Serhildana 12ê Adara 2004 û bingeha xweseriya gelan !

By Tariq Hemo

20 sal li ser Serhildana 12 Adara 2004an derbas bûn. Rejîma Şamê ya ku piştî hilweşîna rejîma Sedam li Iraqê li ser hebûna xwe ditirsiya, dizanîb ku kurd hêza guhertinê ne. Rejîmê dixwest kurdan çavtirsandî bike û bi riya sorkirin û biçekkirina pêkhateya ereb, wan têk bibe û komkujiyan li dij wan pêk bîne.

Projeya rejîma Şamê ya çarseriya pirsgirêkan û demokratîzekirina Sûriyê nebû. Armanc ew bû, ku rejîm siyaseta xwe dewam bike û tu derfetan nede guhertineke demokratîk. Di serî de hewl dida prosesa siyasî ya nû li Iraqê bi riya destekdayîna cîhadîstan têk bibe û li wir şerekî mezhebî dursut bike û di qada hundirîn de jî hêzên dijber qels û bêbandor bike. Ji bo rejîmê, kurd armanca sereke ya vê “bêbandorkirinê”bûn. Ew ji rola kurdan ya li Iraqê nerazî bû. Ew li dijî hevkariya kurdan ya bi DYAyê ya ku rejîma Sedam rûxand, bêzar bû. Her wiha, ew li dij forma fedralîzmê bû. Rejîma Şamê bi hemû hêza xwe dixwest rê li ber rol û destkeftiyên kurdan li Iraqa nû bigire. Ji ber vê yekê, ew ji rolek xurt û beriz ya kurdan li Sûriyê jî ditirsiya. Dizanîbû ku kurd girêdayî doza xwe ne û ji bo ku mafên xwe yên nasname û rêvebiriyê bidest bixin, amade ne tekoşînek mezin bikin.

Rejîma Şamê di warên siyasî û civakî de atmosfêrek dijminane li dijî kurdan afirandibû. Her wiha,  medya ereb jî, kampaniyek reşkirinê li dijî kurdan li Iraqê dimeşand. Ji ber vê yekê, rejîmê bûyera 12ê Adarê bikar anî û hewl da dewrî şerekî navxweyî yê kurd û ereban bike. Bûyer bi êrîşa komek nîjadperestan ji alîgerên tîma fûtbolê ya bi navê El-Fitiwe ya Dêr Zorê li dijî kurdan li statdyûma Qamişloyê rû da. Ji helwest û destwerdana rejîmê diyar bû, ku ew li dijî kurdan xwedî plan e û ev bûyer wek defetek têkbirin û şikandina vîn û hêza kurdan dît. Ji ber hindê hêzên xwe yên istixbarat, polîs û artêşê bi ser kurdan şand, civaka ereb sor kir û dest bi komkujiyan kir.

Li gorî rejîmê diviyabû ev bûyer dewrî komkujiyek mezin bibe û bi hezaran kurd werin kuştin, girtin û derbiderkirin. Diviyabû kurd têk biçin û rê li ber xwestekên wan yên guhertin û demokratîzekirina Sûriyê bête girtin. Bi riya têkbirina kurdan, diviyabû tevahiya gelê Sûriyê bête bêdengkirin û neçarî qebûlkirina siyaseta rejîmê bibe.

Li pêşiya kurdan û hêzên wan yên siyasî tenê yek kar hebû, ew jî valaderxistina plana rejîmê bû. Di serî de PYD, partiya kurd ya pêşeng, hemû hêzên siyasî yên kurd li ser xwestekên kurdan û rêlibergirtina şerê kurd û ereban, hemfikir bûn. Ji bo vê armancê, xebatek mezin hat kirin û têkilî bi hêzên oposiyonê û rewşenbîrên demokrat hatin kirin. Kurdan dixwest ji gelên Sûriyê rastiyan rave bikin û derewên rejîmê û berovajîkirina rastiyan, deşîfre bikin.

Ragihandina kurd jî hewl da xîtaba rejîmê vala derbixe. Di serî de Roj TV, alavên ragihandinê yên kurdî, bi taybet yên weşanê bi zimanê erebî dikin, hewl dan ereban hînî rastiyê bikin û derewên rejîma Şamê, yek bi yek, pûç bikin. Armanc ew bû ku siyaseta rejîma Şamê ya durustkirina şerekî kurd û ereban, neqebûlkirina vekirinek siyasî, ji bo tevahiya gelên Sûriyê eşkere bikin. Wek Roj TV, wê demê armanc ew bû, ku rê li ber şerê kurd û ereban were girtin. Bi riya beşdarkirina bi dehan ji kesayetiyên civakî, serokeşîr, rûsipî û rewşenbîrên ereb, banga yekîtiyê û biratiyê dihat kirin û rejîm wek aliyekî newelatparêz û nexemxwarê berjewendiyên ax û gelên Sûriyê, diht diyarkirin.

Bi riya fikirê biratiya gelan û wekheviya hemû pêkhateyan li ser bingehek mirovayetî û exlaqî, rê li ber şerekî navxweyî yê kurd û ereban hat girtin. Jixwe li ser heman bingehê piştî sala 2012 an, xweseriyek gelan hate avakirin û hemû pêkhate, di serî de kurd û ereb, statûyek hevbeş ava kirin û ji bo parastina wê, gelek xwîn û xwîdan dan.