Rejîma El-Esed û pêdivîya wê bi dijmintîya bi MSDyê ra

BEŞAR EBÛD

Berî ku em zanibin ka rejîma El-Esed dixwaze bi Encûmena Sûrîyaya Demokratîk ra lihevkirineka rast û hevseng pêk bîne yan na, pêwîst e em bipirsin ka gelo lihevkirineka bi vî rengî dikeve xizmeta wî yan na?  Ango herêmeka girîng li bakurrojavayê Sûrîyayê bi rê ve dibe û bi rêjîmê ra jî wekî hevrik tevdigere û  fermanên wê qebûl nake.

Hevdîtinên di navbera her du alîyan da di tebaxa 2018an da dest pê kiribû û her çendî hindik in ku li ser tilîyên destekî tên jimartin jî lê nesekinîn û hevdîtina herî dawî jî şandeyeka MSDyê bi serperiştîya Bedran Çiya Kurd, li gel şandeyeka rêjîma Sûrîyayê bi serokatîya Serokê Ofîsa Ewlekarîya Niştimanî general Elî Memlûk li hev civîyan, ev civîn di dawiya çileyê da pêk hat û ji hêla Rûsyayê ve hate piştgirîkirin. Lê her du alî wek hevdîtinên berê bêyî ku bigihêjin çareserîyeka rasteqîn ji bo siberoja Sûrîyayê were avakirin ji civînê derketin.

Berdevkên MSDyê dîyar dikin ku rûniştina wan li ser maseya danûstandinan bi rêjîmê ra, bi mebesta ku lihevkirinek çêbibe, ev lihevkirin jî dê herêmê ji alozîyên kûrtir xelas bike û bibe destpêkirina çareserîyeka destûrî û mafên mirovan di bin sîwana dewleta Sûrîyayê da ji bo hemû pêkhateyên wê, ku her pêkhate taybetîyên xwe yên çandî û civakî biparêze û rêzgirtinek di nav hemûyan da were rûniştin. Lewma jî, dema Serokomarê Tirkîyayê Receb Teyyib Erdogan nîyeta xwe ya ji bo êrîş û dagîrkirina axa Sûrîyayê ragihand, MSDyê yekser bi rêya hevserokê xwe Şêx Rîyad Derar piştrast kir ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk dê li kêleka hêzên artêşa rejîmê di parastina Sûrîyayê da li dij êrîşên dewleta tirk şer bikin.

Ragihandina Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li kêleka hêzên artêşa Sûriyê di rûbirûbûna êrîşên Tirkîyayê da, du mijarên ku dikarin weke dendika hevpeymaneka civakî ya nû bêne hesibandin. A yekem: Xurtkirina prensîba konsepta yekîtîya gelê Sûrîyayê li dij her kesê ku destdirêjîyan li ser axa dewleta Sûrîyayê  bike. A duyem: Yekkirina hewldanên hemû pêkhateyên Sûrîyayê ji bo derketina ji alozîya Sûrîyayê û ji bo avakirina dewlet û welat li ser bingehên nû yên ku garantîya mafan û erêkirina erkên destûrî ji bo hemûyan, gav werin avêtin, her wiha tekez bike ku her çareserîyeka cidî û niştimanî ji bo siberoja Sûrîyayê divê li ser stûna xebatên hevbeş di navbera hemû gelê Sûrîyayê da be.

Heger ev armanca Encumena Sûrîyaya Demokratîk ji bo dîyalogê ye, wê demê çi dihêle ku rêjîma El-Esed li ser maseyê rûne û ramana ku dixwaze bi “MSD”yê ra danûstandinan berdewam bike, di heman demê da ku hemû civînên berê tu pêşketin bi xwe ra neanîne?

Her lihevhatinek bi modêla “MSD”yê ra û ne bi dilê rêjîma El-Esed be, ev yek dê ne di berjewendîya rêjîmê da be, ji ber ku ew tê wateya windakirina hêbeta xwe li pêşberî alîyên din ên Sûrîyayê û ev ne di nav hesabên wî yên desthilatdar da ye. Ango fêr nebûye ji xeyînî xwe bibihîze. Hişmendîya “El-Esed yan ne tu kes” di nava pêkhateya vê rejîmê da cih girtiye û bi hêsanî ne tê hilweşandin û ne jî ji holê radibe. Ji ber vê yekê, rejîma El-Esed amade ye ku xwe ji hemû welatên cîhanê ra xwar bike, vê yekê jî niha bi Rûsya û Îranê ra dike û hîn jî dê bike, li hemberî vê yekê rêjîm qet ne amade ye ku xwe ji gelê Sûrîyayê ra yan jî ji pêkhateyeka ku çi qas piçûk be jî daxe.

Ji bo bersiva vê pirsê, gerek e em vegerin destpêka serdema radestkirina welat, ku tê da Partîya El-Beis hebûna xwe di desthilatê da xurt kir, lê piştra, ew ji alîyê Hafiz El-Esed ve hat veguherandin û bû sîstemeka malbatî ku bi tenê xwedîyê wê hêzê ye ku biryarê bide her tiştê girêdayî Sûrîya û gelê wê. Ev awayê desthilatdarîya totalîter nikare hebûna hêzeka din li ser axa Sûrîyayê ji bilî hêza xwe qebûl bike. Ê ku bi salan e liv û tevger di destan da be û bi hûrgilîyên herî piçûk ên welat ra mijûl be, çawa dikare bi hêzeka din ra ya wek Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ra danûstandinan bike, nemaze HSD ji hemû pêkhateyên gelê Sûrîyayê yên resen pêk tê û doza demokrasî û sekularîyê dikin û bi nenavendîbûnê weke çareserîya Sûrîyeya siberojê bawer dikin, tê wateya ku kes nikare li welatparêzî û sûrîyabûna wan zêde bike.

