Şerê Tirkîyayê li ser Rêveberîya Xweser: Rûxandin û koçberkirin berdêla dagîrkirina yekser

TARIQ HEMO

 

Bombebaranên balafir û dronên Tirkîyayê li dij zemîna deverên bakurrojhilatê Sûrîyayê, wekî şer û bilindbûna asta tundîyê tê dîtin, di çarçoveya rêbazekî giştî û sabit di şerê berdewam ên li ser van deveran û xelkê wê. Makîneya şer a tirkîyayî niha operasyonên rûxandin û xereabkirina sazîyên sivîl û sazîyên giştî yên stasyona  kehreba, av, petrol, embarên genim, bendav, nexweşxane, pir, rê û heta bi mizgeftan, dike. Ew siyaseta erda şewitî ye, an jî “şerwitandina diştên sererd û binerd”, wekî ku çawa bi awayekî rasterast wezîrê derve yê Tirkîyayê, Hakan Fîdan di daxuyanîyekê da anî zimnan ku tê da got ku Tirkîya dê zemîn û deverên jîyangîr li bakurrojhilatê Sûrîyayê birûxîne.

Bihaneya ku Fîdan bi kar anî (wezîrê istixbaratan ê berê, endezyarê şandina cîhadîyan bo Sûrîyayê û xwedîyê senaryoya: “derbaskirina” endamên ku moşekan ji Sûrîyayê ber bi Tirkîyayê ve diavîjin, da ku bihaneyekê bo derbasbûna leşkerî bibîne!) êrîşa herdu şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê li dij navenda Wezareta Hundirîn a Tirkîyayê pêk anîn, bû. Fîdan yekser idîa kir û piştî êrîşa ku dikeve çarçoveya hundirê Tirkîyayê, ku kesên êrîş pêk anîn ji deverên Rêveberîya Xweser hatine, senaryoyeka biyan bi kar anî ku ragihandina Tirkîyayê ew bi kar anî û li ser wê kar kirin. Hikûmet jî li gor vê senaryoyê tevgerîya û êrîşên berdewam pêk anîn da ku hemû jêderên jîyanî yê bi milyonên kesan li deverên bakurrojhilatê Sûrîyayê birûxîne.

Dibe ku baş be dema ku em amajeyê bi adeta atirkî ya “febreke”ya senaryoyên qelp û nerast bikin, ku xwe dispêre wan da ku êrîşên dagîrkerane pêk bîne da ku destkeftîyên siyasî bi dest bixe û alozîyên xwe yên hundirîn veguhêze derve. Hikûmeta Tirkîyayê keçek bi navê “Ehlam El-Beşîr” pêşkêş kiribû ku wê gotibû wê teqîn pêk anîye, teqîna ku li qada Teqsîmê li Stenbolê di 13yê çirîya paşîn a 2022yan da pêk hat û bi dehan hatin kuştin û birîndarkirin, idîa kir ku endama Yekîneyên Parastina Jinê ye û ji deverên bakurrojhilatê Sûrîyayê hatiye. Fermandarê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, Mezlûm Ebdî di hevdîtinekê bi malpera “Monitor”ê ra di 22yê çirîya paşîn da, rastîya  “keça teqînê” eşkere kir û agahîyên bibelgekirî li bara wê û malbata wê ya daişî belav  kir, di nav wan agahîyan da got ku sê birayên wê bi DAIŞê ra hatine kuştin (li Reqa, Minbic û Iraqê hatine kuştin), û birayekî wê halê hazir serektîya yek ji milîsên “Artêşa Niştimanî” dike, a ku Tirkîya piştgirîya wê dike û ev “Ehlam El-Beşîr” bi xwe berî niha bi sê endamên DAIŞê ra zewicî ye. Piştî belavkirina van agahîyan, hikûmeta Tirkîyayê nema behsa lêpirsînê kir û ragihandinê nema behsa çîrokê kir.

