Di çarçoveya semînerên “Foruma Diyalogî” ku li Navenda Kurdî ya Lêkolînan tê pêşkêşkirin, vê carê Hevserokê Encûmana Sûrîyaya Demokratîk, Rîyad Dirar mêvanê forumê bû. Dirar behsa dosyayên rewşa Sûrîyayê, însîyatîfên ku Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê di mehên borî da ragihandî û rola Encûmena Sûrîyaya Demokratîk û projeyên wê yên siyasî yên bê, kir.
Asayîkirina bi Şamê ra
Têkildarî pirsa asoyên asayîkirina ereban bi Şamê ra, Rîyad Dirar got: “Divê em rastîyê niha fêm bikin, ku dewletên ereban ên ku piştgirî dane ji bo vegera Sûrîyayê bo nava Komkara Erebî, dibîne ku ev rejîm biserketin û projeya buhara ereban têk çû. Lewra divê em rewşa heyî li gorî rastîyê binirxînin, da ku em şkestina hêvîyan derbas bikin, hêvîyên ku ji bo siberoja sûrîyayîn çêbûne.
Her wiha, Dirar da zanîn ku birêveçûyîna vegera Şamê nava hembêza erebî wê dewam bike û dibe ku em beşdarbûna Sûrîyayê ya nava qadên navdewletî da jî bibînin. Di heman demê da Dirar got: “Xwendina destpêkê ya encamên asayîkirina dewletên ereban, nîşan dide ku dikare Birêveberîya Xweser û projeya xwe wekî kaxezekê ji bo dilnîyaka hikûmeta Şamê were pêşkêşkirin ku alîyê ku tê naskirin, piştî ku destê xwe ji oposîzyonê şuştin. Li beramberî wê jî ku rejîm gavên siyasî pêk bîne û dewletên cîran ji encamên qaçaxtîya madeyên hişbir biparêze û belavbûna terorê rawestîne û çareserîyan ji bo pirsgirêkên penaberan bibîne.”
Dirar dîyar kir ku asayîkirin li gorî berjwendîyên alîyên Astanyayê ye: Tirkîya, Rûsya û Îran.
Her wiha Dirar got: “Rejîm tu çareserîyan li gorî lêvegerên navdewletî qebûl nake, ji ber ku wê dawîya wê were. Her wiha, ew dizane çi gava ber bi çareserîya siyasî ve, wê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê, ew bê dilê xwe beşdar dibe, li benda guhartinên navdewletî ye da ku xizmeta mayîna wê bikin û bi piştgirîya berdewam a Rûsya û Îranê ji wê ra, aramî çêbibe. Lewra hemû gavan asteng dike û prensîba gav li beramberî gavekê, asteng dike.”
Destpêşxerîyê Birêveberîya Xweser a çareserkirina alozîya Sûrîyayê
Rîyad Dirar di berdewamîya nirxandina xwe da got: “Birêveberîya Xweser û MSD red kirin ku tawîzan bidin rejîma Şamê û dûrî metoda gava li beramberî negavekê ku rejîm bikar tîne, ketin. Di heman demê da, di hemû danûstandinên xwe da, li ser daxwazên xwe piştrast kirin ku divê garantî ji gelê Sûrîyayê ra were dayîn da ku têkçûn di siberojê da çênebin. Ji ber vê yekê, red kirin ku beşdarî hilbijartinên xwecihî li gorî qanûna 107 bibin û li ser qanûna birêveberîyên xweser teqez kirin, her wiha red kirin ku sendoqên hilbijartinan ên serokatîyê li herêmên xwe bi cih bikin.”
