Rêxistinên xêrxwaziyê ​​paldera guhertina demografiya Efrînê ne

FERHAD HEMÎ

Bajarê Efrînê ku ji hêla dewleta Tirk û û hevkarên wê ji mîlîsn Sûrî ve hatiye dagîrkirin, yek ji xirabtirîn dewreyên xwe derbas dike ku pêkanîna siyasetên nijadperest bi navê ”Endazyariya Civakî ya demografî” li wir planeke rojane ye. Eşkere ye ku dagîrkirina Efrînê weke gava yekemîn e di bicihkirina ”Peymana Millî” de li derveyî sînorên serweriya dewleta Tirk di warê armancên veşartî û eşkere yên biryardarên Enqereyê de ye.

Ji dema ferzkirina dewleta Tirk desthilatdariya xwe li ser erdnîgariya Efrînê ve, bi rêya tunekirina nasnameya gelê herêmê û ferzkirina koçkirinê û bicihkirina komên Ereb ên Sûrî ên Sinnî di bin navê vegerandina koçber û penaberan, dest bi ”Siyaseta nifûsê û koçkirina bi dare zorê”.

Ji bo pêkanîna vê siyasetê di praktîkê de, Enqere ligel aliyên xwe yên tundrew ên Sûrî, bi berdewamî çekên şer û tundiyê li dijî xelkê bi kar tîne, lê di heman demê de, ji bo baştirkirina pêgeha xwe şêwene din bikar tîne. Li vir bi taybetî rêxistinên sivîl ên ne hikûmî yên ser bi îxwan El-Muslimîn û tevgerên cîhadî yên Sûriyê ve bi hevrêziya bi şîrketan re tên desteserkirin. Hikûmeta Tirkiyê bi armanca talankirina serwet, guhertina demografîk û paqijkirina etnîkî armanc dike ku gund, mizgeft û dibistanan ava bike. Sûdwergirtina ji diravên ku ji bankan, xêrxwazên navdewletî û ajansên navdar tên, bi behaneya sivikkirina bandorên şer li ser xelkê Sûriyê û awareyan ji bo vê armancê bi kar tîne. Paradoks ew e ku ev pere ji nû ve bi rêya saziyên Îxwan û yên Tirkî û Sûrî tên bikaranîn da ku xeleka dorpêça dagirkeriyê li bakurê rojhilatê Sûriyê berfireh bike.

Rojnameya Îsraîlî The Jerusalem Post çend roj berê di raportekê de beşên dawî yên vê stratejiyê eşkere kir û bal kişand ser xebatên rêxistinên sivîl û alîkariyê yên ku di çarçoveya rejima Tirkiyê de kar dikin û ji xaka Îsraîlê derketine, da ku guhertina demografiya Efrînê pêk bînin.

Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku di 21ê Hezîrana 2021an de li gundê Şêx Xurzê yê Efrînê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyê, li nêzîkî sînorê Tirkiyê mizgefteke nû hatiye avakirin û amaje bi wê yekê jî kir ku navenda wê rêxistinê ya bi navê “Komeleya jiyana bi rûmet“ ne li Sûryê lê belê li bajarê El-Tîra yê li nava îsraîlê ye. Ev komele ya ku sala par bi piştgiriya nişteciyên Ereb ên bajarê Orşelîmê (Qudsê) derketiye hole bi armanca protêstokirina kiryarên berdana xelkên taxa şêx Cerah û bi xwe girêdayî rêxistinine din e ku piştgiriya nêrîna îslama Sunnî dikin, ji cûreya ku îxwan û hikûmeta Tirkî nûnertiya wê dikin.

Hikûmeta Serokomarê Tirkiyê Receb Erdogan piştî ku nekarî piştgiriya Ewropa û Amerîkayê bike, bi piştevaniya rêxistin û komeleyên îslamî siyaseta “çêkirina şêniyan” didomîne, ji ber ku derket holê ku armanca Tirkiyê ew e ku dilsozên xwe li wan deveran bi cih bike bi rêya koîkirina nişteciyên resen. Di heman demeê jî, Netewên Yekbûyî dewleta Tirk bi pêkanîna siyasetên guhertina demografîk gelek caran tawan bar kir.

Ji dema ku çekdarên îslamî sunnî yên Sûrî, y.n ku Tirkyê piştgiriya wan dike, sala 2018an derbasî Efrînê bûn, û Rêveberiya Xweser hate rûxandin, bêhtir ji 300 hezar ji nişteciyên deverê ku piraniya wan Kurd in koç kirin. Ji hêla xwe ve, hikûmeta Enqereyê Erebên Sunnî yên Sûrî yên li Tirkyêyê penaber bûn şandin Efrînê û li wir bi cih kirin, û wisa jî malbatên ku ji deverên bi piranî Sunnî ne, mîna gundewarê şamê, parêzgehên Hums û Hema, û başûrê îdlibê, piştî ketina wan deveran di sestê rêjîma Beşar El-Esed de. Tirkyê bi xwe dibêje ku wê nêzî 330 hezar kesên Sûrî veguheztine Efrîn û devrine din piştî gelek operasyonên leşkerî ku ji hêla artêşa wê ve hatine kirin.

