Şemer a Cizîrê…Dîroka polîtîkeyên qebîleyekê

HISÊN CIMO

Nifûsa heyî ya li herêma Cizîrê (Sûriyê û Iraqê)  û bejahiya Şamê ji destpêka sala 1750`î ve, guhartineke qebîlî ji aliyê başûr ve, têde çêbû. Ji vê dîrokê de, navên qebîleyên nû ku ber bi geliyê Çemê Firatê ve diherikîn, derketin holê. Ji wan qebîleyan ên herî navdar Şemer û Inize bûn. Ku hebûna wan ji başûrê Iraqê heta sînorê Helebê heye. Di sala 1800`î de jî, van herdu qebîleyan û bi şaxên xwe yên gewre, li kêleka qebîleyên din ku ji wan kevntir li herêmê ne wekî Begara û şaxên Zubêd, Edîde li herdu aliyên Çemê Firatê, dest bi guhartina hevsengiyên hêzên eşîrî li herêmê kirin. Lêkolîna bandora pêşveçûyîna qebîleyên herema Necid (Arabistana Saûdiyê) ber bi bakur ve di Sedsala 18`an de ji aliyê nifûsê ve, ne kêmî bandora pêşveçûyîna ereban ber bi Împaratoriya Sasanî û Romaniya di destpêka Sedsala 8`an de ye. Bi gotineke din, mezintirîn pêla mirovahiyê ku bi awayekî komî di demeke kurt de dikevin tevgerê ji dema pêla destpêkê ya di Sedsala 8`an de ye.

 

Lê ji ber ku ev lêkolîn behsa rola qebîleya Şemer ku rêveberê wî yê dîrokî yê şaxê sûrî Himêdî Deham El-Cerba çend roj berê wefat kir, taybet dike, ev ne tê wateya ku rola qebîleyên din tê paşguhkirin. Lê dema ku em behsa Şemer bikin, bê behsa şaxên qebîleya Iniz heta destpêka sedsala 20`an bikin, wê kêm bimîne. Ji ber ku di destpêka Sedsala 20`an de, gelek qebîleyên Ereb û Kurd li hemberî berfirehbûna Şemer û Inizên bakurê Sûriyê û Iraqê, sekinîn.

Qebîleya Ubêd li Cizîrê û qebîleya El-Mewalî li Bejahiyê (Badiyê) serweriya li ser herdu herêman heta destpêka Sedsala 18`an, di nav hev de parve kirin. Derbasbûna Şemer û Inizan li van herdu herêman, bû sedem ku herdu hêzên(Ubêd û El-Mewalî) bi bandor ku ji aliyê desthildariya Osmaniyan ve ji bo çavdêriya herêmeke berfireh bi hincetên ewlekariyê hatibûn erkdarkirin, rabin. Hevdemî veguhartina di “hêzên gewre yên bedewiyan”de, bêhevsengiyeke siyasî di têkiliya desthildariya bi qebîleyên serdest de çêbû.

Li gorî axaftinên eşîran, mîrê El-Mewalî Fiyad El-Heyarî Ebî Rîşe li naverasta çolistana Hemad, stûnek bi navê “Stûna parastinê” danî û pêşveçûyîna eşîrên Necdî yên sorkirî ber bi Badiya Şamê ve û nêzikbûna wan ji serweriya wî re, qedexe kir ku wê stûnê derbas bikin. Di vê çarçoveyê de, lihevhatineke giştî heye ku eşîrên Iniz ew “stûna parastinê” a başûrê çolistana Hemadê rakir û ber bi herêmên di bin serweriya mîrê El-Mewalî ku bi “mîrê Ereban”dihat binavkirin, çûn. Bi vê yekê, Inizan desthildariya dîrokî ya El-Mewalî li ser Badiya Şamê ku Sedsala 14`an ve di dema serdema Memalîkan li Şam û Misirê dewam dikir, jiholê rakirin. El-Mewalî jî qebîleyeke ne xanedan e, têde kesên ku ji qebîleyên xwe reviyane hebûn, wekî Kurd, Ereb, Turkmen. Lê li gorî rehmetiyê Himêdî Deham El-Cerba, serokê qebîleyê ê Al Fedil ji Şemer bû.

