Rojnameya Xwebûnê û dîroka çapemeniya kurdî li bakurê Kurdistanê 

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Rojnameya Xwebûnê ku wekî rojnameyeke heftane li Tirkiya û bakurê Kurdistanê derdikeve doh (21-12-2023) 4 salên xwe temam kirin û ket sala 5an. Ev rojname piştî girtina rojnameya Azadiya Welat ku rojnameya tekane ya bi kurdî bû derket. Niha jî ew rojnameya tekane ya bi zimanê kurdî ye ku li Tirkiya û bakurê Kurdistanê bi zimanê kurdî weşanê dike.

Rojname ji 12 rûpelan pêk tê û weşana xwe bi zaravayên kurmancî û kirmanckî dike. Rojname hefteyê carekê li ser kaxizan tê weşandin û belavkirin.

Li kêleka wê jî her roj nûçe û nivîsên der barê rojevê de li ser malpera rojnameyê tên weşandin û piştî parvekirina li ser malperê ew li ser rûpelên medyaya civakî yên wekî (Facebook, Twitter, Instagram û Youtube) tên weşandin.

Azadiya Welat destpêk bû

Çapemeniya kurd li Tirkiya û bakurê Kurdistanê di salên 90î de bi rojnameyên wekî Welat, Welatê Me û paşê jî Azadiya Welat di zext û zordariyên gelekî mezin de dest bi rojnamegeriya kurdî hat kirin. Ji girtin û binçavkirina rojnamegeran û heta bi windakirin û kuştina wan.  Gelek desthilatdar hatin û çûn lê tiştekî hevbeş ê tevan hebû ji bo çapemeniya azad û bi taybetî ji bo çapemeniya bi zimanê kurdî heman helwest û nêzîkatî bûn.

Rojnameya Welat li Stenbolê di sala 1992yan de dest bi weşanê kir. Piştî ku desthilata wê demê xwe li zimanê kurdî ranegirt û rojnameya Welat girt. Paşê di sala 1994an de rojnameya Welatê Me li şûna wê hate derxistin. Piştî ku Welatê Me jî hate girtin êdî kurdan li şûna wê Azadiya Welat derxist.

Di wan salan de rojnameya Welat wekî rojnameya tekane ya bi zimanê kurdî li Stenbolê derdiket û li Tirkiya û bakurê Kurdistanê dihat belavkirin.  Piştî demekê ew rojname hate girtin û kurdan li şûna wê rojnameya Welatê Me vekir. Lê wê jî zêde dirêj nekir û ji alî dewleta tirk ve hate girtin. Lê rojnamegerên kurd di wê demê de bi rihekî şoreşger û bibiryar rêya xwe berdewam kirin û rojnameya Azadiya Welat derxistin. Di destpêkê de Azadiya Welat jî li Stenbolê dest bi weşanê kir û wekî rojnameyeke heftane derkdiket.

Piştî çend salan di sala 2003yan de Azadiya Welat navenda xwe ji Stenbolê anî Amedê û li welat dest bi weşanê kir. Di sala 2006an de Azadiya Welat êdî bû rojane û heta sala 2016an weşana xwe ya rojane berdewam kir. Di sala 2016an de dîsa rojnameya tekane ya kurdan ji alî hikûmeta tirk ve hate girtin.

Piştî çend salan di 21ê meha kanûna 2019an de rojnameya Xwebûnê dest bi weşana xwe ya heftane kir.

 Sedema êrîşên li ser çapemeniya kurd

Weke ku tê zanîn ji salên 1990î û vir ve zext û zoriyeke mezin li ser çapemeniya kurd hate kirin û heta roja îro jî ew zext û zordarî, binçavkirin û girtina rojnamegeran didome.

Sedemên herî sereke yên van êrîşên li ser çapemeniya kurd ji ber peywir û armanca vê çapemeniyê ye. Em bala xwe bidin çapemeniya fermî yan jî ya girêdayî desthilatê û ya ku di bin siya wê de dixebite û xizmetê ji armancên desthilatê re dike heta dawî hemû derî li ber wan vekirî ne û dikarin di nava wê azadiya ji wan re sînorkirî de tevbigerin.

Lê ji bo çapemeniya azad ne wiha ye ji ber ew çapemenî li gorî rastiya heyî an jî bi kêmanî ne li gorî berjewendiyên desthilatê tevdigere. Çapemeniya azad hewl dide ku bibe dengê heqîqetê û rûyê rast ê desthilatdariyê derxîne holê. Lewre dibe armanca desthilatê, rojnamegerên wê tên cezakirin, girtin û binçavkirin.

Rojnamegeriya salên 90î

Ji xwe dema mirov behsa salên 90î bike, di wan salan de şerekî pir dijwar li dij gelê kurd hebû. Rojane kuştinên di bin navê kirdeyîm wan ne diyar dihatin kirin. Rojane binpêkirinên mezin ên mafê mirovan dihatin kirin.

