnameyê li Mûsil, Rebîa û Tileferê hatin. A herî zêde hovane jî, komên cîhadîstî 24 karkerên êzidî  ku li kargeheke teşiyan a nêzî Mûsilê dixebitîn di 22yê nîsana 2007an de kuştin. Piştre, êrîşa terorîst a mezin bi rêya bikaranîna sarincên bombebarkirî li dij xelkê komelgehên Tilezêr û Sîba Şêx Xidir di 14ê tebaxa 2007an de û di encama vê yekê de jî zêdetirî 400 sivîlî hatin kuştin û bi hezaran birîndar bûn. Rojnamevanê amerîkayî, Eugene Robinson di gotareke xwe di rojnameya Washingon Postê de, ev êrîş wekî duyem tundtirîn êrîş piştî êrîşa 11ê cotmehê bi nav kir. (4)

Lewra, rewşa ewlekarî her çû xerab bû, ji ber alozî û hevirkiya dijwar di navbera PDK û hikumeta navendî  li Bexdadê li ser desthildarî û serweriyê li Şingalê de. Bi seba ku Hewlêr û Mûsilê (paşê Bexdadê) xwe ji ber garantiya deverê dan alî, dever bê xwedî ma û ji projeyê geşedan û xizmetguzariyê bêpar ma, ev tev de bi bihaneya ku Şingal ne di bin serweriya wan de ye û hê çarenûsa wê di navbera herdu hikûmetan de nexuya ye. Ev siyaset bandoreke pir neyînî li welatiyan kir ku tenê xema wan peydakirina pêdiviyên xwe yên sereke û nanê xwe yê rojane bûn, ev yek jî ji ber nebûna derfetên qezencê û ji kar û xwendinê li bajarê Mûsilê qut bûn piştî ku hizirê tundrew û serweriya komên cîhadîst li wir belav bûn.  Ji aliyekî din ve jî, hin hêzên êzidî yên xwecihî daxwaz ji Bexdad û Hewlêrê kirin ku sînorekî ji rewşa paşguhkirinê re deyînin û rewşeke siyasî ya cuda bidin “Parêzgeha Şingalê” da ku xelk karibe xwe bi xwe rê ve bibin û desteka pêwîst pêşkêş bikin, da ku hêzeke parastinê ava bikin ku karibe welatiyên êzidî ji êrîşên komên  cîhadîst biparêzin. Lê ev daxwaz ji aliyê Bexdad û Hewlêrê ve tu giringî nehate dayîn û dever ji hêla projeyên geşedan û ximetguzariyê bêpar ma, her wiha neserweriya ewlehiyê rê li ber komikên cîhadîst vekir ku rêyên ku karkerên êzidî bi kar tînin bigirin û rastî êrîş, şêlandin û revandinê bên.

 Derketina “DAIŞ” û  nîşaneyên qirkirinê

Rêxistina “DAIŞ” bi awayekî xurt li Iraqê derket holê û ji fişar û parçebûna siyasî a di navbera hêz û pêkhateyên Iraqê de sûd wergirt. Her wiha endamên wê êdî li gelek herêmên piraniya xwe sinî ne, belav bûn û dest danîn ser bajarok û gundan û ji lawazbûn û belavbûna hêzên artêşa Iraqê sûd wergirtin, ku di artêşa Iraqê de nakokî û pevgirtinên etnîkî derketin û ev yek jî bandor li amadebûn û moralên leşkerên Iraqê di şer û parastina bajaran de kir. Di vê çarçoveyê de, di 6 hizêrana 2014an de, bi sedan endamên rêxistina DAIŞê bajarê Mûsilê ku tê de milyonek kes dijiya dagîr kirin û di 15ê hizêrana 2014an de rêxistina DAIŞê dest danî ser bajarê Tileferî yê piraniya xwe turkmen. Di van herdu operasyonan de, têkçûneke mezin û lezgîn di nava artêşa Iraqê de li pêşiya êrîşên dijwar ku endamên rêxistina cîhadîst li dar xistin, çêbû. Di heman demê de, artêşa Iraqê ne ku tenê têkçû û belav bû, lê belê gelek çekên giran û cebilxaneyên cur bi cur li pey xwe hiştin. Her wiha, dîmenê ku rêxistinê belav kir û tê de bi sedan leşkerên artêşa Iraqê qetil kirin, ku di wê demê de bi navê komkujiya baregeha Sibayîker  a hewayî (12ê hizêrana 2014) hate naskirin, bandoreke mezin di moralên artêşa Iraqê de çêkir, ku diviyabû li pêşiya rêxistina “DAIŞ”ê bisekinin û rê nedin ku herêmê dagîr bike û tê de belav bibe. Di nava têkçûna ewlekarî û hilweşandina bi lez a artêşa Iraqê, êdî Şingal û xelkê wê yekser gef li wan dihate xwarin, nexasim piştî ku “DAIŞ” piştî çend rojan ji dagîrkirina Mûsilê, dest danî ser bajarê Tileferê û êdî xelkê bi awayekî eşkere digotin ku armanca endamên “DAIŞ”ê piştî dagîrkirina Mûsilê û Tileferê, bê gûman Şingal e.