Di heman demê de, qebîleya Şemer heman derbe li hevsengiyên hêzan li herêma di navbera qeraxa aliyê çepê yê çemê Firatê û qeraxa aliyê rastê yê çemê Dicleyê, xist. Bi vê yekê, Şemeran, desthildarî dîrokî ya eşîrên Ubêd li herêma navborî bi temamî rakir. Di encamê de, şanaziya ku “Al El-Şawî” çêkirbûn û rêveberên xwe leqeba”deriyê Ereban”wergirtibûn û ji aliyê Bexdayê ve hatin naskirin, bidawî bû. Bidawîbûna van herdu hêzan El-Mewalî (mîrên Ereban) li qeraxa aliyê rastê yê çemê Firatê û Ubêd (deriyê Ereban) li qeraxa aliyê çepê yê Firatê, aloziyeke nû ya Bedewiyan li ser mêrg û avê destpê kir, li hemberî vê yekê jî bajaran siyaseteke nû ya ewlekarî ji bo koçberiya li derdora bajaran, pêk anî. Di herdu rewşan de, Şemer li dijî Ubêd û Iniz li dijî El-Mewalî biserketin. Desthildariya li Bexdayê jî bi awayekî ne yekser di vê aloziyê de, li kêleka qebîleyên ku nû hatin heremê, disekinî.

Şemerên El-Cerba, cihekî xwe yê domdar di nîvê Sedsala 18`an de nedît, heta ku hêdî hêdî ji bakurê Cizîra Erebî, ber bi Firatê ve ketin rê. Di vê çarçoveyê de, Zubeh ku şaxekî bihêz ê Şemeran e, dest bi gera li qeraxa aliyê rastê ê çemê Firatê ber bi Bexdayê ve kir. Lewra, êdî wekî girêdayî eşîrên Enbarê dihate binavkirin û piştre bi Delêm re serweriya li rojavayê Bexdayê, parve kir.

Piştî ku bajarokê Aneh yê her tim ê şêxên El-Mewalî Al Abî Rîşa bû bi fermana ji paşayên Bexdayê bi dirêjahiya bi dehan salan, piştre bû yê Şemeran ji ber helwesta ku li gel waliyê Bexdayê Dawûd Paşa pir qîmet bû; “Ji ber ku hin eşîrên Ereban bi awayekî hêz û cesaret li kêleka Dawûd Paşa (waliyê Bexdayê ji 1817 heta1831) di dema şerê bi Îranê re sekinîni, wekî Şemerên El-Cerba bi fermandariya şêxê wê Sefûq ku di sala 1820`an de êrişên serkeftî li dijî hêzên Îranê pêk anîn. Lewra pir xwezayî bû ku wezîr vê eşîrê xelat bike yak u di şerê li dijî Îranê de, cesaret  û wefedar bû. Ji ber vê yekê, Paşa bajarokê Ana û gundên din kirin para şêxê Şemerên El-Cerba Sefûq”(Ebdulezîz Newar-Dawûd Paşa Waliyê Bexdayê-r.106)

Şerê Şemerên El-Cerba yê li dijî Îranê ne mezin bû; Şemeran li dijî bermahiyên artêşa Îranê li bakur rojhilatê Bexdayê şer kir, heta ew gihandin derdora Diyala sala 1821`an. Her çendî eşîran ev bûyer mezin dikir, lê tenê hîn lêvegeran behsa wê serdemê kirin û bi dirêjahî ev mijar şirove kirin. Di vê çarçoveyê de, yê herî zêde ku behsa vê bûyerê kir tenê bi çend rêzan de bû di”Şopandina El-Siud di nûçeyên walî Dawûd” ku Ebas El-Izawî di pirtûka xwe de ansîklopediya”Iraq di navbera du dagirkeran de”behsê kir û dibêje”Dema ku Sefûq biserket, wezîr Aneh û gundên girêdayî wê kirin para wan ».

 

Veqetandina waliyê Bexdayê bajarokê Anah ji şêxê Şemeran ve, têde dijberiya eşîran diyar dibe. Qebîleya Iniza her sal ji Necd dihatin derdora Firatê ji bo lêgerîna mêrgan di havînê de, Anah jî yek ji noqteyên derbasbûna wan bû. Her wiha, ji bilî Şemeran, tu hêzek tune bû ku rola pendava qebîlî li pêşiya Inizan, bigire. Lê bi awayekî lezgîn, ev taybetmendî ji şêxê Şemeran sala 1842`an de bi fişara waliyê Mûsilê hate kişandin ku dixwest Ana tevlî wîlayeta xwe bike. Li hemberî wê jî, erd ji şêx Sefûq El-Cerba li ber çemê El-Dijîl bakurê Bexdayê hate dayîn. Bi vê yekê jî serweriya Şemeran li ser taca Enbarê Ana bidawî bû.

Bi hatina sala 1805`an de, Şemerên El-Cerba hêza Ubêd tune kir û li şûna wê serweriya li ser piraniya beşê bakur ê Mezopotamyayê kir. Bi vê yekê, hêza Ubêd hêdî hêdî kêm bû û bû weke hêzeke biçûk ku nikare êrişan pêk bîne an jî parastina herêmên di bin serweriya xwe bike. Di encamê de, istiqrara li Hiwêca başûrê Kerkûkê çêbû û bi awayekî giştî Ubêd bargeheka xwe ya sereke li deştên fireh ên derdora çiyayê Şengalê, winda kir.

Lê di sala 1816`an de, şerekî eşîrî yê mezin çêbû, ku dewlet bi nûnerê waliyê Bexdayê Seîd Paşa beşek jêbû. Di vê çarçoveyê de, artêşa desthildariyê bi eşîrên Ubêd, Zûfîr, Rewla û Eqîl di bin fermandariya Mintefiq Tamir, lihev kir. Li aliyê din jî, Şemer bi fermandariya Faris El-Cerba, Xizayil, bi fermandariya Selman El-Muhsin û tevî wan eşîrên Zubêd. Artêşa Bexdayê û hevkarên wê di vî şerî de biserket û di encamê de, hemû nakokiyên civakî û siyasî di vê şerî de li ser tevahiya Iraqê, belav bû. Lê Ubêd, tevî ku di aliyê ku di şer de biserketî, nikaribû serweriya xwe vegerîne. Di vî şerî mezin de, Buniya El-Cerba ku navdarê siwarên qebîleya Şemer bû û yê herî zêde cesaret bû, hate kuştin. Ji ber kuştina Buniya li gel tevahiya Şemeran xemgîniyek çêbû, ji ber ku tê gotin Buniya li ser destê Şêx Mintefiq  Nasir El-Eşqer Al El-Sedûn ve bi awayekî xiyanet hatiye kuştin, ku serê wî çend rojan li ser deriyê konê xwe daliqandibû. Her wiha, mirov dikare bêje ku kuştina Buniya El-Cerba wekî pêvajoyeke nû di jiyana  Şemeran de çêkir û wekî ….dîrokî ku heta niha îro dewam dike. Di heman demê de, bandor li ser tevgerên qebîleyê kir ku şaxê sereke ji qebîleyê pabendî mayîna li bakurê Firatê bû wekî roja me ya îro û ji şaxên Şemeran li Firata navîn, qut bû.

Piştî salekê, 1817 Dawûd Paşa hukim li Bexdayê bidest xist û li dijî hevpeymanên ku waliyê berê çêkiribû, derket. Lewra Dawûd Paşa nêzî Şemeran bû û bi wan re bû alîkar da ku “Fitûhat/ erdgirtin” a wan mayînde bike. Her wiha, Dawûd Paşa hakim Bexdayê û Sefûq El-Cerba bi Molana Xalid El-Şehrezorî El-Neqeşbendî re bûne heval.

Ji ber bêbandorbûna serweriya Ubêd û belavbûna wan li ser destê Şemeran, bû sedem ku Dilêm li bakur û rojhilatê Firatê, belav bibin. Lê belê, meyla Dilîm a ber bi istiqrarê ve, girêdayî berhema xwe ya aborî ye, lewra ev sedem hîşt ku nêzî herdu qeraxên Firatê bimîne û zêdetir nêzî mêrgên serwerên nû ango qebîleya Şemer li aliyê bakurê yê herêmê nebe.