 

Di heman raportê de, The Jerusalem Post piştrast kir ku komeleya Xêrxwazî ​​ya Tîra an “Jiyana bi Rûmet” yek ji beşdarên xebatên ku Tirkyêyê bi rê ve dibe da nişteciyên Erebên Sunnî li ser sînorê Sûrî-Tirkî. Mizgefta gundê şêx Xurzê di stratîjeyeke guhertineke mezin de hûrgiliyeke biçûk e ku ji hêla Enqereyê ve tê piştgirîkirin û bi çavdêriya “Artêşa îslamî ya Sûrî” dikeve ware prakrîkê de. Armanca sereke ji vê pêkanîna guhertineke mayînde di nasnameya demografîk û çanda rengereng ya Efrînê de.

Tiştê ku di van demên dawîn de li ser medyaya civakî bû sedema nerazîbûnê di nav rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên herêmî yên li ser medyaya civakî de, bangewaziya komeleya “Jiyana bi rûmet” li ser rûpela xwe ya Facebookê bû ku alîkariya darayî bike ji bo fînansekirina avakirina komplekseke xaniyan ji bo penaberên Ereb ku bi navê Basma tê naskirin. li başûrê gundê Şadira yê Êzdiyan, 15 km dûrî sînorê Sûriyê û Tirkiyê. Li cihê ku kompleksa niştecihbûnê ya temamkirî niha ji heşt yekîneyan pêk tê, li ser 96 apartmanan belav bûne, her apartmanek bi qasî 50 metrekare rûber heye û ji bo gundê nû mizgeft, dibistan û navendek tenduristiyê hatine çêkirin.

Ji wê demê û vir ve, nêzî 500 penaberên Ereb ên Sûriyê hatine bicihkirin. Kompleks li ser erdê Ziyad Hebîb ê xelkê Şadera hatiye avakirin û diyar kir ku ew neçar mane herêmê bifroşin. Bê guman, armanca vê pêvajoyê ew e ku nifûsa Erebên Sunnî yên dilsoz li ser xeta sînor bicîh bike, wekî beşek ji veguhertina demografî ya mezin a ku tê meşandin.

Di nav kampanyayên vê dawiyê yên ku komeleya “Jiyana bi rûmet” li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandibû, kampanyaya “Germahiya Dilên Rehmî” jî heye ku ji aliyê “Filistîniyên Hundir an Erebên 48” ve hatiye organîzekirin û 10 milyon dolar kom kiriye. ku wan got dê bi kêrî awareyên kampên li bakurê rojavayê Sûriyê were.

Ev xêrxwaziya Îsraîlî ya Ereb-Filistînî yek ji pêkhateyên arşîpeleke mezin a rêxistinên Misilman e ku beşdarî projeya bicihkirina penaberên Ereb li Efrînê ne. Di nav wan rêxistinên sivîl de Destên Spî hene, ku Living in Dignity ji nêz ve bi wan re hevkariyê dike. Ev grûpa ku di sala 2013an de hatiye damezrandin, li gorî malpera wê, di encamê de bi xêrxwazî ​​û rêxistinên sivîl ên Kendavê yên girêdayî Birayên Misilman re hevkariyê dike, di nav de Weqfa Navdewletî ya El-Rahma ya Kuweytê û Mala Zekatê ya Kuweytê, û Qeter- Xêrxwaziya Qeterê ya bingehîn.

Parêzer Husên Nasû, nûnerê saziya yasayî ya kurdî, li ser vê kampanyê, di daxuyaniyeke taybet de ji Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê re got: “Em ditirsin ku dilovanî û hestên bi rûmet ên gelê Felestînê bê îstîsmarkirin. pere dê bikeve xezîneya dewleta Tirk a dagirker ku wê ji bo avakirina şêniyên herêma Efrînê, ji bo niştecihkirin û bicihkirina malbatên ereb û tirkmenên dilsoz, ji bo guhertina demografiya herêmê û tunekirina kurdiya wê bi kar tîne. nasname û taybetmendiya çandî.

Nasû diyar kir ku Tirkiyê bi piştgiriya komeleyên Qeter, Kuweytî û Filistînî yên girêdayî rêxistina Îxwan Muslimîn a cîhanê zêdetirî 18 wargeh li herêma Efrînê ava kirine û yên herî navdar ji van niştecihan ev in: Gundê Basma li devera Şadera ya navçeya Şîrawa, Qethaqli. Şûnwarê çiyayî li Hecî Hesen, Şûnwarê Baflonê li Çiyayê Barsa, Avahiya Afrazê li gundê Afrazê.

Li gorî çavdêr û saziyên mafên mirovan, armanca Tirkiyê ew e ku piraniya penaberên ereb ên sûrî yên ser bi xwe ve li navçeyên sînorî li Sûriyê bi cih bike, û plana Tirkiyê li Sûriyê ew e ku kembereke niştecihbûnê li ser sînorên ku kurd û hindikahiyên din tê de dijîn ava bike. berê dijiyan, û wan vediguherîne zincîreyek xaniyan ji aliyê Tirkiyê ve. Recep Tayyîp Erdogan çend caran eşkere kir ku ev dever herêmên çolterî ne ku ji bo Kurdan ne guncaw in û ji bo bicihkirina Ereban li wir guncaw in.

Kurdên ku li Efrînê tên perçiqandin, bêencam li mekanîzmayeke yasayî geriyane ku rê li ber van binpêkirinên rojane yên li dijî xwe bigire, û wisa xuya ye ku dengê wan heta niha ji çarçoveya yasayî ya mafên mirovan û parastina yasayî ya navdewletî hatiye derxistin.

Werger ji erebî: Îmad Talatî