Ev nêrîna quretî, rastîyeka felaket piştrast dike ku tu girîngîya kesan di rojeva vê rejîmê da nîne, li gorî rêjîmê hemwelatî hijmar in di çewlika wî da û her yek qasî xizmeta xwe serkêşê rejîmê û derdora wî ya teng sûdê werdigre.

Wêranîya ku piştî 12 salan bandor li Sûrîya û gelê wê kir, mixabin hîn jî desthilatê xwe neguhart û ew pozbilindîya li ser gel hîn jî kêm nekir, lê tevî ku rêjîm xav û bêhêz bûye û nikare rûbirûbûna artêşekê jî bike, lê dîsa jî di her hevdîtina bi şandeya Encûmena Sûrîyaya Demokratîk ra  şert û mercên ne pêkan tekez dike û pêşîya her hewldanekê ya ji bo destpêkirina rêya çareserîyê digre! Pirs ev e, heger rêjîma El-Esed naxwaze bigihêje çareserîyeka cidî ku li ser were lêkirin an jî bi kêmanî ew dikare rê li ber êşê veke, gelo çima rêjîm dubarekirina hevdîtinên wiha îsrar dike?

Li gor têgihaştina me ya ji pergala rejîma El-Esed ra, ew qet qebûl nake ku bi tu alîyekî Sûrîyayê ra çareserîyên neteweyî pêk bîne, ne bi MSDyê ra, ne jî bi tu alîyên din ra. Ne ji berjiwendîyên wê ne ku tu çareyeka siyasî pêk were û ji desthilata wî kêm bibe, her wiha gihaştina çareserîyê tiştek e û lidarxistina civînên ku nagihêje çareserîyê tiştekî din e, sîstema ku li ser rewşa bêaramî û bêewlehîyê dijî, di berjewendîya wî da ye ku şer berdewam bike û bixwaze dijminên wê hebin, ev yek ji bo wî hincet e ku xwe ji barê rûbirûbûna rewşa aborîya bibinketî û ji zimanê xelkê li herêmên xwe rizgar bike.

Tiştek alîkarîya berdewamîya hovîtîya rejîma El-Esed û kişandina ciwanan bo şerê mirina belaş nake, ji bilî xapandina hebûna dijminekî ku pê ra  şer dike, bi vê xapandinê dikare mirovan qanih bike ku ew nikare şert û mercên jîyanê yên xirab çareser bike, ji ber ku ew di nav pevçûn, şer û rûbirûbûna dijminan da ye û bi vî rengî dikarîbû heta niha desthilatîya xwe ya kûr ji hilweşandinê biparêze, ji xwe ya ku ew jî dixwaze ev e.

Heger rêjîm bi MSDyê ra li hev bike, ev tê wateya ku êdî tu hincet ji bo xeniqandina aborî li navçeyên wê namînin, ev yek dê dengê gelê mexdûr ji bo daxwaza mafên xwe û nan û rûmeta xwe bilind bibe û ew jî nikare pêdivîyên xelkê bi cih bîne. Dê nikarîbe pêdivîyên xelkê peyda bike, ne tenê ji ber ku naxwaze, ji ber ku bi şkestin û windahîyan barkirî ye, xezîneya wî vala ye û hîleyên wî ji vê binketinê ra têrê nakin. Wekî din jî ku lihevhatinek çêbibe dê neçar be ku penaberên bixwazin vegerin cih û warê xwe wan vegerîne, ev yek jî pereyan pir dixwaze û rêjîm jî di vî halî da nikare tu alîkarîyê pêşkêş bike.

Li pêş van rastîyan rêjîm nikare bi lihevhatineka cidî ku çareyeka niştîmanî bi xwe ra bîne bifikire, tam bervajî wê di berjiwendîyên wê da ye ku bi hemûyan ra dijber be û tayîbet jî bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîkr ra, ji ber ew deverên enerjîyê û çavkanîyên xwarinê kontrol dike, ew tenê bi vê rêbazê dikare hêrsa gel li deverên ku kontrol dike pûç bike.

Hiştina rêjîmê di rewşeka pevçûnî bi hêzên sûrîyayî û civaka navdewletî ra, dibe bersiva pirsên xelkê ji bo rewşa jîyana wan a ne baş, bi vî rengî dê hêrsa xelkê belengaz li ser rêjîmê sivik bibe ku di rastyê da ew sedema vê êş û azarê ye, dê were xuyakirin ku rêjîm û gel bi hev ra di eynî enîyê da şer dikin, tevî ku her kes dizane enîyeka xeyalî ye û ne rast e.

Di berjiwendîya rêjîmê da e ku danûstandin bi MSDyê ra were kirin ji bo xelkê xwe bixapîne û bibêje a va ye ez ji bo we çareyekê digerime, lê di rastîyê da ew qet naxwaze çare were peydakirin, pêwîstîya xwe ji dijberîya MSDyê bihtirî ku dostanî çêbibe, ez di wê bawerîyê da me ku hemû hewildanên MSDyê ku rejîmê bikşînin nav hevkarî û hevahengîya li gel wê, dê têk biçin, ji ber dê di nav xelkê xwe da were eşkerekirin û dê belekîya wê xuya bike û êdî qet nikare veşêr e.

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim