Serê Kanîyê… sê qonax

(Serîhildana kurdan a 2004an-şerê li dij Serê Kanîyê 2012/2013- dagîrkirina Serê Kanîyê 2019 )

ŞOREŞ DERWÎŞ-Navenda Kurdî ya Lêkolînan 2023

PÊŞGOTIN

Em ê di vê lêkolînê da, sê qonaxên sereke ku bi serê Serê Kanîyê da hatine ji destpêka salên 2000î heta roja me ya îro, bigirin dest. Di vê çarçoveyê da, em ê datayên hewldana sedemên ku ev herêm bibe navenda kiryarên hovane û binpêkirinan li ser destê rejîmê û alîgirên wê sala 2004an dema serîhildana kurdan. Her wiha, hewldanên dagîrkirina wê di dema şerê navxweyî yê Sûrîyayê da û binpêkirinên piştî wê û daxwaza dagîrkirina tevahîya herêma Cizîrê ku destpêkê ji Serê Kanîyê ji alîyê komên cîhadîst û komên “Artêşa Azad” û pişta wan Tirkîyayê, di heman demê da dagîrkirina bajar ji alîyê Tirkîyayê ve sala 2019an û binpêkirinên ku li dij wê ji alîyê artêşa Tirkîyayê û komên çekdar ên Sûrîyayê yên alîgirên Tirkîyayê ku heta nivîsandina vê madeyê berdewam dikin, hatine kirin.

Serê Kanîyê wekî nimûneya Sûrîyaya piçûk dihat binavkirin, ji ber pirbûna ol û etnîkan. Di vir da, em behsa kurd, ereb, siryan, aşûrî, ermen, tirkumen û misliman, xiristîyan û êzidîyan, dikin. Eger hizira bihevrejîyankirinê heta asteka mezin rast be, lê faktor û bandorên derve rolek di zelalkirina lawazîya hevjîyana civakî di navbera gelê herêmê da, lîstin û hêza alîyên derve di sorkirina beşek ji civakê li dij yê din hebû; bo nimûne rola ku rejîma Sûrîyayê di dema serîhildana 12ê adara 2004an û roja Tirkîyayê di şerê 2012/2013an û rola yekeser a Tirkîyayê di şerê li dij Serê Kanîyê sala 2019an.

Bi her halî, paşguhkirina gelê Sûrîyayê ji rewşa li Serê Kanîyê û jibîrkirina êş û azarên wê, ji bo nivîsandina vê madeyê rolek lîst. Di madeyê da, em ê hewl bidin ku beşek ji siyasetên bindestîyê arşîf bikin, tevî ku şerê Tirkîyayê yê li dij Serê Kanîyê û Girê Spî rûyê herî hovane ye di nava rêzebûyerên li dij bajar pêk hatine. Armanc ji vê lêkolînê, jinûverêzkirina bûyerên ku li dijî Serê Kanîyê pêk hatine û hewldana komkirina agahîyan e ku em dibînin girîng e ji bo em fêm bikin ji bo çi wiha bû. Lewra, ev made ne nirxandineka dîrokî ye, lê belê hewldana arşîfkirina bûyerên di salên 2004 û 2012/2013 û 2019 û heta roja me ya îro ye.

Rêbazê ku di vê lêkolînê da hatiye bikaranîn, xwe dispêre 6 hevdîtinên ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan bi kesayetên ku di her sê qonaxan da amade bûn, her wiha hevdîtin û şahidbûna wan bi nûçe û agahîyên berdest ra hatin komkirin. Di heman demê da, lêkolînê xwe spart pirtûk, nûçe û analîzan.

Beşa yekem: 2004 – Serê Kanîyê di pêvajoya serîhildanê da

Yek ji encamên dagîrkerîya Amerîkayê li dij Iraqê ku bandora xwe li ser têkilîyên ereb û kurdan li Sûrîyayê jî kir. Kurdên Sûrîyayê ji ber şopandina wan a nêz ji dagîrkerîya Amerîkayê li dij Iraqê û rûxandina rejîma Sedam Hisên sala 2003yan û pejirandina federalîyê ku li gorî berjewendîyên kurdên Iraqê bû, bawerîya kurdên Srûîyayê bi hêza xwe ya karkirinê zêde bû. Her wiha, têkçûna rejîma Sedam Hisên,  alozî di navbera kurd û erebên li Sûrîyayê zêde kir û ereban kurdên Iraqê-kurdên Sûrîyayê jî- bi piştgirîya dagîrkerîya Amerîkayê ya li dij Iraqê, tawanbar kirin (1). Eger ne peywendîyên neteweyî yên ku kurdan li hev kom dike ji dervayî Sûrîyayê, wê mijara kurdan  nehatiba tawanbarkirin. Di encamê da, derketina kurdan û bipêşketina bûyerên li Kurdistana Iraqê bi daxwazên kurdan li Sûrîyayê hate girêdan, nexasim ku Amerîka ji ber rewşê (dagîrkirina Iraqê) bû cîrana Sûrîyayê.

Ji alîyê xwe ve jî, Şamê piştî rûxandina rejîma birayê xwe yê Beisê, bûyerên li Iraqê dişopand. Di encamê da, “têkilîyên di navbera Şam û partîyên kurdên Iraqê xerab bûn”(2). Piştî pevçûna di navbera alîgirên tîma Fitwayê ya ku ji Dêra Zorê hatiye û tîma Cîhadê di maça 12ê adara 2004an li Qamişloyê, rejîma Sûrîyayê ji ber rewşa neseqemdar a li Sûrîyayê di navbera sala 2003-2004an da, gavên tirsandin û tolhildanê li dij kurdan li Qamişloyê pêk anîn. Di vê çarçoveyê da, ji ber peveçûna di navbera alîgirên herdu tîman da, hêzên ewlekarîyê yên Sûrîyayê bi fermana parêzgerê Hesekê Selîm Kebûl gule avêtin alîgirên tîma Cîhadê. Di encamê da, 7 kes şehîd bûn, ji wan 3 zarok bûn û hemû kurd bûn. Piştî vê bûyerê çalakîyên nerazîbûnê li tevahîya bajarê Qamişloyê rû dan.

Di roja piştî komkujîya li stadê, bi hezaran kes tev li oxirkirina şehîdan li goristana Qidûrbegê bûn. Piştî wê bi du rojan, meş û çalakîyên bi hêrs û nerazîbûnê li tevahîya bajarên kurdan pêk hatin.

Li gorî lêkoklînên tevgerên gelêrî, kesên ku beşdarî çalakîyan bûne ji ber “armancên cihêreng û tevlihev ên wekî hêrs, hestên bêparbûnê, hêvî û bêhêvî”(3). Ev hestên hevbeş bûn dînamîka destpêkirina meş û çalakîyan li tevahîya bajarên kurdan ji Dêrîkê bajarê herî dawî yê li bakur rojhilat bigire heta Kobanî û Efrînê. Her wiha meş li bajarê Helebê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê ku piranîya niştecihên xwe kurd in û li bajarê Şamê li taxa Zoravayê (Wadî EL-Meşarîi) û xwendekarên kurd ên li zanîngehên Heleb û Şamê, hatin lidarxistin.

 

Ji ber vê yekê rejîmê tundî û zordarî û ambargoya li ser bajarê Qamişloyê feriz kir û di encamê da 36 ciwanên kurd şehîd bûn û zêdetirî 160 kesî birîndar bûn, her wiha sazîyên ewlekarîyê yên rejîma Sûrîyayê zêdetirî 2 hezar kes girtin. Di heman demê da, rapor li ser êşkence û rêbazê xerab ê danûstandinê bi girtîyan re di nav da jin û zarok, hatin belavkirin.

 

  • Serê Kanîyê: Xwepêşandan, seferberî, tundî û talanî

Li Sûrîyayê zemîna ku pirsgirêk di navbera pêkhateyên wê da derkevin heye; di vê çarçoveyê da li Sûrîyayê di salên destpêkê yên ku Beşar El-Esed hate ser desthilatdarîyê gelek pirsgirêk di navbera pêkhateyan da derket.  Piştî ku El-Esed hat ser desthilatdarîyê, sala 2000î pirsgirêk li parêzgeha Siweydayê di navbera cotkarên dirzî û eşîrên bedewîyan da derket. Her wiha li deşta Xabûrê jî, pirsgirêk di navbera aşûr û ereban sala 2013an da derketin. Di heman demê da, li herêma Qedmûs û Misyafê pirsgirêk di navbera elewî û ismaîlîyan da sala 2005an derket (5). Ev yek jî tê wateya ku derfeta derketina pirsgirêkan di navbera kurd û ereban li herêma Cizîrê nêz bûye û ev yek di rewşa Serê Kanîyê û Hesekê da, pêk hat.

 

Her wiha tiştê ku li ser Serê Kanîyê jî tê naskirin, gelek netewe/etnîk û ol tê da hene(6), tevî ku hejmara wan ji hev cûda ye. Di vê çarçoveyê da ku derxistina pirsgirêkan li civakeka piralî da hêsan e û li dewleteka ku hizira bihevrejîyankirinê ji holê rakiriye ku divê bigihêje dewleteka ku komên xwe yên civakî yên neteweyî têkilî hev bike, bûyerên ku di dema serîhildana 12ê adarê da rû dan, nîşan da ku hizira bihevrejîyankirina civakan pir lawaz bû û çi hêza ji dervayî Serê Kanîyê, dikare fitneyeka etnîkî derbixe û sor bike û seferber bike.

Di nava vê rewşa tevlihev da, rejîma Sûrîyayê gelek rêbazên tundîyê bi kar anîn. Ambargo û girtina kesan feriz kir û fermana berdana guleyan da. Ji rêbazên ku sazîyên ewlekarîyê li herêmên neteweyên cihêreng bi kar anî, hevkarîya sivîlan bi wan ra û sorkirina wan li dij sivîlên kurd. Lewra normal e ku li herêmên wekî Serê Kanîyê û Hesekê asta sorkirinê û li Qamişloyê asteka piçûktir, zêdetir be. Ji ber vê yekê ji dema ku komên neteweyî û êlên kurd û ereban tê da bi cih bûn, li Serê Kanîyê alozîyeka neteweyî ya lezgîn ku berê tu cara çênebûye, rû da.

Di du rojên destpêkê yên beşdarbûna bajar di nava serîhildanê da, hebûna hêzên ewlekarîyê li Serê Kanîyê winda bûn. Li kolanên sereke xwepêşandan hatin lidarxistin. Rewşa wê demê, tu nîşaneyên gengazîya rûdana pevçûneka neteweyî tune bû, lê belê di xwepêşandanan da dirûşmeyên şermezarkirina tundîya rejîmê û dirûşmeyên ji bo şehîdan û bangên ji bo azadîyê, dihatin berizkirin. Di roja sêyem da û piştî ku pêla xwepêşandanan kêm bû, rejîmê sînaryoyeka nû bi kar anî, ew jî sorkirina xelkê ereb ku li dij dîkanên bazirganî û malûmilkên kurdan dest bi kiryarên xerabkirinê bikin. Di encamê da, li bajar “pogromeka” rasteqîn wekî nimûneyeka piçûk a operasyonên Ferhûd li Iraqê di salên 40î da û tiştên ku bi serê cihûyên Bexdayê li ser destê “gel” pêk hat. “Armanc ji kiryarên talanîyê ew bû ku erêkirinê bidin girseyê da ku civaka kurd bitirsîne û alozî û pirsgirêkan di navbera kurd û ereban da zêde bike.”(7)

Bi ser rewşa xerabkirin û talanîyê, li bajar kriyarên sorkirin û çekdarkirinê çêbû. Rejîmê depoyên çekên “artêşa gelêrî” vekir û dest bi çekkirina sivîlan kir, nexasim kesên beisî yên ku dixwazin “parastina dewletê” ji metirsîya kurdan bikin. Di dema belavkirina çekan û kombûna li pêşîya navenda çandî û cihê partîyê , welatîyekî ereb bi guleyek ji kesên beşdar hat kuştin, hate gotin ku ev kesê hatiye kuştin banga aramîyê dikir. (8)

“Armanca sazîyên ewlekarîyê ji beşdarbûna sivîlan di çalakîyên bersivdayîna hêrsa kurdan da, kûrkirina alozîyê û xwepêşandanan wekî pevçûna kurdan û ereban nîşan bidin”(9). Bi vê yekê jî, wê rejîm rê li pêşîya çi welatîyekî ereb ku dixwaze beşdarî çalakîyên ku di bingehê xwe da li dij rejîmê ye, bigire.

Ji nebûna sazîyên ewlekarîyê di du rojên destpêkê da, hate fêmkirin ku armac jê rageşî zêde bibe û li bendê bin ku çalakgerên kurd bikevin nava şaştîyan. Tevî ku bajarê Serê Kanîyê di dema xwepêşandanan da rastî xerabkirina zêde nehat, lê “komîteya naskirina ziraran” a hikûmetê, zirara ku gihaştiye sazîyên giştî li Serê Kanîyê bi belge kir û li gorî wan zirara ku hatiye çêkirin ne zêdetirî 2,5 milyon lîreyên sûrî bû (derdora 50 hezar dolarên amerîkî). Her wiha, di nava zirarên ku komîteyê bi belge kirin, zirara ku gihaştiye peykerê serokê berê yê Sûrîyayê Hafiz El-Esed bi 250 hezar lîreyên sûrîyayî bi belge kir. Di heman demê da, komîteyê zirar ku li bajarên din jî rû daye wiha bi belge kir: Amûdê 56 milyon lîreyên sûrîyayî, Dirbêsîyê 35 milyon lîreyên sûrîyayî, Qamişlo 70 milyon lîreyên sûrîyayî, Dêrîk 72 milyon lîreyên sûrîyayî. Hêjayî gotinê ye ku, hinek çalakger di dema windabûna hêzên ewlekarîyê, hewl dan ku sazîyên giştî li Serê Kanîyê biparêzin û hinek ji wan jî rastî lêpirsîn û girtinê hatin.(10)

 

Lê komîteyê zirara ku gihaştiye malûmilkên kurdan bi belge nekir. Zêdetirî 40 dîkanên bazirganî yên kurdan ku piranîya wan li herêmên pirneteweyan da bûn û nêzî cihê partîyê bûn heta sûka navendî û çerxereya kolana dêrê, hatin talankirin û wêrankirin. Balkêş e ku tenê dîkanên kurdan hatin talankirin û xerabkirin, ev yek piştî bidawîbûna xwepêşandanên kurdan şeva 13ê adarê bi û windabûna bi zanebûn a sazîyên ewlekarîyê û polîsan, pêk hat.

 

  • Pevçûn, girtin û “şehîd”

 

Alîyekî din ê bipêşketina bûyeran ew bû ku di navbera malbateka kurd a ji malbata Îbrahîm Paşa Milî û eşîrekî herêmî da, pevçûn derket. Di encamê da, Nûrî Mehmûd Xelîl Îbrahîm Paşa (ku wê piştra kesekî ji malbatê piştî salekê tolhildana wî rake) hate kuştin. Vê bûyerê, hindik mabû ku şerekî navexweyî yê çekdarî derxista. Bi her awayî, tevgera niştimanî ya kurdî Nûrî Paşa tev li karwanê “şehîdên adara 2004an” bû û piştra komên mafên mirovan û tevgera kurdî ketin lîsteya Ehmed Kinco ku welatîyekî kurd ji Serê Kanîyê ye, ji ber êşkenceya di sazîyên ewlekarîyê da, di 3ê tebaxa 2004an da jîyana xwe ji dest da. (12)

Her wiha li kêleka van herdu kesan, encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li (Serê Kanîyê) navê Ebdullbaqî Yûsif Hesen tevlî nava lîsteya şehîdan kir, tevî ku ew di 8ê sibata 2016an da jîyana xwe ji dest da, lê ji ber ku Hesen di dema serîhildanê da hate girtin û piştî ku derket “ji ber êşkenceya hovane ku endamên sazîya Ewlekarîya Dewletê li bajar di sê rojan li peyî hev li wî kir” aqilê xwe berda.

Ji ber germbûna rejîmê û alîgirên wê nexasim kesên beisî, meşên dijber li dar xistin. Bi rastî jî, ew meş berê xwe dane sînorên taxên kurdan, eger dengên guleyan nehate bihîstin û komên alîgirên rejîmê bi paşde nevegerîyane, ihtîmal hebû ku rewş xerabtir bûba û şer di navbera du komên neteweyî rû bida.(14)

Li bajar demeka dirêj di nava rewşa parçebûna civakî da bû, di vê çarçoveyê da kurdan piştî du mehan ji bûyeran, vegerîyan ser dîkanên xwe yên talankirî û wêrankirî. Di heman demê da, beşdarbûna hin sivîlan wekî şahid di lêpirsîn û dadgehên ku bi awayekî lezgîn hatin organîzekirin li dij girtîyên kurdan, wekî berdewamîya hizira parçebûna tevna civakî li Serê Kanîyê bû û şerkirina neteweyan li dij hev. Balkêş e ku hin girtîyan tevî ku ne li bajar bû û ne jî beşdarî xwepêşandanan bûbûn, hatin girtin ev yek jî dide dîyarkirin ku lîsteyên girîyan li ser gotegotên welatîyên herêmê an jî bi fermanên ewlekarîyê, hatin amadekirin.

Mijareka balkêş derbarê “hevkarên sivîl” ên bi rejîmê ra li dij serîhildana kurdan li Serê Kanîyê heye, ew jî ku piranîya ku bi rejîmê ra sala 2004an sekinîn, sala 2012an beşdarî nava oposîzyona çekdarî bûn, wekî rewşa E.F(15), her wiha hin ji wan beşdarî şerê yekser ê di navbera komên çekdar ên oposîzyonê û sazîyên ewlekarîyê yên li bajar bûn, lê kurdên ku sala 2004an zirar dîtin, nebûne alîgir û çek bi kar neanîn. Ji wê zêdetir jî, welatîyên kurdan cenazeyên hêzên ewlekarîyê yên Sûrîyayê piştî ku ji alîyê endamên  “Artêşa Azad­” ve hatin kuştin û ew avêtin kolanan, veşartin.

Di heman demê da, şerê Serê Kanîyê ku komên “Artêşa Azad” û Cebhet El-Nusra bi desteka Tirkîyayê dest pê kirin, careka din lawazbûna civaka sivîl li Serê Kanîyê eşkere kir û hêza hêzên derve yên ji dervayî herêmê ya pêkanîna sorkirin û parçebûnê nîşan da. Eger ku rejîma Sûrîyayê erka tehrîk û sorkirinê sala 2004an pêk hat, lê beşdarbûna Tirkîyayê di şerên sala 2012an, derketin holê.

                                                       Beşa duyem: 2012/2013  şer ji bo Serê Kanîyê

 

Bi veguhertina kûr ber bi leşkertîyê ve û avakirina komên çekdar û bidawîbûna dema xwepêşandanên aşitîyane ku sala 2011an li dij rejîma Beşar El-Esed dest pê kir, li Sûrîyayê destpêka şerê navxweyî dest pê bû. Tirkîya, bi armanca herêman kurdan lawaz bike û bihêle ku tev li xebatên leşkerî li dij rejîma El-Esed bibe û kêmbûna hêzên rejîmê li herêmên kurdan nebe derftek ku projeyeka birêveberîya herêmên kurdan ji bo dagirtina wê valahîyê derkeve holê, berê komên “Artêşa Azad” û komên cîhadîst da Serê Kanîyê. Tevî ku ev yek dihêle zû hizira şerê navxweyî bi pêş bikeve, ji ber ku hebûna etnîkî ya li herêma Cizîrê wê bibe alîkar ku bikeve nava operasyonên leşkerî û wê bibe beşek ji şerê navxweyî, nexasim hilbijartina bajarê Serê Kanîyê ya xwedî pirnetewe, wê piştrast bike ku Sûrîya ber bi şerekî ku dirûşmeya rûxandina rejîmê derbas bike û veguhire şerên ferizkirina îradeyên ku ji ber meylên şofînîst derdikevin, ku berîya niha jî di dema serîhildana kurdan ya sala 2004an da, ev yek derketibû holê.

 

1- Pêvajoya amadekirina bingehîn û danîna zemînê

 

Berîya ku komên “Artêşa Azad” û komên cîhadîst (Cebhet El-Nusra, Xureba El-Şam, Elwîyeyên Ehfad El-Resûl) dest bi kontrokirina Serê Kanîyê bikin, amadekarîyên lojîstî û peywendî û peydakirina şanayên razayî ku li benda saeta destpêkirinê ne, hate kirin. Hinek ji wan kesên ku rê li pêşîya “Artêşa Azad” vekirin, di dema serdegirtina hêzên ewlekarîyê yên Sûrîyayê, derbasî herêmên “Artêşa Azad” bûn û hinek ji wan derbasî Mergeda, Girê Spî, Minbic, biyabana bakurê Helebê an jî derbasî Serê Kanîyê/Ceylan Pînar li alîyê Tirkîyayê yê bi sînorê Serê Kanîyê ve. Hinek ji wan jî di hûndirê bajar da man û amadekarîyên fikira şerkirina li dij hêzên rejîmê û amadekirina zemînê dikirin. (16)

 

Lê tevî ku Cebhet El-Nusra beşdarî şerê destpêkê û dorpêçkirina hêzên rejîmê di hûndirê bajar da di 8ê mijdara 2012an da nebû, lê berîya şer nêzî duh mehan Cebhet El-Nusra şandakeyea xwe, sê birêveberên xwe şandin Serê Kanîyê û bi awayekî veşartî bi hin çalakvanên li dij rejîmê ra rûniştin. Ji wan, Ebû Zir El-Iraqî, Ebû El-Esed ji Xiwêrana Hesekê û Ebû Ehmed Tayî (17). Bi her halî, peywendî di navbera endamên “Artêşa Azad” û çalakvanên li bajar hebûn. Êdî peywendî bi Cebhet El-Nusrayê ra sînordar nema, lê belê kesayetekî wekî Newaf Raxib Beşîr birêveberê milîsên “Enîya Rizgarkirina Cizîr û Firatê” ku serokê êlekê ye (şêxê eşîra El-Beqara ya ereban e) têkilîyên xwe bi civaka xwecihî ra hebû. Her wiha, têkilîya ku komên xwecihî (eşîr) ku li Girê Spî hatin avakirin, bi xizmên xwe ra li Serê Kanîyê ra çêkirin, rê hate dayîn ku dîyardeya şanayan di hûndirê bajar da bi pêş bikeve û piştî ketina nava bajar hejmara endamên xwe zêde kirin.

 

2- Destpêkirina operasyona leşkerî û birêveçûyîna cengan

 

Di 8ê mijdara 2012an da, Artêşa Azad derbasî bajarê Serê Kanîyê bû û bi awayekî yekser bi rejîma Sûrîyayê ra ku hejmareka xwe ya piçûk di hûndirê bajar da hebû, kete nava şer. Di şer da, 20 leşkerên hêzên rejîma Sûrîyayê hatin kuştin û bi her halî derdora 8 hezar sivîlên bajarê Serê Kanîyê derbasî bajarê Serê Kanîyê ya binxetê (Ceylan Pînar) a bi sînorê Serê Kanîyê ve bûn û piranîya wan ji bo kampa Akcakale ya nêzî sînor hatin veguhistin(18). Ji alîyekî din ve jî, niştecihên herêmê bi tirs û fikar bûn ku komên oposîzyonê yên çekdar bajar kontrol bikin û her roj were topbarankirin ku ji bajarên din ên Sûrîyayê ku komên çekdar derbas bûne xerabtir bibe. Lê li gorî niştecihên bajar, bajarên din ên Sûrîyayê pêdivîya wan zêdetir bi alîkarîya komên oposîzyonê yên çekdar hebû, ji ber ku helwesta piranîya niştecihên herêmê ku tu hêzên leşkerî qebûl nakin û têkoşîn divê tenê aşitîyane be (19). Her wiha di şer da, “Artêşa Azad” 20-25 endamên rejîmê li avahîyên gumrikê û ewlekarîya leşkerî dîl girtin û çarenûsa gelekan ji wan piştrq nehate zanîn (20).

 

Berîya destpêkirina şer, noqteya herî dawî ku hêzên oposîzyonê yên çekdar gihaştibûnê gundê Mebrûkayê yê li gundewarên başûrê Serê Kanîyê. Her wiha, Minbic ji bin kontrola rejîmê derket û tê da komên çekdar hatin avakirin. Heman rewş li Girê Spî jî çêbû. Ji ber ku kiryarên talanîyê êdî li herêma Girê Spî dest pê kir, hin eşîran dest bi avakirina komên xwe yên çekdar kirin, ku wê piştra rolekê di kontrolkirina Serê Kanîyê da bilîzin. Di wê demê da, Cebhet El-Nusra xaleka hevbeş a rêyan li nêzî Bîr Mihîsên ku Girê Spî bi çerxereya Silûkê (li nêzî bajarokê Silûkê 20 kîlometer li rojhilatê Girê Spî) û sînorê bi Tirkîyayê ve girê dide kontrol kir, her wiha baregeha rejîmê li ser rêya di navbera Girê Spî, Kobanê û Eyn Arûs da kontrol kir.  Ev yek jî stratejîya Cebhet El-Nusrayê ya kontrolkirina rêyên sereke nîşan dide, ku piştra wê beşdarî şerên Serê Kanîyê bibe.

 

Tirkan serpereştîya operasyonê dikir, tevî ku wê demê Tirkîyayê dijmantîya xwe li dij kurdan eşkere nekiribû, ku wê demê di kêlîyên pêvajoya çareserîyê da bû, pêvajoya aşitîya kurd û Tirkîyayê ji buhara sala 2012an ve, lê ji ber nebûna hêzên rejîmê li herêmê û derketina hebûna kurdan bi fikar bû. Lewra Tirkîyayê peywendîyên xwe bi “Artêşa Azad” re berdewam kir û çek dane wan, tevî ku di pêvajoyên destpêkê da, hewl da ku rola xwe ya destekdayêna lojîstî û operasyonê veşêre. Her wiha, xwe gihand komên cîhadîstî, di heman demê da peywendî bi “Xureba El-Şam” û“Lîwa EL-Ume” ra yên ku ji alîyê Kendavê ve dihatin fînansekirin, çêkir. Her wiha, Tirkîyayê wekî beşekî ku van gûmanan dûrî xwe bixe, derbasbûna “Artêşa Azad” ku ji Girê Spî, Minbic û gundewarên bakurê Helebê dihat bi rê ve bir û bi hêzên rejîmê ra yên li ser benda kontrolê ya gundê Til Helefê ku 5 kîlometer başûrê Serê Kanîyê bû û bargeheka leşkerî ya girêdayî rejîmê ku li mezreya Esfer Necar a hemberî gundê Til Helefê li alîyê rojhilat bû nekete şer, lê beşekî din bi rêya Tirkîyayê derbas bû.

 

Şer 8ê mijdarê saet 4 û nîvê berbangê dest pê kir. Komên çekdar berîya şer, sê cih li navenda bajar desteser kirin: Daketina Sabir, avahîya avdanîyê û goristana bajar. Êrîşa  destpêkê li dijî qereqola bajar dest pê kir. Şîfreya veşartî ya di navbera kom û kesên alîgirên wan da “El-Qaria” bû. Her wiha, endamên “Artêşa Azad”çi çekdarên yên ji bajar ku şîfre nizanibûn, girtin û piştre piştî lêpirsîna derbarê alîgirîya bi wan ra, ew berdan.

 

Hejmara endamên ku beşdarî şer bûn, derdora 300 çekdarî bû. Her wiha, hejmara koman jî 50 bû. Lê bi tevlêbûna ciwanên

bajar nava koman da, hejmar zêde bû. Komên beşdar di nav xwe da komên piçûk dihewandin, bo mînak “Ketîba Farûq”ê di nava xwe da komên çekdar ên piçûk dihewandin.

 

Di 11ê mijdarê da, artêşa Sûrîyayê bi topavêj  û helîkopteran êrîşek pêk anî û di encamê da, sivîl li taxên stasyonê û nêzî sînorê di navbera Sûrîya û Tirkîyayê da, bûn qurbanî (22). Hejmara kuştîyan zêdetirî 16 kesan li bajar bû (23). Lê êrîşên hikûmetê zû bi dawî bû, piştî ku dît êrîş bê sûd e ji ber ku endamên girêdayî xwe li ser erdê tuneye, bi vê yekê bajar ji çarenûsa wê ra hiştin.

 

Komên çekdar û Cebhet El-Nusra û “Xureba El-Şam” dest danîn ser sazîyên hikûmetê û navendên ewlekarîyê û piranîya taxan, ji bilî taxên kurdan ên li alîyê rojhilat û benda kontrolê ya Sînaa ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tê da bûn. Piştra, pêvajoya şerê li dij baregeha girêdayî artêşa Sûrîyayê li Esfer û Necar dest pê kir û ev pêvajo 4 rojan berdewam kir. Di rojên şer da, YPGyê dît ku ya herî baş ew e ku beşdarî şeran nebe û nebe alîgirê tu alîyan, lê ji ber êrîşên ku Cebhet El-Nusra û “Xureba El-Şam” û bi sorkirina Tirkîyayê dest pê kir, YPGyê di 19ê mijdarê da neçar ma ku bikeve şer.

 

3- Yekîneyên Parastina Gel: Ber bi rûbirûbûneka neçarî ve

 

Hizira damezrandina YPGyê sala 2004an piştî serîhildana kurdan, derket holê (24). Wê demê ji ber tundîya dijwar a rejîmê, hişt ku hinek kurd banga avakirina hêzeka wisa kirin. Lê YPG piştî ku şoreşa Sûrîyayê veguhirî çekdarî di navbera “Artêşa Azad”  hêzên rejîma Sûrîyayê da, derket holê. Destpêka sala 2012an, fikira damezrandina YPGê ji nû ve vejîn bû, ku ev hizir ji “şehîd Xebat (25) û komeka ji hevalên wî yên pisporên leşkerî hate pêşkirin ku hêzeka leşkerî erka wê parastina herêmên me ye were avakirin”(26).

 

Di destpêkê da, ev hêza kurdî navê wê “Yekîneyên Xweparastina Gel (YXG)” bû, lê piştra piştî kongreya ku li bajarê Dêrikê hate lidarxistin, navê wê bû Yekîneyên Parastina Gel. Di kanûna paşîn a 2012an da, ev hêz berfireh bû  û bû 8 lîwa (27). Her wiha, bi berfirehbûna YPGyê ra, “Desteya Kurdî ya Bilind” ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Tevgera Civaka Demokratîk kirine yek, hate ragihandin.

Di destpêkê da, YPG ew çek û pereyên pêwîst tune bûn ku projeya xwe bi pêş bixe, lewra pişta xwe da alîkarîya welatîyên kurd û bazirganan. Welatîyên kurd jî çek û erebeyên xwe dane şervanên YPGyê. Li gorî kêmderfetên lawaz ên wê demê, hêzên Sûrîyayê karê ku YPGyê dikir, bi awayekî cidî nedigirt dest, her wiha hin hêzên siyasî yên kurdî jî bi hêz û îmkanên YPGyê bi gûman bûn. Lê şerên ku YPGyê li Serê Kanîyê meşand wekî hêzeka herêmî, piştra ji bo parastina herêma kurdî YPG esas hate girtin û bi belavbûna komên cîhadîst li Sûrîyayê, YPG nekete nava şerê mezhebî.

 

Yekemîn şerê ku YPGyê dest pê kirî, li taxa Eşrefîyê ya ku piranîya niştecihên wê kurd in, dema ku YPGyê bersiva êrîşên tabûrên ku di bin navê “Artêşa Azad” tevdigerîyan, her wiha ji şerên destpêkê yên YPGyê, di navbera wê û efserên artêşa Sûrîyayê  di tîrmeha 2012an da li bajarê Kobanîyê bû û bi vê yekê ra jî hêza kurdî serwerîya xwe li ser Kobanîyê kir. Lê ev şerên ku hatine kirin, ne di wê asta şerên YPGyê li ser Serê Kanîyê bû. YPGyê xwe isbat kir ku ew tekane hêza kurdî ku dikare li dij çekdarên îslamî yên tundraw li ber xwe bide (28). Şerê Serê Kanîyê û biserkeftina li dij Cebhet El-Nusrayê (Birêxistina El-Qaîdayê) hişt ku YPG di navbera salên 2012 û 2013an da, bibe alîyekî sûrîyayî yê çekdar yê bi hêz. Her wiha şerê Kobanî û biserkeftina YPGyê li dij birêxistina DAIŞê di dawîya sala 2014an da, hişt ku ev hêza herêmî bibe hevkarê mezintirîn hêza leşkerî li cîhanê ew jî Amerîka ye. Lê Tirkîyayê ev hêza ku kurd bingeha wê ne, dişopand.

