Serfiraziya gelê berxwedêr û bixwebawer

By Tariq Hemo

Di hilbijartinên herêmî yên li Tirkiya û Bakurê Kurdistanê de, gelê kurd xwedî li îrade û nasnameya xwe derket. Li 12 wilayetên Bakurê Kurdistanê, piraniya dengan di meclisên bajar û navçeyan de bi dest xist. Li gel hemû sextekarî, dijwarî û terora desthilatdariya AKP/MHPyê, partiya DEMê  mora xwe li neqşeya Kurdistanê da. Desthilatdariya AKP/MHPyê yan jî “dewleta kûr” bi hizra “an zêr an zor” xwest îrade û nasnameya kurdan têk bibe û dengên kurdan dewrî peyayên dewletê û xizmetkar û xulamên rejîmê bike.  Xwest destê xwe dirêjî rûmeta gelê kurd bike û radestkariyê li ser kurdan ferz bike. Lê ev desthilatdarî rastî gelekî bixwebawer, berxwedêr û rêxistinkirî hat.

Dewleta tirk bi darê zorê serokatiya bajarê mezin li Bedlîs û Şernaxê desteser kir. Bi rêya beşdarkirina bi hezaran leşker û polîsan a nav prosesa dengdangê, ev herdu bajar radestî rejîma AKPyê kir. Lê wek me diyar kir, piraniya dengên li meclisên van herdu bajaran, di destê DEMê de ye.

Li Wanê (1,3 milyon) tevî bajarê mezin, li 13 navçeyan, partiya DEMê yekem partî derket. Li tevahiya Tirkiyayê Wan mînakek tekane bû. Tu partiyekê tu bajarekî mezin li gel hemû navçeyan li tu heremê negirt. Li himberî vê serkeftinê, desthilatdariya AKP/MHPyê bêzar bû. Bi rêya bikaranîna qaşo “dadweriyê” xwest, şaredariyê ji destê namzetê DEM Partiyê Abdulah Zeydan bigire. Gelê Wanê û tevahiya gelê kurd li Bakurê Kudistanê li dij vê gavê helwestek berxwedêr nîşan da. Bi sedhezaran derketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan. Di emcama vê berxwedanê de, dewleta sitemkar neçarî gavpaşavêtinê bû. Serokatiya Abdulah Zeydan hat qebûlkirin. Bi vê yekê gelê Wanê û tevahiya kurdan, rûgeş bûn.

Gelê kurd û kesên demokratîxwaz ji netewyên ereb, tirkumen, azer û siryan, dengê xwe dan partiya DEMê. Bi vê yekê re, hem hizira kurdewar a mirovhez û hem hizira biratiya gelan hat bicihanîn. Partiyên sîstemê li Bakurê Kurdistanê li iflasê ketin. Tevî hemû karînên dewletê û terora artêş û polîsan, gelê kurd bi wêrekî dengê xwe da xwe û carekde din derket kolanan ji bo vî dengî ji desteserkirin û destdirêjiyê biparêze.

Tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li meydana şer û berxwedana gel li qada siyasî, encam da û konsepta şerê giştî yê desthilatdariya AKP/MHPyê vala derxist û beravêtî kir. Wiha diyar bû ku li himberî hemleyên şer ên dewleta tirk li dij Bakur, Rojava, Başûr û Şingalê, tenê berxwedan çare ye. Bi berxwedan û israra li ser demokratî û bihevrejiyana tevahiya gel û pêkhateyan, dê doza gelê kurd û doza demokratîzekirina herema Rojhilata Navîn bi ser bikeve.

Serkeftina gelê Bakurê Kurdistanê û têkçûna desthilatdariya AKP/MHPyê ji bo Rojava jî destkeftiyek mezin e. Li Tirkiyayê têkbirina vê desthilatdariya olîgarş û şerxwaz, tê wateya qonaxeke nû û hêviyeke nû ya çarserkirina siyasî ya doza kurd û dawîanîna li operasyonên şer û jiholrakirina kurdan. Her wiha tê wateya bidawîanîna li kiryarên vê koma olîgarş ya talankirina Tirkiya û xizankirina gelên kedkar. Her wiha tê wateya rêlibergirtina tevlihevî û xwînrijandina ku AKP/MHP li Sûriyayê û Lîbiyayê bi rêya çeteyên xwe yên kirêkirî, durst dike.

Qelskirina desthilatdariya AKP/MHPyê derfeteke nû ya çarseriyê ye. Gelê kurd bi berxwedana xwe, dê dawî li vê desthilatdariyê bîne û tevahiya gelên Tirkiyayê ji vê olîgarşiya gendel rizgar bike. Gelê kurd li jêr hizira birêz Abdulah Ocalan û tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê, wekî ku çawa terora DAIŞê têk bir, jin, hebûn û mafên pêkhateyan li Rojava û herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê parast, îro dawî li dizî û şerxwaziya AKP/MHPyê tîne û aşîtî, bihevrejiyan û demokratîzekirinê tîne meydanê û bi cih dike.