Serhildana 12ê Adara 2004an: Rûbirûna bi xwîn

By Şoreş Derwîş

Lêkolîn bi zimanê العربية 

Pêşgotin:

Kurdên Sûriyayê ji salên 60î ve, bi awayekî dijwar rastî siyasetên înkarkirina hebûnê û çewisandina siyasî, çandî û neteweyî hatin. Lê sînorê rûbirûnê negihaşt asta ku rejîmên Sûriyayê komkujiyên rasteqîn li dij kurdan pêk bîne, ji ber ku hevjiyana herifî ya di navbera rejîmên şovenîst û civaka kurd de ku daxwaza wan wekhevî û naskirin e, rewş xuya dikir ku dê dirêj bike, tevî ku metirsî hebû ku ev hevjiyana herifî bêhtir ji hêla rêjîman ve bi siyasetên radîkal civaka kurdî bê çewisandin. Lewra li ser vî esasî, hemleya çewisandina bi xwîn ku ji roja 12ê adara 2004an de dest pê kir, şopa birînekê ava kir ku di dîroka têkiliya di navbera kurd û rejîma Beisê ya sûriyayî de nayê veşartin, her wiha metirsiyên bilindbûna asta tundiyê di demên bê de mezintir kir û ne dûr bû ku rêjîm careke din kataloga fitneya etnîkî ya ku di 12ê adarê de hat bikaranîn, bi kar bîne û komkujî û operasyonên girtinê yên berfireh li deverên kurdî yên Sûriyayê pêk bîne.

Salvegera 12ê Adarê yek ji boneyên ku di nava civaka kurdan de binirx e û gelê kurd qurbaniyên wê çi yên ku bi guleyên rejîmê û çi jî yên ku di bin êşkenceyê de şehîd bûn, an jî yên ku hatine girtin û birîndar bûn biqedir dibîne. Her wiha qedirê rola çalakvan û rojnamevan digire yên ku hewl dan rastiyê ji hundirê sendoqa rejîma Sûriyayê ya ku baş girtî bû, derxin. Di rojên serhildanê de, xwepêşandarên komî û yên jixweber, partîtî û herêmî derbas kir. Bi vê yekê re jî, ev bîranîn veguherî yek ji nîşaneyên girîng û bibandor di wijdana kurdan de, ji ber ku rengek ji rengên berxwedana aşitiyane û parastina nasnameyê bû.

Di vê lêkolînê de, em ê pêşgotinên ku hişt rejîma Beisê bûyerên roja 12ê Adarê pêk bîne û şertûmercên herêmî û navdewletî yên derdorê, her wiha geşedanên giştî bêyî ku em bikevin dateyên wê yên şaxî, bînin ziman. Di heman demê de, di vê lêkolînê de em ê hewl bidin ku axaftina rêjîmê ya li bara wan bûyera û yekgotina berpirsyarên wê li ser gotina ku “komployeke derveyî” heye, giftûgo bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku nivîsên kurdan derbarê serhildanê de pir kêm in tevî ku bûyer pir mezin bû û gelek çavkaniyên nûçe, daxuyanî û gotar bi girtina hin malperan, an jî ji ber rawestandina hin weşanan ku arşîvê xwe ji xwendevanan re pêşkêş nekirin, winda bûn. Ji ber vê yekê jî, bi nêrîna min çavkaniyên herî guncav derbarê serhildana 12ê Adarê, arşîva ku rojnamevan Mihyedîn Îso piştî demeke kurt ji serhildanê kom kir û pirtûka nivîskar Bedirxan Elî ya bi sernavê “Bûyerên Qamişlo 2004-ji komployê ber bi tevgereke gelêrî ya aşitiyane”. Ew pirtûkeke bê destwerdan e û parastina nivîsan kiriye wekî çawa ku di jêderan de hatiye, bêyî ku nêrîneke kesayetî lê zêde bike wekî ku çawa di gelek nivîs/gotarên ku li bara serhildanê hatin nivîsîn. Her wiha, hêja ye ku mirov pirtûka Jordi Tegel ya bi sernavê (Kurdên Sûriyayê-dîrok, siyaset û civak) di beşê di bin navê “Şoreşa Qamişloyê 2004” bixwîne, ku nivîskar xwe spartiye lêkolîna “Tevgerên civakî”.