Rûxandina artêşa Iraqê li pêşiya pêşketina cîhadîstan û reva efser û leşkerên Iraqê û hiştina depoyên mezin ji çekan li pişt xwe, hişt ku ev yek tevlîheviyeke mezin û tirsê û aloziyê li tevahiya Iraqê çêbibe, nexasim li herêmên navîn û bakur. Di vê çarçoveyê de, li Şingalê zêdetirî 11 hezar pêşmergeyên PDKyê tê de bi cih bûbûn ku Serbest Babirî berpirsê şaxê 17an ê PDKyê serpereştiya pêşmergeyên li Şingalê dikir. Her wiha, Babirî di 2ê tebaxa 2014an de ango beriya êrîşa DAIŞê bi rojekê li ser Şingalê, ragihand ku hêzên wî amade ne ji bo parastina Şingalê û xelkê wê li pêşiya çi êrîşeke gengaz a cîhadîstan û anî ziman ku rewş aram e û hêzên Pêşmerge dest daniye ser tevahî dergeh û sînorên Şingalê (5).

Dîyar bû ku hêzên Pêşmerge tiştên ku li ser erdê çêdibûn û belavbûna rêxistina “DAIŞ”ê li Mûsil û Tileferê û rûxandina firqeyên artêşa Iraqê û bi destxistina endamên rêxistina DAIŞê çekên giran ên cur bi cur dişopand. Her wiha beriya wê jî dengvedana komkujiya bi tirs ya tasfîyekirina leşkerên Iraqê yên dîl li baregeha Sibayîkerê bihîstin. Di heman demê de, fermandarên meydanî yên Pêşmergeyan jî piştrast dikirin ku ew amade ne bersiva êrîşên rêxistina DAIŞê bidin eger ku êrîşî Herêma Kurdistanê an jî herêmên bi desthildariya navendî re nakok (herêmên madeya 140) bike. Girîngtirîn û  bihêzirîn daxuyanî ya serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî di 27ê hizêrana 2014an dema hevdîtina xwe bi wezîrê karê derve yê Birîtanyayê bû û tê de got hêzên Pêşmerge derbasî herêmên bi nakok ên bi hikumeta navendî re bû, piştî dagîrkirina DAIŞ ji Mûsil re û vekişandina artêşa Iraqê, da ku wan herêman biparêzin û rênedin ku ew herêm bikevin destê terorîstan.  Her wiha, madeya 140 jî a destûrê Iraqê pêk hat piştî ku Pêşmerge derbasî herêmên bi nakok bûn. Barzanî behsa herêmên binakok ên bi navendê re li Kerkûk, Neynewa, Diyala û Selahedînê dikir (6).