Sala 1822`an, li Iraqê şerekî mezin ê eşîrî di navbera Şemeran û Inizan li ser du pêvajoyan bû; ji ber hişksaliyê, qebîleya El-Imêrat a Inizan ji Şamiyê ber bi Cizîrê ve bi fermandariya yek ji zarokê El-Hezal biçin. Lewra, Şemeran di şerê Besala li beramberî wan sekinînin û di vî şerî de, bûyereke navdar çêbû dema ku siwarên Şemeran keça El-Hezal Hodic Hisa dîl girtin. Di pêvajoya duyemîn de, alîkarî ji şaxên Inizan bi fermandariya Dirêî El-Şelan rêveberê Rewla,  hate şandin û şer li nêzî Til Efer çêbû. Di vî şerî de, Iniz biserketin û keça yek ji şêxên El-Cerba dîl girtin. Bi rengî şerên herdu qebîleyan bi giraniya xwe ji Cezîra El-Erebiyê, derbasî Cezîra Firatiyê bû. Di vê pêvajoyê de, hêştir li Şam û Iraqê pir bûn; qebîleyên ku ji Necd û Hayil dihatin, di aboriya xwe de xwe dispartin hêştiran. Her wiha, piraniya qebîleyên Cezîra Firatiyê heta wê demê, ji qebîleyên Xenama bûn. Lê di hevsengiya hêzên Bedewî de, serwerî hertim a aboriya hêştiran bû.

Beriya derketina binesaziya eşîrên a dawî li Enbar û Cizîrê(Dilîm, Iniz, Şemer) dubendiya hêzê ji faktorên cûda pêk dihat:

Hevrikiya li ser bidestxistina paşatiya Bexdayê ku Memalîkan derdora 8 salan(1749-1831)  li dijî Kurdên Babaniyên li Silêmaniyê û eşîrên hevbendiya El-Mintefiq a li Busra û qebîleya Ubêd a Sunî ya bi rêveberiya Al El-Şawî bi destxistin, li herêmên dirêjahiya di navbera Tekrîd û Mûsilê û Kerkûkê. Her wiha, eşîra Eqîl ku cîranê Ubêd bû, erka wê tenê bû wekî komele leşkerî ya ne rêxistinkirî li ser daxwaza waliyê Bexdayê kar dikir. Di heman demê de, eşîra Eqîl bi pereyan, parastina karwanên bazirganiyê dikir. Her wiha, eşîra Eqîl roleke giring di têkbirina Silêman El-Şawî de mîrê Ubêd di êrişa li dijî Besdayê sala 1786`an de list, tevî ku Silêman El-Şawî li dijî artêşa waliyê Bedayê li Felûcê biserket. Di heman demê de, eger Eqîl li Kazimiypê li nêzî Bexdayê li beramber nesekiniya, “Wê walî Silêman Paşa dîl bihata girtin”(عثمان بن سند البصري – مختصر مطالع السعود في أخبار الوالي داوود).

Heta dema ku Dawûd Paşa Memlûk paşatiya Bexdayê sala 1817`an de bi dest xist, herêma rojava ya Iraqê bi hewldanên Al Siud a berfirehkirina desthildariya xwe hate girêdan, ji bo ku sînorê xwe yê bakur çemê Firatê be. Ev armanc di demekê de, bû wekî dirûşmeyeke  siyasî ya banga Wehabiyê. Lewra, gelek eşîrên Necd navendên xwe yên dîrokî guhartin û koçberî Iraqê bûn.

Di wê demê de, hêza bajarvanî bi awayekî lezgîn têk çû û li beramberî wê jî hêza qebîleyan li tevahiya Iraqê derket holê û êdî gef li desthildariya Bexdayê çêkir. Hina Betato di pirtûka xwe”Çînên civakê..”de, ev diyardeya têkildarî lawazbûna bajaran û derketina Bedewiyan, bi awayekî baş wiha şirove kir:

“Hebûna  eşîrên bi hêz, dihat wateya hebûna bajarên lawaz. Her wiha, berovajî vê mezinbûna bajaran, dihat wateya kêmbûna rola eşîran. Lewra, di navbera sedsalên 13-18`an de, rastiyeke tenê heye ku dûbare xwe piştrast dikir ew bû ku bajar gelekî lawaz bûn. Tişta ku pêwîst e diviya biba, pêşketina desthildariya eşîrê bû”.

Ji bo şirovekirina faktorên kêmbûna hêza bajaran, divê em balê bikişînin ser rewşa tenduristî û karasetên xwezayî. Di vê çarçoveyê de, epîdeme û lehiyan roleke sereke di derbasbûna serokên qebîlan li Bexdayê list û hewldanên waliyê Memlûkiyan ê bi hêz Silêman Ebû Leyla ji naveroka wê vala derxistin, piştî ku qebîleyên mezin li piraniya welatê Mezopotamiyayê di dema rêveberiya wî 1749-1762`an de, di bin destê wî de bûn.