Destpêka rêya ber bi tundiyê ve: Çarçoveya giştî

Hilweşandina rejîma Iraqê sala 2003yan, bandoreke xwe ya mezin hebû ku rejîma Şamê bikeve aloziyekê û metirsiyên wê zêde bû ku ihtîmal parêzkarên nû rejîmên herêmê hilweşînin. Dibe ku giringtirîn gefên Amerîkayê ku wezîrê karê derve yê George W. Bush, Colin Powell di serdana xwe ya li Şamê di gulana 2003yan de bi xwe re anîbû. Wê demê gotegot hatin belavkirin ku Washington lîsteyek ji daxwazan amade kir û beşek jê girêdayî rewşa hundirîn a Sûriyayê û beşek jê jî girêdayî siyasetên Şamê yên herêmî ye yên wekî li Libnan, Filistîn û Iraqê. Tiştê ku ji nameya ku Powell anîbû hat têgihaştin ew bû daxwazên wekî girtina baregehên rêxistinên filistinî yên “tundraw” û rawestandina derxistina aloziya li Iraqê û rawestandina destekdayîna Hizbullah bi çekan û mijara hevkariya bi Îranê re. Di vê çarçoveyê de, Washington li bendê bû ku Şam rêbazê xwe biguhere, bêyî ku cudahiyeke mezin di rêbazê wê de çêbibe, tevî ku Amerîka cezayên din li ser Şamê feriz kirin, ji ber destekdayîna wê ji rêxistinên Filistînê re û destwerdana wê li Iraqê.

Di wê pêvajoyê de, têkiliya di navbera Şam û tevgera kurdistanî ya li Iraqê de jî xerab bû, ji ber ku partiyên kurdan bi temamî ji bo hilweşandina rejîma Sedam Hisên piştgirî dane siyasetên Washingtonê li Iraqê. Ev yek jî bi nêrîna rejîma Şamê re ku heta demek nêzî wê pêvajoyê jî têkiliya xwe bi wan partiyan re bû, nakok bû. Partiya Beisê ya sûriyayî di rêwîtiya xwe de dijminê partiya Beisê  ya Iraqê bû û destek dida opozîsyona li dij rejîma Sedam Hisên, lê rejîma Şamê dema dît ku Washington bi awayekî hêz kete herêmê û hewl dide ku rejîmên dîktator birûxine ji nava wan partiya Beisê ya iraqî ya herifî,  biryar da ku li kêleka partiya Beisê ya iraqî bisekine. Di heman demê de jî, kurdên Iraqê Amerîka wekî hevalbendekî xurt û dikare Sedam Hisên hilweşîne dîtin û ev yek wekî derfteke ku nayê dubarekirin nirxandin.

Bi her halî, kurdên Sûriyayê ne di wê baweriyê de bûn ku pêkan e hilweşandina rejîman derbasî herêmê bibe, lê li beramberî wê jî dibe ku tecrubeya bidawîbûna dîktatoriya Sedam bi awayekî lez û bipêşketina kurdên Iraqê di avêtina gavên jixwebawer ber bi rêjîmeke federal a ku “qanûna rêvebirina dewletê” rê li ber vekir, hişt ku metirsiyêm Şamê mezintir bibin, ji ber wê, pêkan bû ku li kurdên Sûriyayê wekî “hespê Tirwadayê” bê nêrîn ku dê Amerîka bi rêya wan derbasî Sûriyayê bibe. Ev tê têgeh jî di dema Serhildana 12ê Adarê de, ji aliyê alîgirên rejîma Sûriyayê gelekî hate bikaranîn, di demekê de ku tu peywendiyên rasteqîn a kurdên Sûriyayê bi Washingtonê re hebê, an jî ne nirxandineke rêveberên kurdên Iraqê derbasê siberoja Sûriyayê de hebê, ji ber ku kurdên Iraqê wê demê bi rewşa xwe ya hundirîn ve li Kurdistan û Bexdadê, mijûl bûbûn.

Beriya 4 rojan ji bûyerên stadyûma Qamişloyê, rejîma Sûriyayê şahiyên kurdan ên bi boneya Roja Jinan a Cîhanî di 8ê adarê de, bi awayekî mezin çewisandin û ev yek jî aloziya di navbera kurdan û Şamê de zêde kir. Her wiha, beriya wê bi çend rojan jî, Sûriyayê sînorê xwe bi Iraqê re girt ku ev yek bala kurdan nekişand, êdî her tişt normal bû derbarê tevgerên rejîma Sûriyayê li parêzgeha Hesekê.

