Şewata li Mêrdîn û Amedê û siyaseta Tirkiyayê li hemberî kurdan bû rojeva bernameya NKLyê

Navenda Kurdî ya Lêkolînan di 22ê hizêranê de, derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê de bernameyek organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevanê kurd Memed Drewş mijara borî nirxand.

Rojnamevanê kurd Memed Drewş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şewatên mezin ku li zêdetirî 20 gundan rû da û zirareke mezin gihand xelkê sivîl û da zanîn ku di encama vê şewatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezara sewal mirin û mewsima çandiniyê jî şewitî û wiha dewam kir: “Dewleta Tirkiyayê ku siyasetên faşîzimê li dij herêmên kurdan dimeşîne, derbarê şewata ku derketiye tiştek nekir. Her wiha saziya belavkirina kehrebeyê ya bi navê “D-DAŞ” ew sedema sereke ya pêketina agir bû, ku ev sazî jî bi siyaseta cudekarî û zordarî li dij herêmên kurdan tê naskirin û di havînê de, kehrebeyê li ser herêmên kurdan qut dike. Lewra, ev sazî ku toreyên kehrebeyê yên xerab bûne çênekirin, di encamê de şewat derket. Ji aliyekî din ve jî, gel û saziyên kurdan û partiyên demokratîk, bi awayekî lez ketin tevgerê û hemû derfetên xwe serferber kirin, da ku asta karaseta jîngehê kêm bikin.”

Memed Drewş piştrast kir ku zihniyeta dewleta Tirkiyayê bi rêveberiya AKP/MHPyê êdî ji her kesî re diyar e ku derbarê mijarên xizmetguzarî û projeyên binesazî, zihniyeteke nîjadperestî û faşîzim e û got: “AKP/MHP siyaseta qirkirinê li dij gelan û hêzên demokratîk dimeşînin û hemû bendavên avê û golên ku çêkirine tevahî li herêmên kurdan in. Ev projeyên mezin jî daristanan dike hedef û bi sedhezaran dar qut dikin û ev yek jî bandoreke neyînî ya yekser li ser jiyana aborî, çandinî û civakî dike û dihêle ku gel ji cihê xwe yê resen koçber bibe. Dewleta Tirkiyayê bi heman zihniyetê û heman siyasetê li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne û ev yek jî di êrîşa li dij binesaziya Rojavayê Kurdistanê de, diyar bû”.

Drewş anî ziman ku ev siyaseta metirsîdar ku dewleta Tirkiyayê pêk tîne ne nû ye, ev siyaseta di dîrokê de berdewam e heta niha, wekî ku tê zanîn ku dewleta Tirkiyayê gelek komkujî li dij ermen, rom û suryanan pêk anî û wiha dewam kir: “Dewleta Tirkiyayê dixwest heman qirkirin li dij kurdan pêk bîne, lê neçû serî ev yek jî bi saya têkoşîna PKKyê bû. Bi gotineke din xeyala dewlet-netew ku dewleta Tirkiyayê re jê re plan dikir, bi derketina Şoreşa Rojava û berxwedana dîrokî ya HPGyê li çiyayê Kurdistanê, ev xeyal têk bir.”

Drewş bal kişand ser pêşketina teknîkî li gel HPGyê û ev nirxandin kir: “Çekên parastina hewayî ku gerîla li dij balafirên dron ku dewleta Tirkiyayê di şerê li dij kurdan de bi kar tîne, pêş xistiye hevsengiyên leşkerî û siyasî guhartin. Dewleta Tirkiyayê di vê demê de bi hemû derfetên xwe yên leşkerî, siyasî û diplomasî hewl dide ku berxwedana gerîla û gelê kurd têk bibe. Ji aliyekî din ve jî em zanin ku PDK destekê dide artêşa Tirkiyayê, da ku planên xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih bike. Lê ev alîkarî têrê nekir û dewleta Tirkiyayê di vê derbarê de bi Bexdadê re pyeman îmze kir.”

Têkildarî erkdarkirina qeyûman jî li şaredariyên Bakurê Kurdistanê rojnamevan Memed Drewş destnîşan kir ku ev siyaset armanc dike jiyana civakî, aborî û çandî ya li ser esasê azadî û demokrasiyê ku wê şaredariyên DEM Partiyê pêk bînin, tasfîye bike û got: “AKP/MHP, diwazin tolê ji berxwedana gelêrî bistînin bi rêya erkdarkirina qeyûmên faşîst.”

Drewş diyar kir ku hevalbendiya AKP/MHPyê di nava aloziyeke rasteqîn de ne û wê ev hevalbendî di dawiyê de têk biçe, lewra diyar e ku wê serokê MHPyê daxwaza hilbijartinên pêşwext di demên pêş de bike.

Têkildarî gefên dewleta Tirkiyayê yên dawî jî eger hilbijartin pêk werin wê êrîşeke leşkerî pêk bîne, rojnamevan Memed Drewş eşkere kir ku siyaseta dewleta Tirkiyayê derbarê Şoreşa Rojava û herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, siyaseteke tasfîyekirinê ye û wiha dewam kir: “Dewleta Tirkiyayê bi rêveberiya Erdogan ji destpêkê ve hewl da ku YPG bikeve bin fermana wî wekî ku çawa bi serê çeteyên sûriyayî dike, lê dema ku hewldanên wan têk çûn, êdî siyaseta dijminahî îlan kirin. Ev yek jî di hevdîtinên dawî de yên bi rêber Ocalan re li Îmraliyê eşkere bû, ku Ocalan wê demê piştrast kir ku Şoreşa Rojava ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê, xeta sor e. Her wiha, dewleta Tirkiyayê gelek caran ragihand ku ew  ê hewl bide ku tecrubeya Herêma Kurdistanê Iraqê, li tu parçeyên din ên Kurdistanê, dubare nebe.”

Di dawiya bernameyê de, rojnamevan Memed Drewş destnîşan kir ku hevdîtinên vegerandina têkiliyan ên dewleta Tirkiyayê bi rejîma Sûriyayê re ku di demên dawî de behsa wê tê kirin, di naveroka wê de peymanên metirsîdar li dij berjewendiyên gelê kurd hene, ji ber ku dewleta Tirkiyayê wê ne bi hêsanî dev ji axa Sûriyayê ya dagîrkirî berde û got: “Rejîma Sûriyayê jî şert kir ku divê Tirkiya ji axa Sûriyayê derkeve. Lewra, tekane rê ji bo têkbirina siyaseta faşîzimê ya dewleta Tirkiyayê berxwedana gelêrî ya gelê kurd û gelê Kurdistanê ye û hevgirtina wan li dij dagîrkerî û zordarî ye.”