 Êrîşa “DAIŞ” û vekirina korîdora ewle

Di 3yê tebaxa 2014an de, rêxistina “DAIŞ”ê êrîşeke berfireh bir ser komelgehên Şingalê û bê tu berxwedanê ji aliyê Pêşmergeyên PDKyê ve kete nava komelgehan, ku Pêşmerge ji nişkan ve û lezgîn ji Şingalê vekişiyan. Ev yek jî bû sedem ku tirs û xof di nava xelkê de belav bibe ku bi awayekî bêserûber ji bo xwe xelas bike ji tasfîyekirina li ser destê endamên DAIŞê, derketin. Di vê çarçoveyê de, bi dehhezaran ji xelkê komelgeha Herêma Şemalê berê xwe daen rêzeçiya û ji wir berê xwe dane sînorê Sûriyayê. Lê bi hezaran ji xelkê komelgeha herêma Quble nikarîbûn xwe di êrîşa di berbanga sibehê de xelas bikin û di komelgeh û geliyan de ketin dorpêçê. Di roja yekê ya êrîşê de û belavbûna agahiyên ku bi hezaran êzidî berê xwe dane sînorê Sûriyayê, da ku derbasî herêmên Rêveberiya Xweser/Kantona Cizîrê bibin, YPG û YPJyê bi awayekî lezgîn destwerdan kirin û bi sedan ji şervanên xwe rêkirin herêmên sînorî, da ku korîdora mirovahî ya ewle vekin û di encama vê yekê de zêdetirî 150 hezar êzidî xwe xelas kirin û derbasî herêmên Rêveberiya Xweser (120 hezar ji wan dikarîbûn bi rêya korîdorê di 8 rojên destpêkê yên êrîşê de xwe xelas bikin) bûn. Her  wiha, şerên dijwar  bi endamên rêxistina DAIŞê re ku çek û cebilxane ji artêşa Iraqê girtibû derket, ku DAIŞê hew da korîdor bigire da ku nehêle êzidî xwe xelas bikin. Şervanên YPG û YPJyê bi lehengî şer kirin û êrîşên “DAIŞ”ê şkandin û nehiştin ku ev korîdor were girtin. Di encama wan şeran de, derdora 300 şervanên YPG û YPJyê di oxira vekirina korîdor de û parastina wê û operasyonên rizgarkirina sivîlên êzidî, şehîd bûn (7).

Her wiha, Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê PKKyê bi awayekî lezgîn derbasî Şingalê bû da ku parastina wê bike. Di heman demê de, komeke biçûk ji şervanên PKKyê jî beriya êrîşa “DAIŞ” di Şingalê de bûn û wan serpereştiya berxwedana gel a li dij êrîşan kir, her wiha ciwanên êzidî birêxistin kirin da ku bersiva cîhadîstan bidin û sivîlan rizgar bikin. Piştre, ev koma biçûk bi rêveberiya fermandar Egîd Civiyan alîkarî da xelkê Şingalê da ku xwe birêxistin bikin û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ava bikin (8).

Vekişandina Pêşmergeyên PDKyê

Vekişandina hêzên Pêşmergeyên PDKyê ji nişkan ve  û bi lezgînî piştî êrîşa DAIŞê ya li dij Şingalê, tevî ku berê piştrast dikirin ew ê parastinê xelkê herêmê heta dawiyê bikin, gelek pirs û texmînan bi xwe re tîne wekî: Hêzên Pêşmerge bi pêşketina lezgîn a DAIŞê û hêza xwe çekên xwe yên mezin  piştî ku dest danîn ser çekên cur bi cur û çekên giran ên artêşa Iraqê, matmayî man. Her wiha, rêveberiya PDKyê ji Pêşmergeyan daxwaz kir ku bi awayekî lezgîn vekişin û bi endamên DAIŞê re nekevin nava şer û berê xwe bidin herêmên girîng ên li Duhok û Hewlêrê û di encamê de, dest ji Şingalê û xelkê wê berdan. Di heman demê de, axaftineke din heye li ser şaştiya di “hesabên” PDKyê de ku texmîn kirin ku “DAIŞ” êrîşî Şingalê nake, lê belê wê berê xwe bide herêmên navîn ên Iraqê û ber bi paytexta Iraqê Bexdadê ve biçe û dagîr bike. Fermandarê ewlekariya niştimanî yê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesrûr Barzanî ev şirove ji rojnameya Der Spiegel re pêşkêş kir û got wam bi awayekî têrker amadekariya bersivdayîna DAIŞê nekir, ji ber wan texmîn dikir ku “DAIŞ” piştî ku gelek komên cîhadîst ên sinî ji hizêrana 2014an ve tev lê bûn, wê tevlêbûna siniyan bi kar bîne û berê xwe bide Bexdadê da ku hikûmeta Nûrî El-Malikî ji ber siyasetên wî yên mezhebî têk bibe û li ser mentiqî êrîşî Kurdistanê nake. “em li êrîşa DAIŞê ya li ser Kurdistanê matmayî man, em jê re ne amade bûn”. (9)

Ji aliyê xwe ve jî, piştî êrîşa li ser Şingalê û vekişandina hêzên Pêşmerge, serokê herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî daxuyaniyek da û got: “Piştî bûyerên Şingalê û karaseta ku bi ser xwişk û birayên me yên êzidî de hat, rayedarên ewlekarî û leşkerî û yên partî ku erka wan parastina herêma Şingalê bû, ji erk hatin xistin. Her wiha, komîteyek ji bo diyarkirina rastiyan hate avakirin û wê ew rayedarên ku kêmasî di parastina gel û Pêşmerge de kirine, ceza bike.” Lê piştî dem derbas bû, rêveberiya PDKyê sozên xwe pêk neanîn û tu lêpirsîn li bara cekişandina Pêşmergeyan venekir, en jî tu berpirsyar pêşkêşî dedgehê nekir û tu berpirsyar ji karê xwe nehat xistin, çi siyasî be çi jî leşkerî be. (10)