Roja 12ê Adarê, otobusên alîgirên kuluba El-Fitiwe ya ku ji Dêra Zorê hatin, nava kolanên bajarê Qamişloyê  geriyan û hestên neteweyî yên kurdan arandin bi rêya rakirina wêneyên Sedam Hisên û dev avêtina rêveberên kurdan. Her wiha, alîgirên El-Fitiwe bi kevir, dar, kêr  û hwd ketin stadyûmê û dirûşmeyên dijberî kurdan zêde bûn û di encamê de li ser pêpilkan pevçûn derket. Di vê çarçoveyê de, radyoya Şamê ragihand ku li pêşiya dergeha stadyûmê ji ber dehfdanê 3 zarok di bin lîngan de mirine. Ev yek nûçegihanê “El-Cezîra” sporê ji Helebê gelek caran dubare kir, her çiqas ku nûçe derew bû jî, lê hişt ku alozî û heyecana gelêrî li Qamişloyê, çêbibe.

Çi çêbû?

Polîsên rejîma Şamê li şûna ku xwepêşandanê bi rêya gaza hêstirrêj, an jî xertûm an jî guleyên plastîkî ji hev cuda bike, gule avêtin. Di encamê de, 6 kesan jiyana xwe ji dest da ji nava xwepêşandaran, ji wan 3 zarok bûn. Ev yek bû sedema hêrseke lezgîn li tevahiya herêmên kurdan di 2 rojan de. Her wiha, fermana guleavêtinê jî ji aliyê parêzgehê Hesekê Selîm Kebûl ve hate dayîn. Ji aliyekî din ve jî, saziyên ewlekarî yên rejîma Şamê li gorî rewşa awarte ku hemleyên berê yên çewisandin û girtinê rewa kirin, bi ferizkirina qedexeya derketina derve di saet 7ê êvarê de, bi dehan kes ji nava wan zarok bûn ku temenê wan di navbera 13 û 17 de bûn hatin girtin. Ev yek jî ji aliyê Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty) hate piştrastkirin ku 20 zarok hatine girtin ku temenê hinekan ji wan ne zêdetirî 14 salan e û rastî gelek cureyên êşkenceyê û danûstandineke xerab di dema girtina wan de ku zêdetirî 3 mehan dirêj kir hatin. Amnesty piştrast kir ku di rojên serhildanê de, zêdetirî 20 kesan hatin kuştin û bi sedan jî hatin girtin.

Li gorî serjimêriya dawî, zêdetirî 30 kesan hatin kuştin, ji nava wan 6 leşkerên kurd bûn ku di rewşên biguman de hatin kuştin, her wiha 5 kes jî ji ber êşkenceyê hatin kuştin û derdora 200 kesî di xwepêşandanan de birîndar bûn.  Lê hejmara girtiyan ji aliyê saziyên ewlekarî yên rejîma Şamê ve 2500 kes bûn ku rastî heqaret û danûstandineke xerab û êşkenceyê hatin, ji nava wan ji ber êşkenceyê mirin, an jî piştî demeke kurt ji derketinê mirin wekî Ehmed Kinco ku ji Serê Kaniyê ye rastî êşkenceyeke dijwar hat û di 3yê tebaxa 2004an de, mir. Her wiha, 9 xwendekarên zanîngeha Şamê yên kurd hatin girtin û derheqê wan de biryara qedexeya dawî ji zanîngehê, an jî bo salekê hatin rawestandin û ji zanîngehê hatin qewirandin. Di vê yekê de rêjîmê xwe spart qanûna rêxistinkirina zanîngehan di beşên 1-8-9 de, piştî ku komîteya lêpirsînê hat avakirin û di encamê de biryarên dûrxistina bêveger û demkî li gorî biryarên xwedî hejmarê dûhev ji 122 heta 148an, hat dayîn.