 

4- Ji bêalîbûnê, ber bi şer ve

 

Di rastîyê da, yekemîn şerê fermî û çarenûsî bû, dûrî pevçûnên ku li Eşrefîyê û Kobanîyê ya ku bandora wê kêm bû, ew şerê YPGyê “dema dema ku Cebhet El-Nusra û bi dehan tabûran di bin navê Artêşa Azad da êrîş kirin, wê demê tenê YPGyê parastina sivîlan dikir bêyî ku êrîş bike, lê piştî ku Cebhet El-Nusrayê navendên hebûna rejîmê xistin bin kontrola xwe, bi zanebûn dixwest serwerîya xwe berfireh bike û hewl da ku dest deyne ser taxên sivîlan, nexasim taxên kurdan, wê demê YPGyê bersiv da û kete nava şer, ji wê demê de YPGyê dest bi şer û parastina sivîlan kir..”(29). Bi destpêkirina şer li Serê Kanîyê û kontrolkirina “Artêşa Azad” û komên cîhadîst li ser Serê Kanîyê, YPGyê dest bi kontrolkirina navendên bajaran li Dirbêsîyê û Tiltemirê kir (30), da ku nebe bihane ji wan herdu hêzan ra (Artêşa Azad û El-Nusra) ên ku hewl didan şerê hêzên rejîmê û navendên hebûna rejîmê li ser sînorê parêzgeha Hesekê kontrol bikin, bi vê yekê ra jî dest deynîn ser herêma kurdan.

 

Yekemîn rûbirûyên şer di şeva 19ê mijdara 2012an da çêbû; ku “Artêşa Azad” û Cebhet El-Nusra û “Xureba El-Şam” li dij bendeka kontrolê ya YPGyê ya li nêzî herêma Sînaayê (benda kontrolê ya Sînaayê) êrîş dest pê kir.

 

Di şeva êrîşê da, hemû komên çekdar li mala yek ji parêzberên li Serê Kanîyê kom bûbûn û bi amadebûna “Encûmana Hesekê ya Leşkerî” û efserên ku ji rejîmê veqetîyan û Macid Ebdullah (Ebû Esed) birêveberê Cebhet El-Nusrayê ku israr dikir bendê kontrolê yê kurdan yê girêdayî YPGyê bi hêzê were rakirin, ne bi rêya danûstandinan. Tirkan pişta xwe bi serkeftina êrîşê û bi Ebû Esed germ dikirin, nexasim birêveberê Cebhet El-Nusra li bajar li dij kurdan kîn girtibû. (31)

Di saetên berbangê da, karwanekî leşkerî ku ji 7 erebeyên bi çek pêk dihat û yek ji wan çeka li dij balafiran tê da hebû, berê xwe da YPGyê ku êrîş bikin. Tevî ku hêza êrîşkar xurt bû, lê rastî liberxwedanîyeka ku texmîn nedikirin hatin, di encama êrîşê da 29 endamên hêzên êrîşkar hatin kuştin û 4 şervanên YPGyê jî jîyana xwe ji dest da (32), her wiha hêzên êrîşkar êrîşî serokê encûmena xwecihî ya PYDyê kirin û bi guleyeka sekvanê ew kuştin. (33)

 

Ji ber êrîşê, piştra gelek helwest derketin. Fermandarê “Artêşa Azad” Riyad Esed êrîş şermezar kir û tundîya ku rû daye xist “stûyê hin komên ku hewl dide rewşê bi kar bîne da ku têkilîyên kurd û ereban xerab bike”, her wiha Esed red kir tu têkilî di navbera “Artêşa Azad” û “Xureba El-Şam”ê da tuneye (34), lê şermezarkirina Esed tu bandora xwe li ser erdê tune bû nexasim li ser endamên ku qaşo girêdayî wî ne, ji ber ku di rojên piştra şer girantir bû.

 

Bi armanca vekişandina cenazeyan û agirbestê, birêveberê nû yê Cebhet El-Nusrayê Ebû Leys El-Kurdî (35) li şûna Ebûd Esed ku di şer da hate kuştin, xwe gihand rûsipîyên Serê Kanîyê. Yekser hevpeymana agirbestê hat çêkirin. Kesên ku beşdarî danûstandinan bûn, Ebû Zir El-Iraqî û Ebû Yeman EL-Urdunî ku li ser rûyê xwe girtinbû û dema hevdîtinên bi fermandarên YPGyê ra lrûyê xwe eşkere kirin. Di encamê da, gihaştin du xalan: Erêkirina li ser vekişandina cenazeyan û YPGyê red kir ku çekên wan vegerîne û pêşnîyaz kir ku berdêla wê bide (36), mijara ne vegerandina çekdan girêdayî du xalan bû: Xala nevegerandina çekan ji alîyê YPGyê ve, dibe ku piştra li dij wê were bikaranîn, her wiha xala duyemîn ku pêwîstîya YPGyê bi çekan heye, ku wekî di destpêka şerê li Serê Kanîyê dîyar bû ku pêwîstya wê bi çek, erebe û cebilxaneyê heye.

 

Li gorî hejmara Cebhet El-Nusrayê li Serê Kanîyê û bargehên birêxistinê yên li ser axa şerîketa lîbyayî sûrîyayî  ku hejmara wan ji 60 heta 70 hezarî bû, têkçûna wê  giran bû. Lê hêza birêxistinê  ji ber hebûna mezin a “muhacerîn e”(37), ango endamên biyanî yên xwedî pisporî di şer û kûrahîya îdyolojî da. Tevî vê yekê jî, armanc ji agirbestê wekî bihinkişandinekê ji bo wê û alîyên din e, ku ev yek di gelek rûbirûyên din ra dîyar bû.

 

5- Şer, agirbestên rizayî, navbeyankarî û destwerdana Tirkîyayê

 

Ji ber fişara Tirkîyayê ya li ser komên çekdar ku şer li dijî yekîneyên kurdî berdewam bike, agirbestê dirêj nekir. Careka din, komên çekdar şer destpê kir. Vê carê,“Xureba El-Şam” û Cebhet El-Nusra, bi xwespartina çekên giran, dest pê kir. Cebhet El-Nusrayê, 200 endam û “Xureba El-Şam”ê 100 endam û sê tangên ku di şerê li parêzgeha Reqayê bi dest xistbû, anî şer. Van koman, tangek li ser derîyê sînorî û herdu tangên din jî li başûrê bajar belav kir. Her wiha, 400 şervanên kurd jî ji herêmên kurdan ên Sûrîyayê derbasî bajarê Serê Kanîyê bûn (38). Bi her hal, ji ber berxwedana YPGê, hîşt ku şervanên nû ji ewladên bajar tevlî nava YPGê bibin, ev yek hevgirtinek derxist holê ku hewl dide hebûna kurdan li bajar û taxên kurdan biparêze.

 

Di 22ê mijdarê da, Navenda Çavdêrîyê ya Mafên Mirovan ragihand ku 8 endamên Cebhet El-Nusrayê di şerê li Serê Kanîyê û şervanekî YPGyê şehîd bû (39), bi vê yekê ra herdu alî gihîştin agirbesteka din a rizayî ku heta 6 kanûna pêşîn  dewam kir û piştre dîsa şer destpê kir.

 

Di nava vê rewşa aloz da, balafirên Sûrîyayê qereqola polîsan û nivîsgeha posta li herêma Mehtayê ya bajar bombebaran kir, di encamê da 12 kes hatin kuştin ji wan 6 sivîlên kurd bûn ku ji wan jî sê zarok bûn, her wiha ambolanên Tirkîyayê jî 21 birîndar derbasî bajarokê Serêkanîya binxetê/Ceylan Pînar a li alîyê din ê sînor kir.

 

Piştî vê yekê, gelek balafirên Tirkîyayê yên F-16 ji baregeha xwe ya li Amedê wekî bersiva li ser êrîşên hewayî yên Sûrîyayê derketin (40), di encama vê yekê da, rola balafirên Sûrîyayê hate  sînordarkirin.

 

Di sê rojan da, ji 12 heta 14ê kanûna pêşîn, çekdarên opozîsyonê rêzeêrîşên bi moşekan li dij bajarok li dar xistin. Her wiha, hate ragihandin ku hewl dan şer li bajarok û gundên derdor jî berfireh bikin, lê têk çûn (41), nexasim li gundên rojhilat ku hewl dan kontrol kir da ku herêmên YPGyê dorpêç bikin.

 

Lê di roja 15ê kanûna pêşîn da, danûstandinên ji bo agirbestê careka din çêbûn. Bi rastî jî, agirbestek hate ragihandin, ku berê yekemîn agirbest di şeva 19ê mijdarê da hate ragihandin, YPGyê jî ew agirbest bi karekî mirovahî ji bo rakirina cenazeyên endamên opozîsyonê, bi nav kir. Hevpeymana agirbestê di 17ê kanûna pêşîn da kete meriyetê û şertên wê jî piranîya wê li gorî daxwazên YPGyê bû, wekî vekişandina herdu alîyan ji bajar, avakirina encûmeneka sivîl ku kurd, ereb, çeçen û siryan tê da cihê xwe bigirin (42). Lê agirbesta ku pêk hatiye, nikarîbû xalên ku li ser hev kiribûn pêk werin.

 

Li ser esasê serkeftinên ku YPGyê bi dest xistine, şer careka din hat destpêkirin. Her wiha, agribestê nikarîbû şerê ku li nêzî Nexweşxaneya Niştimanî dest pê kiribû ku ew jî avahîyeka parastî bû zehmet ku were kontrolkirin, rawestand, her wiha şerê li herêmaka stratejîk ku navê wê kolana birêveberê herêmê bû. Ji ber tevlîbûna nava YPGyê zêdetir bû, endamên hin partîyên din ên kurdên Sûrîyayê jî tev li nava YPGyê bûn; di vê çarçoveyê da Partîya Demokratîk a Pêşverû bi komeka hevalên xwe beşdarî şer bû. Di 24ê kanûna pêşîn da, endamekî Pêşverû bi navê Ela Qasim bi guleyeka sekvanî bi giranî birîndar bû, di encamê da YPG û hevalên wî yên partîyê di 2ê sibata 2013an wekî şehîd ragihand (43).

 

Tevî tevgera tevlîbûna berdewam a nava YPGyê û mabûna tevgera YPGyê ya navendî, Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyayê di mijara tevlîbûna nava şer bêalî ma, di encamê da alîgirên wê di nava hundirê Serê Kanîyê da, kêm bû.

 

6- Vegera bi hêz li çekê

 

Di nava vê rewşa ewlekarî ya lawaz da û gumanên herdu alîyan bi hev, hebûna YPGyê li bajar wekî alîyekî ku dikare serkeftinan pêk bîne derket holê. Her wiha têkilîyên komên “Artêşa Azad” bi sivîlan ra jî ji ber dizî û talanîya alavên Nexweşxaneya Niştimanî û depoyên genim û kompîyoterên kevn û buha li dibistanan, xerab bû. Di encamê da Tirkîyayê bi awayekî zêdetir pişta xwe da komên cîhadîst (El-Nusra û Xurebe El-Şam). Gendelîya komên “Artêşa Azad” rola wê di vê yekê da hebû; Tirkîyayê bi rêya ambolasnan çek rêdkirin ji komên çekdar ra da ku şerekî demdirêj bikin, lê komên çekdar hîna zêdetir dixwest, piştra dîyar bû ku endamên “Artêşa Azad” wan çekan li sûka reş difroşe û cebilxane vala vala bi kar dianîn û şer wekî rêbazekî qezenckirinê bi kar dianîn (44), her wiha şervanekî YPGyê jî yê ji Serê Kanîyê jî behsa siyaseta ne xerckirina zêde ya cebilxaneyê ji alîyê hêzên wan ve, dikir. Di demekê da ku ragihandinê giranî da hêza kurdî ya ku mezin dibe, Fermandarê Leşkerî yê YPGyê Cemşîd Osman wiha bersiva li ser pirsa hejmara wan hêzên wan  û sedema bipêşketina wan li ser erdê, da: “Em hindik in ku kes nikare me bibîne û em pir in jî ku hûnê me li her derê bibînin” (45).

 

Di 17ê çileyê da, êdî qonaxa biryardarîyê dest pê kir. Hate ragihandin ku 300 endamên cîhadîst berbangê bi rêya sînorê Tirkîyayê derbasî Serê Kanîyê bûn û şerên giran di navbera wan û hêzên kurdî da rû dide , her wiha “Artêşa Azad” jî dest bi bikaranîna topavêj û tangan kiriye (46). YPGyê dikaribû tanga ku bi rêya sînorê Tirkîyayê derbas bûbû û berê xwe dabû herêma El-Xerbatê, desteser bike (47), her wiha di encama şerê mehekê da, 54 cîhadîst û endamên komên çekdar hatin kuştin, her wiha 8 şervanên YPGyê jî şehîd bûn, di heman demê da, derdora 5 sivîlan jî jîyana xwe ji dest da, ji nava wan Ehmed Şêx Sînan ê ji gundê Feqîra ku rastî êşkenceyê ji alîyê endamên “Artêşa Azad” ve hatibû û piştre ew di 30ê çileyê da kuştin.

 

Di encama şer da, YPG ber bi kolana birêveberê herêmê û herêma dêran bi pêş ket, her wiha YPGyê komên cîhadîst ji Dêra Siryanên Ortodoks (dibistana Qetef Zihûr) derxist û di encamê da, êdî YPGyê dest danî ser herêmên bilind ên li nava bajar. Ji ber bipêşketina YPGyê û têkçûnên cîhadîstan û komên çekdar, alîyên siyasî yên opozîsyonê li çareserîyên derketina ji nava çirava şerê li Serê Kanîyê digerîyan û careka din jî bi rêya hevpeymanên agirbestê.

 

7- Agirbesta dawî û qonaxa serkeftina YPGyê

 

Di 20ê çleya 2013an da, Encûmana Niştimanî ya Kurdî bi daxuyanîyekê tiştê ku li Serê Kanîyê rû dide bi “Fitneyê” bi nav kir, tevî ku şer zelal kir ku şerê di navbera cîhadîstên ku ji derve hatine û li pişta wan Tirkîya ye û di navbera kurdên li Serê Kanîyê ye. Lewra têgiha fitne di navbera ewladên yek bajarî da, ku Encûmena Kurdî bi kar anî negihîşte armanca xwe, her wiha encûmenê îşaret bi rola Tirkîyayê ya piştgirîyê ji bo berdewamkirina şer nekir û “fitne” xiste stûyê rejîma Sûrîyayê bi rêya banga “ku derfetê nedin rejîma sûrîyayî û sîxûrên wê û rêyê li pêşîya fitneyê bigirin.” Di heman demê da, helwesta “Desteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk” zelal bû dema ku bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li Tirkîyayê bike da ku rê neyê dayîn ku terorê derbasî axa Sûrîyayê bike, her wiha desteyê “êrîşên li dij sivîlan li Serê Kanîyê ya parêzgeha Hesekê” şermezar kir.

 

Ji wê zêdetir, daxuyanîya destyê, rewşa ku gihaştiye vê astê ji Encûmena Kurdî an jî ji Itîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyonê zêdetir, şirove kir. Di vê çarçoveyê da, desteyê got “Gelê me li Serê Kanîyê ev demeka rastî êrîşên çekdarî yên bi gûman ji dervayî sînorê Sûrîyayê û ji hûndir ya gelek date û alav tê. Ev êrîş ji 16ê vê mehê ve, girantir bûye, her wiha li kêleka wê jî gelek daxuyanîyên nefretê û yên ne berpirsyar derketin ku tenê armaca xwe parçekirina rêza niştimanî û hevgirtina civakî ya demografîya herêmê ye(..) ku hin tabûr û komên çekdar ku îdîa dike baskên şoreşa Sûrîyayê ne wekî tabûra Ehrar El-Umeyê, Ehrar Xiwêran, Tabûra Mişel Temo, Xureba El-Şam, Ehfad El-Resûl, Ewladên Seed Bin Ebî Weqas û hêzên girêdayî Encûmena Leşkerî ya Artêşa Azad pê rabû, (..) her wiha wan bi awayekî ferdî û komî gelek êrîş li dij sivîlên bêguneh û sazîyên dewletê ku tu nûnertîya rejîmê tê da tune bû û di bingeha xwe da milkê gel e, pêk anîn. Her wiha piranîya niştecihên bajar neçar kirin ku koçber bibin û dev ji mal û milkên xwe berdin ên ku hatin dizîn û talankirin ji alîyê tabûrên navborî ve, vê yek YPG neçar kir ku bersiva van êrîşan bide da ku parastina gelê herêmê û pêkhateyên wê yên civakî yên xwedî pir netewe û olî, bike”. (48)

 

Ji alîyê xwe ve jî, di 23yê çileyê da, Itîlafê ragihand ku wan komîteyek ava kiriye da ku xwe bigihîne hemû hêzan û rûsipîyên herêma Serê Kanîyê “ji bo ku nekevin xefka planên rejîma kujer” (49). Itîlafê careka din têgeha “Fitne” bikar anî û ragihand ku şer wekî “şerekî navxweyî ye”, bê ku îşaretê bi rola Tirkîyayê û komên cîhadîst nexasim şervanên biyan bike.

 

Di rojên destpêkê yên sibatê da, endamên opozîsyona Sûrîyayê komîteyek ku ji 8 endaman pêk tê ava kir, ji bo navbeyankarîyê di navbera YPG û cîhadîstan da bike “komîteya niştimanî ya parastina aşitîya civakî û şoreşê” (50). Siyasetmedarê sûrîyayî yê opozîsyon Mîşîl Kîlo gelek civînên ji bo agirbestê, serpereştî kir. Danûstandin, bi ser neketin, ji ber ku “Encûmana Leşkerî ya Şoreşgerî” a girêdayî “Artêşa Azad” israr dikir ku bajar û derîyê sînorî tenê radestî Encûmena Niştimanî ya Sûrîyayî bike, her wiha endamên ku beşdarî “Artêşa Azad” bûne tekane hêza ku serwerîya leşkerî li bajar bike û  PYD guh bide Encûmena Niştimanî ya Sûrîyî wekî hêza “Desthildar a rewa û tekane” li herêmê û rê neyê dayîn ku “alên kurdî” li parêzgeha Hesekê bilind bibe(51). Ev helwest, di ragihandina kurdî wekî helwesteka şofenîst a hişk hate binavkirin, ji ber ku berê jî endamên leşkerî yên opozîsyonê di destpêkê da dema ku ketin Serê Kanîyê, heqaret li ciwanên kurd ên ku aleka kurdî rakiribûn ku beşek ji wan girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurdî bûn, kir bi rêya avêtina ala di destê wan da. Ev yek, armacên zû yên hêzên êrîşkar ku ji armancên şerê li dij rejîmê derbas dike û dixwazin herêmên kurdan kontrol bikin, dîyar kir û hemû nîşaneyên rizgarbûna ji zordarîyê di nav da jî bilindkirina alên kurdî, red kirin.

 

Kurdên ku danûstandin dikirin bi awayekî tundî ev şert red kirin û li şûna vê yekê pêşnîyaz kirin ku şervanên herdu alîyan ji bajar derkevin û birêveberîya wê ji alîyê Encûmeneka hevbeş ku tê da nûnertîyên siyasî yên herdu alîyan hebin, were kirin.  Ev yek piştra li ser hate lihevkirin, lê ev hevpeyman tenê li ser “Artêşa Azad0 derbasdar bû û Cebhet El-Nusra û “Xureba El-Şam” ku gihaştibûn agirbestên xwe yên taybet, li gorî vê hevpeymanê tevnedigerîyan. Bi her halî, “Artêşa Azad” û yek ji birêveberên wê Selîm Idrîs ev hevpeyam binpê kirin û di encamê da, şer careka din rû da. (52)

 

Di dawîyê da, şer berdewam kir û komên çekdar û cîhadîst hêvîya wan tune bû ku rewşa ku YPGyê feriz kiriye biguhirin. Di 17ê tîrmehê da, li Serê Kanîyê qonaxeka nû bi derxistina hemû endamên opozîsyonê ji bajar piştî şeveka dirêj ji şer, dest pê kir. Di encama vê yekê da, 9 cîhadîst hatin kuştin û 2 şervanên YPGyê şehîd bûn (53), her wiha YPGyê tevahîya bajar xiste bin serwerîya xwe û ew rizgar kir û xwe gihand derîyê sînorî yê di navbera Sûrîya û Tirkîyayê da.

 

8- Encamên şerê destpêkê yê Serê Kanîyê

 

Şerê yekem ê Serê Kanîyê bû sedem ku YPG beriz bibe û êdî ji bo parastina herêma kurdan pişta xwe bidin YPGyê ku xwedî pisporîya şer e û biryara wê navendî ye. Li hemberî wê jî, guman li ser rastî û armancên “Artêşa Azad” û komên cîhadîst û rola Tirkîyayê ya piştgirîya wan ji bo aramîya herêma kurdan xerab bikin û aşitîya civakî têk bibe û alozîyên neteweyî gur bike, zêde bû, wekî çawa di serîhildana 12ê adarê da rû da, û jê berabtir jî. Rawestandina li pêşîya komên cîhadîst û “Artêşa Azad” rêya derbasbûna nava herêmên din ên Cizîrê girt, ku Serê Kanîyê wekî “dergehê Cizîrê” hate binavkirin. Her wiha, kontrolkirina Serê Kanîyê ji alîyê opozîsyona çekdarî û cîhadîstan ve, wê şerên etnîkî li herêmên din jî ku gelek etnîk tê da ne, nexasim li Hesekê û Qamişloyê, çêkiriba.

 

Serê Kanîyê kete çarçoveya Birêveberîya Xweser a Demokratîk ku 21ê çileya 2014an hate ragihandin, heta dema ku Tirkîyayê herêma Serê Kanîyê û Girê Spî di dawîya sala 2019an da dagîr kir. Armanc ji şerê Serê Kanîyê ku parçebûna kurdan û ereban were rûniştandin û alozîyên neteweyî li herêmê berdewam bikin, lê sazûmanîyên birêveberî ku Birêveberîya Xweser ava kiribû, dikaribû ereb, çeçen û siryanan beşdarî wan sazûmanîyên birêveberîyê bike.  Ev yek jî bandor li du mijaran kir: Rêgirtina li pêşîya hewldanên avakirina pirsgirêkên neteweyî  û mijara duyem jî çarenûsa hevbeş a niştecihan, ku li Serê Kanîyê ji ber şerê Tirkîyayê û dagîrkirina wê ji Serê Kanîyê ra sala 2019an pêlek koçberîyeka giştî çêbû. Ne tenê kurd koçber bûn, lê belê komên neteweyî yên din yên ku beşdarî an jî bûn hevkarê projeya Birêveberîya Xweser bûn, koçber bûn.