Qirkirin an jî “Fermana 74an”

Di encama karaseta êrîşa DAIŞ li ser Şingalê de, bi hezaran êzidî hatin qetilkirin (tenê di qetilkirina gundê Koçoyê de zêdetirîû 500 mêrî hatin qetilkirin) û bi hezaran keçên ku DAIŞê dest danîn ser wan hatin sebîkirin û hejmareka mezin ji wan li Mûsil, Reqa û Tileferê hatin firotin. Her wiha, wekî encama êrîş û dagîrkeriya “DAIŞ”ê li ser Şingalê, ku êzidiyan wekî fermana 74an binav kir, lêkolînerê êzidî Murad Xitarî navê 7 hezar û 400 kesên ku li ser destê endamên DAIŞê hatin kuştin, belge kir. Xetarî di pirtûkeka mezin a belgekirinê de ku ji 8 beşan pêk tê û li bara komkujîyê ye bi navê (jînosîda êzidî) bi bîr xist ku hejmara kesên widayî, dîl û sebiyeyan 1835 e, hejmara gorên komê 76 e û rêxistina DAIŞê bi dehan ziyaretên ola êzidî teqandine. Her wiha ji sala 2014an ve û heta niha 1207 jin, 339 mêr, 2008 zarok hatine rizgarkirin û derdora 320 hezar kesên koçberkirî hene ku heta niha di kampên Herêma Kurdistanê de ne û 100 hezar kesên êzidî dest ji Iraqê berdane û ber bi welatên din ve koçber bûne. (11)

Di 13ê mijdara 2017an de, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bi hevkariya bi HPG û YPGyê re, bajarê Şingalê ji dagîrkeriya DAIŞê rizgar kirin. Operasyona rizgarkirin û paqijkirina komelgehên herêma Şingalê ji endamên rêxistina DAIŞê ya terorîst di sala 2015an de dest pê kir û li kêleka YBŞ û HPGyê, hêzên artêşa Iraqê û Heşd Şebî û hêzên Pêşmergeyên PDKyê jî, tev li operasyonê bûn (12).

Rêveberiya Xweser û êrîşên Tirkiyayê

Parêzgeha Şingalê tevî ku ev 9 sal zêdetir in li ser êrîşa rêxistina DAIŞê re derbas bûye, rastî gelek pirsgirêkên mezin tê, ya herî girîng hebûna piraniya êzidiyan li derve, nexasim li kampên li Başûrê Kurdistanê û koçberkirina bi dehhezaran êzidî ber bi dewletên cîhanê ve, her wiha êrîşên dewleta Tirkiyayê û hedefgirtina karmendên Rêveberiya Xweser a xwecihî û fermandar û şervanên YBŞyê. Her wiha, di encama êrîşên Tirkiyayê bi balafirên şer an jî bi dronan an jî bi rêya mayîn û teqînan, bi dehan kadroyên rêveberî û leşkerî yên êzidî yên Rêveberiya Xweser, jiyana xwe ji dest dan (13).