Ji bilî çewisandin, girtin û dorpêçkirina bajarên kurdan li Cizîrê, Kobanê û Efrînê, çewisandin û zordarî gihaşt herêmên ku kurd tê de dijîn li Heleb, Şam û Reqayê. Di vê çarçoveyê de, li Zorava ya li Şamê, zêdetirî 700 kesî hatin girtin ku ji nava wan 25 zarok bûn û bi rojan rêjîma Şamê kehrebe û av li ser taxên kurdan li Şamê qut kir. Di heman demê de, piştî ku tevgera xwepêşandanan jî bi dawî bû, hebûna leşkerî li Qamişlo û Efrînê berdewam kir. Ji aliyekî din ve jî, gelek karmendên kurd ji karê xwe hatin dûrxistin û li herêmên kurdan jî diyardeya “hemwelatiyê sîxur” zêde bû.

Dibe ku ya herî metirsîdar di wê pêvajoyê de rêjîma Şamê eşîrên ereban sor kirin û hinek endamên wan eşîran beşdarî dizî û talanî û şewitandina malûmilkên kurdan kirin. “Pogrom”a ku li Hesekê û Serê Kaniyê rû da, pêkan bû ku bihêle milîsên ku fermanên xwe ji navendên ewlekarî û partiya Beisê digirin, ava bibin û ev yek dê bihêle ku têkiliyên kurdî-erebî bikeve çaçoveyeke nû ku metirsîdar û nearam e. Ev yek jî hişt ku “partiyên kurdî” hişyariyê bidin ku li pey fitneyê neçin (wê demê partiyên kurd daxuyaniyeke hevbeş bi navê komek partiyên kurdî li Sûriyayê), nexasim ku rêjîma Beisê gotegotên ku “kurd hewl didin cuda bibin” belav dikir.

Pêkaniya bawerkirina vê gotinê dûrî aqil e ku li ser bûyerên Iraqê hat avakirin, ku aliyê gelêrî yê devera rojhilatî hest kirin ku pêkan e rêjîma xwe ya neteweyî ji dest bidin, piştî ku rêjîma neteweperst a iraqî ji dest dan bi rêya “komployeke” amerîkayî bi hevkariya partiyên kurdî. Em dikarin di vê çarçoveyê de bibêjin ku rêjîma Sûriyayê dema ku pala xwe da eşîran mîna hemleya “vejandina eşîran” kir, a ku rêjîma Bexdadê di salên 90î de pê rabû û projeya xwe ya borî bi “hemleya îmanî” sala 1993yan gihand serî, çaxa ku Beisa iraqî netewe tev li îslam û eşîrtiyê kir da ku bi vê têkelê gefên Amerîkayê yên berdewam rawestîne.

 Vegotina rêkûpêk a bûyerê ji hêla rêjîmê ve

Ji kêliyên destpêkê yên serhildanê ve, rayedarên rêjîma Şamê hemûyan vegotineke rêkûpêk bi kar anîn ku “komployeke derve” Sûriyayê armanc dike. Di vê çarçoveyê de, cîgirê serokkomarê Sûriyayê yê wê demê Ebd Helîm Xedam, “aliyên derve” bi tiştên ku çêbûye tawanbar kirin, lê bê ku wan aliyan bi nav bike. Her wiha, wezîrê hundirîn Elî Hemûd got: “Hêzên ewlekarî neçar bû ku guleyan biavêje, piştî ku kesên rêgir çek bi kar anîn”. Her wiha Hemûd behsa hebûna “endamên ku bo xerabiyê hatine şandin û kiryarên xerabkirinê yên bi zanebûn kirine” kir. Di heman demê de, serokwezîrê wê demê Mihemed Nacî Itrî li bara “kiryarên krêt” ên ku hin “kesên girêdayî derve” pê rabûn, kir. Her wiha di hewêdana sivikkirina tawanên rêjîmê de El-itrî hejmara kuştiyan daxist 5an “di dema dehfdanê de hatin kuştin”, lê ya herî ku hêjayî pêkenîn û paşguhkirinê ye ew e ku nêrîneke nezelal got û xwepêşanderên kurd wesif kirin ku ew “bo şermezarkirina kiryarênên tundiyê yên ku kurdên sûriyayî kirine, derketine xwepêşandanê.”

Ji bo ku senaryoya rêjîma Şamê temam bibe, serokê edîtoriya rojnameya Beis-Berdevka Partiya Beisê ya Erebî ya Iştirakî- Mihdî Dexl Elah nivîsî û got armanc ji “xerabkirinê” di çarçoveya fişarên naskirî li dij Sûriyayê ye. Her wiha, bi awayekî bêrû serîhildêr bi “Hooligans”an şiband ango “kujerên derveyî qanûnê li stadyûman” ku siloganên “dijî yekîtiya niştimanî” hildan.