Êrîşên Tirkîyayê yên li dûv hev ên ji 4/10/2023yan ve dest pê kir û heta nuha berdewam e, armanca wê rûxandina zemîna bingehîn û xizmetguzarîyê li deverên Rêveberîya Xweser e û heta nivîsandina vê gotarê giha /172/ deveran (di nav wan da stasyona Siwêdîyê , mezintirîn stasyon li Cizîrê û pêwîstîya xelkên herêmê ji gaz û kehrebeyê pêk tîne, her wiha kehrebeyê dide stasyonê avê yên bajarên din). Planên şer û xerabkirinê li gel hevalbendîya AKP û tevgera neteweyî li Enqerayê rûxandina deverê ye û rûxandin deverên jîyangîr e, bi armanca ku xelkê deverê koçber bikin û rê li sazîyên Rêveberîya Xweser teng bikin, nekarîna avakirina wê bo tiştên ku hat rûxandin bide destnîşankirin, paşê dê rewşeka tengezarî û redkirinê di nav welatîyan da peyda bibe. Ev tawanên şer ên dijmirovane ne, dewleta Tirkîyayê berpirsyarîya xwe mandele nake û armancên xwe yên rûxandina deverê û têkbirina jêderên jîyanê li deverê, venaşêre. Ji ber wê em nikarin ji hincet û bihaneyên Tirkîyayê û senaryoyên cur bi cur yên ku pêşkêş dike, bawer bikin, ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk bo wê “metirsî”ye. Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê û di serî da Amerîka rastîya siyaseta Tirkîyayê nas dike ku armanca wê rûxandina Rêveberîya Xweser e û terorê tê da geş bike, her wiha nerastîya senaryoyê fermî yên Tirkîyayê li bara nasnameya kersên ku ku hin êrîşên bişik li Stenbol û Enqerayê pêk tînin. Tu carî Hevpeymana Navdewletî tu belge ji dest Tirkîyayê negirtine li bara êrîşên ku li Tirkîyayê çêbûne û têkilîya wan bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Rêveberîya Xweser ra. Kesê ku helwesta Hevpeyman û Amerîkayê dişopîne dê nas bike ku gumanên xurt û berdewam di vegotin û sûdarkirinên Tirkîyayê da hene, li bara Rêveberîya Xweser û HSDyê.

Nabe ku em radestî çîrokê Tirkîyayê bibin ên li bara “destwerdana” Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk di êrîşên ku li Tirkîyayê pêk hatin da, ku ew jî her dem berî hilbijartinan pêk tên û ji hêla ragihandinî ve “rist”a wê qels e û bi awayekî zelal bêhna istixbaratên Tirkîyayê jê tên. Ew şêwazek e ji şêwazên “odeya operasyonên şerê taybet” e. Bi armanca rewakirina derbasbûna leşkerî bo deverên bakurrojhilatê Sûrîyayê û rûxandina Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, koçberkitrina xelkê wan deveran û bicihkirina komikên derveyî qanûnan li wê deverê. Tu zîrekî û têgihaştineka siyasî ya mezin jê ra navê da ku mirov rastîya armancên Tirkîyayê nas bike. Tirkîya ya ku Efrîn û Serê Kanîyê dagîr kir, xelkê wê koçber kir, mal û erdên wan desteser kir û bi hezaran dagîrker anîn bi armanca pêkanîna guhartina demografî, pi ştî koçberkirina kurdan. Ev tiştê ku li deverên ku Tirkîyayê ew dagîr kirine rû didin, deverên ku ew di 2016, 2018 û 2019an da ew dagîr kirin. Lê li deverên din ên Rêveberîya Xweser, em îroj qaseya rûxandin û hilweşandinê ya ku makîneya şer a Tirkîyayê pêk tîne, dibînin.

Bi sedên birêxistinên mirovî û komeleyên parastina mafên mirovan, xerabkirina Tirkîyayê ji zemnîna bakurrojhilatê Sûrîyayê ra şermezar kirin û daxuyanî bo civaka navdewletî dan ku tê da bobelata mirovî ya ku çêbûhye bi seba makîneya şer a Tirkîyayê, şîrove kirin û bang kirin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û fişarê li Enqerayê bikin da ku şerê li dij sivîlan rawestîne. Her wiha bi sedan hemwelatî li pêş nûnertîya Neteweyên Yekbûyî li Qamişloyê û li pêş baregeha leşkerî ya Hevpeymana Navdewletî derketin û Tirkîya şermezar kirin û bang kirin ku êrîşan rawestîne, her wiha xwepêşandanên revendên kurd li cîhanê berdewam dikin.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û di çarçoveya stratejîya parastina rewa, gelek êrîşên ji nişkan ve li dij baregehên Tirkîyayê li gelek deverên dagîrkirî pêk anîn, di encama wê da bi dehan kuştî û birîndarên artêşa Tirkîyayê û nandozên “Artêşa Niştimanî” çêbûn. Her wiha Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ragihan ku ew dê tola sivîlên bêguneh hilînin û dê operasyonên xwe li dij baregehên dagîrkerîya Tirkîyayê berdewam bikin. Hêzên Rizgarîya Efrînê jî ragihan ku wê jî li deverên Izaza dagîrkirî êrîş pêk anîne. Zelal e ku êrîşên bersivdayînê û armanckirina deverên artêşa tirk, heta ku Tirkîya zemînê birûxîne û welatîyên Rêveberîya Xweser bikuje, dê berdewam bikin. Cîhan tev da, di serî da Hespeymana Navdewletî ya li dij DAIŞê dizane ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk tenê xal û cihên leşkerî, leşkerê tirk û nandozan armanc dike û tu carî bombe li sivîlan nebarandine di hundirê Tirkîyayê da. Ev yek jî careka din derewên hikûmeta Tirkîyayê xuya dide. Derewên sûcdarkirina Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û destwerdana wan di teqînên ku li Tirkîyayê rûdane da.

Wekî puxte bo xwendina êrîşên jînosîdî yên Tirkîyayê, em dikarin van xalan bi cih bikin:

Yekem: Êrîşên dronan, bombebarana topan û operasyonên derbasbûna nandozên “Artêşa Niştimanî” li deverên Rêveberîya Xweser, berî êrîşa aberfireh a ku armanca wê rûxandin zemînê ye ku bi bihaneya bersiva “destwerdana Rêveberîyê” di teqîna Enqerayê da, berdewam bû. Ji ber wê tu kes nikare ji hincet û bihaneyên tirkîyayê bawer bike.

Duyem: Hikûmeta Tirkîyayê bi awayekî eşkere ragihand ku ew dê tevahîya zemîn û deverên jîyangîr ên Rêveberîya Xweser armanc bike û armanca wê rûxandin e, da ku jîyanê li deverên zuha bike û welatîyan ber bi koçberîyê ve bibe.

Sêyem: Hevpeymana Navdewletî û Amerîka derewên senaryoya tirk nas dikin û ew dizanin ku armanc bu hundirê Tirkîyayê û destkeftîyên siyasî ye û reva ji rewşa bipaşdaçûnê ye. Her wiha armanca mezin ew e ku Rêveberîya Xweser xerab bike û xelkê koçber bike û nearamî û milîsên derveyî qanûnê li deverê bi cih bike û di serî da “DAIŞ”.

Çarem: Armanca Tirkîyayê pêkanîna nimûneya jînosîdî û guhartina demografî ye û derkirina kurdan ji deverên wan ên dîrokî, wek çawa ku li Efrîn û Serê Kanîyê rûda û ew dever radestî komikên çekdar ên kirêkirî kir. Stratejîya Tirkîyayê niha ew ku deverên nikare yekser wan dagîr bike, dê wan birûxîne û xirab kibe.

Pêncem: Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Hêzên Rizgarîya Efrînê dê parastina rewa bikin û êrîşan li dij cihên artêşa Tirkîyayê berdewam bikin û dê bi hişmendîya xwe ve girêdayî bin ku dûrî sivîl û deverên sivîl li hêla Tirkîyayê bikevin. Êrîşên dawîyê karîn û hêza operasyonên ji nişkan ve tekez kirin û nameyek gihandin Tirkîyayê ku dê tawanên jînosîd û xerabkirinê dê bêyî hesabdîtin û cezakirinê nebûrn.