Li Şingalê niha, nexşeya serwerî di navbera hikumeta navendî ku ji diyardeyên rêveberî, artêş ûheşdê pêk tê û Rêveberiya Xweser ku xelkê Şingalê di 15ê çileya 2015an de ava kiriye û rêveberiya gelek herêman dike nexasim herêmên bakurê Şingalê û ji aliyê YBŞ û hêzên Asayîşa Êzidxanê ve têne parastin. Rêveberiya Xweser a xwecihî li Şingalê û YBŞ û nûnerê siyasî Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidî (ku di hilbijartinên encûmena parêzgeha Neynewayê de ku di 18ê kanûna 2023yan hate lidarxistin, kursiyek bi dest xist) hewl dide xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê bike û girîngîyê bide aliyê rêxistinbûyîn û aliyê perwerde, tenduristî, zarok û jinê, di çarçoveya xizmeta cikava Şingalê de, xurtkirinatêkilyên civakî di navbera pêkhateyan de li ser zemîna lihevkirin, hevkarî, perevjiyanê û nûnertiya îradeya xelkê di sazî û nûnergehên dewletê di li Mûsil û Bexdadê. Her wiha birêxistina başkirina rewşê li Şingalê û jiyan lê vegere wekî berê, ango berî komkujiya 2014an. Birêveçûyîna başkirina rewşê li Şingalê bi awayekî zehmet û dereng dimeşe, ji ber ku îradeyeka siyasî ya hevgirtî tuneye ku li ser projeyeka niştimanî li hev bikin da ku koçber ji kampên Herêma Kurdistanê vegerin, her wiha projeyên geşedanê, bipêşxistina zemînê, projeyên aborî û xizmetguzarî peyda nabin. Her wiha dewleta Tirkiyayê bi awayekî yekser (leşkerî û siyasî) destwerdanê di deverê de dike û tevliheviyê çêdike, her wiha îradeyeke gelêrî ya azad û hêzeke rêxistinî û leşkerî tuneye da ku nûnertiya gelê Şingalê bike, wekî çawa ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê heye.

 Têbînî: Ev lêkolîn bi zimanê erebî hatiye nivîsîn û di beşê erebî yê NKLyê de hatiye weşandin û wergerî kurmanciyê hatiye kirin. Lewre me xwest ku çavkaniyên vê lêkolînê wekî xwe bimînin, da ku xwendevan karibe li reseniya wan çavkaniyan vegere.

 Lêveger û çavkanî:

1ـ د.سعيد خديده علو: شنكال (سنجار) 1921ـ1980 دراسة في تعريب المنطقة من قبل الحكومات العراقية. موقع ( بحزاني.نت) 7 أغسطس/ آب 2020.

2ـ شنكال من التهميش والإقصاء إلى احتلال “داعش”!. المركز الكردي للدراسات 3 سبتمبر/ أيلول 2014.

3ـ طارق حمو: عن “كرد المركز” و”كرد الأطراف”. موقع (فيلي.أورغ) 4 سبتمبر/ أيلول 2009.

4ـ روجين روبنسون: العراق: مصير الإيزيديين…و”القاعدة” أيضاً. صحيفة (الشرق الأوسط) 20 أغسطس/ آب 2007.

5- Der Verrat von Shingal. Ezidipress.com. 3 August 2015. Link

6ـ بارزاني: انتفاء المادة 140 من الدستور العراقي بعد دخول البيشمركة. صحيفة (المصري اليوم) 27 يونيو/ حزيران 2014. الرابط:

https://www.almasryalyoum.com/news/details/472058

7ـ مظلوم عبدي: حزب العمال الكردستاني قدّم 4 آلاف شهيد في روج آفا. موقع (المرصد السوري لحقوق الإنسان). 6 ديسمبر/ كانون الأول 2020.

8- Fermandarê Şingalê Egîd Civyan. Yeni Özgür Politika 11 Cotmehê 2020. Lînk:

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-fermandare-sengale-egid-civyan-5563

9- Ein unfassbarer Fehler“ Der kurdische Geheimdienstchef Masrur Barsani fordert Waffenlieferungen und weitere Luftschläge der USA. Der Spiegel Nr- 35/ 2014. Link:

https://magazin.spiegel.de/EpubDelivery/spiegel/pdf/128859936

10ـ الرئيس مسعود بارزاني يوجه رسالة إلى الرأي العام. الموقع الرسمي للحزب الديمقراطي الكردستاني 14 أغسطس/ آب 2014. الرابط:

https://www.kdp.info/a/d.aspx?l=14&a=68483

11ـ طارق حمو: في ذكرى الإبادة في شنكال: تركيا تقتل وبغداد تصمت والإيزيديون يعانون. المركز الكردي للدراسات 3 أغسطس/ آب 2023.

12ـ يوم تحرير شنكال…يوم الانتقام والانتصار والفخر. موقع (وكالة فرات للأنباء). 13 نوفمبر/ تشرين الثاني 2023. الرابط:

https://anfarabic.com/%D9%83%D8%B1%D8%AF%D8%B3%D8%AA%D8%A7%D9%86/ywm-thryr-shnkal-ywm-alantqam-walantsar-walfkhr-98265

13- Komkujiyên dewleta tirk ên bi balafirên bêmirov. Malpera “Ajansa Nûçeyan a Firatê” 5 Berfanbar 2023. Link:

https://anfkurdi.com/rojane/komkujiyen-dewleta-tirk-en-bi-balafiren-bemirov-176616