Wekî her carê propogandaya rêjîmê ya ku bo sûcdariyê dûrî xwe bike li bara hildana alên Amerîkayê axivî, her wiha li bara rahiştina çekan û “qerebalix” û “kesên xirabker”, bêyî şirove bike bê kî bi kiryarên xirabiyê rabûn yên li ser saziyên partiya Beisê û hin deverên giştî. Ji ber ku sozên avakirina “komîteya lêpirsînê” di dawiyê de pêk nehatin, vê yekê jî hişt ku cezayê komî li ser hemwelatiyên kurd çêbibe. Belavbûna vegotina rêjîmê ya li bara bûyeran hişt ku beşekî mezin ji opozîsyonê jî pê were xapandin.

Di hewldaneke ji bo fêmkirina sedemên rasteqîn ên ku rêjîma Sûriyayê xwepêşandanan gur bike, Jordi Tegel di pirtûka (Kurdên Sûriyayê: dîrok, siyaset û civak) du şirove pêşkêş kirin. A yekê girêdayî tiştên ku neteweperestên kurd gotin ku tiştê çêbûye “Beşek ji komploya ku hin saziyên ewlekarî yên xurt di nava hikûmeta Sûriyayê de amade kirine. Armanc jî arandina kurdan e ji bo tunekirina rêveberên partiyên wan, nexasim Partiya Yekitî û PYD, yên ku baweriya Şamê bi wan nayê”. Şiroveya duyem jî, ku bûyerên adarê di encama “nakokiyeke navxweyî di nava hin saziyên ewlekarî yên hikûmeta Sûriyayê de pêk hatiye. Bi gotineke din ji rewşeke “isyaneke beşî” hatiye û bûyerên ku çêbûne di encama “paşguhkirina sina di biryarên desthildariyê de ji dema ku Beşar El-Esed sala 2000î gihaşt ser desthilatdariyê”. “Vê yekê hişt ku acizî di nav beşê muxaberatan de çêbibe, ji ber wê “Qamişlo cihê ceribandinê bû, ku aliyên pêwendîdar dixwestin bi rêya wê dîmenê seqemgîriyê yê giştî li Sûriyayê bandor bikin û bi hêsanî, qurbaniyên vê kêferata li ser desthilatdariyê kurd bûn.”

Çiqasî asta şiroveyên Tegel nêzî rastiyê bûn jî, lê tu şirove nagihêje serî bêyî ku em di berjewendiyên giştî yên rêjîmê de bihizirin, ku bûyerên 12 Adarê dahatû ji rêjîmê re peyda kir, a yekem: Gotegotên li bara “metirsiya kurdî” wekî beşekê ji “komploya derve”, ku ev gotegot bûn wek navbenkara di navbera rêjîm û xelkê devera rojhilatî de, bi taybet hin eşîr, ku gelek caran li ber guhê Şamê diket ku deverên rojhilatî û kurdî ji ber kêmaniya debara jiyanê, bêkarî, zuhabûn û nebûna mûsimê çandiniyê tengezar bûne û pêkan e ku ev yek bandorê li hebûna rêjîmê ya li wan deveran bike. A duyem jî ew e ku şerîkî çêke berî ku kurd çêkin ji ber ku civaka kurd tê nasîn ku ew dikare xwe kom û amade bike, ji ber wê van bûyeran rê da rêjîmê ku nêta kurdan kifş bike û ji ber ku rêjîmê kifş kir ku tu girêdana wan bi Amerîka û partiyên kurdistanî li Iraqê tuneye, ji ser tundiyê vegeriya, lê ne bi awayekî tam û lezgîn, ji ber ku tundî û êşkence heta salên piştî 2004an dom kir.

Bersiva Amerîkayê ya li hember tundiya rêjîmê li dij kurdan sar xuya dikir û vê yekê hişt ku zordariya ewlekarî li ser kurdan hinekî kêm bibe. Di vê çarçoveyê de, cîgirê berdevkê fermî yê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê Adam Early bang li Şamê kir ku “Li hemberî kêmeteweyên etnîkî yên li welat nerm be” û bang kir ku “tundiyê bi kar neyne bo ku kêmneteweya  kurd dûr bixe, kêmneteweya ku daxwaz dike ku li welat bi awayekî erênî li welat bijî. Di cihekî din de jî, Early bersiva tawanên rêjîma Sûriyayê ku dihêle kurd cuda bibin, da û got Amerîka piştgiriyê nade cudakirinê û wiha berdewam kir: “em piştgiriyê didin pêkanîna aştiyane ya mafê xelkê di çarçoveya yekbûna axê de”. Her wiha di wê demê de piştgiriya erebî baweriya Şamê ya ku ji berteka Amerîkayê hejiyabû, bilind kir, ku serokê Misirê Hisnî Mubarek serdana Şamê kir û Encumana Hevkariya Dewletên Kendavê helwesta xwe nîşan dan.

Ji bilî tiştên borî, helwesta hin aliyên opozîsyonê ya li dij metoda zordariyê û helwesta partiyên kurdan ku banga aramiyê kirin û bang li serokkomarê Sûriyayê kirin ku hemleya çewisandina vekirî rawestîne, hişt ku rêjîma hestîriyayî ya bêhincet ya ku di nîvroya 12ê Adarê de destpê kir, raweste. Di vê çarçoveyê de, daxwazên “Kombûna partiyên kurdan” a di 15ê adarê de têkildarî van xalan bû: Berdana hemû kesên ku ji ber vê bûyerê hatine girtin, dayîna sînorekî ji kiryarên proveksyonê ku hêzên ewlekarî û milîsên çekdar pêk tînin û standina çekên ku li ser van milîsan hatine belavkirin, her wiha piştî aramiyê vekişandina hêzên leşkerî û rakirina dorpêça li ser hin herêm û taxên kurdan nexasim li Dimir-Zorava û vegeranina av û kehrebeyê ku ev çend roj in qut e, pêkanîna lêpirsîneke adil û giştî û cezakirina sûcdar û berpirsên tiştên ku çêbûye û qerebûkirina kesên ku ziyan ji ber kiryarên dizî û talaniyê dîtine.

Encam

Tundiya rêjîmê û bikaranîna çareyên herî hişk, hişt ku civaka kurd ecêbmayî bimîne, ji ber ku di salên borî de tu carî rastî ev qas tundî, kuştin, girtin û arandinê nehatiye, lê li hemberî wê kurdan qaseyek berpirsyarî û destgirtin xuya kir, her wiha karîna komkirina gelêrî, ne tenê li Sûriyayê, lê belê bi rêya revendên kurdî li Ewropayê jî.

Balkêş bû ku partiyên kurdan di rojên serhildanê de banga helwestên yekgirtî kirin, tevî ku pişte nakokiyên partîtî çêbûn û kolana siyasî ya kurdan parçe bû, heta li ser bikaranîna gotina jî nelihevkirin çêbû, ku gelo tiştê ku rû da “serhildan” an “bûyer” an jî “hilbûn” bû? Nelihevkirina partiya li ser “zayendkirina ferişteyan” bû ku vegeriya nelihevkirinên bêsûd ên di zeviyê siyaseta kurdî de, ku dê paşê veguhere fîlmek ji rêzefilmên sûcdarkirina hev û du  li bara bûyerê, ku di bingehê xwe de sedema wê ne partî bûn. Vê yekê hişt ku paşê rêjîm daxwazên kurdan paşguh bike, bi taybet avakirina komîteyên lêpirsînê û radestkirina sûcdaran bo edaletê.

Di encamê de: Mirov nikare Roja 12ê Adarê wekî bûyereke neteweyî girêdayî pirsa nasnameyê bi nav bike, lê belê ew girêdayî aborî, zêdebûna hejarî û paşguhkirinê û bandorên derve (kurdistanî) û guhartinên ku piştî hilweşandina Sedam Hisên li herêmê çêbûne û zordestiya saziyên ewlekarî. Di rastiyê de, gelek faktor hebûn ku hişt civaka kurd bigihêje rewşeke hêrsê ya balkêş ku ji ber guleyên hêzên ewlekariya rêjîma Beis çêbû, ji ber wê em nikarin bibêjin ku tenê sedemekê hişt ku serhildan li tevahiya deverên kurdan ên li Sûriyayê rû bide.