Ji ber epîdemiya El-Taûnê sala 1772`an, guhartineke giring di nifûsa li Bexdayê çêbû. Hîn nîşaneyên nerêxistinkirî dibêjin ku piştî derbasîbûna Bedew û Kurdan nava rêveberiya sivîl û siyasî, guhartinek di nifûs û rêveberiya Bexdayê de çêbû. Di encamê de, valahiyeke rêveberî û zanistî çêbû û êdî hejmareke biçûk di erkê xwe de mam li Bexdayê. Ev diyarde ji bo oldaran jî derbasdar bû, piraniya wan an mirin an jî koçber bû bê veger, ji wan Sixba Alah El-Kurdî.

Resûl El-Kerkoklî xwediyê”Dewha Wezîran”dibêje:

“Piştî bûyera epîdeme, gel vegeriyan cihê xwe û bajar ji derv eve rewşa xwe birêxistin kir, lê di rewşeke belav de ma. Ji ber ku yên ku karê rêveberiyê dikirin û sîstem baş dikirin mirin û kes nema ji bo karûbarê hikûmetê birêve bibe. Êdî kar ji aliyê kesên ku nikarin birêve bibin hate kirin, lewra dîwan hilweşiya, ji ber vê yekê ji neçarî Kurd û Erebên deştê ketin nava kar. Lê ji ber kêmbûna pisporiya wan di rêveberiyê de, rewş tevlîhev bû û hilweşiya”.

Piştre, di destpêka Sedsala 20`an de, mezinbûna bajaran ji nûve dîsa bû nîşaneya herî giring a paşketina eşîre wekî lêvegereke civakî û oposizyoneke siyasî. Diviya bû ku eşîr bi rengekî din li pêşberî heybeta bajarê bi rêya şêxên xwe ne bi  tifang û şûrên xwe, derkevin.

Ebdulkerîm El-Cerba şêxê herî navdar di dîroka Şemeran de ye. Ew e ku Ereb çîroka wî ji Firatê heta Hecazê dibêjin. Her wiha ew ji şêxên dawî yên Ereban ê efsanewî ku em taybetmendiyên wan di xeyalên rojhilatnasan de dibînin. Di heman demê de, Ebdulkerîm yek ji beriztirîn şêxên Ereban di dema xwe de bû. Her wiha, ji ber xisletên wî yên baş rolek exlaqî di şerên Bedewiyan de, zêde kir. Her wiha, ew helbestvan bû û gelek helbestên wî yên navdar hene, ji wan”Kihêla”ku ew hesbê wî yê ku walî xwest jê bikire.

Şemeran di bin rêveberiya Ebdulkerîm de, bûne hêzeke mezin û serwerî, gihîşt astekê ku li pêşiya desthildariyên herêmî yên wekî waliyê Bexdayê Midhed Paşa ku bi navê”Ebû destûrî Osmanî”dihat naskirin, bisekinin. Midhed Paşa, şêx Ebdulkerîm girt û fermanda îdamkirina wî li ser pira Mûsilê sala 1817`an de da, ew heman cih bû ku Şêx Ebdulselam Barzanî sala 1914`an de, hate îdamkirin.

Şemer li dijî Sykes-Picot  derketin

Bi hilweşîna dewleta Osmanî, sînorê navdewletî yên nû derketin ku bûne sedem hêdî hêdî rê li ber veguhistina qebîleyên mezin, were girtin. Rengê nû yê dewleta nûjen bû sedema kêmbûna cûdabûna hêzê di navbera eşîrên ku hemû ketin bin serweriya dewletê de.  Her wiha, êdî eşîrên Dilêm li Enbarê neman û wekî berê rastê gefên êrişan ji Şemeran ji aliyê bakur û Inizên Necd ji aliyê başûrê ve, hatin. Di heman demê de, belavbûna çekên ferdî yên nûjen, hemû dubendiya hêzê ya berê vala derxistin. Mirov dikare bêje ku taybet sala 1946`an dawiya efsaneya pirbûna hejmarî ya eşîran li Iraqê; eşîra El-Bomityot a biçûk ku ji aliyê hikûmetê ve dihate destekirin û çekên wê yên nûjen hebûn, li dijî bi hezaran ji mêrên Şemeran di şerê li derdora Mûsilê biserket, dengvedana vî şerî jî zêde bû.