Pîrê rojnamegeriya kurdî ya bakurê Kurdistanê Mûsa Anter li ser girîngiya rola çapemeniyê û xebatên ku bi destê kurdan tên kirin wiha gotiye: “Berê em wekî qart, qurt, cahil û biyan nivîsandin, lê divê êdî em xwe binivîsin û rastiya dîrok, çand û nirxên xwe binivîsin”. Çapemeniya Azad aligirê rastî, mazlûm, heqîqet û edaletê ye. Lewre jî rola ku dikeve ser milê rojnamegerên kurd roleke dîrokî û binirx e her wiha ji bo rastkirina hemû berevajîkirin û neheqiyên ku li kurdan tên kirin ew dengê rastî û heqîqetê ye.

Bêguman gelek rojnameger jî di wan salan de hatin kuştin, girtin û windakirin. Gelê kurd, rojameger jî di nav de gelek bedelên giran dan lê tu caran ji gotina heqîqetê tawîz nedan. Tevî hemû zilm û zora ku li dij çapemeniya azad hatin kirin û hîna jî tên kirin şagirtên Apê Mûsa û çapemeniya azad hemû zor û zehmetî dan ber çavên xwe û dest ji gotina rastiyê bernedan.

Li ser guhertinan jî ez dikarim vê yekê bibêjim, ji destpêka salên 90î û heta niha 2 tişt nehatine guhertin yek jê di hişmendî û nêzîkatiya hemû desthilatên ku heta niha hatine ji bo gelê kurd û pirsgirêka gelê kurd tu guhertin nehatiye kirin. Her wiha ji alîyê xebatkar û rojnamegerên çapemeniya azad ve jî ev yek nehatiye guhertin û ne berê ne jî niha serê xwe li hemberî zilm û zordariyan, girtin û binçavkirinan netewandine û tawîz ji gotin û dîtina heqîqetê nedane.

Rol û misyona çapemeniya kurd

Xwebûn jî wekî berdewamiya Welat, Welatê Me û Azadiya Welat e. Xwedî heman rol û misyon e. Em di vê rojnameyê de hewl didin bi zimanê xwe xwe bigihînin gelê xwe. Em hewl didin ku bibin deng, guh û çavê gelê xwe û di hemû nivîs û nûçeyên xwe de bibin dengê rastiyê. Em hewl didin ku di nava vê cîhana dîjîtal de bibin dengê gelê xwe. Em hewl didin ku bibin bersiva rastiyê di rûyê hemû sextekarî û berovajîkirinên ku derbarê gelê kurd de tên kirin.

Rol û misyona ku dikeve ser milê rojnamegerî û çapemeniya ku bi zimanê kurdî tê kirin ne tenê ji bo agahdariya rastiyane lê barekî din dikeve ser milê rojnameya kurdî ew jî xwedîderketina li zimanê kurdî ye. Çawa ku Welat û Azadiya welat ji salên 90î de ev barê giran dabûn ser milê xwe, her wiha Xwebûn jî heman barî hildigire ser milê. Xwedîderketina li çand û zimanê kurdî xwedî derketina li hebûna gelê kurd e.

Lewre divê ne tenê wekî rojnameyekê mirov bigire dest. Ew dibistanek e, dibistana hînbûna xwendina bi zimanê kurdî ye. Gelek nivîskarên ku îro bi kurdî ji vê rojnameyê re dinvîsin ew bi xwe berê xwînerên Azadiya Welat bûn û ji wê rojnameyê hînî xwendin û nivisandina bi zimanê dayîkê bûbûn.

Çawa ku çapemeniya kurdî ji destpêka xwe de rastî zordarî, girtin û kuştina rojnamegeran hat hîna jî ew zext û zordarî li ser rojnamegên kurd tên meşandin. Lê bi pêşketina medyaya civakî ku êdî her kes dikare bi rêya internetê ji telefona xwe ya destan her tiştî bişopîne bi giştî belavkirin û xwendina rojnameyên li ser kaxizan kêm bûye û ya kurdî hê jî kêmtir bûye.

Berê ji bo rojnameyeke kurdî bigihê destê xwendevanekî, wî xwendevanî/ê girtin û kuştina xwe dida ber çavên xwe lê dîsa jî bi rengekî xwe digihand wê rojnameyê. Mixabin niha piraniya me, ew rojname tê ber deriyê me jî dîsa em sersariyan dikin û xwedî lê dernakevin.

Bêguman wekî rojnameya Xwebûnê û çapemeniya kurdî bi giştî, me jî xwe ji wê cîhana dijîtal bêpar nehiştiye û em hewl didin ku bi rêya parvekirina nûçe û nivîsên rojane li ser medyayên dijîtal xwe bigihînin xwînerên kurdî lê mixabin xwedîderketin ne di wê astê de ye û wekî dilê me dixwaze nayê şopandin.