Têkildarî destpêşxerîya Birêveberîya Xweser ku di nîsana borî da pêşkêş kir, wiha şirove kir: “Destpêşxerî bi armancên mirovahî yên rasteqîn pêk hat, ku ev yek şirove dike ku projeya Birêveberîya Xweser projeyeka sûrîyayî ye û ya hemû gelê Sûrîyayê ye, her wiha kêmkirina bandorên neyînî yên hin projeyên wekî plana Tirkîyayê ya vegera penaberan li hin herêmên neewle û fişara li Libnanê li dij penaberên sûrîyayî û veguhertina wan wekî kaxezeka siyasî, her wiha êş û azarên penaberan li Urdunê ku nîyeta xwe ya vegerandina bi hezaran koçberên sûrîyayî eşkere kir, tevî ku hemû penaberên sûrîyayî destekdayîna navdewletî digirin, bi gotineka din, tu dewletê zirar ji hebûna koçberan nedît, lê berovajî wê sûd ji destekadyîna wan dîtin.”
Desteya Danûstandinê û banga “MSD”yê ya beşdarbûna nava xebatên wê da
Têkildarî pirsa banga MSDyê ya beşdarbûna nava xebatên Desteya Danûstandinê ya Opozîsyonê da, Rîyad Dirar anî ziman ku tu bangên Birêveberîya Xweser an jî MSDyê ji bo beşdarbûna nava Desteya Danûstandinê ya Opozîsyonê nehatine kirin û wiha berdewam kir: “Berovajî vê yekê, me îşareteka şermok ji nûnerê Desteya Tensîqê dît ku got ew hêvî dike hemû hêzên sûrîyayî beşdar bibin.” Dirar zelal kir ku“Birêveberîya Xweser dixwaze beşdarî hemû çalakîyên bi armanca çareserkirina alozîya Sûrîyayê ji komîteya destûrê bigire heta desteya danûstandinê, bibe. Lê me tu bersiv carên borî da nedît, tevî ku me bang li Kwalîsyonê kir ji bo dîyaloga siyasî û hevbeşî û xebata hevbeş ji bo tevlêkirina bakur û rojhilatê Sûrîyayê bi rojavayê wê ve, wekî du birêveberîyên nenavendî, lê me tu îşaret nedîtin. Lê MSDyê bersiva hemû destpêşxerîyan dide.” Her wiha, Rîyad Dirar da zanîn ku pirsgirêka MSDyê bi opozîsyonê ra ew e ku “ew rûyekî din ê rêjîmê ye, ji alîyekî da nûnertîya gel sînordar dike û pêkhateyên din red dike. Lewra, em di wê da ji bo siberojê tu hêvîyekê tê da nabînin, tevî ku em amade ne, eger guhartinên pozîtîf çêbûn.”
Darizandina endamên “DAIŞ”ê
Li bara ragihandina Birêveberîya Xweser a destpêkirina dadgekirina girtîyên birêxistina DAIŞê ya terorîst, Dirar got: “Ji sala 2019an ve û heta roja me ya îro, hewldanên MSD û Birêveberîya Xweser a peydakirina çareserîyekê ji bo dadgehkirina wan, ranewestane. Me her car digot: Heger hûn nabin, di dadgekirinê da bi me ra bibin alîkar. Her wiha, me daxwaza avakirina dadgeheka navdewletî kir, lê bersiv nehat dayîn. Dîyar e ku dewlet naxwazin welatîyên xwe vegerînin, ji bilî çend dewletan ku bê dilê xwe hinek zarok û jin vegerandin.”
Rîyad Dirar piştrast kir ku ev girtî “barekî madî, aborî û ewlekarî li ser herêmê çêdike ku berdewamîya vê yekê nayê tehemûlkirin. Lê wekî kaxezeka siyasî, divê niha were pêşkêşkirin, da ku cîhan zanibe dozeka girîng heye, divê esas were girtin. Her wiha, Birêveberîya Xweser, bi derfetên xwe, wê vê gavê pêk bîne, lê wê bandora vê gavê erênî be, tevî ku barê vî karî wê ji hêla aborî ve li ser milên me giran be”
Hevserokê MSDyê Rîyad Dirar piştrast kir: “Wê dadgehkirin bi awayekî beşî be û wê li gorî pîvanên edaletê bin û wê qanûnên navdewletî jî esas werin girtin. Lê wê ne wekî texmîn dikin dadgekirina bi dehan kesan be, dibe ku her carê 4 an jî 5 bin. Lê wê biryara dawî wê adil be û li ser esasê belgeyên di destê dozgeran da be.”