 

Tiştê balkêş ê şopandina bûyerên 2004 û 2012an, dûbarekirina navên ji bajar ku bi rejîmê ra li dij çewisandina kurdan û tirsandina wan sala 2004an bûne hevkar, ew heman kesên ku bi “Artêşa Azad” ra û komên cîhadîst bûne hevkar. Vê yekê jî hebûna meylekî şofînîst ê herêmî dîyar kir ku ev yek jî ji encamên desthildarîya partîya Beisê ya dirêj û siyasetên cûdekarîya nîjadperestî ye. Her wiha, dîyar bû ku ew heman kesayet beşdarî operasyona dagîrkirina bajar di dawîya sala 2019an da bûn.

 

 

                                              Beşa sêyem: 2019-Şerê Tirkîyayê yê li dij Serê Kanîyê û dagîrkirina herêmê

 

Enqera êdî bawerîya xwe ya derbarê dagîrkirina herêma Serê Kanîyê, bi wekîlên xwe yên sûrîyayî opozîsyona çekdarî, artêşa niştimanî û komên cîhadîst winda kir. Birêxistina DAIŞê jî piştî têkçûna xwe di şerê Kobanîyê yê sala 2014an da û hebûna wê ya leşkerî li Reqayê hate rûxandin, êdî nikare êrîşên mezin pêk bîne. Lewra,  aramîya herêmên Birêveberîya Xweser rastîyek bû ku divê bi rêya hêza artêşa Tirkîyayê bixwe were têkbirin, eger wekî ku li Efrînê sala 2018an pêk hatiye; ku hevpeymanê bi hêzên navdewletî ra bike da ku operasyona xwe ya leşkerî rewabûnekê jê ra peyda bike, bê tu astengî. Ji ber vê yekê jî, dê hemû çekên giran, balafir, hemû cureyên bombeyan û rêbazan,  werin bikaranîn.

Ji şerê li dij Serê Kanîyê û Girê Spî, koçberîyeka mezin çêbû. Di vê çarçoveyê da, Neteweyên Yekbûyî jî, ragihand ku 180 hezar kes di sê hefteyên destpêkê yên êrîşên Tirkîyayê da, koçber bûne. Her wiha, di encama şer da beşek ji bajar hate wêrankirin û hesab bi piranîya welaîtyên ku piştgirî an jî destek an jî tev li Birêveberîya Xweser bûn, hate kirin û di encamê da dest danîn ser mal û axên wan û hin kesên din ên sûrîyayî û biyan xistin malên koçberan û yên ku bi zora çekê hate derxistin û kesên ji ku alava cezayê ya bi tirs revîyane. Nexasim, hin niştecihên bajar sala 2013an ji ber hevkarîya wan bi komên “Artêşa Azad” û komên cîhadîst revîyane Tirkîyayê û soz dabûn ku ew ê tolhildanê ji ewladên bajarê xwe rakin û piştra bi tirkan û komên opozîsyona çekdarî ya dagîrker ra, bûne wekî rênîşan.

Şerê duyem ê Serê Kanîyê û dagîrkerî û wêrankirina bajar, wekî hewldaneka Tirkîyayê ya din ji bo guhartina demografîyê niştecihan bû û li şûna niştecihên resen, bicihkirina gelê din ê sûrîyayî û biyanan bû. Her wiha, rewşa li Serê Kanîyê bi desteserkirina malûmilkên piranîya welatîyên ku mal û milk  û axa xwe ya çandîyê û alavên xwe winda kirine bi dawî bû, di demekê da ku binpêkirin û êrîşên li dij niştecihên mayî berdewam dike, her wiha ev binpêkirin û êrîş li dij niştecihên ku ji neçarî koçber bûne an jî li kampan dijîn, dewam dike.

 

1- Rola Washingtonê di hêsankirina êrîşa Tirkîyayê da

 

Di rojên dawî yên birêveberîya Barack Obama da, serokê amerîkayî amadekarîyên dikir, kir ku perwerde û alîkarîyê ji bo Hêzên Sûrîyaya Demokratîk zêde bike, da ku birêxistina DAIŞê tam tune bike. Lê ceneralê amerîkayî yê karbes Mayikl Flynn, ku Trump ew wekî şêwirmendê ewlekarîya neteweyî erkdar kir, ji Obama xwest ku wan alîkarîyan rawestîne, heta ku tîma birêveberîya nû nirxandinên xwe yên taybet bike. Piştra dîyar bû ku Flynn hate bertîlkirin, ji bo berjewendîyên hikûmeta Tirkîyayê berîya ku bibe şêwirmend bimeşîne (54). Bi hatina Trump li ser desthilatdarîyê, hizira altirnatîfa HSDyê ji bo şerê tunekirina DAIŞê, têk çû. Di dawîyê da, serkeftina mezin li baregeha wî ya herî dawî li Sûrîyayê li Reqayê pêk hat û piştra dawî li bermahîyên hêza wê ya li li Baxozê di adara 2019an da, pêk hat. Hevkarîya leşkerî ya di navbera Amerîkayê û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li dij birêxistina DAIŞê, wekî baştirîn serkeftinên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê ji destpêka sedsala heyî da ye (55). Lê ev hevkarî ku hişt serkeftineka mezin pêk were û li şûna ku têkilîyên di navbera HSD û Washingtonê da xurt bibe, bû destpêka ku birêveberîya Trump siyaseteka tevlihev di dosyaya Sûrîyayê da, ji bo razîkirina daxwazên Tirkîyayê yên qutkirina têkilîyan di navbera Washington û HSDyê da, pêk bîne. Di dawîyê da jî, birêveberîya Trump dê serî ji şantajên Tirkîyayê deyîne.

 

Di sala 2018an da, guhartineka amerîkayî ya berbiçav çêbû. Di dawîya sala 2018an da, Trump biryar da ku ji Sûrîyayê vekişe.  Ragihandina Trump di 19ê mijdarê da, ya vekişandina 2 hezar leşkerên amerîkayî ji Bakur Rojhilatê Sûrîyayê, ji bo Tirkîyayê û serokê sûrîyayê Beşar El-Esed, wekî dîyarîyekê bû. Erdogan jî berîya biryara ragihadina Trump a vekişandinê bi hefteyekê, ragihand ku artêşa Tirkîyayê amadekarîyan dike da ku operasyoneka bejahî li dij herêmên di bin kontrola HSDyê da li rojhilatê Firatê pêk bîne.

 

Ev  bipêşketin, bûn sedem ku wezîrê parastinê yê wê demê  James Mattis istîqala xwe bide. Di rojên gelekî alozî berîya hevpeymana dawî, artêşa Tirkîyayê hebûna xwe ya leşkerî zêde kir û wezîrê nû yê parastinê Mark Esper jî got Amerîka dev ji hevkarên xwe yên kurd bernade û çi operasyoneka leşkerî ya tirkîyayî ya yekalî li dij hevkarên Washingtonê li Sûrîyayê, “nayê qebûlkirin” û danûstandin berdewam dikin, heta ku bigihêje hevpeymanekê ji bo çareserkirina berjewendîyên ewlekarîyê yên Tirkîyayê (57). Ji alîyê xwe ve jî, pêwîstîya Erdogan bi operasyoneka sêyem piştî ku di hilbijartinan da gelêrîya wî bi paş da çû û daxwaza wî ya provekasyona Washingtonê piştî hevpeymana mûşekên S-400 ên rûsayî, hebû. Lewra, serokkomarê Tirkîyayê xwest ku dagîrkerîya Tirkîyayê di hûndirê Sûrîyayê da, berfireh bike.

 

Tevî ku Trump bi awayekî zû dest ji hizira vekişandina beşî berda, Erdogan fişar berdewam kir û di tebaxa 2019an da, gefa gaveka yekalî xwar. Piştî danûstandinên kêlîya dawî, Amerîka û Tirkîyayê, di 7ê tebaxê da, li ser avakirina herêmeka tampon ya teng ku tê da dewreyên hevbeş ên amerîkayî û tirkîyayî tê da bigerin, li hev kirin. Lewra Washingtonê HSD qani kir ku vê hevpeymanê erê bike, di dawîyê da HSDyê ev hevpeyman erê kir da ku rê li pêşîya bihaneyên Enqerayê bigire. Di vê çarçoveyê da, rayedarên amerîkayî jî ji nermbûna “HSD”yê ya derbarê vê mijarê da, matmayî man.

Lê Erdogan razî nebû û di 6ê îlonê da israr kir ku Tirkîya ji alîyê xwe ve bikeve tevgerê û bipêşketina lezgîn a kontrolkirina Tirîkyayê li ser herêmê bi kûrahîya 32 kîlometre û dirêjahîya 480 kîlometre di dawîya îlonê da (58).  Giring e ev kêlî di vê çarçoveyê da were fêmkirin: Dema êrîşên Tirkîyayê “xîyaneta Trump a bi kurdan ra” rêbazê wî yê bê serûber nîşan dide, lewra ev rûbirûbûn di stratejîya têkoşîna li dij birêxistina DAIŞê di dema birêveberîya Obama da, dest pê kir.

 

Hevkarîya di navbera Amerîka û YPGyê da, hişt ku Tirkîya bertekeka tund nîşan bide, lê Amerîkayê di demekê da ku DAIŞ belav dibû, êrîşa Tirkîyayê dereng xist. Lê bi têkçûna (demkî) a DAIŞê û pabendbûna Amerîkayê ya ne zelal ji bo Sûrîyayê, Erdogan dît ku derfet e û dema wê hatiye(59). Bi nêzîkbûna dema dawî ya gefên Erdogan û pêkanîna dagîrkerîyê, Trump 50 leşkerên Amerîkayê vekişandin, da ku rê ji ber êrîşên Tirkîyayê veke. Bi her halî, Tirkîyayê navê operasyona xwe kir “Kanîya Aşitîyê” da ku raya giştî ya cîhanê bixapîne, wekî ku çawa di operasyonên ku nav lê kirin “Mertala Firatê-2016” û “Çiqilê Zeytûnê-2018”, ev yek jî dide dîyarkirin ku êrîş û dagîrkerî tenê operasyoneka ewlekarîyê ye.

 

Her wiha, serkeftina birêveberîya Trump a agirbestê û rawestandina xwestekên berfirehîyê yên Tirkîyayê bi hevpeymana “Pence-Erdogan”, rola sereke ji ber ku Trump ragihand ku eger Tirkîya operasyona xwe dewam bike, ew ê aborîya Tirkîyayê birûxîne. Bi her halî jî, fişarên herdu partîyan di encûmanên kongresê û nûneran da, sînorek ji tawîzên Trump ra danîn.

 

 

2- Pêkanîn û birêveçûyîna şer

 

Şeva 9ê cotmehê, topavêj û balafirên Tirkîyayê dest bi hedefgirtina Serê Kanîyê û Girê Spî kirin, ev yek tirseka mezin û tevlîhevîyek di nava niştecihan da çêkir û sivîl revîyan. Di heman rojê da, hêzên Tirkîyayê û komên sûrîyayî yên hevkarên wê dest bi êrîşa bejahî kir. Di encamê da, 138 hezar kes ji neçarî û darê zorê (60) ji herêma Serê Kanîyê koçber bûn. Her wiha, ev êrîş, fikareka navdewletî derbarê koçberîyeka komî ya sivîlan û ihtimala revandina endamên DAIŞê ji zindanên kurdan, çêkir. Ev yek hîşt ku careka din komên tundraw li Sûrîyayê tevlîhevîyê çêbikin(61), ji ber ku HSD di wê demê da, li ser du enîyan şer dikir: hêzên Tirkîyayê û konê Sûrîyayê yên çekdar ên girêdayî wê û şaneyên birêxistina DAIŞê yên ku hewl da ku êrîşên Tirkîyayê, wekî derfet bi kar bînin.

Di demekê da ku top û êrîşên hewayî û şer bi giranî berdewam dikir, Enqera di 12ê cotmehê da, îdîa kir ku navenda bajar dagîr kiriye, lê dîmenên ku şervanên “HSD” belav kirin, “rastîya nûçeyên derew ên Tirkîyayê eşkere kir” û li gorî berdevkê “HSD”yê ku wê demê ji Reutersê ra ragihand, “HSD” tevgereka tektîkî bi paş da vekişîya û  bi giranî şer li herêma Sînaayê rû dide. Di wê demê da, Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrîyayê, ragihand ku komên alîgirên Tirkîyayê 9 sivîl li ser rê kuştin, di nav da jî Hevrîn Xelef sekertera giştî ya Partîya Sûrîyaya  Pêşerojê. Di 12ê cotmeha 2019an da, Navenda Çavdêrîyê qetilkirina Hevrîn Xelef û du sivîlên bi wê ra ji alîyê komên alîgirên Tirkîyayê li ser rêya navdewletî M4, dema ku bi erebeyên sivîl berê xwe didan da ku tev li çalakîyên “konê mertalên mirovahîyê” li bajarê Girê Spî bibe, bi belge kir. Her wiha, ê ku ev operasyon kiriye jî, fermandearê Kombûna “Ehrar El-Şerqîyê” yê bi navê Ebû Hatim EL-Şeqra ye. Piştra, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê di çarçoveya “Tedbîrên girêdayî têkoşîna li dij terorê û tedbîrên girêdayî Sûrîyayê” Ehmed Ihsan Feyad El-Hayîs yê bi navê Ebû Hatim Şeqra dihate binavkirin û koma “Ehrar El-Şerqîyê” xiste lîsteya terorê.

 

Di heman demê da, karwanê alîgirê HSD û rojnamevanên pê ra li nêzî Serê Kanîyê ku hewl dida derbasî bajar bibe ji bo piştgirîyê, rastî êrîşê hat. Êrîşa ku balafirên Tirkîyayê pêk anî, di encamê da 14 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. (63)

 

Di 13ê cotmehê da, HSDyê êrîşeka dijber li dij artêşa Tirkîyayê pêk anî û jinûve dest danî ser xalên sereke li bajar, di nav da jî herêma Sînaayê. Û di 15ê cotmehê da HSDyê  dest danî ser tevahîya bajar(64). Di 17ê cotmehê da Artêşa Tirkîyayê û Artêşa Niştimanî ya Sûrîyî nîvê bajarê Serê Kanîyê dorpêç kir û dest danî ser û bi êrîşekê dest danî ser herêmên nû û rêyên ku derbasî bajar dibin di nava şerekî dijwar da, kontrol kirin.

 

3- Agirbesteka rizayî û vekişandina HSDyê

 

Di 17ê cotmehê da, Amerîka bi Tirkîyayê ra li ser agirbesteka 5 rojan gihaşte lihevkirinekê, da ku “HSD” 20 mîlan dûrî sînorê Tirkîyayê bikeve. Lê “HSD” got wê li ser agirbesta tenê li Serê Kanîyê û Girê Spî erê kiriye, lê red kir ku wê dûrî sînor bikeve. Bi vê yekê, şer tevî ragihandina agirbestê, dewam kir. Her wiha tîmên Heyva Sor a Kurd jî nikarîbûn di roja yekê ya agirebstê da, xwe bigihînin bajar da ku birîndaran derbixin.

 

Di 20ê cotmehê da, HSDyê ragihand ku ew ê ji Serê Kanîyê vekişe li gorî hevpeyama ku bi navbeyankarîya Amerîkayê bi Tirkîyayê ra hatiye kirin. Di vê çarçoveyê da, hinek ji hêzên HSD û hînek sivîl jî dest bi vekişandina ji bajar kirin, ji tirsa tolhildana milîsên alîgirên Tirkîyayê. Bi vekişandina HSDyê, bi 86 otombîlan HSD derbasî Tiltemirê ku 40 kîlometer başûrê Serê Kanîyê ye, kirin. Her wiha, bi sedan sivîl jî bi HSDyê ra derketin (65).

 

4- Bikaranîna Tirkîyayê ji çekên ku di alîyê navdewletî da qedexe ne

 

Nîşaneyên birîna birîndarên ku ji Serê Kanîyê derketine, wekî şewata ku ji ber bombeyên fosfora spî çêbûne. Li gorî Heyva Sor a Kurd jî, 6 birîndarên leşker û sivîl, veguhistine nexweşxaneya li Hesekê û şewata wan ji alîyê çekên ne dîyar ve hatine kirin û ew hewl didin kîjan cure hatiye bikaranîn, dîyar bikin. Fermandarîya HSDyê jî ragihand ku ev çek ne normal in ku Tirkîyayê berîya ragihandina agirbesta 5 rojan ku bi navbeyankarîya Amerîkayê ku ji alîyê cîgirê serok Mike Pence li Enqerayê pêk hatî, hatiye bikaranîn. Her wiha,  li gorî rojnameya “The Guardian”ê lêkolînerên çekên Kîmyayî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihandin ew belgeyên îdîayên bikaranîna hêznê Tirkîyayê madeyên ku dijî zarokan, kom dikine. Ji alîyê xwe ve jî, Birêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî got: “Haya wan jê heye û ew niha agahîyên derbarê bikaranîna gengaz a bikaranîna çekên kîmyayî, kom dikin.” (66)

 

Bi israra Enqerayê ya redkirina bikaranîna wan çekdan, lêpirsîvanên navdewletî yên ji ”OPCW”yê anîne ziman ku parçeyên ku ji qurbanîyên êrîşan berîya bi mehekê lêkolîn nekirine, ji ber ku birînên fosfora spî ji ber gemrê çêbûne, ji ne ji ber madeyên kîmyayî. Ne lêkolînkirinê, ihtimal heye ku lêkolînerên komîteyê bi Tirkîyayê ra li hev kirine. Balkêş e ku piştî demeka kurt a ku Tirkîyayê 30000€ ewro (26000£ cunryhê istirlînî) ji Navenda Qedexekirina Çekên Kîmyayî ra pêşkêş kir, komîteyê ew daxuyanî da. Di wê demê da, rexnegiran ragihandin ku 17ê cotmehê wekî “betîl” ji bo veşartina li ser êrîşên kîmyayî ya kujer ku endameka NATOyê (Tirkîya) bikar anî, bi nav kir. (67)

Di rastîyê da, birêxistinên navdewletî û nexasim Birêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî, derfeta zelalkirina rastîyê ya derbarê bikaranîna Tirkîyayê ji bombeyên fosfor û napalmê winda kir, tevî ku dane ji rewşên birîndarên li nexweşxaneyên Tiltemir û Hesekê hebûn û bidestxistina mînaka ji laşên wan ku dikare ji alîyê wan birêxistinên peywendîdar ra werin lêkolînkirin. Ev yek destnîşan kir ku ev birêxistinên navdewletî  alîgir in, ne bêalî ne û bi vê yekê ra jî derfeta cezakirnia Tirkîyayê ya ji ber bikaranîna wan çekan li dijî sivîlan, winda kir.

 

5- Binpêkirinên li Serê Kanîyê

 

Cudahîyeka mezin di navbera rewşa Efrîn û Serê Kanîyê da ji hêla koçberîyê ve hebû, mirov dikare bibêje ku hejmara koçberan li Serê Kanîyê ji Efrînê zîdetir bû. Lewra tecrûbeya Efrînê bû ezmûnek ku dîyar kir çi qasî jîyan di bin serwerîya dagîrkerîya Tirkîya û milîsên wê da zehmet e, vê yekê hişt ku piranîya niştecihên Serê Kanîyê zû koçber bibin. Di encamê da bûyerên çewisandina neteweyî û nijadperwestî û kiryarên ku mafên mirovan bin pê dikin, li Serê Kanîyê ji yên Efrênê kêmtir bûn. Ji ber ku niştecihên wir nemabûn ku milîs û tirk zirarê bigihînin wan wekî ku li Efrînê kirin.

Tevger mezin a koçberîyê li Serê Kanîyê bû sedema koçberkirina zêdetirî 138 hezar niştecihên wê. Ango %85 ji nûfûsa wê ku 162 hezar e. Têkelîya koçberîyê ji kurd, ereb, siryan, asûrî, çeçen û ermenan pêk dihat. Ji nav wan zêdetirî 25 hezar kes li du kampên nefermî (Waşûkanî/Twêna û Serê Kanîyê/Telai) li parêzgeha Hesekê dijîn.

Ev yek bû sedem ku Serê Kanîyê cihêrengîya xwe ya neteweyî, olî û etnîkî ji dest bide û bi tenê hejmareka kêm ya kurd, xiristîyan û êzidîyan (48 kurdên ku piranîya wan kal in, kêmtirî 10 xiristîyan û 3 êzidî) tê da ma. Di encama biserdaçûn û binpêkirinan da ku ji hêla hêzên Tirkîyayê û komên dijber “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê” ve pêk hatine, ku Enqera piştgirîya wan dike û wan fînase dike. (68)

Bi awayekî berdewam û wekî ku ew hatiye texmînkirin, binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin. Di vê çarçoveyê da, komeleya “Hevdestîyê” kuştina 56 sivîlan di dema şerê  “Kaniya Aştîyê” da û piştî wê bi belge kir, ji wan 11 kes hatin tasfîyekirin. Her wiha, 540 kes ku ji wan 72 jin û 45 zarok bûn li Serê Kanîyê û Girê Spî ji alîyê hêzên Tirkîyayê û grûpên “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyeyê” ve hatin girtin.

Li gor belgenameyên “Hevdestî”yê zêdetirî 185 girtîyan bi darê zorê hatine windakirin, ku hîn jî malbatên wan tiştekî derbarê çarenivîsa wan da nizanin. Di heman demê da di girtîgehên opozîsyona Sûrîyayê da îşkence li 325 kesan bûye, ku ji wan herî kêm 5 girtî di bin îşkenceyê da jîyana xwe ji dest daye.

Destê Tirkîyayê jî di tawana veşartina welatîyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û veguhestina wan da heye. Hatiye belgekirin ku ne kêmî 92 girtîyên Sûrîyayê di dema “Kanîya Aştîyê” da bo axa Tirkîyayê hatine veguhastin. 48 kes ji wan bi awayekî keyfî hatine darizandin û cezayên zindankirinê ji 13 salan heta zindankirina heta hetayê li wan hatiye birîn. (69)

Ji hêleka din ve binpêkirinan bandor li mal, milk, dikan û zevîyên çandinîyê yên gelê herêmî kir ku heta niha di destê komên dagîrker da ne (Cebhet El-Şamîye, Feyleq El-Mejd, Ehrar El-Şerqîye, Lîwayê 20an, Firqeya El-Hemze, Firqeya Sultan Murad, Firqeya El-Mutesim, Ceyş El-Îslam, Lîwayê Suqur El-Şemal)

Ev binpêkirin bi destê birêxistinên sivîl ên Tirkîyayê ku girêdayî  hikûmeta Tirkîyayê ne pêk hatin. Di 23yê hezîrana 2020î da bi amadebûna walîyê eyaleta Rihayê “Abdullah Arîn” navendek ji birêxistina “Alîkarîya Mirovî, Mafên Mirovan û Azadîyan” a Tirkîyeyê ra hat vekirin,  navend berê du malên malbata rojnamevanê kurd ê sûrîyayî û çalakvanê mafên mirovan “Mihyedîn îsso” bûn, ku bûn du enstîtuyên ezberkirina Quranê, “El-Fatih” û “EL-Cezîre” ne.Destê Encûmana Serê Kanîyê ku ji alîyê Tirkîyayê ve hatiye erkdarkirin, di desteserkirina her du malan da hebû. Rewşa desteserkirinê vê carê ji rewşên desteserkirinê yên din cuda bû ku ji alîyê komên girêdayî Tirkîyayê ve hatibûn kirin. Hewldana şopandina vê dozê hişt ku karbidestek di Encûmena Herêmî da danûstandinê bike û hewl bide ku rojnamevan Mihyedîn ji karê wî yê rojnemevanî û mafê wî bi dûr bixe. Piştî ku Îso bi piştgirîya birêxistinên navdewletî di nav da jî Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya taybet bi kar û barên Sûrîyayê, doz vekir, heman berpirsê encûmena herêmî zext li malbata rojnemevanê ku li Tirkîyeyê dijî  kir da ku doza desteserkirina her du malan rawestîne. Di encamê da Îso biryar da ku dozê dereng bixe. Bi awayekê xwezayî birêxistina tirkîyayî malekê ji wan radestî kermendekê xwe yê idlibî kir  û li wê mala ku birêxistina tirkîyayî desteser kiribû karên xwe dewam dike.  Di mala din da jî du jinên iraqî bi cih kirin ku hevjînên du endamên DAIŞê ne ku niha li Lîbyayê dimînin. (70) Rast e ku komên çekdar Serê Kanîyê bi rê ve dibin, lê belê berpirsyarîya hemû binpêkirinên li herêmê tên kirin bi giranî li ser milê dewleta Tirkîyayê ya dagîrker dikeve, ku berpirsyarîya Enqerayê wekî hêzeka dagîrker ku xwe wiha ranagihîne jî duqat dike. Carekê ji ber ew dewleta ku bi ser erdên serokatîya Sûrîyayê da hatiye, cara din jî ji ber ku ew e berpirsa wan komên çekdar û dikare wan kontrol bike û binêkirinên wan yên berdewam rawestîne.Bi awayekê xwezayî heta ku dagîrkerî û komên hevkarên Tirkîyayê li Serê Kanîyê bin û heta ku polîtîkayên koçberkirinê û rêgirtina li vegera xelkên herêmê ji bo herêmên xwe bidomin, wê binpêkirin berdewam bin. Heman rewş ji  bo siyaseta guhertina demografîk jî derbas dibe, ku li gor çalakvan û siyasetmedaran pir bi lez dimeşe.  Ji xwe nabe pêşbînî ku mirov bibêje binpêkirinên têkildarî mafên mirovan jî dê berdewam bin, di bin sîwana beredayîbûna milîsan û nebûna cezakirina Tirkîyayê da. Di heman demê da şer alîyek din jî keşif kir ku di beşa yekem û duyem da hat gotûbêjkirin. Ew jî ew bû ku beşekê, heke hindik be jî bi dagîrkerî û komên çete ra hevkarî kir û dijminatîya gelê herêma xwe kir.

 

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî

 

Lêvger û çavkanî:

 

[1] إنكار الوجود – قمع الحقوق السياسية والثقافية للأكراد في سوريا- هيومن رايتس ووتش، نوفمبر/تشرين الثاني 2009

[2] كرد سوريا- التاريخ والسياسة والمجتمع – جوردي تيجيل، ت. محمد شمدين 2021

[3] المصدر نفسه

[4] هيومن رايتس ووتش، مصدر سابق

[5] تيجيل، مصدر سابق

[6] كان مجتمع رأس العين/سرى كانيه يضم قبل احتلال تركيا للمنطقة عام 2019 العرب والكرد (مسلمين وإيزيديين) وسريان آشوريين وأرمن وتركمان وشيشان، بنسب سكانية مختلفة.

[7] مقابلة مع المحامي والناشط السياسي لقمان بوبو ايانة، وهو من معتقلي انتفاضة 12 آذار 2004 ومن المشاركين في حركة الاحتجاجات وقتذاك.)

[8] مقابلة مع الصحفي سردار ملا درويش، وهو من المشاركين في الاحتجاجات وممن تعرّضت المحلات التجارية لعائلته لعمليات نهب وتحطيم.

[9] أيانة، مصدر سابق

[10] مصدر سابق

[11] ملا درويش، مصدر سابق

[12] أيانة، مصدر سابق

[13] أصدر المجلس المحلي للمجلس الوطني الكردي في سرى كانيه بياناً بخصوص هذه الحادثة في آذار/مارس 2019

[14] ملا درويش، مصدر سابق

[15] مصدر سابق

[16] مقابلة عبر الهاتف مع ساجد العبيد (اسم مستعار) مقاتل في صفوف الجماعات الجهادية في معارك 2012/2013.

[17] المصدر نفسه

[18] ARUTZ SHEVA7 – ThousandsFleeSyriaas Fighting Continues https://2u.pw/VUGhbe

[19] رأس العين: الصراع على “بوابة الجزيرة السورية” في ذكراهُ السابعة، سوريون من أجل الحقيقة والعدالة https://2u.pw/1XgnQm

 [20] العبيد، مصدر سابق

 [21] المصدر نفسه

[22] Aljazeera- https://2u.pw/TUU1IB – Fighting continuesacrossSyria

[23] Military https://2u.pw/ZSKDeK Battle of Ras al-Ayn,

[24] نبذة: قوات وحدات حماية الشعب الكردي _ BBC https://2u.pw/sTroxC (YPG)

[25] خبات ديريك (محمود محمد) مواليد 1962، قيادي في منظومة المجتمع الديمقراطي، فقد حياته أثناء القيام بعمله في القامشلي.

[26] صفحات من ثورة الشعب في روج آفا- آلدار خليل – إصدار المركز الكردي للدراسات 2018

[27] BBC مصدر سابق

[28] المصدر نفسه

[29] خليل، مصدر سابق

[30] Militaryمصدر سابق

[31] العبيد مصدر سابق

[32] Syriatroops besiege townnearDamascus – AHRAMONLINE https://2u.pw/UOSj7g

 [33] حشد مقاتلين في رأس العين _ المرصد السوري https://2u.pw/scDUf7

[34] Military مصدر سابق

[35] أبو الليث الكردي، كردي من القامشلي كان في عداد “المقاومة” إبان احتلال العراق وعمل تحت لواء تنظيم القاعدة، قتل في مواجهة مع قوات الحكومة السورية في ريف الشدادي جنوب محافظة الحسكة.

[36] العبيد، مصدر سابق

[37] المصدر نفسه

[38] المرصد السوري- مصدر سابق

[39] المصدر نفسه

[40] Military مصدر سابق

[41] المصدر نفسه

[42] المصدر نفسه

[43] استشهاد علاء قاسم الكادر في حزب الديمقراطي التقدمي الكردي- ANF https://2u.pw/oHc3Gw

[44] العبيد مصدر سابق

[45] مقابلة عبر الهاتف مع باران سرى كانيه (اسم مستعار)، مقاتل في صفوف وحدات حماية الشعب (YPG) في معارك 2012/2013

[46] Aljazeeraمصدر سابق

[47] باران سرى كانيه، مصدر سابق

[48] مركز الشرق العربي https://2u.pw/b2iKTb

[49] المصدر نفسه

[50] Military مصدر سابق

[51] Negotiations Fail BetweenKurds and Syrian Opposition- almonitor https://2u.pw/iKGZSL

[52] Military مصدر سابق

[53] Syrian KurdsExpelRadicalIslamistsFrom Town, Activist Says – BloombergBusnissweek https://2u.pw/V6bSiS

[54] الصدام الأمريكي-التركي في سوريا، مركز البيان للدراسات والتخطيط https://2u.pw/Ih5MJ4

[55] ‏ما هي صفقة تركيا في سوريا؟- معهد دول الخليج العربية في واشنطن https://2u.pw/FGj13z

[56] بعد إعلان دونالد ترامب الانسحاب من سوريا، ما هي خيارات الأكراد في المرحلة المقبلة؟ BBC https://2u.pw/E1qSP5

[57] معهد دول الخليج العربية في واشنطن- مصدر سابق

[58] OPERATION peace spring- FOREIGN POLICY RESEARCH INSTITUTE https://2u.pw/SKxART

[59] FOREIGN POLICY RESEARCH INSTITUTE –مصدر سابق

[60] مكالمة مع مدير رابطة تآزر للضحايا، عز الدين صالح، للاستزادة https://2u.pw/YqkGtX

[61] Turkish-ledforcesadvanceinto Syrian bordertown, fightingrages , REUTERS https://2u.pw/Oio9Cv

[62] أبرزهم قاتل هفرين خلف وأقرب الجماعات إلى تركيا.. واشنطن تفرض عقوبات على أفراد وكيانات سورية- وكالة هاوار https://2u.pw/3QxZ2i

[63] مقتل 14 في ضربة تركية بمدينة رأس العين- REUTERS https://2u.pw/35hFpc

[64] Syrian Observatory: SDF capturesSyria’s Ras al-Ain – ALARABIYA NEWS https://2u.pw/Y5P6pO

[65] SDF fightersevacuatefrombesieged Syrian townof Ras al-Ain _ Aljazeera https://2u.pw/Cq2oA3

[66] Kurdishboytreatedforwhitephosphorusburnsallegedlyusedby Turkish forces _ NEW YORK POST https://2u.pw/mJuacu

[67] OPCW abandons Turkey chemicalattackinvestigation- MORNING STAR https://2u.pw/ylGh2o

[68] مكالمة مع المدير التنفيذي لرابطة تآزر للضحايا بغرض الحصول على الأرقام والجداول الدقيقة للانتهاكات المرتكبة في رأس العين منذ بدء الهجوم التركي وحتى إعداد هذا البحث، للاستزادة https://2u.pw/YqkGtX

[69] تآزر، مصدر سابق

[70] مقابلة مع الصحفي الكردي السوري والناشط الحقوقي محي الدين عيسو

Serê Kanîyê… sê qonax