Reşvan: Divê kurd tedbîrên xwe bigirin û MSD konferansekê li Amerîkayê li dar bixe

Navenda Kurdî ya Lêkolînan, di 3ê sibatê de ango şevê din bernameyek bi zimanê kurdî derbarê rewşa herêmê û helwesta Washingtonê organîze kir. Bername ku ji aliyê endamê navendê Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevan, nivîskar û xebatkarê beşê servîsa kurmancî ya radoya Dengê Amerîka Robîn Reşvan bû mêvan û mijara borî nirxand.

Robîn Reşvan di destpêka nirxandina xwe de da zanîn ku rêveberiya Biden pir dixwest xwe dûrî Rojhilata Navîn bixe, ji ber ku girîngiya Biden Çîn û Rûsya bû, lê Rojhilata Navîn dilê cîhanê ye, ji ber vê yekê bi awayekî xurt li Rojhilata Navîn e.

Reşvan diyar kir ku eger ne ji rewşa hilbijartinan bûye, dibe ku Biden bersiveke din bida û wekî serokekî lawaz xuya bike û got: “Biden dixwaze bi awayekî baldar nêz bibe û kuştina sê leşkerên amerîkayî êdî xeta sor derbas kir û Biden neçar ma ku bersiveke xurt nîşan bide. Ji aliyekî din ve jî di nava Amerîkayê de deng derdikevin dibêjin çi karê me li Rojhlata Navîn heye?”.

Reşvan bal kişand ser helwesta Amerîkayê ya şerê bi Îranê re û got: “Şêwirmendê ewlekariya amerîkayî jî ragihand ku ew naxwazin bi Îranê re bikevin şer, lê dixwaze hêza xwe nîşan bidin. Ji ber ku Amerîka naxwaze bi Îranê re bikeve şer, di nava sînorê Îranê de tu êrîşek çênebû û ev jî baldariya Amerîka ye. Îran jî tengav bûye û gelekî bi tirs e, dizane ku êrîşa Urdunê wê rewşa wê zehmetir bike, gurûpên Îranê di nava rewşên zehmet de ne. Îran bi xwe di nava rewşeke xerab de ye. Bi awayekî giştî Îran gelekî baldar e û bi tirs e. Her wiha êrîşên Amerîkayê yên bi teknolojî, taybet rejîma Îran û Pasdaran dike armanc, lê naxwaze şer berfireh bibe. Ev êrîş jî ne bi armanca tunekirinê ye, lê belê wekî dersekê ye.”

Rojnamevan Robîn bal kişad ser rewşa Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Iraqê û ev nirxandin kir: “Rewşa Amerîka li Iraqê dijwartir bûye, Iraq jî êrîşa şeva borî şermezar kir, her wiha Amerîka baldar e ku rûmeta Iraqê li pêşiya kamîreyan neşikîne. Başûrê Kurdistanê rewşa xwe ji Iraqê cuda ye, Amerîka dikare hebûna xwe li kêm bike û tenê di astas asta şêwirmendî de be, lê ez texmîn nakim ku bi temamî jê vekişe. Sûriyayê jî rewş cuda ye, Amerîka zêdetir têkiliya xwe  bi HSDyê re heye, ev jî ji bo kurdan hêsan e, di heman demê de, mayîna Amerîkayê li Sûriyayê ji bo Îsraîl girîng e û ango cihekî stratejîk e, ez texmîn nakim ku Amerîka ewqas zû ji Sûriyayê derkeve. Lê divê em bibêjin ku kesên ku dixwazin hêzên amerîkayî ji Sûriyayê derkevin pir in û divê kurd tedbîrên xwe bigirin. Bi zêdebûna êrîşan li dij Amerîkayê, nerazîbûnên amerîkayî zêdetir dibin, ku hêzên xwe vekişînin. Eger ku rêveberiya Amerîkayê hate guhartin, wê her tişt were guhartin.”

Her wiha Reşvan amaje bi helwesta Amerîkayê ya derbarê kurdan kir û got: “Li Amerîka nêrîneke erênî li beramberî kurdan heye û taybet  di vê salên dawî de jî em vê yekê baş dibînin. Beriya çend salan di rojeva Amerîkayê de kurd di rojeva yekemîn de bû û komarî û demokratîk li ser kurdan li hev bikin. Lê mixabin kurd nikarin vê piştgiriyê veguherinin destkeftiyên dîplomasî. Kurdan dikarîbû qezencên pir mezin bi dest bixistana, lobiya kurdan tune li Amerîka, lê li Amerîka lobiyeke xwezayî heye bi xwe dimeşe û dema dibêje kurd, rêzdarî ji kurdan re digirin taybet piştî şerê Kobanê û lehengiya YPG û YPJyê, lê mixabin nebû destekfiyên siyasî. Li Amerîkayê nivîsgeha MSDyê heye hewl dide tiştên baş bike, lê ne di wê asta ku tê xwestin. Ne ku kurd behsa kurdan dike, lê hinek din behsa kurdan dike. Divê nivîsgeheke 24 saetan kar bike û tîmeke mezin hebe.”

Robîn Reşvan bi bîr xist ku ji ber pirsgirên aborî û hwd li Herêma Kurdistanê, nêrîna amerîkayî hatiye guhartin li hemberî Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: “Taybet dema dibêjin kurd, tenê kurdên Sûriyayê tê bîra wan, ew jî bi rêya HSD û YPG û YPJ. Lewra dema ku hêz û lobiya te tune be, tu nabî lîstikvanê sereke, roj bi roj kurd di rojeva Amerîkayê de kêm dibe. Divê kurdên Rêveberiya Xweser, HSD û MSD hinek rêyan ava bikin û têkiliya leşkerî firhetir bikin û bixin rengên cuda.”

Reşvan anî ziman ku lobiya tirkan lobiyeke mezin e û pereyekî mezin lê tê xerckirin, lê nêrîna Washsington li ser Tirkiyayê gelekî neyînî ye, yek ji mijarên sereke û nakok ji Tirkiya û Amerîkayê re mijara kurdên Sûriyayê ye.

Her wiha Robîn Reşvan destnîşan kir ku lobiya Îsraîlê jî berê bûne du parçe, aliyek piştgirî da Erdogan û beşek biçûk jî piştgirî da kurdan, lê niha rewş cuda ye û ew kesên ku piştgiriya Erdogan dikirin, niha li xwe vedigerin.

Nivîskar û rojnamevan Robîn Reşvan di dawiya nirxandinên xwe de ev pêşnîyaz kirin: “Divê MSD konferansên pir mezin li dar bixe û çend rojan dewam bike û kesayetên cuda tevlê bike û dema ku konferansan li Washingtonê çêbike, wê bandor zêdetir be. Berê Amerîka bi çavê Tirkiyayê, kurd nas dikirin, lê îro Amerîka bi çavê kurdan li kurdan dinêre. Hûn jî wekî Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) hûn dikarin bi hevkariya MSDyê konferanseke wiha çêkin, ango kurd xwe bi xwe behsa xwe bikin.”