Piştî ku Birêtaniya şoreşa 20`an a sala 1920`an li Firata navîn û başûrê Iraqê têk bir, yekser dest bi lêgerîna lihevkaran kir. Di vê çarçoveyê de, hêzên Bedewî yên şêxên eşîrên girêdayî xwe bi navê”El-Beyreq”kirin. Her Beyreqek ji hêzekê ku ne kêmî 200 mêrî bû, pêk dihat, lê diviya bû fermandarê El-Beyreq Birêtanî be û iraqî wekî efserên nêzî şêx pêre dibin alîkar. Li aliyê rojava ê Bexdayê di mala Şêx El-Dilîm Beyreq bi fermandariya Kaptin Welîk hate avakirin û El-Mîcer Xelef kurê apê Şêx Silêman şêxê El-Delêm,  bû alîkarê wî. Li Mûsilê jî,  Beyreqê Şêx Şemer Deham El-Hadî hate avakirin, lê biser neket. Piştî avakirina hikûmeta Iraqê ya yekemîn sala 1921`an, Beyreqê Şêx Şemeran ê din Icîl El-Yaro hate avakirin, lê red kir ku Beyreqê wî bi fermana efserekî Birêtanî be, lewra hikûmetê Ebd El-Cebar El-Rawî wekî fermandarê vê Beyreqê di 20`ê Sibata 1922`an erkdar kir”(عمار يوسف عبدالله – مسألة عشائر الحدود العراقیة – السوریة).

Lê dema ku nakokî di navbera mala El-Cerba de di navbera Deham El-Hadî û Icîl El-Yaro derket, Birêtaniya destek da Icîl El-Yaro û bi balafiran çekdarên ku Deham El-Hadî ji herêma Cizîrê ya Sûriyeyê ber bi Iraqê dihatin ser sînorê ku qebîle parçe kir, bombebaran kir. Di encamê de, şaxê Sûriyê yê Şemeran îzole li herêmeke biçûk ma û dixwest ku bibe hêzeke mirovan a mezin a qebîleyê li başûrê Mûsilê. Lê hewldanên wan biser neketin, ji ber cihê Icîl El-Yaro yê siyasî di nexşereya Iraqê ya nû de hebû û bû kesê nêzî şah Feysel û cihekî xwe yê bilind di civaka siyasî de girt. Her wiha, dema ku hikûmeta Birêtaniyayê sala 1937`an bi sifeta wî ya kesayetî vexwend ku beşdarî şahiya tacdayîna şah Corc ê şeşemîn bavê şaha Elizabeth  ê duyemîn bibe, wekî kesayetekî iraqî yê giring hate diyarkirin.

Şaxê Sûriyê yê Şemeran rastî astengiyên hebûnê ji ber şerê giran bi qebîleya El-Beqara di salên 40`î ya Sedsala borî de, hatin. Her wiha, ji ber şer Şemer tenê di herêmeke biçûk a Cizîrê man. Dibe ku rewş xerabtir bûbûye, eger ku qebîleyên Kurdan bi pêşengtiya Kîkana beşdarî aliyekî vî şer nebûye. Di encamê de, Şemer di cihê xwe yê heyî li herêmeke di navbera Kurdan û Ereban de man. Lê li aliyekî din Inizan bi hemû şaxên xwe di mezinahiya xwe ya siyasî de dijiyan: Fedan li Reqa û Helebê, El-Hesna li Hemayê, El-Rewla ji çolistana Tedmûrê heta nêzî Şamê. Her wiha, Deham El-Hadî hewl da ku roleke siyasî bi piştgiriya Bloka Niştimanî ya li Şamê bidest bixe û li dijî tevgera serxwebûna Cizîrê ya serokatiya Haco Axa yê Kurd, kar bike. Piştî derbasbûna derdora sedsalekê li ser van lihevkirinan, di dawiyê de her kes fêrî waneyan di dîrokê de bûn û hinek jê gelek bi sûd in, lewra hevdîtina Kurdan Ereban-Şemerên li Cizîrê di bin sernavê “Rêveberiya Xweser”de çêbû.

*Hisên Cimo nivîskarê Kurd ji Sûriyeyê ye. Cîgirê serokê beşa siyasî di rojnameya El- Beyan a Îmaratî ye. Gelek lêkolîn cûr bi cûr û lêkolînên wî yên siyasî û civakî hene. Cimo pirtûka” Takayayên çekdar-dîroka siyasî ya terîqeta Neqeşbendî ya Kurdan”û pirtûka”Enbar..ji şerên zozanan ber bi rêya Herîr” nivîsandî ye.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî