ŞOREŞ DERWÎŞ
Di saetên borî da, balafirên dron ên Tirkîyayê binesazî û sazîyên girîng ên aborîyê li bakurrojhilatê Sûrîyayê armanc kir, ev yek piştî ku îdîayên Wezîrê Karê Derve yê Tirkîyayê Hakan Fîdan bi kar anî ku îdîa kir şervanên HPGyê baskê leşkerî yê PKKyê ji “axa Sûrîyayê” derbas bûne. Lê HSDyê li ser zimanê fermandarê xwe yê giştî Mezlûm Ebdî li ser “X”ê roja çarşema borî ev îdîa red kir û got: “Kesên êrîşa Enqerayê pêk anîne, ji herêmên me derbas nebûne wekî ku rayedarên tirk îdîa dikin, her wiha em ne beşek ji şerê navxweyî yê tirkî ne û piştgirî nadin ku ev şer gur bibe.”
Lê çîroka Tirkîyayê ya derbasbûn an jî kesên ku êrîş li dij navenda Wezareta Hundirîn li Enqerayê pêk anîne perwerde li herêmên “HSD”yê dîtine, bi guman e û pêwîstîya wê bi îsbatên objektîf heye. Lê hilbijartina bi lez a hedefgirtina binesazî û sazîyên girîng ên Rêveberîya Xweser, dîyar dike ku berê Tirkîyayê dixwast vê operasyonê pêk bîne, da ku aborîya herêma Rêveberîya Xweser wêran bike û zirarê bide debara jîyana xelkê, ku Tirkîya vê yekê jî bi rêya xwespartina balafirên dron pêk tîne, ku zêde hêzên navdewletî yên li ser erdê nerazîbûnê nîşan nadin, tevî ku rûxandina yek ji wan ji alîyê hêzên Amerîkayê ve cara yekemîn e.
Çîroka Tirkîyayê lawaz e
Di mijdara sala borî da, Tirkîyayê îdîa kir ku keçeka sûrîyayî ku ew girtine, berpirsa pêkanîna êrîşa kolana “Istiqlal”ê li Istenbolê ye. Bê şirovekirina dateyên wê an jî pêşkêşkirina çîrokeka teqez, hikûmeta Tirkîyayê yekser HSDyê tawanbar kir, da ku operasyonên xwe yên armanckirin û zirardayîna binesazîya li herêmên wê, rewa bike. Di encamê da, çîroka êrîşa li dij kolana Istiqlalê hate veşartin û bû yek ji razên dewletê ku nehat zelalkirin û alîyên ku beşdarî bûne jî nehatin dîyarkirin. Tevî ku “HSD”yê di wê demê da tawanên Tirkîyayê red kir û fermandarê giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got: “Em teqez dikin ku hêzên me tu têkilîya wê bi teqîna li Istenbolê ra tuneye û îdîayên ku hêzên me tawabar dikin, red dikin” lê israra Tirkîyayê ya tawanbarkirina “HSD”yê da ku rêzeêrişan li dij herêmên serwerîya “HSD”yê pêk bîne, da ku hikûmeta Tirkîyayê hîna zêdetir di şerê xwe yê hilibijartinên bê da destkeftîyan qezenc bike û alîyên ku rasteqîn ku li pişt vê bûyerê ne, veşêre.
Di vê çarçoveyê da û bi çalakîya ku PKKyê di destpêka vê mehê da ragihand ku pêk anîne, berovajî êrîşa Stenbolê ya sala borî, Enqerayê bi rêya wezîrê xwe yê derve bi bilez ragihand ku kesên ev çalakî kirine, bi rêya herêma di bin serwerîya HSDyê da hatine. Ev çîroka lezgîn, wezîrê tirk dîyar kir ku binesazî wê bibe armanca artêşa Tirkîyayê. Lê, hikûmeta Tirkîyayê çawa nas kir ku berpirsên êrîşê ji xaka Sûrîyayê derbas bûne, an jî li wir “perwerde dîtine”? Gelo haya rayedarên ewlekarîya Tirkîyayê ji vê operasyonê hebû, ku rêwîtîya kesên ev êrîş pêk anîne, nas kir? Tevî ku kesên ev êrîş pêk anîne bi çalakîyeka “şehadetê” rabûne wekî ku PKKyê ragihandî, tevî ku tu kes nehat desteserkirin jî, Tirkîyayê ev çîrok da ber rûyê xwe.
Dîyar e ku armanc ji şerê Tirkîyayê di çarçoveya tiştên ku di hundirê Tirkîyayê da çêdibin, eger ku êrîşa PKKyê wekî birûskekê nakokî di navbera beşên hikûmeta borî teqand û tawana têkçûna ewlekarî, lê daxwaza hikûmeta nû ya ku xwe îsbat bike hişt ku armanceka derve hilbijêre, ew jî herêmên Bakur Rojhilatê Sûrîyayê ye, ji bo ku wêneyên hikûmetê yê xurt di zihnîyeta raya giştî ya Tirkîyayê da mayînde bike. Lê ev yek hemû pêk hat, di demekê da ku serokkomarê Tirkîyayê hema bibêje tam ne dîyar e, ku normal e di van boneyan da alîgirên xwe xîtab dike. Lê Erdogan “tiştekî nû” negot, li gtoina wezîrê parastinê Yeşar Guler ya ku li rojnamevanan vegerand zêde nekir, ku rojnamevanan pirs kiribû gelo daxuyanîyên Erdogan amajeyê bi planeka nû dike bo operasyoneka berfireh li ser sînorê Tirkîyayê.
Şerê dronan û hilbijartina armancan
Di pêvajoyên berê da, balafirên dron yên Tirkîyayê binesazîyên jîyanî armanc kirin û zirar gihandin aborîya xelkê li herêmên Rêveberîya Xweser. Lê asta armanckirinên dawî, dijwartir e ji ber ku asta armanckirinê bingeha aborî ya herêma Rêveberîya Xweser girt nava xwe: Petrol, depoyên sotemenîyê, kargeha çîmento, stasyonên kehrebeyê û hin kargeh û sazîyên pîşesazîyî, her wiha derdora kampa Waşûkanîyê ya koçberên Serê Kanîyê ya rojavayê Hesekê jî armanc kirin. Eger ku bi çavekî analîzê li cihên hatine armanckirin binêrin ku Wezareta Parastinê ya Tirkîyayê dîyar kir û wezîrê wê yê derve jî ragihand, mirov wê bibîne ku armanc ji van armanckirin, zuhakirina debara jîyanê ya herêmê ye û tengkirina li ser hikûmeta rêveberîyê û şîyanê wê yê meşandina karûbarên giştî tevî astengîyên ku rastî wê tê. Lewra, operasyonên wêrankirina stratejîk dibe ku di pêvajoya bê da, herêmê hejar bike û xebatên xizmetguzarîyê rawestîne, ev yek dê bibe sedem ku xelkê deverên Rêveberîya Xweser dê bi kotekî xizmetguzarîyan peyda bikin û hin jî wan jî dê yekcar peyda nebin.
Ji alîyekî din ve jî, asta gurkirina şerê Tirkîyayê li ser esasê lihevhatina bi Îranê ra ye û heta astekê bi Rûsyayê ra jî, da ku Rêveberîya Xweser û HSDyê lawaz bikin. Di dema borî da, di dema alozîya Dêra Zorê da, Tirkîyayê li Minbic, Tiltemir û Eyn Îsayê bi rêya komikên çekdarên sûrîyayî di bin navê eşîran da, şer gur kir. Lê piştî ku alozîya çekdarî li Dêra Zorê gihaşt pêvajoyên xwe yên dawî, Tirkîyayê êrîş pêk anîn da ku bipêşketina HSDyê li Dêra Zorê rawestîne û wê bi rêya şerê dronan li bakurê Sûrîyayê mijûl bike. Di tecrubeyên berê yê di navbera Tirkîya û HSDyê da, mirov wê bibîne ku destpêkê destwerdana tirkîyayî bi rêya hêzên wekîl pêk tê. Eger ku têk çû, bi xwe operasyonên leşkerî li herêmên serwerîya HSDyê pêk dianî. Dibe ku şerê balafirên dron ku Tirkîya di van salên dawî da, demeşîne û binesazîya herêmê armanc dike, wekî berdêla nebuha tê dîtin heger em bi siyaseta dagîrkirinê bipîvin, ku ew siyaset Washington û Moskoyê tengezar dike.
Helwesta Mosko û Washingtonê çi ye?
Ne Rûsya û ne jî fermandarên wê yên leşkerî li Sûrîyayê, tu helwest dernexistin ku banga Tirkîyayê bike da ku armanckirinên herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê rawestîne, tenê wekî rewşên berê bi meşandina dewreyên hevbeş di çarçoveya sînor bi hêzên Tirkîyayê ra sînordar ma. Tevî ku HSDyê peywendîyên wê bi fermandarîya Rûsyayê li ser erdê li bakurrojhilatê Sûrîyayê hene û daxwaz ji wê dike ku êrîşên Tirkîyayê rawestîne, lê tiştê ku ji alîyê Rûsyayê ve derdikeve ji tiştên ku têne texmînkirin, kêmtir e. Tiştê ku em karibin ji helwesta Moskoyê fêm bikin ku nikare Tirkîyayê dispilîn bike û sînorekî ji êrîşên wê li bakurrojhilatê Sûrîyayê ra deyîne. Nedijîtîya Moskoyê li hember kiryarên Tirkîyayê, Amerîkayê li Sûrîyayê dixe bin fedîyê û têkilîya wê bi Tirkîyayê ra tevlihev dike, ji ber ku Amerîka li tenişta “HSD”yê ye û hekara wê ye di şerê dijî terorê da.
Berovajî vê yekê, Washington nêzîkî wî aliyê ku dixwest rewşê sînordar bike û şerê Trikîyayê li bakurrojhilatê Sûrîyayê rawestîne ye. Dibe ku tişta ku Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel got ku “Amerîka ji zêdebûna alozîyên leşkerî li Bakurê Sûrîyayê bi fikar e” dîyar bû û bi daxuyanîyeka hîna zelaltir ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Loyd Austin, ku di bi rêya telefonê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkîyayê ra Yaşar Guler ra axivî û got ku welatê wî daxwaz dike “şer li bakurê Sûrîyayê rawestîne û pir girîng e bi awayekî hişk bi pêgirîya protokolan bê parastin da ku rê li ber kêferatan bigire û têkilî bi rêya kanalên leşkerî yên heyî çêbibe.”
Dibe ku xistina droneka Tirkîyayê ji alîyê balafireka F-16yê ve ku Pentagonê got nêzî herêmên hêzên wê bûye, cara yekem di dîroka têkilîya hevkarên NATOyê da be, tevî ku Enqerayê red kir ku ev dron a wê be, dibe ku ji şermîya hikûmetê ve wiha gotibe û ji pevçûneka dîplomasî rû nede ku Tirkîya vê yekê naxwaze, piştî ku hewl dide çareka din vegere bin sîwana NATOyê, piştî ku Enqerayê tevlîbûna Swêdê li hember lihevkirinên leşkerî bi Washingtonê ra, erê kir, her wiha pêwîstîya Tirkîyayê bi alîkarîya Amerîkayê da ku karibe pirsgirêkên xwe yên aborî çare bike.